26

1 T.S.M. (Arşa van tipên ji hev çûî hey Yezdan dizane).
2 Bi rastî evan beratên pirtûka hezwartî ne.
3 Ji ber ku ewan bawer nakin, nêzîk e ku tu xwe bibeicînî.
4 Heke me biva, me ê ji ezmanan da li ser wan da beratên (derhoze) bihinarta, îdî sitûyê Wan ê ji bona (baweryî) xwer bibûya (ewanê bawer bikirinan).
5 Çiqa ji bona wan ra (ji Yezdanê) dilovan (beratekê) nû hatibe, ewanan hey ji wê (berata nû) rû fetilandine.
6 Bi sond! (ça ji wan beratan rû fetilandine, wusa jî) dane derewdêrandinê, we di nêzîk da axiftina (wê şapata ku Qur’an ji wê mijûl di­be) ewan jî bi wê (axiftinê) tinaz dikiribûne, ji bona wan ra were.
7 Ma qey ewan li bal zemîn da mê­ze nakin, ka me çiqa zone rind di zemîn da hêşîn kirîye?
8 Bi rastî (di van hêşîn kirinan da) beratên (hêz a me) hene, bi vî ra jî pirê wan bawerker nînin.
9 Loma bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e.
10 Di gavekî da Xudayê te gazî Mûsa kiribû, ji bo ku ewa here bal komalê cewrkar.
11 (Ewa komala) komalê Fir’ewn bû. (Ewan) hêj jî xudaparizî nakin?
12 (Mûsa aha bersiva Xudayê te da û) got: "Xudayê min! Bi rastî ez ditirsim, ku ewan (Fir’ewn, komalê wî) min bidine derewdêrandinê."
13 "Singê min teng dibe û zimanê min venebe, îdî tu Harûnê bira ê min jî bi saî (li bal wan da) bişîne."
14 "Ji bona wan ra li ser min gonehek (tolek) heye, îdî ez ditirsim ku ewan (tola xwe ji min hil din) min bikujin."
15 Xuda (bersiva Mûsa aha daye û) gotîye: "Na, (ewan nikarin tu tiştî bi te bikin). Îdî (tu û Harûn) bi beratên me va (herne bal wan), loma em bi we ra gohdarya wan dikin."
16 "Hûn herduk herne bal Fir’ewn, îdî (hûn herduk ji Fir’ewn ra aha) bêjin: "Bi rastî em (herduk jî) saîyên Xuda yê gerdûnê ne."
17 "(Em hatine, ku tu) zarên cihûyan bi me ra bişînî."
18 (Dema ewan hatine bal Fir’ewn, gotinê, xwe jê ra gotine, Fir’ewn bersiva wan aha daye û) gotîye: "Mûsa! Ma qey me tu di nava xwe da bi zarokî mezin ne kirî? Tu di nava me da bi salan maî (îja tu van gotina ji kur tînî?)"
19 "(Di hemberê van qencîyên me da, Mûsa!) te jî kirinê xwe kirîye. Û bi rastî (Mûsa) tu ji nonkoran î."
20 (Mûsa ji bona wan ra aha) gotîye: "Gava min ewan (tiştên, ku hûn dibêjin) kiribû, hêj ez ji (nezan û) rê wundakera bûm."
21 Gava ez ji we tirsîyam, ez ji nava we revîyam, îdî Xudayê min ji bona min ra zanîna retkokî daye û ez xistime ji saîyan,"
22 "Ewan qencîyên, ku (Fir’ewn!) te bi min kirîye (îro jî tu di­xî) serhev da ser min, hene! (te ji bona min ne kirîye, lê ji bona ku tu) zarên cihûyan bixî bende (loma te bi min kirîye)."
23 Fir’ewn (ji Mûsa pirsî, aha) got: "(ka Mûsa!) Xadayê gerdûnê çî ye (te eva ji kur derxistîye)?"
24 (Mûsa ji bona wan ra aha bersiv daye, û) gotîye: "Xudayê ez­man û zemîn û tiştên di nava wan da heyî, heye! Ewa bi xweber e. Heke hûn bi rastî biponijin (hûnê bi rastî bizanin, ku gotina min rast e)."
