13

1 E.L.M.R. (Arşa van tîpên ji hev çûyî, bi rastî hey Yezdan dizane.) Ewan beratên pirtûkê (Qur’anê) ne. Û ewan (biryaran) ji Xudayê te 1i bal te da hatin hinartinê (hene!) ewan rast in. Lê pirên kesan bawer nakin.
2 Ewê ku hûn ça dibînin, ezman bê stûn bilind kirîye, ewa Yezdan e û paşê ewî arş (mana) hildaye binê hêza xwe (hemî tişt hildaye binê heza xwe ça bivê wusa ewan dixebîtîne, her wusa) roj û hîv jî xwe ra ser nerm kirîye, hemûşk ji bona danê navdayî diherikin diçin. (Yezdan) bûyerên (afirandok) pêk tîne. (Ewa evan) beratan (ji bona we ra) vedike, bi rastî hêvî heye, ku hûn bi rast hatina Xudayê xwe bizanin.
3 Û ewê zemîn raxistîye (ewa Yezdan e). Ewî di zemîn da çîyayên binecî û çem bi cî ki­rîye û di zemîn da ji hemî beran bi zotî û cotî ewî pêk anîye; (hemî tişt bi nêr û mêyîtî afirandîye) şev û ro li hev dide pêçandinê. Bi rastî ji bo­na komalê ramankar ra di wan kirinan da beratên (sodret) hene.
4 Û (Yezdan) di zemîn da parên mezinên, ku nêzê hev in pêk anîye û rêzên ji tiryan û zevîyên çandî û darên xurman e bi heçî û be heçî bi cîh kirîye (ewan hemî jî) bi aveke tenê têne avdanê. (Lê) me dixwerin û rengê wan da; hinekê wan li ser hinekên wan dane çêtir kirinê. Bi rastî di van da ji bona komalê ku hişdarî dikin, beratên (sodret) hene.
5 Heke (ji piştê gotina van beratan, ne bawerîya wan; Muhemmed!) te sodret bike, îdî gotina wanê, ku dibêjin: "Qey gava (em bimirin bibine) xwelî, qey dîsa emê carekê dinê bêne afirandinê? Sodrettir e.” Ewan kesên ku bi Xudayê xwe bûne filê hene! Ewan bi xweber in, ewanan ew in, ku di stûyê wan da zincîr hene. Ewan hevalê agir in û wê di agir da jî hey bimînin.
6 Ewan (filan çiqa tu ji wan ra dibêjî: "Heke hûn ji van kirin û bawerîyên xwe para da neyên, wê Yezdanê ji bona we ra şapatan bîne, heke hûn poşman bibin, we Yez­danê qencîyan bi we bike" dîsa) ji te di berya qencîyan da, sikatîyan dixwazin. Bi sond! Di berya wan da pir hecwekî ji wan borîne (gelo çima ji wan hecwekîyan hiş bilnadin?) Bi rastî di hemberê cewra kesan da Xudayê te, ji bona kesan ra baxişkar e. Û bi rastî Xudayê te zor şapat e.
7 Ewanê bûne file hene! (aha) dibêjin: "Heke ji Xu­dayê wî (wekî me ça diva) berate bihata hînartinê (meyê bi wî bawer bikira". Muhemmed!) tu hey (hatî şandinê) ji bo ku tu (ewan bi hatina şapatan) bide tirsandinê. Û ji bona her komalekî ra rêberek heye.
8 Tişta ku hemî mê pê avis di­bin û tişta malberxa wan kêm û pir dike (ji bona mezinatî û jînê pir dike tişta bermaî jî davêje derva) hey Yezdan pê dizane. Û hemû tişt li ba (Yezdan) bi pîvan in.
9 Ewa bi dizî û xûyanan dizane, mezinê bilind e.
10 Li bal wî ku yek ji we (mijûlîyên xwe) dizîka da bike, ya jî eşkere mijûl be, yek e (hey dibihê). Û çi bi şev xwe veşêre, ya jî bi ro derkebine şûnên xwe (bêne xûyandinê yek e hemûşkan dibîne, di şûna wan da bi cî datîne).
