16

1 Fermana Yezdan hat! Îdî hûn (ji bona hatina fermanê) lez nekin. Bi rastî (Yezdan ji gotinê wan filan; ku tiştan jê ra dixne hevrî paqij û bilind e.
2 Yezdan ji bendeyên xwe, ji kîjanî ra bivê, bi fermana xwe firişte (Cibrîl) bi niqandinê va li ser wan bendeyên xwe dihênirîne, ji bo (ewan pêxemberên bendeyên me, ku merivan hişyar bikin û ji bona wan ra evê gotina min a hanê bêjin): "Ji pêştirê min tu tişte babetê (perestîyê) tune ye, îdî hûn parisaya min bikin.
3 Ewê ku ezman û zemîn bi mafî afirandîye heye! Ewa Yezdan e. Ji wî tiştê, ku (ewan fi­lan) jê ra dixne hevrî (paqij) û bilind e.
4 (Yezdan) meriv ji dilopeke (ava genokî ye) xwe avîtî afirandîye. Hema (ewa meriva) piştî (gava afirandina xwe da) bûye tekoşîngerekî xwûyayî.
5 Û (Yezdan) tariş jî afirandîye. Di wan (tarişan da) ji bona we ra tiştê germê (pêk) tînin hene û pir karên (mayî jî) hene û hûn ji hinekî (wan tarişan jî) dixun.
6 Û (hêj) gava (ku hûn ewan tarişan) di sibehê da berdidine çêre û di êvarê da jî (hûn ewan ji çêre) tînin û dadikin, ji bona we ra (xweşî û) rindayî heye.
7 Û (ewan tarişan) giranîyên we hildidin dibine bajarên (wusa dûr) heya nîvê canê we derneketa hûn nikar bûn bigihîjtina (wan bajaran). Bi rastî Xudayê we mêhrivanê dilovîn e.
8 Ji bona sîyarîya we û xişran; (Yez­dan) hesp û hêstir û ker (afirandîye). Û tiştin qe hûn pê nizanin ewa ewan jî diafirîne.
9 Ewê rêya xwe (rast dike û bendeyên xwe li bal rêya rast da) tîne, ewa hey Yezdan e. Lê hinek rêyên xaromaro hene hinek meriv di wan da diçin. Heke ewî biva, we hûn hemûşk bianîna rê­ya rast.
10 Ewê av ji ezmanan hinartîye, ewa Yez­dan e. Di we avê da ji bona we ra vexurin heye, ji wê avê (gîha û dar û ber jî) çê dibin, hûn (tarişên xwe) bi wan diçêrînin.
11 Ji bona we ra bi we avê, çandinî zeytûn û xurme û tirî û ji hemûşk beran hêşîn dike. Ji bona komalê ramankar ra di van kirinan da beratên (hişdarî) hene.
12 (Yezdan) ji bona we ra şev û roj û tav û hîv (di xebata ji bona we ra, di rêzekî da) bi sernermî danîye. Sterk jî şixwa di fermana Yezdan da sernerm in. Di van kirinan da ji bona komelê hişmend ra bi rastî beratê­n mezin hene.
13 Û ewî çiqa çandinîyên cure cureyê di zemîn da hene! (Hemû) ji bona xebitandina we ra (amade kirîye). Ji bona wî koma­lê, ku bîra xwe tînin di van da, beratên (hêca) hene.
14 Ji bo ku hûn ji zeryayê goştê nû û şil bixun, ewî zerya di fermana we da amade kirîye, hûn ji wê zeryayê xemilên ku hûn li xwe dikin, derdixin. Tu kelekên mezin dibînî, ku ewan evê ça diqelêşin, diçin! Ji bo ku hûn ji rûmeta wî ji xwe ra rozînan bixwazin û ji bo hêvî heye, ku hûn sipazîya bikin ewî evan kirine.
15 Ji bo ku zemin we nehejîne ewî li ser zemîn da çîyayên mezin rakutane. Ji bo ku hûn rêya xwe wunda nekin ewî di zemûn da çem û rû û rê danîne.
16 Û (Yezdan) beratên mezin jî (di zemîn da) rakutane. Şixwa ewan bi siterkan jî têne re.
17 Îdî qe ew (Yezdanê) ku afirandinê dike, wekî wan (tokelên) ku afirandinê bikin, dibe? Qe hên (bi ponijandin evan) bîra xwe naynin?
18 Û heke hûn (gelî merivan!) qencîyên Yezdan yên (ku li ser we kirîye yek bi yek) bihijmêrin, hûn ewan deste deste jî nikarin bihijmêrin. Bi rastî Yez­dan baxişgerê dilovîn e.
19 Û hûn çi tiştî veşêrin û ya jî eşkere bikin, hey Yezdan bi wan dizane.