25 (Fir’ewn ji bona wanê) dora xwe ra (aha) gotîye: "Hûn dibihên (ka eva çi dibêje)?”
26 (Mûsa ji wan ra aha) gotîye: "(Erê); ewa Xudayê we ye û Xudayê bav û kalê we ye jî.
27 (Fir’ewn ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî saîyî li bal we da hatîye şandinê, heye! Ewa tepa dikebe."
28 (Mûsa bersiv dide û aha) dibêje, "Heke hûn bi rastî hişyarî dikin; Xudayê rojhilat û rojava û tiştê di nava wan da he­ye (ewa) bi xweber e."
29 (Fir’ewn ji bona Mûsa ra aha) go­tîye: "(Mûsa!) heke tu ji pêştirê min ji bo­na xwe ra ilahekî mayî bigirî, bi sond! Ez ê te bixme ji wan ê ku li bal zîndanan da ha­tine avêtinê."
30 (Mûsa ji bona Fir’ewn ra aha) gotîye: "Heke ez (ji bona rastîya xwe) ji te ra nîşanên huzwartî jî bînim (dîsa tu ê wekî xwe bikî?)."
31 (Fir’ewn ji Mûsa ra) go­tîye: "Heke ný ji rastbêjanî, ka ewê (nîşanê) bîne (em lê mêze bikin)."
32 Îdî ewî gopalê xwe avêtîye, nişkeva (gopal) bûye zîhakî xûyaî maye.
33 (Mûsa) destê xwe (ji piçenga xwe) kişandîye (derxistîye) îdî nişkêva destê wî wusa sipî maye; ewanê, lê mêze dikirin (çavê wan ji sipîtiya dihate girtinê).
34 (Fir’ewn) ji bona wanê dor a xwe ra aha) gotîye: "Bi rastî evê hanê ançkerekî pir zana ye."
35 "Eva divê, ku bi van ançê xwe we ji welatê we derxe. Ka îdî hm çi dibêjin?"
36 Ewan (komalê dor a Fir’ewn bersiva wî aha dane û) gotine: "Tu ewî û birayê wî bi xweşî mijûl bike, tu (peyameran di welat da) bişîne (ji bo ku ewan) bicivînin."
37 "Bira ewan hemî ançkerê pir zana ji te ra bînin."
38 Îdî di wî danê (ku Fir’ewn ji bona civandina wan danîbû) ançkar hemî di wê royê da civîyane.
39 (Di wê royê da) ji bona merivan ra (aha) tê gotinê: "Hûn jî îdî nacivin?"
40 "Loma em guman dikin, hekeançkar bi ser va werin,emê jî bibine peyrewê wan,"
41 Îdî gava ançkar hatîne, ji bona Fir’ewn ra (aha) gotine: "Gava serfirazî ya me be; ji bona me ra kirêk heye, wusa nîne?"
42 (Fir’ewn bersiva wan aha daye û) gotîye: "Erê?! (Kirya we heye, hêj) hûn îdî dibine ji wanê nêzîk ê min."
43 (Gava hemî amade bûn) Mûsa ji bona wan (ançkaran ra aha) gotîye: "Hûn (gelî ançkaran!) çi davêjin bavêjin."
44 Îdî ewan kap û gopalê xwe avêtine (kêşê) û (aha) gotine: "Bi mezinaya Fir’ewn serfiraz em bi xweber in."
45 (Paşê) Mûsa gopalê xwe avêtîye, îdî (gopal) tişta ewan (bi pizan) çê kiribûne daqurçandîye.
46 Îdî (gava ançkaran eva dîtin) nişkeva çûne secdê.
47 (Aha) gotine: "Me bi Xudayê cîhanê bawer kirîye."
48 "(Ewa) Xudayê Mûsa û Harûn ne."
49 (Fir’ewn ji wan ançkaran ra aha) gotîye: "Hêj min ji bona we ra destûr ne dabû we bi wî bawer kirîye. Ew mezinê we yî, ku ji bona we ra anç hîn kirîye heye! Ewa (Mûsa) bi xweber e. Îdî hûnê di nêzîk da bizarýin (ka ezê çi bînine serê we); ezê destê û pê we bi çîlo çepî jê bikim û ezê we hemîşkan darda bikim."
