28

1 T.S.M. (Arşa van tîpên ji hevçûî hey Yezdan dizane).
2 Evan, bi rastî bera­tên pirtûka hizwartîne.
3 Bi rastî emê ji bona komalekî, ku bawer dikin: hinekî ji serdaborya Mûsa û Fir’ewn ji te ra bixwûnin.
4 Bi rastî Fir’ewn di wî zemîn da bi quretî (dest avêtîye cewrê) xwe bilind (zanîye) û ewî rûniştîne (wî zemînî) deste û deste ji hev raqetandîye: komakî ji wan (ku zarên cihûyan bûn) bê hêz dikiribûye: Sere; zarên wan ê kurîn jê dikir, jinê wan para da bi zendetî dihîşt. Loma bi ras­tî (Fir’ewn) ji wanê tevdanok e.
5 Û ewanê di zemîn da hatine bê hêzkirinê hene! Me jî diva, ku em li wanê bê hêz qen­cîyan bikin û em ewan bixne pêşrewan û em ewan (ji bona Fir’ewn ra) bixne mîratxwur û ûrta wan.
6 Û emê ewan (zarên cihûyan) di zemîn da binecî bikin û em tişta ku ewan, Fir’ewn û Haman û leşkere wan herdûyan, ku xwe je di parizandin, bidine nîşanê wan.
7 Me li bal dîya Mûsa da (aha) niqandîye; "Tu ewê (zarokê) bimejîne. Gava (tu ji kuştina wî) tirsîyaî, îdî tu ewî bê tirs û bê mirûz bavêje nava ro. Loma bi rastî emê ewî li bal te da bizivirînin û emê ewê (zara te) bixne saî (li bal kesan da bişînin).
8 Îdî ji bona ku (Mûsa) ji wan (malîyên) Fir’ewn ra bibe neyar û kovan; malîyên Fir’ewn rastê (Mûsa) hatin, ji xwe ra birin. Loma bi rastî ji ber ku Fir’ewn û Haman û leşkere wan herdukan jî (Mûsa hildane mala xwe) bûne ji wanê şehitî.
9 (Gava jina Fir’ewn, çav bi Mûsa ketîye, ji wan ra aha) gotîye: "Eva (zaroka hanê zarake wusa şirîn e) wê (ji bona min û te ra) bibe bîna çavan. (Fir’ewn!) hûn ewî (zarokî) nekujin, dibe ku ewa (zaroka) kêre me be, ya jî em ewî ji xwe ra bixne zar (li bal me bimîne). "Qe haja wan (bi serdaborya Mûsa) tunebûye.
10 Dilê dîya Mûsa ji pêştirê (kovana li ser Mûsa) ji hemî tiştî di wê şe­vê da vala ma bûye. Heke ji bona bawerîya wê ye, ku ewê bawer kiribû (Fir’ewn, Mûsa nakuje, loma me li bal wê da niqandibû, ku Fir’ewn nikare ewî bikuje) me li ser dilê wê da (bi vê bawerîyê) hewandin ne anîbûya (ji şabûnê) nêzîk bû, ku ji wan ra bêje: "(Eva zara min e)."
11 (Dîya Mûsa ji bona xwûşka wî ra aha) gotîye: "Li pey wan da here. Îdî (xwûş­ka Mûsa) dûr da (li pey wan da çû) li wan mêze dikir, haja (hevalên Fir’ewn) bi xweber jî qe (bi xûşka Mûsa) tunebûye.
12 Me hêj di berê da (mêjandina şîrê jinan) li ser (Mûsa) ne durist kiribû, îdî ji ber (ku Mûsa şîrê jinan nedimêt; Fir’ewn û malîyên wî geryan ku jinekî wusa bibînin, Mûsa şîrê wê bimije. Gava xwûşka Mûsa bihîst, ku ewan li ji­nan digerin, çûye bal wan aha ji wan ra) gotîye: "Hûn hez dikin, ku ez bina maleke wusa bidime nîşanê we, ewa (bina mala) ewî (zarokê) bê kêmaî mezin bikin û ji bona wî (zarokî ra jî) ewan bi xweber şîretan bikin?"
13 Îdî (ji piştî ku xwûşka Mûsa ji wan ra got: Ewan jî anîna wê jinikê litê kirin) ji bo ku çavê dîya (Mûsa) ji rê mêzekirinê hew bike û mirûz nebe, me (Mûsa) li bal dîya wî da zivirand, ji bona ku bizane bi rastî peymana Yezdan daî, maf e, lê pirê wan bi xweber jî (bi vê bûyerê) nizanin.