11 Ji bona van tiştan ra peyrewên pêşvaçûyî peywestî hene, ku ewan peyrewan ewan tiştan ji bûyerên Yezdan diparisînin. Bi rastî Yezdan heya komalek; tişta babetê xwe, bi xweber nede heşivandinê, ewê qencîya kirî ji wan nade heşivandinê. Û Yezdan bivê ku sikatîyê bi komalekî bike, tu kes îdî nikare ewê sikatîyê ji wan bide para danê. Şixwa ji pêştirê wî jî ji wan ra tu parisvan û serkar tune ye.
12 Ewê ku berqtavê bi tirs û bi xwastin bi we dide dîtinê, heye! Ewa Yezdan e (gava hûn berqetavê dibînin; hinek ji we ditirsin, ji bona lêdana birûskê, hinek ji we jî divên, ku berqetav lêxe, ji bona ku şilî bibare) û ewan (berqetavan) ewran bi giranî tijî dikin diweşînin.
13 Dengê ewran (Yezdan) bi sipasî ji kemasîyan paqij dikin û firiştan jî ji tirsan sipazîya (Yez­dan) dikin. Ewa teyrokê dişîne, îdî kîjanî (ewî lêxistina wî va ye) teyrok li wî dixe (bi vî ra jî ewan di mafê Yezdan da) hêj tekoşîn dikin. Bi rastî Yez­dan zor hembervan e.
14 Bi rastî gazîkirina mafî (hey ji Yezdan ra ne). Ewanê gazî pêştirê (Yezdan dikin hene!) bi tu tiştî bersiva wan (ji alîyê gazîvanan) nayê danê. (Hecwekîya wan aha ne): Wekî wîyê ku mişta xwe vedike, ji bo ku av bigêhêjê devê wî, dirêjî avê dike, devê wî bi xweber jî (bi dirêjkirina mişta wî li bal avê da) nagihêje, (divê ku kulma xwe tijî ke bîne devê xwe, paşê bi lêvê xwe avê vebixwe). Û gazî kirin û perestîya filan hey rê wunda bûne.
15 Û di ezman û zemîn da çi hene! Hemû bi zor û hêsanî û sîhê wan jî, di sibe û êvaran da, (kurt û dirêj dibin) ji bona Yezdan ra kunde dibin.
16 (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Gelo Xudayê ezman û zemîn kî ye? (Heke hûn dizanin ka ji min ra bê­jin.” Ewan ji bersivê bê hêvî dimînin,îdî tu ji wan ra aha) bêje: “Xudayê ezman û zemîn) Yezdan e." (Paş da tu ji wan ra aha) beje: "Îdî hûn ça ji pêştirê (Yezdan, perestevanên) ku ewan ji bona xwe ra jî kar û zîyanê nikarin bikin, ji xwera perestevan digirin? (Heke ewan ji doza xwe para da ne hatin, tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo (merivên) kor û bi çav (di dîtinê da) wekî hev di­bin? Gelo qe tarî û ronahî wekî hev dibin? Ya jî ewan hinek hevrî ji Yez­dan ra çê kirine, ewan hevrîyan jî we­kî Yezdan (tiştan) diafirînin, îdî afirandina tiştan li bal wan wekî hev bûne (ji hev dernaxin: kîjan Yez­dan afirandine, kîjan hevrîyan afirandine. Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Afirandokê hemû tiştan Yez­dan e. Lê ewa servahatê bi tenê ye.
