1

1 Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn.
2 Çiqas pesindan û sipasî hene! Hemû ji bona Xuda yê cihanê ra ne.
3 Ê mihrîban î dilovan.
4 Xudanê roja xelat û celatê.
5 Em her te dihebînin û em tenê ji te alîkarî dixwazin.
6 Tu me bide ser rêya rastîn.
7 Rêya ên ku te qencî bi wan kiriye; ne ên xeşim li wan bûye û ne ên rê şaş kirine.