14 Gava (Mûsa) gehîjte sedra xwe, burha (Mûsa) îdî rast bûye, me ji bona wî ra berewanî û zanînek daye. Ewanê qencî kirine hene! em ewan bi vî awaî xelat dikin.
15 (Di royekî da) haja kesî (bi Mûsa) tunebûye (Mûsa) çûye bajar. Îdî (di bajar da) ewa rastê du mêran hat; ku ewan li hev dixistin: Yek ji wan herdu mêran, ji komalê (Mûsa) bûye, ewê maî jî, ji neyarê wî bûye. Îdî ewê ji komalê Mûsa (ji bona arîkarîya xwe) di hemberê neyarê xwe da, hewar (li Mûsa) kirîye. Îdî Mûsa jî sîlek li wî ê (neyar) xistîye, ewê neyar mirîye. (Gava Mûsa kuştina neyar dibîne aha) dibêje: "Bi rastî eva kirina hanê ji kirine pelîd in. Loma bi rastî pelîd neyarekî rê wundanokê xwûya ye."
16 (Mûsa paşê aha lava kirîye) û gotîye: "Xudayê min! Bi rastî min li xwe cewr kirîye, îdî tu min bibaxişîne", (Yezdan jî) ewî baxişandîye. Loma bi rastî ew baxişkarê dilovîn e.
17 (Mûsa aha jî) gotîye: "Xudayê min! Ez bi wan qencîyên ku te bi min kirîye; bi sedema wan qencîyan, îdî ez ji bona wan nûsîtemkaran ra nabime piştevan.”
18 Îdî (Mûsa) di bajar da bi tirs dîdevanî dikir, gavekî (dêna xwe daê) ku ewê duh li wî hewar kirîye; dîsa hewar (li Mûsa) dikir. Mûsa ji bona wî ra (aha) gotîye: "Bi rastî tu li ber çavan merivekî ji ava rû derketîyî."
19 Îdî gava (Mûsa) vaye, ku neyarê xwe herdukan bigire, ewê (neyar ji bona Mûsa ra aha) gotî­ye: "Mûsa! Qey te duh ça merivek kuşt, tu divê ku min jî wekî wî bikujî? (Mûsa! Bi rastî) tu (bi van kirinê xwe) nabî ji aştîkaran, le tu divê, ku tu di zemîn da bibî (mêrekî) zorbe."
20 Mêrek ji kûraîya bajar bi lez hat bal (Mûsa) ewî (ji Mûsa ra aha) got: "Mûsa! Bi rastî ewa koma pêşrewan, ji bona kuştina te civîyane (heke tu guhdarya min bikî) were (ji bajar) derkeve (here). Loma bi rastî ez ji bona te ra şîretan dikim."
21 Îdî (Mûsa) bi tirs (ji bajar) derket, li dora xwe mêze dikir (aha lava dikir) digot: “Xudayê min! Tu min ji komalê cewrkar fereste bike."
22 Gava (Mûsa) ber bi alîyê (bajar ê) Medyenê da (çûye aha) gotîye: "Bi rastî ez guman dikim, ku Xudayê min bi rastî min bîne rîya rast."
23 Gava (Mûsa) çû gîha ava (bajarê) Medyenê, li ser avê rastî komake ji merivan hat, ewê (komê tarişê) xwe av didan. Ji wan wêda rastê du jinan jî hat (dêna xwe da wan jinan, ku ewan) berya (tarişê xwe ji av vexwurinê) digirtin. (Mûsa ji wan herdu jinan aha pirsîye û) gotîye: "Hûn herduk li vira çi dikin û (tarişê xwe ji bo çi para da didin)?" Ewan (herdu jinikan ji bona Mûsa ra aha) gotine: "Bavê me kalekî mezin e (ji wî pêştir jî kesekê me tune ye) heya şivan tarişê xwe av nedin para da neçin, em tarişê xwe av nadin."
24 Îdî (Mûsa) ji bona wan her­du (jinan ra tarişê) wan av daye paşê ewî pişta xwe daye wan, çûye binê sîhê, paşê ji (Xuda aha lava kirîye û) gotîye: "Xudayê min! Bi rastî tu li bal min da çi bihênirî (ez bi wî qayîl im) loma ez hewce û birsîme."