50 Ewan (bersiva Fir’ewn aha dane û) göotine: “Qe zirar nake, loma bi rastî emê li bal Xudayê xwe da bizvirin."
51 "Bi rastî ji ber ku me di cara yekem da bawer kirîye, em divên ku Xudayê me ji bona me ra nûsîtemne me bibaxişîne."
52 Me li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "(Mûsa!) Tu bendeyên me di şevê da derxe rê, loma bi rastî wê li pey we kebin."
53 Îdî gava (Fir’ewn, bi reva cihûyan hesya, qe ne hewîya peyamêr) şandin, di welat da (leşker) civandin.
54 (Fir’ewn ji bona wan ra aha gotîye): "Evan (zarên cihûyan) komake hindik in."
55 "Ewanan bi rastî hêrsa me tînin."
56 "(Bi rastî em komeke wusan in, ku her kes xwe ji me diparisînin."
57 "Îdî me jî ewan ji (nava) rez û kanîyan derxistin.
58 Û ji (nava) xezînan û şûnwarên bi rûmet (derxistin).
59 Me bi vî awayî (bi serê Fir’ewn û komalê) wî kir. Me zarên cihûyan ji bona wan ra xistîye ûrt.
60 Îdî gava roj derket (Fir’ewn û koma xwe va) dane pey (Mûsa û koma wî).
61 Gava her du koman hev du dîtin, hevalê Mûsa (aha) gotine: "Bi rastî va gehîjtne me."
62 (Mûsa ji wan ra aha) gotîye, "(Hûn netirsin; ewan nagihêjne me) loma bi rastî Xudayê min bi min ra ye, wê rêyekî bide nişa­nê min."
63 Îdî me jî li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "(Mûsa!) Tu gopalê xwe li deryayê xe." (Gava Mûsa gopalê xwe li deryayê xist) derya ji hev tîş bûye, her tîşekî bûye wekî çîyayekî maye (danzdeh re vebûne).
64 Me (Fir’ewn û hevalê wî jî) nêzîkê wura kirine.
65 Me Mûsa û kesê bi wî ra, heyî, hemîşk fereste kirine.
66 Paşê me ewanê mayî (di avê da) fetisandine.
67 Di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene. Lê pirê wan bawer nakin.
68 Bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e.
69 (Muhemmed! Tu ji bona) wan ra serdaborya Îbrahîm bixûne.
70 Di gavekî da (Îbrahîm) ji bona bav û komalê xwe ra (aha) gotîye: "Hûn ji bo­na çi tiştî ra perestî dikin?"
71 Ewan (bersiva Îbrahîm aha dane û) gotine, "Em perestîya hinek putan dikin, îdî em ji bona perestîya wan jî peyweste ne."
72 (Îbrahîm ji wan ra) dibêje: "Erê! (hûn ji wan ra perestî bikin, lê gava) hûn gazî wan dikin, qe ewan dengê we dibehên?"
73 "Ya jî ewan qe kar û zîyana we dikin?
74 Ewanan (aha bersiva Îbrahîm da­ne û) gotine: "Na, qe tu tiştî jî nakin) lê em rastî bav û kalê xwe hatin wulo dikirin (em jî wekî wan dikin),"
75 (Îbrahîm ji wan ra aha) gotîye: "Îdî qe hûn dibînin, ka hûn çi tiştan ra perestî dikin?"
76 "Hûn û bavên we yên berê jî?"
77 "Îdî bi rastî" eýwan (putan) neyarê min in, lê Xudayê cîhanê (dostê min e)."
78 "Ewî ez afirandime (ewa Xudayê cîhanê ye) îdî ewê (rêya rast) bide nişanê min."
79 Ewê, ku xwarin û vexwarin dide min, ewa (Xudayê cîhanê ye)."
80 "Gava ez nexweş bikebin, ewa (Xudayê cîhanê) min mefa dike."
81 "Ewê min dimirîne û paşê jî min zinde dike; ewa (Xudayê cîhanê ye)."
82 "Ewê, ku ez guman dikim: di roya xelat û celatan da nûsîtemne min ji bona min ra bibaxşîne ewa (Xudayê cîhanê ye)."
83 "Xudayê min! Tu ji bona min ra zanîna retkokî bide û tu min bigihîne aştîkaran."
