23

1 Bi sond ewanê bawer kirine hene! Ewan felat bûne.
2 Ewan (bawergeran) di nimêja xwe da, ji bona (Yez­dan ra) rûmetdarî dikin.
3 Ewan ji (mujûlîyên) bê amaç, rû fetilandine.
4 Ewan baca (malê xwe) dane.
5 Ewan ji bona (dawa xwe ra) parisvanî kirine (jin û mêr herdukan jî).
6 (Parisvanîya wan, ji bona bîyana ra ne) ne ji bona zoya wan ra ne, ya jî ji pêştirê zo ya xwe û ji pêştirê wan ê ku (peymana mal anîne dane wan qerewaşan) bi wê peymanê qerewaş hildane binê destê xwe. Îdî (bawerger di razana tevê van hadukan jî) nayêne nav û nuçûk kidrine.
7 Îdî kê ji van (salixan) pêştir, paş da li bal hinekî mayî ra here, bi rastî ewan ji tuxûbê xwe borîne.
8 Ewan ji bona enamet û peymana (xwe yê dayî ra) pêkanok in.
9 Ewan ça hatine fermankirinê (ji bona nimêjê) wusa nimêja xwe dikin.
10 Ewanê di binê ûrt, evan in.
11 Ewanê ku di binê ûrta bihişta bax û rezan hene! Evan bi xweber in, ewanê di bihiştê da jî her bimînin.
12 Bi sond! Me (nişa) merivan ji melqeke ji herîyê afirandîye (ji he­rîyê parzun kirîye derxistîye).
13 Paşê me ewa melqa di şûneke bi hêz da xistîye aveke binmaye tîr hîştîye.
14 Me paşê ji wê ava binmaye tîr, zûrû afirandîye, îdî me ewa (zûrûya) xistîye xerêfk (wekî ava goşt dema sar dibe, dibe xerêfk, ewan zûrûyan jî wusa di binê xerêft (dimînin). Îdî paşê me ji wê xerêfkê hestî afirandine. Hêj paşê me ewan hestîyan bi goşt daye niximandinê. Me paşê ewa (hestûyê goşt lêwerger, bi reng û rûçik û candarî) ji nişa wî ya berê pêştir, xistîye afirandekî mayî hîştîye. (Tu mêze bike) Yezdanê pîroz, çiqa qenctirê afirandoka ne!
15 Paşê (ji piştî vê afirandinê) bi rastî hûnê bimirin.
16 Paşê (ji piştî mirina we) hûnê di roya rabûn a hemî da, rabin, ji bo (civînê) bêne şandinê.
17 Bi sond! Me li stûyê we da hevt çerxê felekê, ku di rîya (xwe da dimeşin) afirandine. Û em ji afirandina (wan) bê agah nînin:(Me hemî bi zanîn afirandîye).
18 Û me ji ezmana avek pîvaî hinartîye, îdî me ewa ava di zemîn da daye êwirandinê. Û (me ça şîyaye, ku me ewa ava hinartîye) em wusa dişîn, ewê (avê) beherin (wunda bikin).
19 Îdî me bi wê avê ji bona we ra rezên ji tirî û xurman çê kirine, ku di wan (rezan da) ji bona we ra berên pir hene û hûn bi xweber jî ji wan beran dixun.
20 Û me (bi wê avê) ewa dara, ku (li çîyayê bi nav) Tûrisîna derdikibe (heşîn) kirîye. (Ewa dara hêşîn dibe) rûnekî wusa dide (gava meriv) ewî rûnî li qote xwe dixin, pê xurina wan xweş dibe.
21 Bi rastî ji bona we ra di tarişan da ponijandinek heye. Em bi we ewî (şîrê) di zikê tarişan da heye, didine vexurinê, ji bona we ra di wan tarişan da hêj tiştên kêrhatî mayî jî hene. Hûn ji wan (tarişan, goştê wan) dixun.
22 Hûn li ser wan (tarişan) û li ser kêlekan têne sîyarkirinê (diçin).
23 Bi sond! Me Nûh li bal komalê wî da bi pêxemberî şandîye. Îdî (Nûh ji bona komalê xwe ra aha) gotîye, "Gelî komalê min! Hûn hey ji bona Yezdan ra perestî bikin, ji pêştirê wî, ji bona we ra qe tu (Yezdanê babet ê perestîyê) tune ye. Îdî qey hûn xudaparizîyê nakin?"