20 Ewan tiştên ku ewan (filan) ji wan ra perestî dikin hene! Ewan qe tu tiştî naafirînin, hêj ewan bi xweber jî hatine afirandinê.
21 Ewan (tokelan) mirîne, zindî nînin. Ewan bi danê (rabûna hemûşkî, ji piş­tê mirinê) bê agah in.
22 Yezdanê ku (hûn jê ra perestî dikin) heye! Ewa Yezdanekî bi tenê ye. Îdî ewanê ku bi danê para da bawer nakin hene! Dilê wan (filan da) ne bawerî cî daye, ewan bi xweber jî, ji bawerîyê, quretî dikin.
23 Qe tu zîyan nake! Bi rastî Yezdan bi wan tiştê­n ku ewan dizî dikin ya jî eşkere dikin dizane. Bi rastî (Yezdan) ji wanê ku xwe qure dikin hez nake.
24 Gava ji wan tê pirsîne, "Xudayê we çi hinartîye?" (Ewan bersivê didin) û dibjin: "Çîrokên berê hinartîye."
25 (Aha bersiv dane) ji bo ku ewan hemî gonehên xwe û hinek jî, ji gonehên wanê bê zanîn ji rêya rast derxistine, di roya ra­bûna hemî da hildin. Hişyar bin! Çiqa barê wan sik e!
26 Bi sond! ewanê berya wan da jî endeze kiribûn, îdî Yezdan jî xîmê avayê wan ji bin da anî, îdî li ser wan da banê avayan hate xarê. Di wî cîhê ku haja wan pê tune bû, şapat bi wan da hatîye.
27 Paşê di roya rabûna hemî da (Yezdan ewan hemûşkan) riswa dike û (ji wan ra) dibêje: "Ka ewan hevrîyên min yê, ku we (bi bawergeran ra, di mafê wan da) tekoşîn dikirin,li kêderê ne?" Ewan (firiştan û pêxember û bawergerên) ku ji wan ra ji temtêla (filan) zanîn hatîye, gotine: "Bi rastî riswabûn û sikatî di îro da li ser filan e."
28 Ewanê ku bi xweber li xwe cewr kirine hene! Gava firişte canê wan disitînin (aha) dibêjin: "Me qe tiştek ji riswabûnê nekirîye, îdî hemî sikatîyan davêjin." (Firişten bersiva wan didin aha) dibêjin: "Gotina we nîne, bi rastî we çi tişta kirîye, Yezdan bi wî rind dizane."
29 “Îdî hûn di deryê dojê da bikebine dojê, hûn di dojê da her bimînin. Îdî (doj) ji bona quran çiqa sikê şûnan e!”
30 Ji bona wanê (Yezdan) parizî kiribûne (aha) tê gotinê: "Ji bona we ra, Xudayê we çi hinartîye?" (Ewan bawergeran bersiv dene û) gotin "Qencî (hinartîye)." Ji bona wanê ku di vê cîhanê da qencî kirine, qencî hene. Hêj xanîyê para da (ji bona qecîkaran) qenctir e. Bi rastî xanîyê xudaparizan çiqa qenc e!.
31 Ewa bihişta ku di bine darê wê da çem dikişin heye! (ewan xudaparizan) dikebine wê, ewa bihişta tijî û amade ye; ji bona wan ra, çi bivên heye. Bi vî awayî Yezdan xudaparizan xelat dike.
32 Ewanê xudapariz hene! Gava firişte canê wan distînin, bi paqijî distînin. (Firişte) ji wan ra dibêjin: "Selam li ser we bin, bi sedema wan qencîyên we dikiribûne bikebine bihiştê."
33 (Ewanê file hene!) Hey hêvîya vî dikin: "Gelo wê kengê firiştan werin (canê wan bistînin) ya jî gelo wê kengê fermana Xudayê te yê bi şapatdana wan were." (Ya jî arşa vê beratê aha ne: Ewa ji bona rastîya pêxemberîya pêxemberan, ji pêxemberan ra go­tine: "Ka ji bona xwe ra firiştan ji ezmanan bînin; bixne şahidê xwe, ku em jî bi we bawer bikin." Îdî qey ewan filan hêvîya hatina firiştan, ya jî hêvîya hatina şapata Xudayê te dikin, ku bawer nakin?") Bi vî awawî ewanê di berya wan da borine ji, wekî wan kirine. Bi sedema kirinê wan (Yezdan ewan teşqele kirine, bi vê kirinê) Yezdan li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine.
34 Îdî sikatiya tişta ku ewan kiribûne, bi wan da ha­tîye, tişta ewan ku (bi hatina wê) tinaz dikiribûne, bi ser wan da hatîye, ewan hildane nava xwe da.