84 “Û (ji bona wanê ku) para da dinînin (min li ser zimanê xwe bi rindî hildin) tu zimanê wan (di mafê min da) rast û (hezger) bixî para min."
85 "Û tu min bixe nav bihişta xwarinan."
86 "Û tu bavê min bibaxşîne, loma bi rastî ewa ji rêya rast derketîye"
87 "Û tu min di roya şandin a civînê da riswa neke."
88 "Ewa royeke wusa ne, ku mal û zar têda qe tu havilî nakin."
89 "Ji pêştirê wî kesê, ku bi dilekî xwýurî hatibe bal Yezdan."
90 Û (di we roye da) bihişt ji bona xudaparisan nêzîk dibe.
91 Û doj jî ji bona wanê, ku ji ava rû derketî xûya dibe.
92 Û ji bona wan ra (aha) tê gotinê: "Kanêna ewan tiştên ku we ji bona wan ra perestî dikirin?"
93 "Ji pêştirê Yezdan. Gelo ewan ji bona we ra arîkarî dikin, ya jî arîkarya xwe jî qe dikin?"
94 Îdî ewan û bi tevê, wanê ku ava rû derketine (di wê royê da) li pey hev li bal agir da têne avêtinê.
95 Hemû leşkerê pelîd jî.
96 Ewan di dojê da bi hev ra tekoşîn dikirin (ji hev ra aha) digotibûne."
97 "Bi Yezdan, em bi rastî di rê wundabûneke xûya da nin"
98 "Loma bi rastî me hûn (gelî putan!) dixistine hempayê Xuda yê cîhanê."
99 "Ji pêştirê gýonehkaran, tu kesekî em ji rêya rast dernexistine."
100 "Îdî ji bona me ra qe tu mehder jî tune ye."
101 Û tu destê parisvan jî tune ye."
102 "Xwezîka ji bona me ra carekî dinê jî (li bal cihanê da zivirandinek hebûya). Îdî meyê bawer bikira."
103 Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê ji wan bawer nakin.
104 Bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e.
105 Komalê Nûh jî saîyê xwe dane derewdêrandinê.
106 Di gavekî da birayê wan ê Nûh ji bona wan ra (aha) gotibû: "Hûn qe xudaparizî nakin?"
107 "Bi rastî ez ji bona we ra saîyekî ewle me."
108 "Îdî hûn xudaparizî, bikin û bi gotina min bikin."
109 "Ez ji bona (van şîretan) qe tu kiryekî ji we naxwazim: kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye."
110 "Îdî hûn yezdanparizî bikin û hûn bi gotina min bikin."
111 Ewan (bersiva Nûh aha dane û) gotine: "Peyrewên te hemû riswa ne (ka îdî) emê ça bi te ba­wer bikin?"
112 (Nûh ji bona wan ra aha bersiv daye gotîye: "Tu zanîna min (bi hundurê) kirina wan tune ye (lê bi tenê ez bi kirinê wan ê xûyayî dizanim)."
113 "Heke giza zanîna we (bi van) hebe (hûn dizanin) ku hijmara (kirinê) wan hey Xudayê min pêk tîne."
114 "Ez bi xweber jî nikarim bawergeran derkim."
115 "Ez ji bona kesan ra) hey hişyarkarekî xûya me."
116 Ewî (komalê Nûh, bersiva wî dane û) gotibûne, "Nûh! Heke tu ji van (kirin û gotinê xwe) xwe neparisînî, bi rastî tu ê bibî ji wan."
117 (Gava Nûh ji wan bê guman bûye, ji Xuda aha lava kirîye û) gotîye: "Xudayê min! Bi rastî komalê min, ez dame derevdêrandinê."
118 "Îdî (Xudayê min!) tu di nava min û wanan da (bi berewaýýnî) raqetinê bike, tu min û ewanê bawerger yên bi min ra hene! Ji (vî komalê cewýkar) fereste bike."
119 Pasê me jî (Nûh) û ewanê bi wî ra di keleka tijî da fereste kirin.
120 Me paş da ewanê mayî di avê da feşirandin (Xeniqandin).
121 Bi rastýtî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin.
122 Bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e.
123 (Komalê) ´Ad jî saîyên xwe dane derewdêrandinê.