24 Îdî ewa desta ji pêşrewanê ko­mal ê (Nûhê) ku bûne file hene! (Ewan bersiva Nûh dane; ji hev ra aha) gotine: “Eva jî hey merivekî wekî we ye, eva divê, ku bi rûmetî xwe li ser we mezin bike. Heke Yezdan biva, wê di şûna wî da firiştek (bi pêxemberî) bihinarta. Me hêj di bavên xwe yî yekem da jî tiştên aha (ku ji merivan pêxember hatine şandinê) ne bihîstîye."
25 "Ewa (Nûh) hey mêrekî tepa dikebe (bi wî ra meçêtir he­ne) ji ber vî qasî hûn hinekî dîdevanîya wî bikin (ka encama wî ça dibe)"
26 (Nûh ji wê koma xwe bê goman maye aha) gotîye: "Xu­dayê min! Bi sedema, ku ewan min didine derewdêrandinê tu arîkarya min (di hemberê wan da) bike."
27 Îdî me li bal (Nûh da) niqandîye: ku ewa kelekê di binê dîdevanî û niqandina me da çêbike. Îdî gava fermana me bi teşqeledana wan hatîye û sitîla kelekê ji (kelê) ser da avêtibe (ya jî ava kelekê wekî tendûran kelyaye, kela wê bi ser da avêtîye) me (ji bona Nûh ra aha gotîye: "Nûh!) Ji pêştirê wan malîyên te yên ku ji bona teşqeledana wan ferman ji me boriye, tu ji her zoyan duduyan (nêr û mêyan) û malîyên xwe jî bixe kelekê. (Nûh!) Tu ji bo­na wanê, ku cewr kiribûne; ji min lavaya (fereste ya wan) neke. Bi rastî ewanê di avê da bifetisin.
28 Îdî (Nûh!) gava tu û bi wanê bi te ra derketine ser kelekê hewyan (aha) beje: "Em ji bona wî Yezdanê, ku em ji komalê cewrkar fereste kirine, sipazî dikin."
29 Û (Nûh! Tu aha jî) bêje; "Xudayê min! (Te em te­reste kirin, îdî) tu min bi qencê dahêlan, dahêle êwreke pîroz (ji bo ku em bikaribin xwe xweyî bikin). Şixwa Xuda! Ewan (mexzûvanê ku li bal wan) êwir çêdibe hene! Tu bi xweber qenctirê wan î jî.
30 Û bi rastî me çiqa (Nûh û komalê wî) bi van (serdaboryan) dane ceribandinê, le dîsa di wan (serdaboryan da ji bona we ra) beratên (derhoze) hene.
31 Pasê me di peywan da (hinek komalê) çaxê mayî afirandîye.
32 Îdî me di nava wan (komalan da) saîyên ji wan (li bal wan da) şandîye. Ewan (saiyan ji wan ra aha gotîye: "Hûn gelê me!) Hey ji Yezdan ra perestî bikin, loma ji peştirê wî ji bona we ra qe tu ilah tune ne. Îdî qey hûn xudaparizî nakin?"
33 Ji koma wî (pêxemberî) ewanê bûne file û bi rastihatina para da (bawer nakin) dane derewdêrandinê; desta ji pêşrewanê wan, ku me ji bona wan ra di cîhanê da berxudarî dabû wan, hene! (Ewê destê ji bona hev ra di nava xwe da aha) gotine: "Eva (pêxembera jî) hey merivekî wekî we ye, loma hûn çi dixun û vedixun, ewa jî, ji wan dixwe û vedixwe."
34 "Û heke hûn bi gotina merive­kî wekî xwe bikin, bi rastî hûn di wê gavê da di binê (ji wanê nezanê) zîyangerê (ku hatine xapandinê)."
35 "Qey ewa (pêxembera) ji bo­na we ra peymana dide, ku hûn gava bimirin û bibine xwelî û hestû, bi rastî hûnê dîsa (ji xwelyê) derkebin (herne civînê)?"