35 Û ewanê ku ji bona (Yezdan ra) hevrî çê kirine hene! (Bi tinaz aha) gotine: "Heke Yezdan biva, me û bav û bapîrên xwe ji pêştirê wî, ji tu tiştî ra perestî ne dikir û me (bê wî) qe tu tişt ne durist ne dikir." Bi vî awayî ewanê berya wan da borî jî wekî wan dikiribûne. (Tu bi kirinê wan mirûz nebe) qey li ser pêxemberan ji pêştirê gotina vekirî tu tiştek heye?
36 Û bi sond! Me di nava hemû koman da pêxember şandine, ji bo ku ewan (pêxemberan ji ko­ma xwe ra aha bêjin): “Hûn ji Yezdan ra perestî bikin û hûn xwe ji perestîya pelîd biparisînin.” Îdî ji wê koma (pêxember) hinek hene; Yezdan ewan anîne rêya rast û hinek jî ji wan koman hene: rêwundabûn li ser wan maf bûye. Îdî hûn mêze bikin! ka encama wanê virek ça bûye?
37 (Muhemmed!) Heke tu bihewilî, ji bona hatina wan li bal rêya rast da, bi rastî evê ku Yezdan rêya rast li ber wî wunda kiribe, îdî ewa nayê rêya rast, ji bona wan ra, tu arîkar jî tune ye.
38 Ewan bi sondên xwe yên mezin bi Yezdan sond xwarine; ku Yezdan mirîyan îdî ranake. Bi rastî gotina wan nîne (loma rakirina wan) li ser Yezdan mafek e. Lê pirên kesan pê nizanin.
39 Ji bo ku ji wan ra, ewa tişta ku ewan têda ne wekhev bûne, bi rastî diyar be û ji bo ku ewanê bûne file hene! Bizanin, ku ewan di berê da vir kiribûne (wê Yezdanê ewan rake).
40 Bi rastî gava em bivên, ku bûyerek ya jî tiştek bibe, dema em ji wî ra dibêjin, "bibe", îdî ewa heman dibe.
41 Ewanê ku li wan cewr hatîye kirinê he­ne! Ku ji bona qayîltîya Yezdan, ji welatê xwe koç kirine: Emê bi rastî ji bona wan ra di cîhanê da qencîyan bikin. Heke ewan bizanin, qencîyên para da hêj meztir in.
42 (Ewanê li wan hatîye cewrkirinê; ji welatê xwe ji bona qayîlbûna Yezdan derketine) hew dikin hene! Ewan xwe dihêspêrne li ser Xudayê xwe.
43 Me ewanê di berya te da bi pêxemberî şandine, ewan jî hinek mêr bûne, me li bal van da niqandîye. Îdî heke hûn nizanin, hûn ji zanan bipirsin.
44 Me (ewan pêxemberan) bi beratên (vekîrî) û bi pirtûka va (şandîye). Me eva Qur’ana li bal te da hinartîye, ji bona ku tu ji bo kesan ra tişta li bal wan da hatîye hinartînê vekî, bi rastî hêvî heye ku ewan raman bikin.
45 Îdî ewanê ku endezên sik kirine hene! Qey ewan ewle dibin, ku Yezdan ewan di zemîn da nexe xwarê, ya jî ji wan ra şapatan di cîhê qe haja wan tune be, bîne?
46 Ya jî (dema ku ewan) di kar û xebata xwe da bin, heman şapat bi wan negire (ewle dibin)? Îdî ewan jî nikarin, dema şapat hatibe, bidine para.
47 Ya jî ewan di tirsa hatina şapatê da bin (heman nişkêva şapat) bi wan negire (ewan ewle dibin)? Îdî bi ras­tî Xudayê we mêhrivanê dilovîn e.
48 Ma qey ewan li bal wan tiştên, ku Yezdan afirandine mêze nakin; ka sîha wan ça bi rast û çep xaro maro di­bin, ji bona Yezdan ra bi kurt û dirêj kunde dibin?
49 Ji revaran; çi ezman û zemîn da hene û firişte hemûşk, ji bona Yezdan ra kun­de dibin, qe yek jî quretî nake.
50 Ewanan ji Xudayê ser xwe ditirsin, ewan bi çi têne fermankirinê, hey ewî tiştî dikin.
51 Yezdan gotîye: "Hûn du ilaha (ji xwe ra) negirin. Bi rastî Yezdanê (babetê perestîyê) yek Yezdanê bi tenê ye. Îdî hûn hey ji min bitirsin (li bal min da hûnê bi tirs bizivirin)."
52 Çi di ezman û zemîn da hene! Hemî ji bona (Yez­dan ra ne) û ola rast û perestî hey ji Yezdan bi tenê ra ne. Îdî qey hûn parizaya pêştirê Yezdan dikin?