17 (Ji wan ra bêje: "Hecwekîya perestî ya Yezdan û perestîya pûçan aha ne; wekî ça) av ji azmanan dihinire, îdî leyî dikişe dike­be newalan, şirik çê dibin, paşê leyî bi belqoqî kef digire (av dimîne, kef diçe). Wekî (gava ku hûn ji xwe ra bivên) xişir û dezgahan çêkin, hûn li ser madenan agir pê dixin, madenan dibahitînin (helandin) li ser rûyê madenan to digire (dema xebatê) to diçe, Lê maden dimîne, perestîya Yezdan û pe­restîya pûçan bi vî awayî ye (perestîya Yezdan dimîne. Lê pe­restîya pûçan diçe kêr nayê.)” Her wusa Yezdan ji bona wan tiştên veşartî heçwektîyan vedike.
18 Ji bona wanê, ku bbersiva Xudayê xwe dane, qencê xelatan heye. Ji bona wanê bersiva Xuda ne dane, heke hemî heyînên di zemîn da hene, wekî wan dîsa hebin jî ewanê (ji bo ku xwe ji şapata Yezdan fereste bikin) wê hemûşkî di şûna xwe da bidin. Hey ji bona wan ra sikê çelatan bi hijmarî heye û şûnwarê wan hey doj e. (Doj çiqa) sikê hêlanan e!
19 Qe ewê dizane tişta ji Xudayê te li bal te da hatîye hinartinê rast e, wekî wî yê, ku kor e (dibêje: "Ewa ne rast e)" dibe? Evê hey xweyê hiş bîra xwe tînin.
20 (Xweyê hiş) ew in, ku peymana dane (Yezdan, bi yekatîya wî) pêk tînîn û peyman dayî naşikênin.
21 Û (ewanê xweyê hiş) tişta, ku Yezdan fermana gîhîjtin û gîhandina wî kirîye, pêk tînin û digihînin (ji bira û pismam û merivan, giza xwe nabirin, sertêdan û serdana wan ra diçin) û ji Xudayê xwe ditirsin û xwe ji sikê hijmaran diparisînin.
22 Û (ewanê xweyê hiş) ji bona qayîlbûna Xudayê xwe (li ser perestîya wî) hew dikin (wekî ça hatine fermankirinê wusa) nimêj dikin û bi dizî û eşkere ji wan rojîyên me daye wan ji hewcan ra disixwurînin û ewan sikatîyan, bi qencîyan diborînin. Serfirazîya para da ji bona ra ne.
23 (Serfirazîya para da ev e;) ku evan û tevê wan bav û da û zar û zonên xweyên aştîkar va dikebine bihişta xweşîyan, firişte jî di hemû deryan da dikebine bal wan.
24 (Ji wan ra aha dibêjin): "Bi sedema hewa we ye (cîhanî, ka mêze bikin Yezdan dawya cîhanê ça ji we ra) qencî anî, îdî hûn bijîn."
25 Ewanê ku (di cara yekem da peyman dane Yezdan, gotine: "Tişta me dayî, bê dudilî emê pêk bînin." Paşê) peymana xwe şikênandine û tişta Yezdan fermana gîhandina wî kirîye, ewan birîne (gîhandinê pêk naynin, di şûna wî da di nava bira û pismaman da) di zemîn da têkilkirinê çê dikin (ewan berê hev didin) hene! Ji bona wan ra deherandina ji (dilovanîya Yezdan) heye û ji bona wan ra sikê xanîyan heye.
26 Ewê ku rojînan bi vîna xwe ji bona (heyan ra) kêm û pir dike, ewa Yezdan e. Ji ber piratîya rojînan) ewan bi jîna cîha­nê şa dibin, jîna cîhanê jî (li ber jîna para da) ji pêştirê pînan tu tişt nîne.
27 Ewanê bûne file hene! Dibêjin: “Heke ji Xudayê (Muhemmed) wekî (ça em divên berate bihatinan, dibû ku me bi wî) bawer bikira, çi dibû ku berate bihatinan?" (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Bi rastî Yezdan (rê) wundabûna kî bivê (rêya wî) wunda dike. Û ewanê bi dilê xwe li bal wî da fetilî bin, tîne rêya rast."