25 Îdî paşê yek ji wan herdu jinikan bi şermokê hate bal (Mûsa) ewê (ji bona Mûsa ra aha) gotîye: “Bavê min gazî te dike, ji bo ku kirya wê avdana te ji me ra kirîye bi­de te. Îdî gava ewa hatîye û serdaborya xwe ji (bavê wê ra) gotîye. (Bavê wê ji bona Mûsa ra aha) go­tîye: "(Mûsa!) îdî tu netirse, loma tu ji komalê cewrkar fereste bûî."
26 Yekê ji wan herdu keçikan (ji bavê xwe ra aha) gotîye: "Bavo! Tu ewî (ji bona me ra bi şivanî) bigire, loma bi rastî ewa (ji wan şivanên) ku te heya naha ji bona me ra girtine (ji hemîşkan jî) bi hêztir û ewletir e."
27 (Bavê wan herdu keçikan, ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "(Mûsa!) ez divêm, ku yekê ji van herdu keçikê xwe li te kevîn bikim; heke tu heşt salan ji bona min ra bixebitî. Îdî heke tu evî danê hanê bixî deh salan (ji bona min ra bixebitî) şixwa tu li bal xwe (qencîyan dikî). Ez navêm, ku ji te ra zehmetê bidim. Bi hezkirina Yezdan tuê bibînî, ku ez ji aştîkaran im."
28 (Mûsa bersiva wî aha daye û) gotîye: "Eva axiftina te, di nîveka min û te da (peymana dane dîyarîyê) îdî ez ji wan herdu dana, kîjanî biqedînim, pey wî da neyartî (û xeyîdandin) li ser min tune ye. Yezdan bi xweber jî li ser tişta ku em dibêjin cînîştîyê me ye."
29 Îdî gava Mûsa danê xwe qedandîye, bi malîyên xwe va derketine li rêya xwe çûne (di şevê da) li kêleka (rastê çîya ê) Tûr agirek dîtîye (ji bona malîyên xwe ra aha) gotîye: "Hûn li vira bihewin; bi rastî min agirek dît (ezê herme wura). Loma dibe ku ez ji wura ji bona we ra axiftinekî bînim, ya jî ez hinek kozê agir bînim, ku hûn li dora wî da bitelizin."
30 Îdî gava (Mûsa) hatîye bal wî (agirî) ji alîyî newalê rastê di wî zemînê pîroz da ji darê hate gazîkirinê (aha) got: "Mûsa hişyarbe! Bi rastî ez Yezdanê Xuda ê cîhanê me."
31 "Tu gopalê xwe bavêje." Îdî gava (Mûsa gopalê xwe avêtîye) li bal gopal da mêze kirîye, dêna xwe daye gopal wekî tîremarekî dimilim­le .(Ji tirsa) para da revîya, qe li pey xwe mêze ne kirîye (Yezdan ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Mûsa! bizivire bere xwe bide wî (gopalî) ji wî netirse, bi rastî (Mûsa) tu ji wanê ewledar î."
32 "(Mûsa!) Tu destê xwe bixe berîka xwe, ewa (destê te) wê bê qilêr sipî derkeve. O tu herdu bazûyên te ne, ku ji tirsa ji hev çûne li bal xwe da berev bike (îdî ji xwe ewle bibe). Evan herduk (gopal û dest sipî bûn) du berateyên ji Xudayê te li bal te da hatine, ku tu ewan herdukan bidî (nîşanê) Fir’ewn û ko­ma wî yê pêşrewan (ji bo ku , ewan bawer bikin). Loma bi rastî ewan komalekî ji rê derketonek in."
33 (Mûsa ji bona Yezdan ra aha) gotîye: "Xudayê min! Bi rastî min ji wan merivek kuştîye, îdî ez ditirsim ku ewan jî min bikujin."
34 "Zimanê birayê min Harûn ji (zimanê) min rindtir vekirîye, tu ewî bi min ra ji bo ku arîkarîya min bike û gotîyên min bide rastdêrandinê, bişîne. Loma bi rastî ez ditirsim, ku ewan min bidne derewdêrandinê."
35 (Yezdan ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Emê bazûkê te bi birayê te bidine hezkirinê; emê ji bona we herdukan ra hêzeke wusa bidin, îdî ewan (Fir’ewnîyan) nikaribin nêzîkî we bibin. (Îdî) hûn herduk bi beratên me va herin bal wan. Loma bi rastî hûn herduk bi peyrewê xwe va, servahatî ne."
