29

1 E.L.M. (Arşa van tîpên ji hevçûî hey Yezdan dizane).
2 Qey meriv guman dikin, ku bêjin: "Me bawer kir" qe neyêne ceribandinê, dest ji wan bê berdanê?
3 Bi sond! Ewanê berya wan da borîne hene! Îdî bi rastî ji bo ku em bi rastgo û virekê wan bizanin, me ewan jî ceribandine.
4 Qey ewanê ku sikatîyan dikin, guman dikin wê ji me biborin, îdî (em nikaribin ji wan ra şapatan bidin)? Berawanîya ku ewan dikin çiqa sik e!
5 Kîjan gumana hatina bal Yezdan da bike, îdî bi rastî danê gîhîjtina Yezdan tê. Şixwa ewa bi xweber jî bihîstekê pir zana ye.
6 Kîjan (di rêya Yezdan da ji bona xwaşîya canê xwe) tekoşînê bike, şixwe ewa ji bona xwe ra tekoşînê dike. Loma bi rastî Yezdan ji hemî cîhanê bê perwa ye.
7 Ewanê bawer kiri­ne û karê aştî kirine he­ne! Emê sikatîyên wan rakin ji wî tiştê, ku ewan dikiribûne, hêj rindtir xelata wan bidin.
8 Me meriv şîret kirine, ku bi da û bavê xwe ra qencîyan bikin. Heke dê û bav tekoşînê bikin bi te ra: Ji bo ku tu ji min ra tiştê qe zanîna te bi wî tune ye. Bixî hevrî, îdî tu bi gotina wan neke.loma para hatina we hemû li bal min da ne, îdî ji piştî gava hatine bal min, tişta we kiribû, ezê ji bona we ra bêjim.
9 Ewanê bawer kiri­ne û karê aştî kirine he­ne! Emê ewan bixne nava aştîkaran.
10 Hinek ji kesan hene, dibêjin: "Me bi Yezdan bawer kirîye" îdî ji piştî ku di rêya Yezdan da tê cefadanê wusa dibe, cefadana merivan wekî şapata Yezdan digire. Heke arîkareyek ji Xudayê te (ji bona we ra) hatibe, ewan (aha) dibêjin, "Bi sond! Em jî bi we ra bûn," tu di­bê qey Yezdan bi wan tiştê di singê hemî kesan da heye, ji wan çêtir nizane?
11 Bi rastî Yezdan bi wanê bawer kirine û bi wanê durê jî çêtir dizane.
12 Ewan ê file hene! Ji bona wanê bawer kiri­ne ra (aha) gotine: "Hûn werin bibine peyrewê me, emê xeletîyên we yên (heya niha) hildine ser xwe. Ewan (filan) qe tu tiştî ji xeletîyên wan hilnadin. Loma bi rastî ewan viran dikin.
13 Ewan (filan) wê barê xwe hildin û bi barê xwe va jî wê barê wanê, ku ewan ewanan (ji rêya rast derxistine) hildin û wê ewan di roya rabûna hemî da jî, ji pizne kirinê bêne pirsînê.
14 Bi sond! Me Nûh li bal komalê wî da bi saîtî şandîye. Îdî (Nûh) di nava wan da heya nehsed û pêncê salî maye, (li wan şîret kirîye; ewan jî bi gotina Nûh ne kirine). Îdî paşê lêmiştê ewan di nava xwe da girtin, loma ewan cewrkar bûn.
15 Paşê me Nûh û hevalên wî yên kêlekê fereste kirin û me eva (ferestîya) ji bona cêhanê ra xistîye berateke (derhoze).
16 Me Îbrahîm jî (li bal komalê wî da şandîye). Ewî ji bona komalê xwe ra (aha) gotîye, "Hûn gelî komalê min! Ji bona Yezdan ra perestî bikin û hûn yezdanparizî bikin. Heke hûn bizanin, ewa ji bona we ra qenctir e."
17 "Ewan tiştên ku hûn ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikin hene! Ewan hinek tokel in, hûn bi vir (ewan Xuda û Mehder) digirin. Bi rastî ewan tiştên ku hûn ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikin hene! Ewanan ji bona we ra qe tu rojînî nadin. Îdî hûn li bal Yezdan li rojînîyê bigerin û hûn hey perestîya wî bi tenû bikin û ji bona wî ra sipasî bikin. Hûnê hey li bal wî da bizivirin."
18 (Îbrahîm) heke (tu ji alîyê komalê xwe da) bê derewdêrandinê, bi sond! hi­nek komê berya we da jî (pêxemberê xwe) dan derewdêrandinê. Li ser saîyan hey têgihandina xwûyaî heye.
19 Ma qey ewanan nabînin, Yezdan di cara yekem da ça heyî afirandine, paşê jî ça ewan difetilîne? Bi rastî eva kirina li ser Yezdan hêsan e.