28 (Ewanê hatine rêya rast, ew in ku bi Yezdan) bawer kirine û dilê wan bi bîranîna Yezdan hew dike. Hişyar be! Bi rastî dil, bi bîranîna Yezdan (li ser teşqelan) hew dike.
29 Ewan kesên ku bawer kirine û karê aştî kirine hene! Ji bona wan ra (evan gotinê hanê hene!) "Xwezîya me bi wan hatî, ji wan ra êwirên qencî hene."
30 (Me ça di berya te da pêxember şandibûn) wusa em te jî li bal komalekî ku filetîya (Yezdanê) dilovan di­kin, di berya wan da jî pir kom borîne, dişînin, ji bo tişta me li bal te da hinartîye tu ji wan ra bixûnî. (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Ewa (Xudayê dilovan) Xudayê min e; ji pêştirê wî tu (yezdanê babetê perestîyê) tune ye. Min xwe hispartîye wî, hey (para hatina ji sikatîyan) li bal wî da ne.
31 Û ewan (filan aha gotine: "Heke Muhemmed! Ça Qur’an , anîbû) bi Qur’anê ra çîya (li dorê me) rabûnan (me ji xwe ra zevî biçandinan, cîhê me fire bibûya) ya jî ji me ra hinek zemîn biqetanda (di nava wî da çemê av ê bikişîyan me bireşanda) ya jî mirî (rakira bi me ra) mijûl bibûnan (meyê bawer bikira û ewa dibû Qur’an )." Lê fermana (van bûyeran) hemî jî ji bona Yezdan ra ne. Îdî qey ewanê bawer kirine negîhîjtinê, ku heke Yezdan biva, wê hamû kesê (ji alîyê Yezdan da) bihatina rêya rast. Ewanê bûne file hene! Ji piştî wan, heke nişkeva şapatek li wan kebe, ya jî nêzê welatê wan aşîtek bikebe, heya danê peymana hatina wê aşîtê neyê, ewa aşîta bi ser wan da nayê. Bi rastî Yezdan ji peymana daye para naçe.
32 Bi sond! Bi wan pêxemberên berya te da borî jî hatîye tinazkirinê, îdî me jî ji bona wanê bûne file ra mecal daye, paşê ewan me bi şapatan girtin. Îdî (mêze bike) ka şapatê min (ji wan ra) çane!
33 Îdî (mêze bike) qe ji bona wî (Yezdan)ê ku li ser hemî candaran bi kirina wan (dîdevan e, hevrî têne çêkirinê? Ewan (filan) ji bona Yezdan ra jî hevrî çê kirine. (Muhemmed! Tu ji wan ra bê­je): "Ka, navan li wan (perestvanên xwe bikin, ku em mêze bikin alyekî wanê babetê perestîyê heye?) ya jî gelo hûnê bêjin: "Tişt di zemîn da hene, Yezdan bi wan nizane?" Ya jî hûn hey peyvên belaş dibêjin? Gotina wan nîne. Bi rastî (pelîd) ji bona wanê file ra kirinê wan daye xemilandinê (endezeyên wan xweşik tîne xûyandinê) û ewan ji rêya wî hatine fetilandinê. Û Yezdan kîjanî wunda bike, îdî ji wî ra qe tu beled tune ye.
34 Di jîna cîhanê da ji bona (wanê rê derketî ra) şapatek heye û bi sond! Şapata para da hêj zortir e. Tu parisvanê ku ewana ji şapata Yezdan biparisîne, tune ye.
35 Hecwekîya we bihişta, ku ji bona wanê xwe (ji bê fermanîya Yezdan) parisandine hatîye peymandanê (eva ye): "Di binê (darê) wê da çem dikişin, xwurek û sîhîyên wê her hene." Encama wanê xwe paris, eva ye. Encama filan jî agir e.