36 Îdî gava Mûsa bi beratên me yên hizwartî va hatîye bal (Fir’ewn û koma wî da, ewan ji hev ra aha) gotine: "Evan kirinê (Mûsa) hey ançên (wusanin, Mûsa bi wan ançan) viran dike. Me tiştên aha, qe ji bavê xwe ê berê da jî ne bihîstîye."
37 Û Mûsa jî (bersiva wan aha daye û) gotîye: "Bi rastî Xudayê min çêtir dizane; ka kîjan ji bal wî, bi rehberya rast hatîye û ka encama bûyeran ji bona kê ra dimîne. Loma bi rastî cewkar fereste nabin."
38 Fir’ewn jî (ji bona koma xwe ra aha) gotîye: "Gelî koma min ê pêşrewan! Ez ji bona we ra ji pêştirê xwe qe bi tu ilahek nizanim. Haman! Îdî tu ji bona min ra ji herîyê kerpîçan sor bike û koşkekî ava bike.Loma dibe ku ez derkevim bal Xudayê Mûsa.Ez bi xweber guman dikim, ku bi rastî (Mûsa) ji virekan e."
39 Û (Fir’ewn) û bi leşkere xwe va bê mafî di zemîn da quretî dikirin. Loma ewan guman dikirin, ku bi rastî li bal me da nazivirin.
40 Îdî me jî ewa bi leşkerê wî va (bi şapatan) girtin, paşê me ewan avêtine ava milmilok. (Muhemmed!) tu mêze bike, îdî ka encama wan ê cewrkar ça bûye!
41 Me ewan xistine pêşrewanê wusa, ku ewan li bal agir da têne gazî kirinê. Di roya rabêna hemî da jî qe arîkarîya wan nayê kirinê.
42 Di vê cêhane da me deherandin xistîye peyrewê wan. Di roya rabêna hemî da jî şixwa ewan ji wanê sik in.
43 Bi sond! Ji piştî teşqele kirina wan kesên çaxê borî, me ji bona Mûsa ra pirtûkek daye; ji bo ku ewa (pirtûka) ji bona kesan ra bibe beled û dilovîneke ber çavî, loma bi rastî hêvî heye ku ewan (evan bûyeran) bîra xwe bînin (bawer bikin).
44 (Muhemmed!) Gava me li bal Mûsa da bûyera (Pêxemberîyê) qedand, tu (di newalê da di alîyê) rojava da ne bûyî û tu bi xweber jî (di gava pêkanîna bûyerê da) nehrîwan ne bûyî.
45 Lê me (di pey Mûsa da) pir dem borandine, îdî (ji Mûsa heya naha) gavên dirêj borîne. Û tu bi xwe­ber di nava komalê Medyenê da jî ne bûyî, ku te beratên me ji wan ra bixwun da (hînê beratên) me bibûyaî. Loma (Pêxemberê wan hebû) lê me tu jî (bi Qur’anê va) li bal vî komalî da saî şandîyî.
46 Gava me gazî (Mûsa kiribû) tu li bal (çîyayê) Tûr ne bûyî. Lê (li Çîyayê Tûr çi bûyer borîye, me) bi dilovîneke ji Xudayê te (li bal te da hinartîye) ji bo ku tu ewî komalê di berya te da li bal wan da qe tu hişyardanok ne hatibûn; bidî hişyar kirinê, loma dibe ku ewan (bi hişyarkina te) şîretan hildin.
47 Heke bi sedema tiştên ku ewan di berê da kiribûn, şapatek bi wan da hatibûya, îdî ewanê (aha) bigotinan: "Xudayê me! Qey çi dibû te li bal me da saîyek şandibûya, îdî me jî peyrewîya beretane te bikira û me jî bawer bikira?" Ne bûya (me tu li bal wan da ne dişandî, lê ji bona ku em keysa van gotinan nedine wan, me tu li bal wan da şandî).
48 Îdî gava ji bal me ji bo­na wan ra mafî hatîye, ewan (aha) gotibûne: "Qey tişta ji bona Mûsa ra hatibû, gotî weki wî ji vî (Muhemmedî ra jî) ne hatîbûya?" (Ere, gotina wan e) ma qey ewan hêj di berê da bi wan beratên ji Mûsa ra hatibûn ne bibûne file? (Ewan ji bona Qur’an û Tewratê ra aha) gotibûn, "Evan herduk (Qur’an û Tewrat) du anç in pişta hev dikin. Em bi herdukan jî dibine file."