36 "Çiqa dûr e! Ewa peymana, ku ji bona we ra hatîye dayînê dûr e!"
37 "Hemî tişt, hey jîna me ye di vê cîhanê da ne, em (di vê cîhanê da) dimirin û dijîn, qe em (ji bona hijmara kirinê xwe li bal civînê da nayêne şandinê)."
38 "Ewa (pêxembera) mêrekî wusa ne, hey li ser (navê) Yezdan derewan dike û bi rastî em bi wî bawer nakin."
39 (Pêxember aha) gotîye: "Xudayê min! Tu di hemberê derewdêrandina wan da, arîkarya min bike."
40 (Yezdan ji wî pêxemberî ra aha) gotîye: "Bi rastî ewanê di danekî hindik da, wê poşman bibin."
41 Îdî bi rastî dengê (birûska bêhişî) bi wan girt, îdî me ewan xistine berbirne lêmiştê. Dûrketin ji bona komalê cewrkaran e!
42 Me paşê li peywan da (hinek komalê) çaxê mayî afirandine.
43 Bi rastî tu kom, berya (danê şapata xwe) nakebe (ça) bi rastî para da jî namîne.
44 Paşê (ji bona şapatdana wan ra) me saîyên xwe li pey hev şandîye. Çiqa komeke, ku pêxemberê wan hatine bal wan, ewê (komê) hey ewan (saîyên xwe) dane derewdêrandinê, îdî me jî (ewan koman, di teşqeledanê da) hinekî wan xistine peyrewê hinekên wan û me ji bona wî komalê ku bawer nakin, ewan li ser zar û zimanan da xistîne mijûlî (hîştine). Îdî dûraya (ji dilovanîya Xuda) ji wan ra be!
45 Me paşê (li pey wan da) Mûsa û birayê wî yê Harûn bi berate û hêza xwe yê, xûyaî va şandîye.
46 Li bal Fir’ewn û koma wî yê (pêşrewan da), îdî ewan xwe qure kirin (bi wan bawer ne kirin). Şixwa ewan (Fir’ewn û koma xwe va) kome­ke (bi mal û nimet) bilind bûn.
47 Îdî (ewan bersîva Mûsa û Harûn dane, ji hev ra aha) gotine: "Emê ça ji bona du merivê, ku wekî me ne û komalê wan herdukan jî, ji bona me ra koletî dikiribûne, bawer bikin?"
48 Îdî (Fir’ewn û koma xwe va, Mûsa û Harûn) dane derewdêrandinê. (Fir’ewn û koma xwe va) bûne ji wanê teşqelekirî.
49 Bi sond! Me ji bona Mûsa ra pirtûk daye, loma hêvî heye (ku komalê Mûsa bi wê pirtûkê) werne rêya rast.
50 Û me (‘Îsayê) kur ê Meryemê, bi tevê dîya wî ya (Meryem va) xistîye berateke (derhoze). Me ewan herdukan li bal topekî êwirgehê bi kanî ra anî.
51 Me (ji wan ra aha got): "Gelî saîyan hûn ji paqijê xurekan bixun û hûn karê aştî bikin. Loma bi rastî hûn çi dikin, ez pê dizanim."
52 Bi rastî evan komên we (di bin da) komeke bi tenê ye (loma xîmê hemîşkan jî yakatîye) ez bi xweber jî Xudayê we me. Îdî hûn parizaya min bikin."
53 Îdî (paş da) ewan di nava xwe da bûyerên xwe ji hev raqetandin (xistne kom û olê curecur) bi pirtûkê (curecure nav da nin) her pirtûkî jî (bi raman û rêzbera li bal heyî hez dike) pê jî şa dibe.
54 Îdî (Muhemmed!) Tu dest ji (tekoşîna bi wan ra) berde, bira ewan heya gavekî di wê berizandina xwe da bimînin.
55 Qey ewan goman dikin, ku me ewan (di cîhanê da) bi mal û zar berxudar kirine.
56 Em ji bona wan ra leza qencîyan dikin?. Na, wekî (gomana wan nîne) lê agaha wan ji van kirinan tune ye.
57 Bi rastî ewanê ji tirsa Xudayê xwe vediciniqin hene!
58 Û ewanê ku bi beretên Xuda yê xwe bawer dikin hene!