53 Çi qencîyek bi we da were (hûn dibêjin: "eva ji Yezdan e.") Paşê dema nexweşîyek bi we bigire, dîsa hûn li bal Yezdan da zarî dikin.
54 Paşê dema, ku ewa nexweşî ji we radibe, destekî ji we di wê gavê da hevrîyan ji Xudayê xwe ra çê dikin.
55 Ewan, evan tiştan dikin, ji bo ku (di hemberê van) qencîyên me bi wan kirîye nankorî bikin. Îdî hûn di xweşîya xwe da bimînin. Lê hûnê di nêzîk da bizanin!
56 Ewan (filan) ji wan rozîyên ku me daye wan, ji wan (pûtên) ku qe tu tiştî nizanin, par çê kirine. Bi Yezdan! Hûnê bi rastî ji wan virên ku hûn dikin, bêne pirskirinê.
57 Û ewan (filan) ji bona Yezdan ra (firişte) xistine (keç). Yezdan ji wan gotinê wan paqij e. (Çiqa sodret e!); tişta ji xwe ra jî dixwazin kur in. (firişte keç in, ewan zarê Yezdan in, lê kur jî ji xwe ra hildane: eva çiqa parkirineke sodret e!).
58 Gava yek ji wan bê mizgîndanê: "ku ji te ra keçek bûye," bê gotinê, rûyê wî ji hêrsa reş dibe, bi xweber jî hêrsa xwe diqurtîne.
59 Ji bo sikatîya mizgînê ewa xwe ji komal xwe vedişêre. Gelo wê ewa yê, ewê keçikê bi sernegûnî xweyî bike, ya jî wê ewê keçikê di xwelyê da çal bi­ke? (Bêzar dimîne nizane wê çi bike). Hîşyar bin! Tişta ewan berewanî dikin çiqa sik e!
60 Ji bona wanê ku bi da­nê para bawer nakin hecwekîya sikatî heye. Ji bona Yezdan ra jî hecwekîya balatir heye. Yez­dan servahatê bijejke ye.
61 Û heke Yezdan bi sedema sikatîya kesan, heman bi wan da şapat bianîya; Li ser (ze­mîn) tu rewar ne diman, lê şapatdana wan, heya danê navdayî para dixe. Îdî gava danê şapatdana wan hatibe, qe ewa dana para û pêra nakebe.
62 Tişta rikê wan ji te, ewan ewî dixne (zarê) Yezdan û zimanê wan bi vir salixê çi tiştên rind bide, bi rastî eva ji me ra ne (dibêjin). Qe tu çare tune ye; bi rastî ji bona wan ra agir heye û ewanê di agir da her bimînin.
63 Bi Yezdan! Me hêj berya te da li bal gelek koman da pêxember şandibûn. Îdî pelîd kirinê wan (koman) ji bona wan ra xemilandibû (kirinê wan xweşa wan diçû, gotinên pêxemberan ne dikirin) pelîd di îro da jî serkarê wa­n e, ji bona wan ra şapata dilsoz heye.
64 Hey ji bo ku tu ewan tiştên, ku ewan (ke­san) têda bi dudilî ne wekhev dibin, vekî (ewan rastîyê bizanin) û ji bo ku ewa (pirtûka) ji bona komalekî bawerger bibe rêber û dilovînekî, me pir­tûk li ser te da hinartiye.
65 Û Yezdan ji ezman avek hinartîye, îdî ji piştî mirina zemîn, ewî zemîn bi wê avê zindî kirîye. Di vê kirinê da ji bona komalekî bihîstok ra (ku Yezdan ça zemîn ji piştê mirinê zindî kirîye, wusa ji merivan ji piştî mirinê dikare zindî bike) berateyên sodret hene.
66 Bi rastî ji bona we ra di (tarişên) mêşînî da tiştên ku meriv jê hiş hildin, hene. Ji tiştên di zikê wan mêşînan da ku di nîveka bişkul û xwûne derdikebin: Bi şîrekî xurî em we av didin, ewa şîra ji bona vexwarya, bi hesanî di qirika wan da diçe xarê.
67 Bi rastî di berê darê xurma û rêzan da, ku hûn ji wan (beran) rozîyên qenc (ji xwarin û vexwarinan) û meyê digirin, ji bona komalakî hişdarî dikin, beratên (sodretî) hene.
68 Û Xudayê te û bal moza hingiv da (aha) niqandîye: "Tu ji bona xwe ra di çîya û dar û ji wan arzêlên (ku ji daran, meriv çê dikin û diçîkînin) xanîyan bigire."