49 (Muhemmed!) tu (ji wan ra aha) bêje: "Bira heke hûn ji rastgoyan in, îdî hûn ji bal Yezdan pirtûkeke wusa bînin ku ewa ji van herduk pirtûkan (Qu­r’an û Tewratê) beledtir be; ez bi xweber jî bibime peyrewê we."
50 Îdî heke ewan bersiva te ne dan (ewan xwastinê te bid cîh ne anîn) tu bizane, ku bi rastî ewan hey peyrewî dilxwaşîya xwe di­kin. Gelo ji wanê, ku qe tu beledî ji Yezdan ji bona wan ra tunebe û bibne peyrewê xwaşîya xwe herin, rê wundaker tu kes heye? Bi rastî Yezdan komalê cewrkar nayne rêya rast.
51 Bi sond! Me ji bona wan ra mijûlîya (xwe) peyweste gîhandîye wan, loma dibe ku ewan şîretan bîra xwe bînin (bawer bikin).
52 Ewanê, ku hêj berya (Qur’anê da) me ji wan ra pirtûk dabû hene! Ewan (bi Qur’anê) bawer kirine.
53 Gava (Qur’an) ji wan ra te xwundinê, ewan (aha) dibêjin: "Bi rastî ewa (Qur’ana) mafekî ji Xudayê me ye (ji bona me ra hatîye). Şixwa bi rastî em hêj di berya (Qur’anê da jî) Misilman bibûn."
54 Evanê bi van salixan hene! Bi sedama hewa wan e li ser cewra cefakaran kirine, kirya wan bi du ca­rî tê dayîne û ewan sikatîyan bi qencîyan diborînin.Ji rozînê me dane wan, ewan jî, ji hewcan ra didin.
55 Gava ewan peyvên beredayî jî dibêhên, rûyê xwe ji wan difetilînin (aha) dibêjin: “Kirinê me ji bona me ra ne kirinê we jî ji bona we ra ne. Hûn ji me ewle bin, ku em (çêrê we nakin). Şixwa em bi xweber jî hevaltîya nezanan navên."
56 (Muhemmed!) Bi rastî tu nikarî hezkerê xwe bînî rêya rast, lê Yezdan ji kê ra bivê ewî tîne rêya rast. Loma ewa bi wanê ku hatine rêya rast çêtir dizane.
57 Ewan (filan) aha gotine: "(Muhemmed!) heke em bibine peyrewê beledîya bi te ra heyî, bi rastî emê ji zemînê xwe bêne avêtinê. "Ma qey me ji bona wan ra li bal xwe da, (bajarê Mekke) nexistîye şûnwarê ewletiyê ku li bal wî (bajarî da) ji her alîyî bertên? Lê pirê wan bawer nakin.
58 Me çiqa welat bi sedema berxwudarya wan ku ji tixûbê xwe borîne) teşqele kirîye! (Mêze bikin) evan kavilan, ewra wan in. Ji piştî wan hindik (meriv) li warê wan rûniştine. Em bi xweber jî ûrta wan in.
59 Heya Xudayê te di bajarê mezinê (welatan da) saîkî neşîne, ewa saîya beratên me ji wan ra nexwûne, em rûniştîne wî (welatê) teşqele nakin. Me çiqa welatek teşqele kiribe, rûniştîne wî welatî hey cewrkar bûne.
60 Ji bona we ra çi hatibe dayînê, îdî ewa hey daborî û xemla cîhanê ye. Ewa tiştê li bal Yezdan ji van (tiştê cîhanê) çêtir û mayîtir e. Îdî gelo hûn qe hiş hilnadin?
61 Îdî qey ewê, ku me ji bona wî ra peymana bi qencîyan dabe, ewa bi xweber jî (di roya rabûna hemîtî da) rastî (wê qencîya, ku me peymana dana wê dabû) hatibe; wekî wî kesê, ku me ewa di cîhanê da berxwudar kiribe, paşê jî di roya rabûna hemî da (tê girtinê) li bal (avêtina dojê da) amade dibe, dibe?