124 Di gava, ku birayê wan ê Hûd (aha) ji bona wan ra gotibû: "Hûn ji bo çi (xuda)-parizî nakin?"
125 "Bi rastî ez ji bona we ra saîyekî ewle me."
126 Îdî Hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin."
127 "Ez biý van (şîretan) ji we qe tu kirêkî naxwazim. Kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye."
128 "Hûn li ser hemî rêyan (ji bona şaskirina rêwîyan) topikan çê dikin; bi tiştê beredayî ra mijûl dibin?"
129 "Û hûn guman dikin, ku hûnê (di cîhanê da) her bimînin, hûn ji bona xwe ra (bingehê) pêşeyên binecî ava dikin."
130 "Û hûn gava yekê (ji bona şapatkirinê bigirin) hûn ewan wekî hincerokan digirin."
131 "Îdî hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin."
132 "Ewê ku mal û berxudarya hûn pê dizanin, daye we heye! Hûn parizaya wî bikin."
133 "Ewî (Xudaê) bi tariş û kuran hûn bi hêz kidrine."
134 "Û bi rez û kanîya jî (hûn bi hêz kirine)."
135 "Bi rastî ez ditirsim, ku şapata ro ya mezin bi we da were."
136 Ewan (bersiva Hûd dane, aha) gotine: "(Hûd) tu şîretan bikî, ya jî qe nebî ji wanê şîretkar, li bal me yek e."
137 "Evan (kirin û gotinê te) hey xûye wan ê borîne."
138 "Û em nayêne şapatkirinê."
139 Îdî ewan (Hûd) dane derewdêrandinê û me jî ewan teşqele kirin. Bi rastî di vê (bûyere da) beratên (derhoze) hene, lê pi­rê wan bawer nakin.
140 Bi rastî hey servahatê dilovîn Xudayê te ye.
141 Komalê Semûd jî Saî dane derewdêrandinê.
142 Di gava, ku biraê wan ê Salih (aha) ji bona wan ra gotibû: "Hûn ji bo çi (xuda)-parizî nakin?"
143 "Bi rastî ez ji bona we ra saîkî ewle me (û bal we da hati­me şandinê)."
144 "Îdî hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin."
145 "Ez ji bona van (şîretan) qe ji we tu kirêkî naxwazim, loma kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye."
146 "Qey hûn (guman dikin) ku hûnê di cîhanê da bi ewletî bêne hîştinê?"
147 "Di nava rez û kanîyan da."
148 "Di nava çandin û nexlistanê, ku çiqilê dar a xurmê wan ji devîyên berêwan nermin."
149 "Û hûn (di kevirên) çîyan da bi berxudarî xanîyan dikolin."
150 "Îdî hûn bi gotina min bikin, yezdanparizî bikin."
151 "Û hûn bi gotina feşartekan (musrif) nekin."
152 "Ewanê di zemîn da tevdanî dikin û aştî nakin hene! Ewan feşartok in."
153 Ewanan (bersiva Salih aha da­ne û) gotine: "Bi rastî (Salih!) ewanê rind hatine ançkirinê hene! Tu ji wan î."
154 "Tu jî hey merivekî wekî me yî, îdî heke tu di doza xwe da rast î, ka ji me ra berateke (derhoze) bîne."
155 (Salih ji bona wan ra aha bisyar daye û) gotîye: "Eva deva (şutir) hanê ji bona we ra (bera­teke derhoze ye). Di royeke diyarî da av vexwarin ji bona wê ra ne, royekî jî ji bona we ra ne."
156 "Hûn bi sikatî nêzîkê wê devê nebin. (He­ke hûn sikatîya wê devê bikin) wê şapata ro ya mezin bi we bigire."
157 Axirî ewan serê devê jêkirin, îdî ewan (ji serjêkirina devê) poşman bûn.
158 Paşê şapatê ewan girtin. Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin.
159 Bi rastî Xudayê te bi xweber jî servahatê dilovîn e.
160 Komalê Lût jî saî dane derewdêrandinê.
161 Di gava, ku birayê wan ê Lût ji bona wan ra (aha) gotibû: "Ji bo çi hûn (xuda)-parizî nakin?"
162 "Bi rastî ez ji bona we ra saîyekî ewle me (li bal we da hatime şandinê)."