69 "Paşê ji hemî beran bi xwe û bi stûxarî paşê bikebe wan rêyên Xuda yê xwe (derkebe) bigere. Ji zikê wan mozan da aveke rengê wê cure cure derdikebe; ji bona merivan di wî (hingivî da) mefayek heye. Di van kirinan da ji bona komalekî ramanger ra beratên hêja hene.
70 Yezdan hûn afirandine, paşê ewê canê we disitîne û ji bo ku hûn ji piştî zanînê qe tu tiştî nizanbin, hinekan ji we, Yezdan ewan heya danê xurifandinê dihêle. Bi rastî Yezdan pirzanê bişîye.
71 Yezdan hinekên ji we, bi ser hinekên we da di rozînîyê da bi paydarî pir kirîye. Îdî ewanê ku para wan pir e, hene: Çi dibe, ku hinekî ji wê rozîyê; ji bona wanê bê par in di binê destê wan da mane, bidin? Loma ewan hemî jî di wê rozînîya heye da, hevpar in. Qey hûn (ji bona vê parkirina Yezdanê, ku rozînîya hinekê we daye destê hinekên ji we; ewan jî di para da rozînîya wanê bindestê xwe bidine wan, qayîl nabin) hûn bi qencîyên Yezdan nankorî dikin?
72 Û Yezdan ji bona we ra ji canê we zo çê kirine, ji wan zonê we ji bona we ra kur û nevî çê kirine. Û hûn bi paqijê rozîyan dane rozînîkirinê. Îdî qey ewan bi pûçan bawer dikin û bi qencîyên Yezdan jî nankorî dikin?
73 Û ewan qey ji pêştirê Yezdan, ji bona wan (tokelên) ji ezman û ji zemîn qe bi bu tiştî rozînan ji wan ra kar nakin û nikarin jî kar bikin, perestî dikin?
74 Îdî hûn ji bona Yezdan ra hecwekîyan çê nekin (ji ber hişê xwe nebêjin: "Ka evan tokelan ji piştî, ku em ji wan ra perestî dikin, ewan jî paşê wekî perestîya me ji Yezdanê mezin ra perestî di­kin."). Bi rastî Yezdan (bi hecwekîyan) dizane û lê hûn (bi wan) nizanin.
75 Ji bona we ra Yezdan evê hecwekîyê çêke; ewê (perestîya pêştirê Yezdan dike) wekî wî bendeyê di binê destan da ze­bûn mayî, qe nikare tu tiştî bike, ewê (perestîya Yez­dan dike) wekî wî bendayê ji binê destan derketî, ku me ji wî ra rozîneke rind dabe, îdî ewa jî bi dizî û eşkere (di rêya min da) bide xwarinê, qe wekî hev di­bin? Çiqa pesindan hene! Hemû ji bona Yezdan ra nin. Û lê pirê wan nizanin.
76 Û Yezdan (ji bo­na we ra serdaborya) her du mêrikan jî hecwekî kirîye; yek ji wan lal e, qe tu tiştî nikare bike: Hey bûye barekî ketîye stûyê serkarê xwe. Axayê wî ewî kuda dişîne, qe tu karê; qencîyê nake. Evê mêrika, qe wekî wî mêrê ku di rêya rast da diçe, fermana bi dadvanî di­ke, dibe?
77 Ne xûya ne di ezman û zemîn da heyî, hemû ji bona Yezdan ra nin. Fermana bi hatina danê rabûna hemûşkî li bal Yezdan, wekî çav girtinekî ye, ya jî hêj nezîktir e. Bi rastî Yez­dan li ser hemû tiştan bi hêz e.
78 Gava Yezdan hûn ji zikê dîya we derxistin, we qe tu tişt nizanbû, ji bona ku bi ras­tî dibe hûn sipazîya Yezdan bikin ewî ji bona we ra (aletê bîhîstinê û dîtinê û dil) çê kirîye.
79 Ma qey ewan (filan) li bal wan çûkên hewa ku ji wan ra sernerm bûne, mêze nakin? Ji pêştirê Yezdan tu tişt ewan (çûkan) di jor da nagire. Bi rastî ji bona komalekî bawer dikin, di van kirinan da beratên (mezin) hene.
80 Û Yezdan ji bona we ra ji xanîyên we êwirgah çê kirîye û ji bona sivikaîya, di roya barkirin û êwrê da, Yezdan ji kelê tarişan ji bona we ra (kon) û xanî çê kirîye. Gava (ewan tarişan tê­ne kêmkirinê) Yezdan ji hirî û tivtik û mûyê wan, ji bona we ra xemil û xwakirin û raxistin çê kirî­ye; (Hûn ewan dikirin û difiroşin).