59 Û ewan bi Xudayê xwe ra hempara çênakin hene!
60 Û ewanê, ji bo ku we li bal Xudayê xwe da bizivirin, ji wî {malê) ji wan ra hatîye dayînê, ewan jî (ji hewcan ra) didin, dilê wan bi xweber jî, ji tirsa davêje (Gelo evan kirinê min hatine litêkirinê, ya jî ne hatîye litêkirinê) hene!
61 (Ewanê salixê wan borîne) ew in, ku ji bona kirina qencîyan didine ber hev (ka kîjan, ji wan pirtir qencîyan dike). Evan in, ku bi kirina qencîyan pêş da ketine.
62 Em ji bona her kesekî ra hey wekî hêz û burha wî (fermana kirin a qencîyan û parisandina ji xirabîyan) dikin. Loma li bal me pirtûkeke wusa heye, ewa pirtûka hey bi mafê dipeyîve (hemî kirin di wê da nivîsîne). Qe bi tu awayî cewr bi wan nayê kirinê.
63 Lê di dilê wan yê (qencîkar da) ji pêştirê van (kirinê borî) hinek kirinê (bi qencî) hene. (Ewan qencîkaran) ewan (kirinê dilê wan da heyî) bi xweber dikin.
64 Gava em ewanê pêşrewanê berxudar ê wan, bi şapatan digirin; di wê gavê da zarîn dikirin.
65 (Em ji wan ra aha dibêjin): "Hûn (gelî pêşrewanan!) Di îro da zarîn nekin, loma bi rastî hûn ji me arîkarî hilnadin."
66 "Bi sond! Beratên min ji bona we ra hatine xwendinê, îdî hûn para da direvîyan."
67 "We di hemberê (Qur’anê da) quretî dikirin, di şev da (li dora mizgevtê) didvîyan (di mafê Qur’anê da) bi tirane mijûl dibûn."
68 Ma qey, ewan qe di mafê Qu­r’anê da naponijin, ya jî tişta qe ji bav û kalê wan ne hatibû ji wan ra hatîye (ewan jî pê sodret dimînin)?
69 Ya jî ewan (filan) saîyên xwe nîyas nînin, îdî ji ber wî, bi wî (saîyê) bawer nakin?
70 Ya jî ewan (filan ji bona wî saî ra aha) dibêjin: "Eva sîya tepa dikebe." Na, (qe yek jî rast nîne) lê ewî (saîyê) ji wan ra rastî anîye, îja pirê ji wan (filan) ji bona rastîyê rikê xwe tînin.
71 Heke rastî bibûya peyrewê xwastina (dilê wan) wê bi rastî ezman û zemîn û kesê di wan herdukan da heyî, hemîşkê dêriz bibûnan. Lê me ji bona wan ra bi vê (Qur’anê) av û aborya wan) anîye, îdî ewan jî (ji av û abora xwe) rû fetilandine.
72 Ya jî qey tu ji bona (saîtîya xwe) ji wan kirê dixwazî (ewan filan ji ber vî bi te bawer nakin)? Bi rastî kirya Xudayê te (dide, ji kirya ku ewan bidine te) qenctir e. Loma (Xudayê te) qenctirê rozîdanan e.
73 Loma bi rastî tu ewan gazî bal rêya rast dike.
74 Ewanê ku (bi jîna) para da bawer nakin hene! Ewan ji rîya rast derketine.
75 Heke me li wan (filan) dilovanî kiribûya û me ewa tengasîya bi wan da hatîye, rakiribûya, ewanê dîsa di deliqandina xwe da bi korî bimanan.
76 Bi sond! Me ewan (filan) bi şapatan girtin. Îdî dîsa ewan . Ji bona Xudayê xwe ra serî berjêr ne kirine û lavaya (baxişandina xwe ne kirine).
