104

1 Ewanê ku bi zimanê xwe bi (merivan) tirana dikin û bi çav û birûyê xwe va niqandinêdikin (me­rivan didine nîşanê hev) hene! Xwelî li wan hemûyan be.
2 Ewî mal civandîye qe nahewe, tim ewî malî dihijmire.
3 Ewa guman dike, ku malêewî (di cihanê da) tim carî bide jînandinê.
4 Na! (bira ewa wusa guman neke) bi rastî ewê li bal (doja bi nav) Hutem da bê avînê.
5 (Muhemmed!) tu ji ku dizanî, ka Hutem çîye?
6 (ewa) agirê Yezdan ê ( pêketîye.
7 Ewa (agira) li ser dilan bilind dibe (qe ji dilan dernakeve).
8 Bi rastî (derê wê dojê) li ser wan hatîye girtinê.
9 Ewan di (nava) sitünê direj da (bi giredayî) wê bi mînin.