81 Yezdan ji bona we ra ji tiştên ku afirandîye, sîwan çê kirîye û ji bona we ra ji çîyan ewî kozîk afiradîye û ji bona we ra kincên, ku we ji germê û kincên, ku we di qirînan da ji lêxistinan biparisîne çê kirîye. Bi vî awayî ewa qencên xwe li ser we peyweste dike, bi rastî hêvî heye, ku hûn xwe hispêrne wî.
82 Îdî heke ji piştî van (beratan, ewan filan, ji bawerîyê) rû bifetilînin (ji bona te ra tu xesar tune ye) li ser te hey eva dimîne: Bi xûyayî ragihandina fermanan e."
83 Ewan qencîyên Yezdan nîyas dikin (paşê dibêjin: "Evan qencîyan hinekên mayî dane," ji wan ra perestî dikin.) Bi vî awayî pirê wan nankorî dikin.
84 Di wê roya, ku em ji her komê ra şahidan tînin, îdî ji bona wanê fi­le ra destûr nayê dayînê, ku herin lavaya bağişandin yê xwe bikin.
85 Ewanê cewr kirine hene! Gava ewan şapatê bibînin, îdî şapata wan sivik nabe û firseta wan jî nayê danê.
86 Gava ewanê hevrîçêker, ewan hevrîyan dibînin (aha) dibêjin: "Xudayê me! Ewan hevrîyên, ku me ji pêştirê te ji wan ra perestî dikir, evanan in (îdî tola xwe ji wan derxe, ewan em xapandibûn," tokelan bersiva wan aha daye): "Bi rastî hûn derewan dikin (qe tu carî me hûn gazî bal perestîya xwe ne kirine)."
87 Di wê royê da ewan xwe ji bona Yezdan ra dihêspirînin, ewan tiştên ku ewan (filan) ji bona Yezdan ra bi vir dixistne hevrî dest ji wan berdane, wunda bûne.
88 Ewanê file ne, ku merivan ji rêya Yezdan didine para da hene! Bi sedema ku ewan (di zemîn da) têkilî kiribûne, me ji bona wan ra şapat bi ser şapatan pir kirîye.
89 Di wê roya em di her komekî da ji wan bi xweber şahidekî li ser wan da dişînin û em te jî li ser van (misilmanan da) şahid tînin. Ji bo ku (Qur’an) bibe beled û dilovîn û mizgîndan ji bona misilmanan ra, me ewa Qur’ana davekirina hemî tiştan, bi ser te da hinartîye.
90 Bi rastî Yezdan fermana bi dadî û qencîyan û dayîna ji bona pismam û lêziman, dike û ewa fermana parisandina ji maştoqîyê û ji rikhatinan û ji cewrkirinê dike. Evan şîretan; ji we ra dike, bi ras­tî dibe ku hûn ewan şîretan hildin.
91 Û gava we peyman (ji bona Yezdan) da hev, îdî hûn peymana Yez­dan pêk bînin û ji piştî, ku we sonda xwe rast dêrand, îdî sonda xwe neşikênin, loma we Yezdan xistîye şahidê xwe. Bi rastî Yezdan bi tişta hûn dikin, dizane.
92 Hûn jî wekî wê jinika, ku rîsê xwe qenc rîstîye, paşê vedirêse, nekin. Gava hûn bi navê Yezdan pey­mana didine hev, ewa desta we ye bi hêz dixwaze ku bi hinek endezan peymana xwe bişikênin, dîsa ewanê bê hêz biherçiqînin (ji piştî ku we peyman bi hêz dabe hev, bi hinek endezan paşê di nava xwe da, peymana xwe ranekin) ku hûn sondê xwe di nava xwe da dişikênin. Bi rastî Yezdan we di van peymanan da diceribîne. Ewa tişta ku hûn di mafe wî da ne wekhev bûne, wê di roya rabûna hemû da ji bona we ra bê vekirinê.
93 Heke Yezdan biva, wê hûn hemûşk bixistina komekê bi tenê; lê Yezdan ji kîjanî ra bivê ewî tîne rêya rast û kîjanî bivê ewî ji rêya rast wunda dike. Bi sond! Hûnê ji kirinê xwe bêne pirskirinê.
94 Û hûn (gelî bawergeran!) sondên xwe, di nava hev da nexine sedem ji bona têkilkirina, peymanan ranekin, îdî ewa pêyê bi cîh hatîye danînê paşê bira ne şimite û bira hûn jî ji bona birîna rê ya Yezdan li ber kesan, sikê şapatan tam nekin. Bi rastî heke hûn (wusa bikin) ji bona we ra şapateke mezin heye.
95 Û hûn (Gelî kesan!) ewê peymana we daye Yezdan (ku hûnê bibine peyrewê pêxember) bi perekî hindik nefiroşin. Heke hûn bizanin, bi rastî ewan qencîyên ku Yezdan peymana dana wan ji bona we ra daye, çêtir e.