36 Ewanê (ku me di berê da ji wan ra pirtûk şandîye) bi vê pirtûka me li bal te da niqandîye şa dibin. Lê ji partîyan hinek hene! Ku bi hinekî (Qur’anê) bawer nakin. Tu (ji wan ra) bêje: "Ez hatime fer­mankirinê, ku ez bi rastî perestîya Yezdan bikim û ez ji wî ra hevrîyan çê nekim, ez hey li bal (Yezdan da) gazî (we) dikim û êwra (para da) hey (li bal Yezdan da ne)."
37 (Me di berya te da pirtûkên hizger bi ezmanê komal ê wan li ser wan da hinartîye) wusa jî me ser te da pirtûka (bi nav Qur’anê bi zimanê) Ereban hinartîye (ji bo ku tu bi wan biryarên wê, fermanê) berewanî bikî. Heke ji piştî, ku ji te ra zanîn hatibe, paşê tu bibî pewrewê (hewesa filan) îdî ji bona te re tu parisvan û serkarê, ku te (ji şapata) Yezdan fereste bike tune ye.
38 Û bi sond! Di berya te da jî (ewan pêxemberên wekî te meriv bûn) me li bal (kesan da) şandine ji bona wan ra jî jin û zar û ûrt me dane. (Ewan filan çi dibêjin bila bêjin, tu nexeyîde). Tu pêxemberek nikare bê destûra Yezdan beratên, ku meriv bi (pêkanîna wan bêzar dibin) bîne. (Ewan danê şapatê dipirsin, heya danê wan şapatan neyê, şapat bi wan da nayê) loma ji bona her bûyerekî danê (hatina wê) heye.
39 (Ku ewa bûyera di wî danî da tê û di wî danî da diçe). Yezdan bi vîna xwe, tişta ku bivê (di wan dana da) diheşîvîne û tişta bi mayîna wan bivê (ewan jî heya danê wan dihîle), Dayîka wan şixwa li bal Yezdan e: (di gewdê hemî heyan da genê pîvandayî hene. Yezdan ji wan genan kîjane pîr bûye, ya jî danê mirina wî hatîye, ewî di wî danî da dimirîne paşê hinek genên jîndarî, di şûna wan genên mirî da bi cîh dike. Her wusa ewan heya danê para da bi pîvayî tên û diçin. Lê dayîka wan genan di şûna xwe da dimîne).
40 Heke em hinekî ji wê şapata ku me ji wan ra peyman daye (ji ber ku ewan bi te bawer nakin, bi wan da bînin); bi te bidine dîtinê, ya jî hêj te ewa şapata nedîtibe, em canê te bistînin, qe tu kovan tune ye, li ser te hey (eva heye), "Gelo te ewan biryarên me, ji wan ra gotîye ya ne gotîye?” Hijmara (xelat û celata wan jî) li ser me ye.
41 Ma qey ewan nabînin, ku em zemîn tînin; li doranê wî em kêm dikin (ava ya em kavil dikin, ciwanan em kal dikin, dimirînin, zemînê wan ji destê wan derdixin, dixine destê hinekê mayî). Yezdan (bi van biryaran) berewanî dike. Tu kesê bikebe pey fermanê Yezdan bide pa­ra tune ye. Ewa zû hijmarê (van biryaran e).
42 Bi sond! Ewan (fileyên) di berya wan da jî endeze kirine (ku pêxemberên xwe, bixapînin). Lê hemî endeze (di zanîna) Yezdan da nin. Can çi ked bike ew bi wî dizane. Wê fileyî jî bizanin ka dawya vê cîhanê ji bo kî re ne!
43 Ewanê bûne file hene! (Muhemmed! Ji te ra) dibêjin: "Bi rastî tu (ji bal Yezdan da li bal me da bi pêxemberî) ne hatî şandıne." (Tu ji wan ra) bêje: "Di nîveka min û we da bi nêhrewanî (şahid) Yezdan û ewê zanîna pirtûkê li bal heye, bes e.