163 "Îdî hûn bi gotina min bikin, yezdanparizî bikin."
164 "Û ez ji bona van (şîretan) qe tu kirêkî ji we naxwazim, loma kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye."
165 "Di cîhanê da, hûn ça tûşê mêran dibin?"
166 "Ewan jinên we ne, ku Xudayê we ji bona we ra, ji wan jinan (xweşî) afirandîye, hûn ça dest ji wan berdidin? (Wekî we nîne!). Bi rastî hûn komalekî wusa nin; hûn ji tixûbê xwe borîne."
167 Ewan (bersiva Lût aha dane û) gotine: "Lût! Heke tu ji van (kirin û göotinê xwe) xwe nedî para da, tu ê bibî ji wan."
168 (Lût bisyara wan aha daye û) gotiye: "Bi rastî rikê min ji van kirinê we tê."
169 "Xudayê min! Tu min û malîyên min ji kirinê wan fereste bike."
170 Îdî me jî (Lût) û malîyên wî hemî fereste kirin.
171 Hey di nava wan ê (di şapatê da mane) pîrek bi tenê (me fereste nekir).
172 Îdî paşê me ewanê mayî teşqele kirin.
173 Û me li ser wan da baranek barandîye.Ewanê hatine hişyarkirinê (bi vî ra jî ne hatine rêya rast) hene! Îdî (ji bona wan ra) siki ê barana ne.
174 Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin.
175 Bi rastî Xudayê te bi xweber jî servahatê dilovîn e.
176 Hevrî û (komalê li welatê bi nav) Eyketê jî saî dane derewdêrandinê.
177 Di gava, ku birayê wan ê Şu´eyb (aha) gotibû: "Ji bo çi hûn (xuda)-parizî nakin?"
178 "Bi rastî ez ji bona we ra saîkî ewle me (li bal we da hatime şandinê)."
179 "Îdî hûn bi gotina min bikin. Yezdanparizî bikin."
180 "Û ez ji bona van (şîretan) qe tu kirya ji we naxwazim, loma kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye."
181 "Hûn (gelê min!) pîvana xwe pêk bînin, hûn nebine ji wanê (ku pîvana xwe kêm dikin, û malê xwe ne dirust dikin) dibine ji wanê mal kêmger."
182 "Û hûn (gelê min!) kêşa xwe (bê dexelî) bi kêşa rast pêk bînin."
183 "Û hûn (gelê min!) zîyana merivan (di mal û mafê) wan da nekin, hûn di zemîn da ji bona tevdanê negerin."
184 "Û hûn (gelê min!) ewê, ku hûn û nişa berê afirandîye heye! Parizaya wî bikin."
185 Ewan (aha bersiva Şu´eyb dane û) gotine: "Bi rastî (Şu´eyb!) ewanê ku rind hatine ançkirinê hene! Tu bûyî ji wana."
186 "Tu jî hey merivekî wekî me yî, bi rastî em guman dikin, ku tu jî ji wanê virekî."
187 "Heke bi rastî tu ji wanê rastgoyî (di doza xwe da rast î) ka îdî tu ji ezmanan li ser me da cêtîyan (parça) bixe xarê."
188 (Şu´eyb aha) got: "Xudayê min, bi kirinê we çêtir dizane."
189 Îdî (ji piştî van şîretan jî, dîsa) ewan (Şu´eyb) dane derewdêrandinê (paşê) şapata ro ya (ku ewan di wê royê da ji german xwe avêtibûne ber) sîhê, bi wan girt, loma bi rastî ewa şapata royeke mezin bûye.
190 Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, bi vî ra jî pirê wan bawer nakin.
191 Bi rastî Xudayê te bi xweber jî servahatê dilovîn e.
192 Bi rastî ewa (Qur´ana) hinartina Xuda ê cîhanê ye.
193 Canê ewle (Cibraîl) ewa hinartîye.
194 Ji bo ku tu bibî ji wanê hişyarvan (Cibraîl ewa Qur´aýýnê) li ser dile te da hinartîye.
195 Bi zimanekî ´erebîyî hizwartî.
196 Bi rastî (hinartina Qur´anê bi vî awayî) di wan pirtûkê berê da jî (salixê wê hebûye).
197 Ma qey zanîna, zanayên zarên cihûyan, ku (Qur´an bu vî awayî ji Xudayê cîhanê hatîye hinartinê) ji bona wan ra beratên derhoze nîne?