96 (Loma ewan malên cîhanî ku li bal we heye) paşya wan tên, ewan (qencîyên) li bal Yezdan hene, bê paşîne. Ewanê ku ji bona rêya me hatine cefa­danê û di hemberê wê cefayê jî hew kirine mane hene! Bi rastî emê ji kirinê wan çêtir xelata wan bidine wan.
97 Çi kesê, ji mêr û jinan, bi bawerî karekî aştî kiribe, emê ewî di cîhanê da bi paqijê jînan, bidine jînandinê (lê di para da jî) bi qenctirê keda ewan dikiribûne, emê ewan xelat bikin.
98 Îdî gava (Muhemmed! Tu bivê) ku Qur’anê bixûnî, tu (ji sikatîyên) pelîdê deherok, xwe bavêje ber bextê Yezdanê (dilovan; evê peyvê bixûne).
99 Loma bi rastî li ser wanê bawer kirine û xwe hispartine Xudayê xwe, ji bona pelîd ra qe tu hêz tune ye.
100 Hêza wî pelîdî, hey li ser wanê, ku pelîd ji xwe ra dixine serkar û li ser wanê, ku hevrîyan (ji Xudayê xwe ra) çê dikin, heye.
101 Gava, ku em beratekî (ji fermanê zor) rakin, di şûna wî da (fermanê hesanî) bînin, şixwa Yezdan bi hinartinê xwe çêtir dizane; ewan (filan aha) dibêjin: "(Muhemmed!) tu van kirinan bi piz li bal xwe dikî." Gotina wan nîne, lê pirê wan bi vê kirinê nizanin (ka me çima şûna wan bi hev guhurandîye).
102 (Muhemmed! tu ji bona wan ra) bêje: "Ji bo ku ewanê bawer kirine (dilê wan) bi rastî hew bike û beled û mizgîn be ji bona misilmanan ra, bi rastî evan (beratên hev guharok) Cibrîlê pîroz ji Xudayê min hinartîye."
103 Û bi sond! Em dizanin ku ewan dibejin: "Bi rastî hinek (zanayên cihû û mexînan, evê Qur’anê) hînê (Muhemmed) dikin" Ka ça dibe! Ewan merivên, ku ewan goman dikin û dibêjin: "(Evan, Muhemmed hînê Qur’anê dikin.)" zimanê wan bîyanî ye û eva (Qur’an bi xweber jî) bi zara wekî ‘erebîyê ber çavî ye?
104 Bi rastî ewanê bi beratên Yezdan bawer nakin hene! Yezdan ewan li bal rêya rast da nayne; ji bona wan ra şapateke dilsoz heye.
105 Ewanê bi beretên Yezdan bawer nakin, hey ewan in (ku van) derewan bi vir dikin. Ewan bi xweber jî hey viroke ne.
106 Ji pêştirê kesê ku dilê wî bi bawerîyê hewya ye, ji piştî ku hatibe zor­danê li bal filetîyê (çiqa bi devê xwe gotibe; "Ez bûme file, îdî dest ji min berdin" bi vî ra jî bawerî dilê wî da hewdabe) kîjan ji piştî baweryê bibe file û dilê wan bi filetî jî, bi şaî vebûbe, îdî xeşma Yezdanê mezin li ser wan e. Ji bo­na wan ra şapateke mezin heye.
107 Eva (celata wa­nê bi vî awayî) ji ber ku ewan jîna cîhanê ji jîna para da pirtir hez kîribûne (loma ji wan ra hatîye). Bi rastî Yezdan komalê file nayne rêya rast.
108 Ewan komalekî wusa nin, Yezdan li ser dilê wan û li ser gohê wan û li ser dîtina wan duruf kirîye. Ewan (ji vê kirinê) bê goman in.
109 Qe (tu tişt nake!) bi rastî di pa­ra da jî ewan hey zîyan dikin.
110 Paşê bi rastî Xudayê te, ji bona wanê hatine cefadanê ji welate xwe derketine, paşê dîsa bi wan (filen ra) tekoşîn kirine, li ser tekoşîn û cefadanê hew kirine, arîkarî dide. Ji piştî (van hemûyan) bi rastî Xudayê te baxişgerê dilovîn e.
111 Di roya para da tê, hemû can ji ber xwe ra tekoşînê dikin (ji bo ku fereste bibin). Ji bona hemû candaran ra keda ewan kirî (bê kemasî) tê dayînê, li wan nayê cewrkirinê.