77 Heya gava me bi ser wan da deryekî ji şapata zor vekirîye, îdî ewan di wê gavê da (ji her tiştî) bê hêvî mane.
78 Ewê, ku ji bona we ra goh û çav û dil çê kirîye heye! Ewa (Yezdanê) we ye. Hûn çiqa hindik sipasîya (wî dikin!).
79 Ewê, ku hûn di zemîn da (ji bona piranîyê) afirandine heye! Ewa (Yezdanê) we ye. Hûnê bi rastî li bal wî da bicivin.
80 Ewê dijît û dimirîne heye! Ewa (Yezdanê) we ye; Guhartina şev û royan ewa dike. Îdî qey hûn (li ser van kirinan naponijin) ku ji wan hiş hildin?
81 Na, ewan (qe li ser van tiştan naponijin) ewan jî wekî gotinê wan yê berya xwe gotine.
82 Ewan (aha) gotibûne: "Qey gava em bimirin bibine xwelî û hestû jî dîsa emê rabin herne civînê?"
83 Bi sond! Hêj di berê da em û bav û kalê xwe va (bi van peymanên, rabûn û çûne civînê) hatine peymandanê. Evan (peymanan) ji pêştirê çîvanokan qe tu tişt nînin.
84 (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Heke hûn dizanin; ka ji min ra bêjin; zemîn û kesê di zemîn da heyî, ji bona kê ra nin?"
85 Ewanê (bersîva te bidin, wê aha) bêjin: "(Ewan hemûşk jî) ji bona Yezdan ra nin." Tu (ji wan ra aha) bêje: "Qe hûn naponijin (ewê di cara yekem da bikaribe biafirîne, dikare ji piştî mirinê jî dîsa biafirine)."
86 (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Ka Xudayê heft balokan (ezman-Heft gerokerên ji sitêrkan) û xweyê arşa mezin (mana mezin) kê ye?"
87 Ewanê (bersiva te aha bidin) wê bêjin: "(xayîbûna wan) ji bona Yezdan ra ne." Tu (ji wan ra aha) bêje: "Ka ji bo çi hûn xudaparizî nakin?”
88 (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Heke hûn bi rastî dizanin ka ji min ra bêjin; seroktî û mal xûya heyan, di destê kê dane û ewa hemî tiştan diparisîne, qe tu tişt ewî naparisîne ewa dide xebatê qe tiştek ewî nade xebatê (ewa kî ye)?"
89 Ewanê (bersîva te aha bidin) wê bêjin: "(Malxwê û parisandina wan)ji bona Yezdan ra ne." Tu (ji wan ra aha) bêje: "Îdî ka ji bona çi hûn têne (xapandin) û ançkirinê?"
90 Na, (gotina wan nîne) me ji bona wan ra rastî anî. Ewan bi rastî viran dikin.
91 Yezdan ji bona xwe ra qe zar ne girtine û bi wî ra jî tu (ilah babetê perestîyê) tune ne. (Heke ewan ça dibêjin; hinek ilahê mayî hebûnan) wê her ilahîkî, çi afirandîye bi xwe ra bibiranan (ewan ilahan wê bi tenê bimanan, îja ewan ilahan wê) bi hev ra tekoşîn bikirinan (ji bona servahatina xwe, wê li hev cewr) bikirinan gerdûnê bi vê tekoşîna wan kavîl bibûya. Bi rastî) Yezdan ji wan salixê ku ewan dikin paqij e.
92 Ewa (Yezdanê) zana yê bi dizî û xûyanan e, îdî ewa ji wan tiştên ku ewan (filan) jê ra dixine hevrî pir bilind û dûr e.
93 (Muhemmed! Tu aha) bêje: "Xudayê min! Heke tu î bi rastî ewan peymanê te daye (ji şapata, ji bona filan ra) bidî nişanê min."
94 "Xudayê min! Îdî tu min nexe nava komal ê cewrkar.
95 Bi rastî em diçên ku ewe (şapata me ji wan ra) peyman daye, bidine nîşanê te.
96 (Muhemmed!) Tu ewan sikatîyên, ku ewan (filan) di hemberê te da dikin, bi qencîyan bide paradanê. Em bi wan salixên, ku ewan (filan ji te ra dikin) çêtir dizanin.
97 (Muhemmed! Tu aha) bêje: "Xudayê min! Min ji sêwrandin û rexneyên pelîd, xwe avêtîye te (ku tu min ji pelîd biparisînî)."