198 Heke me ewa (Qur´ana) li ser hi­nekê bîyanê ´ereban da hinartîbûya.
199 Îdî ewê (bîyaýnýî) ewa (Qur´ana) ji bona (´ereban) bixûnda, ´ereban (bi Qur´anê} bawer ne dikir.
200 Bi vî awayî me (ne bawerya bi Qur´anê) di dilê gonahkaran da bi cîh kirîye.
201 Ewan (filan) heya şapata dilsoz nebînin, bi wê (Qur´anê) ba­wer nakin.
202 Îdî (şapat jî) wusa nişkêva bi wan da tê,qe haja wan (ji şapatê) namîne.
203 (Gava ewan nişkêva şapatê, dibînin, aha) dibêjin: "(Ji bona bawerya me ra gelo qe) firset nayê dayînê?
204 Ma qey hêj ewan (filan) bi hatina şapata me lez dikin? (Dibêjin: "Heke tu ji rastgoyan î, bira şapat ji bona me ra lez were)."
205 Tu dibînî, heke me ewan bi salan berxudar bikira.
206 Paşê ewa (şapata) ku ji bona wan ra hatîye peymandanê; bi wan da hatîbûya.
207 Ewa berxudarya (ku ewan filan têda mabûne) ji bona wan ra, qe tu (parisîya ji şapatan) ne dida.
208 Me çiqa welatek teşqele kiribe, hey ji bona wî (welatî ra) hişyardarek hebûye.
209 Ewî (hişyardarî, rûniştyên wî welatî) hişyar dikiribûne, loma bi rastî em ji cewrkaran nînin.
210 Pelîdan (ewa Qur´ana) ne hinartine.
211 Şixwa ji bona (pelîdan jî) babet nîne ku ewê (Qur´anê) bihênirînin û ewan (pelîdan şixwa) nikarin jî (bihênirînin).
212 Loma ewan (pelîdan) bi rastî ji bîhistinê hatine dûrxistinê.
213 (Muhemmed!) Tu bi Yezdan ra perestîöya tu ilahên mayî neke. Loma heke tu (perestîya ilahên mayî bikî) ewanê hatine aşîtkirinê hene! Tu dibî ji wan.
214 Û tu (di cara yekem da) tîryên (pismam) xwe î nêzîk bide hişyarkirinê.
215 Û tu çengê xwe ji bona peyrewên xwe yê bawerger ra nişîv bike (di hemberê wýan da rûmetkar û dilovîn be).
216 Îdî heke ewan bê gotina te bikin, paşê tu (ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî ez ji wan tiştên, ku hûn dikin, bê guman im."
217 Û tu xwe hispêre li ser Yezdanê servahat ê dilovîn.
218 Ewê gava tu radibî, te dibîne heye! (Yezdanê servahatî) ewa ye.
219 Ewa gera te ye di nava secdebiran da heye! (Yez­dan ewî jî dibîne).
220 Loma bi rastî ewa bi xweber pir bîhêstê pir zana ye.
221 Ez ji bona we ra bêjim; ka pelîd li ser kîjanan dihinire?
222 (Pelîd) li ser hemî virekên gonehkar dihinirin.
223 Ewan (virekan) gohdarya (pelîdan) dikin, pirê wan jî (tiştên) vir (li bal serkarên ýwe ra davêjin).
224 (Temtêla (xozaýýnan jî ahane), "peyýrewîya wan hey merivên, garyaî dikin."
225 Ma qey tu nabînî, ku (ewan xozanan) di hemî newalan da li hev dizivirînin û dibêjin?
226 Loma bi rastî ewan (Xozanan) tişta nakin dibêjin.
227 Ji pêştirê wan (xozanên) ku bawer kirine û karê aştî kirine û Yezdan pir bîra xwe anîne û ji piştî ku li wan hatibe cewrkirinê; (ji bona servahatina xwe xebat kiribin) û serfiraz bibin. Di nezîk da ewanê cewr ­kirine hene! Wê bizanin ka wê li bal kîjan êwirê da bizivirin.