62 Di we royî da li bal wanê (amadeker da) tê gazîkirin (Yezdan ji wan ra aha) dibeje: "Ka ewan hevrîyên, ku we ji bona min ra bi vir digirtin li ku ne?"
63 Ewanê ku şapat li ser wan hatîye maf kirinê hene! Ewan (aha) gotine: "Xudayê me! Ewanê ku me ewan deliqandin ji rêya rast derxitibûn!) ewan evan in. Em ça ji rêya rast derketibûn, me ewan jî, ji rêya rast derxistibûn (loma ewan bibûne peyrewê me). Îdî me dest ji wan şûşt em li bal te da zivirîne. Şixwa ewan ji me ra perestî ne dikiribûne (lê ji bona dil xwaşîya xwe ra perestî dikiribû­ne)."
64 Îdî (Yezdan ji wan ra aha) dibêje: "Ka gazî wan hevrîyên xwe bikin." Ewan jî gazî wan hevrîyan kirin, îdî ewan (hevrîyan) ji bona wan ra bersiv ne dane. (Ewan) di hemberê ku xwe da şapat dîtine (tu dibê qey li bal şapatê bi xweber da hatine gazîkirinê). Gelo çi dibû ku bihatina rêya rast!
65 Di wê royî da (Xudayê wan gazî wan dike (ji wan ra aha) dibeje: "Gelo we bi çi bersiva saîyan dane?"
66 Îdî di wê royî da mijûlî li ber çavê wan wunda dibin (nabînin wê çi bêjin) ewan ji hev jî napirsin.
67 Îdî kîjan ji kirinê xwe poşman bibe û bawer bike û karê aştî bike, dibe ku ewa (kesa) bibe ji wanê ferestok.
68 (Muhemmed!) Xudayê te çi bivê, ewî diaferîne û ewî hildibijirîne, ji bona wan bi xweber jî qe tu hilbijartin tune ye. Yezdan ji wan (gotinê wan) paqij e û ji hevrî­yan jî bilind e.
69 Û çi tiştê ku singê wan di xwe da veşêre û ya jî eşkere bike, Xudaê te hey bi wan dizane.
70 Ewa Yezdanê babetê (perestîyî) Yezdan e kî wusa ne, ku ji pêştirê wî tu ilahek (babetê perestîyî) tune ­ye, di pêş û para da hey sipazî ji bona wî ra ne û berewanî jî hey ji bona wî ra heye. Para zivirandin hey li bal wî da ne.
71 (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje"Hûn mêze bikin: heke Yezdan heya roya rabûna hemî şevê li ser we da bihêle, gelo ji pêştirê Yezdan, kîjan Xuda dikarin ji bona we ra ruh naîyî bînin? (Ka ji min ra bêjin) hûn qey nabîhîzin?
72 (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo hûn mêze nakin, heke Yezdan heya roya rabûna hemî royê li ser we da bihêle, ji pêştirê Yezdan kîjan Xuda dikarin ji bona we ra şevê bînin, ku hûn di wê şevê da bihewin? Îdî qey hûn nabînin?
73 Ji bo ku hûn di şevê da bihewin û di royî da jî, ji rûmeta wî rojîyên xwe biqedînin ewî ji dilovanîya xwe şev û ro çê kirîye. Loma bi rasti di­be ku hûn sipazîya (qencîyên) wî bikin.
74 (Di roya rabûna he­mî da) ewa gazî wan (filan) dike, îdî (ji wan ra aha) dibêje: "Ka ewan hevrîyên ku we bi vir ji min ra çe dikirin, li kêderê ne?"
75 Di we (royî da) em ji hemî koman nehrawanan derdixin, îdî em ji (wan ra aha) dibejin: "Ka (ji bona van perestvanên xwe ra) beratan bî­nin (ku hûn bizanin ewan maf in) ji piştî vî da ewan zanîn, ku maf ji bona Yezdan ra ne û ewan (perestvanên) ku ewan (filan) ji bona Yezdan ra bi vir digirtin, hemî jî li berçavan wunda bûne.