112 Yezdan ewî gundê, ku gundîyên wî bi ewletî, bê tirs têda hewyane bi hecwekî tîne; gundîyên wî bê tirs têda dihewiyan, rozîyên wan bi hesanî ji her alî ji wan ra dihat. Îdî paşê ewan bi qencîyên Yezdan nankorî kirine, Yezdan bi sedema pêşeyên, ku ewan dikiribûne, xwekirina birçîbûn û tirsê bi wan daye tamkirinê.
113 Bi sond! Pîxemberê wan nankoran, ji wan, li bal wan da hatine, îdî ewan, ew pêxembera dane derewdêrandinê, bi vî awayî cewra wan peyweste bûye, îdî şapatê jî bi wan girtîye.
114 Îdî hûn (gelî merivan!) ji wî rozînîyê ku Yezdan daye we, bi duristî û bi paqijî biwun. Heke hûn bi rastî sipazîya qencîyên Yezdan dikin, perestîya wî bi te­nê bikin.
115 Bi rastî hey ji bona we ra mirar û xûn û goştê berazan û (goştê wê gorya) ku hûn ji bo­na (qayîlbûna) Yezdan (jê nakin, lê ji bona hatina serokan, ya jî ji bona mezar û goran, ya jî ji bona ku xweyê wan goran, mafê bide nexweş û nexweşîya bi we da ha­tî, jê dikin) ne durist e. Îdî heke yek ji we (rastî tu xarinê ne hati­be, ji bona ku bijî) dikare ji van (goştên borî) xarineke nejî û nemir bixwe. Bi rastî Yezdan baxişgerê dilovîn e.
116 Hûn (gelî kesan!) zimanê we bi vir salixê çi bide, bibêje: "Evan durist in û evan ne durist in," ji bo ku hûn li ser navê Yezdan derewan bikin (evanan duristîyên Yezdan in bêjin, wusa nekin). Bi rastî ewanê bi vir, derewan li ser (navê) Yezdan dikin, ewan fe­reste nabin.
117 (Evan kirinê wan di cîhanê da) derbasîyeke hindik e (lê di para da) ji bona wan ra şapateke dilsoz heye.
118 Ewanê cihû hene! Tişta me ji te ra di berê da (ne duristîya wan) gotîye; ji wan ra jî me ne du­rist kiriye. Me bi vê (ne duristî) li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine.
119 Ewanê bi nezanî sikatî kirine hene! Heke ji piştî sikatîya kirinê, poşman bibin û temtêla xwe rast kiribin. Bi rastî Xudayê te li bal wan e, bi rastî ji piştî van kirinan Xudayê te baxişgerê dilovîn e.
120 Bi rastî Îbrahîm (pêşrewanakî wusa ne, ku bi gotina Yezdan, hemû xûyê qencîyî di xwe da civandîye) ji hemû pûçan dest berdaye, ji bona Yezdan ra zivirîye. Û qe tu carî hevrî çê ne kirîye.
121 (Îbrahîm) ji bona qencîyên Yezdan ra sipazkar e. (Yezdan, Îbrahîm) li bal rêya rast da anîye.
122 Û me di cîhanê da (ji bona Îbrahîm ra) qencî dane. Bi rastî ewa di para da jî ji aştîkaran e.
123 Paşê me li bal te da niqand; ku tu bibî peyrewê komalê Îbrahîm yê mafperest. (Îbrahîm) qe ne bûye ji wanê hevrîçêker.
124 (Hûn roya înê ji bona xwe ra bixne roya rawestin û perestîyê) roya şemîyê; ji bona wanê ne wekhevbûnî têda çê kirine (ji cihû û mexîn û mayan) bi vê nevê bûye (roya rawestî û perestîya wan). Bi rastî Xu­dayê te ye, di roya rabûna he­mû da di wî tiştê ku ewan têda ne wekhevbûnî kirine, berewanîya wan bike.
125 (Muhemmed!) Tu li bal rêya Xudayê xwe da, ewan bi zanîna retkokî û bi şîretên qencî va gazî bike. Tu bi qencê tekoşîna, bi wan ra tekoşînê bike. Bi rastî Xudayê te bi wanê ku ji rêya wî derketine çêtir dizane.
126 Heke hûn cefayê bidine (wan nayarê xwe) îdî wekî ewan ça cefa dane we, hûn jî hewqas bikin. Heke hûn hew bikin (di hemberê cefadana wan da) şixwa (baxişandin) ji bona hewdaran ra qenctir e.
127 Û (Muhemmed! Tu li ser cefadana wan) hew bike (ewan bibaxişîne). Şixwa hewa te bi xweber jî bi Yezdan e, ji bo ku ewan endezan dikin (berê xwe ji ola misilmanîyê difetilînin) tu mirûz nebe û singê xwe jî teng neke.
128 Bi rastî ewanê xudaparizî dikin û bi xweber jî qencîkar in, Yezdan bi wan ra ne.