98 "Xudayê min! Ez xwe davêjime te, ku tu gava (ewan li bal min da) ama­de dikî (min ji wan biparisînî)."
99 Heya gava mirina yekê ji wan tê (aha) dibêje: "Xudayê min! Çi dibe, min para da li bal cîhanê da bizivirîne (ezê ji te ra perestî bikim)."
100 "Loma bi rastî ezê di wê cîhana, ku min dest jê berdabû karê aştî bikim. Na, (eva gotina wî çênabe). Loma ewa peyvek e, hey ewa bi xweber dibêje (para hatina wa yên cîhanî qe çênabe) loma di berya wan da perdeke ne xûyaî heye, heya roya ku wê bêne rakirinê, ji bo herne civînê (ewanê pişta wê perdê da bimînin)."
101 Îdî gava di stûrî da tê pufkirinê, di nava wan da (pismamî û ûrt) namîne û bi ûrtî jî, ji hev nayêne pirskirinê.
102 Îdî kêşa kîjana giran be, îdî ewan felat bûne.
103 Û kêşa kîjana sivik be, îdî ewanê ku zîyana xwe kirine hene! Evan bi xweber in. Ewanê di dojê da her bimînin.
104 (Di dojê da) agir li ser çavê wan dimalîne û ewan bi xweber jî di dojê da diranê xwe diçirikînin dimînin.
105 (Gava ewan zarîn dikin, Yezdan ji wan ra aha dibêje): "Qey hûn ne bûn, gava beretên me ji we ra dihatine xwendinê, îdî we ewan beratan didane derewdêrandinê?"
106 Ewan (dojewîyan aha bersiva Yezdan dane û) gotine: "Xudayê me! Bi rastî deleqandina me, zor dabû ser me, loma em komalekî (wusa bûn) ji rêya rast derketibûn."
107 Xudayê me! Tu me ji (dojê) derxe, îdî heke em (ji piştî derketinê) çûne bal rêyên xirab, bi rastî îdî em cewrkar in.
108 (Yezdan bersiva wan daye, aha) gotîye: "Hûn di wura da dengê xwe bibirin û bi min ra jî mijûl nebin."
109 "Bi rastî destekî ji bendeyên min hebûn (aha) digotin: "Xuda me! Bi rastî me bawer kirîye, îdî tu jî me bibaxişîne û tu li me dilovanî bike, loma tu qenctirê dilovanan î."
110 "(Ji ber ku ewan aha lava dikirin) îdî we jî bi wan tirane dikirin, heya (ewan tiraneyên we, bi wan wusa pêş va çû) ewan tiranan ez bi we dame bîrvakirinê, loma hûn tim carî bi wan dikenîyan."
111 "Ji ber vî, min li ser hewa wan, di îro da ewan xelat kirin, loma bî rastî ewan (di îro da) serfiraz in."
112 (Yezdan ji bona dojeyan aha) dibêje: "Gelo hûn çend salan di zemîn da mane?"
113 Ewan (dojeyan aha bisya­ra Yezdan dane) û gotine: "Em royekî, ya jî danekî ji royê mane. Îdî tu ji wanê, ku hijmarê dikin, pirsa (mayîna me) bike (loma em ketine derdê can ê xwe)."
114 (Yezdan ji wan ra aha) di­bêje: "Xwezîka we bizanîya, bi rastî hûn hindik mane."
115 Ma qey we goman dikir, ku me bi rastî hûn beredayî afirandine û hûn bi rastî li bal me da nayêne zivirandinê?"
116 Bi rastî seroke; maf hey Yezdan e, ji pêştirê wî, tu (ilahek babetê perestîyê) tune ne. Xweyê arşa pîroz hey (ewa bi tenê ye).
117 Kîjan bi Yezdan ra, ji hinek ilahên mayî ra jî perestî bike, ku qe ji bona xudatîya wan, ji bona wî perestvanî ra tu nîşan jî tune ye, îdî hijmara kirinê wî, li bal xudayî wî ye. Loma bi rastî file felat nabin.
118 (Muhemmed! Tu aha lavaya baxişandina xwe bike) û bêje: "Xudayê min! Tu ewê (koma min) bibaxişîne û dilovanî (li wan bike) loma tu qenctirê dilovanan î."