76 Bi rastî Qarûn (bi xweber jî) ji komalê Mûsa bû (kurê apê wî bû). Îdî ewî li ser (Mûsa û peyrewê wî) quretî û pozbilindî kirîye. Me wusa ji bona (Qarûn ra) maldan çe kirîye: zimanê devê xezîneyên wî komeke bi hêz dikarîya hilde. Di gavekî da komalê wî ji bona wî ra (aha) gotîye: "(Qarûn!) tu xwe qure neke, loma bi rastî Yezdan ji wanê qure ê şa, hez nake
77 Tu bi wî tiştê ku Yezdan daye te, êwra para da bixwaze u tu para xweyê cîhanê jî bîrva neke; ça Yezdan bi te ra qencî kirîye tu jî wusa qencîyan ji bona hewcan ra) bike û tu di zemîn da tevdanî neke, loma bi rastî Yezdan ji tevdanokan hez nake
78 (Qarûn ji wan ra aha) gotîye, "Evan (zengînên hanênan) bi zanîna min ji min ra hatine.” Ma qey ewa nizane, ku me di berya wî da di wan çaxên borî da çiqa merivên ji wî maldar û bi hêztir teşqele kirine? (Di gava teşqelekirinê da) gunehkar ji kirina gonehan nayêne pirsînê.
79 Îdî Qarûn bi xemla xwe va derketîye nava komalê xwe; ewanê jîna cîhanê divan hene! Ewan (aha) gotine: "Xwazîka wekî tişta ji Qarûn ra hatîye; ji bona me ra jî ewa hebûya. Loma bi rastî Qarûn xwaye para mezin e (ewa bextîyar e)."
80 Ewanê ji bona wan ra zanîn hatîye dayînê hene! Ewan jî (aha) gotine: "Xwelî li we be: Ji bona wanê bawer kirine û karê aştî kirine he­ne! Qencîya Yezdan ji wan ra çêtir e. Ji pêştirê wanê (ku li ser cefadana di rêya Yezdan da) hew kirine (qe tu kes) nagihêje (wan qencîyan)."
81 Îdî paşê me (Qarûn) û bi mal û xênîyên wî va di zemîn da xiste xarê, ji pêş­tirê Yezdan, ji bona Qarûn ra qe tu komeke xurte, ku ewî ê malê wî ji teşqele bide para da tunebû. Şixwa ewî bi xweber jî nikarbûye arîkarîya xwe bike.
82 Ewanê, ku duhe dixwastin bikebine şûna Qarûn hene! Ewan jî (gava dîtine, ku aha hatîye serê (Qarûn) gotine: "Ax! Erê wusa ne, Yezdan ji kêjan bendeyên xwe ra bivê, mal dide wan û ji kîjanan ra jî nevê mal nade wan. Heke Yezdan bi me qencî ne kiribûya wê em jî bixistina zemîn. Ax wusa ne! Bi rastî file serfiraz nabin."
83 Ewa êwra para da heye! Em ewê hey ji bona wanê, ku navên di zemîn da tevdanî û quretî bikin, dixne êwirgeh. Şixwa encama para ji bona Xuda parizane.
84 Kîjan bi qencîyan va (li bal me da) hatibe, îdî ji bona wî ra ji wan (qencîyên, ku ewî anîne) qencîyên çêtir hene. Kîjan bi sikatîyan (li bal me da) hatibe, îdî ewanê sikatî kirine hene! Ewan hey bi tişta kirine têne celatkirinê.
85 (Muhemmed!) Bi rastî ewê ku Qur’an li ser te da (hinartîye û xwundina wê) li ser te bi vê nevê kirîye heye! Ewa (Xudaê te ye) wê te li bal wî cîyî (ji te ra hatîye peymandanê) behere. (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî Xudayê min, ka kîjan bi beledî hatîye hatîye û ka kîjan di rê wundabûneke xwuyan da ne, çêtir dizane."
86 Îdî (Muhemmed!) tu ji bona filan ra nebe piştevan, loma te bi xweber guman ne dikir, ku wê pirtûkê (di jor da)li bal te da bê berdanê. (Hinartina vê pirtûkê) hey dilovîneke ji Xudayê te ye.
87 Ji piştî, ku beratênYezdan li bal te da hatine hinartinê, bira ewan (filan) te ji xwundina wê nedine para da, tu ewan (filan) li bal Xu­dayê xwe da gazî bike. (Muhem­med!) Tu qe nebe ji wanê hevrîçêker.
88 Û tu bi perestîya Yez­dan ra, perestîya tu Xuda ne maî neke, loma ji pêştirê wî qe tu Xuda tune ne. Hemî tiştê ji pêştirê Yezdan wê teşqele bibin, hey berewanî ji bona wî ra ne; hûnê (dawyê da) hey li bal wî da bizivirin.