20 (Îbrahîm! Tu ji bo­na wan ra aha) bêje: "Hûn (Gelî merivan) di zemîn da bigerin, îdî hûn mêze bikin, ka di cara yekem da afirandin ça hatîye kirinê, paşê (Yezdan) cara dawyê jî diaferîne. Bi rastî Yezdan li ser hemî tiştan dişî.
21 Yezdan ji kê ra bivê, ewî şapat dike, ji kê ra jî bivê, li wî dilovanî dike û hûnê hemî jî li bal wî da bizivirin.
22 (Gelî merivan!) hûn di zemîn û ezman da nikarin ewî ji şapatdanê bêzar bikin. Ji bona we bi xweber jî, ji pêştirê wî qe tu serkar û arîkar tune ye.
23 Ewanê bi beratên Yezdan û bi rasthatina wîye (di dane para da) bûne file hene! ewanan ji dilovanîya min bê hêvî mane. Ji bona wan ra şapateke dilsoz heye.
24 Îdî bersiva komalê (Îbrahîm ji bona wî ra) hey eva bûye: (ji hev ra aha) gotine: “Hûn (gelî me!) Îbrahîm bikujin, yann jî ewî bişewitînin.” Îdî (ji piştî ku ewan Îbrahîn avête agir) Yezdan ewî ji agir fereste kirîye. Bi rastî ji bona komalekî ku bawer dikin (di van bûyeran da) beratên (derhoze) hene.
25 Û (Îbrahîm ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: “Hûn ji bona hezkirina xweye, jîna cîhanî di nava xwe da hunek tokelan ji pêştirê Yezdan, ji xwe ra perestvan digirin. Paşê di roya rabûna hemû da jî hinekên we bi hinekên ji we dibine file û hinekên we li hinekên we deherandinê dikin. Şixwa şûna fetla we bi xweber jî agir e, ji bona we ra qe tu arîkar tune ne.
26 Paşê Lût (bi Îbra­hîm) bawer kirîye. (Îbrahîm ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: "(Gelî min!) ew zemînê Xuda ê min (fermana min li bal çûna wura kirîye) ezê herim wura. Bi rastî ew (Xuda) servahatê bijejke ye."
27 Û me ji bona (Îb­rahîm) ra Îshaq û Ye´qûb raber kirîye, me pêxemberî û (hinartina) pirtûkê dî ûrta wî da bi cîh kirîye û me kirya (Îbrahîm) di cîhane da daye wî, bi rastî ewa di para da jî, ji aştîkaran e.
28 Me Lût jî (li bal komalê wî da şandîye). Ewî di gavekî da (ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: “Gelî min! hûn tiûtê sikê wusa dikin, ku di cîhanê da kesekî berya we da qe ewa tişta ne kirîye.”
29 “Hûn ça (ji jinan dihêlin) hûn rêya dibirin tûşê mêran dibin. Hûn di civatê xwe da tiûtên pir sik dibêjin!” Komalê (Lût) ji bona wî ra hey (aha) bersiv dane û gotine: “Heke bi rastî tu rast î, ka ji me ra şapata Yezdan bîne.”
30 (Lût aha lava kirîye) gotîye: “Xudayê min! tu arîkarîya min li ser komalê tevdanok bike.”
31 Gava saîyên me li bal Îbrahîm da hatine (ji bona wî ra aha) gotine: "Bi rastî emê rûniştîyên vî weletê teşqele bikin. Loma bi rastî rûniştîyên wî cewrkar bûne."
32 (Îbrahîm bisyara wan aha daye û) gotîye: "Bi rastî di nava gundîyan da Lût (bi xweber jî heye, hûnê ça ewan teşqele bikin?" Saîyan bersiva Îbrahîm dane û) gotine: “Kê di wura da heye, em bi wan çêtir dizanin. Emê (Lût) û malîyên wî, hemîşkan ji teşqelê fereste bikin; ji pêştirê jina wî. Loma bi rastî jina wî bi xweber jî di nava wanê bûne toz da maye."
33 Gava saîyên me li bal Lût da hatine, bi sedema hatina wan, Lût sik bû û destê xwe li berhev da kirîye mat maye (Loma ewan saîyan di diliqê xortên bedewê wusa da hatibûne mêzekerê xwe, ji xwe ra dixistine bengi.” Lût ji komalê xweî sik tirsîya, ku ewan tiştekî bi serê wan saî­yan bikin. Ewan saîyan ji bona Lût ra aha) gotine: "Lût! Tu netirse û miruzê xwe jî neke, loma bi rastî emê te û malîyên te ji vê teş­qelê fereste bikin, ji pêştirê jina te. Loma bi rastî ewa (ji­na te) di nava wanê bûne toz, da maye."
34 "Emê li ser rûniştîyê­n vî gundî da, bi sedema, ku ewan ji re derketibûn; ji ezmanan da şapatekî bihênirin."
35 Bi sond! Me ji bo­na komalê, ku hişê xwe dixebitînin beratên xwûyaî, ji wan hîştine.
36 Me li bal (komalê bajarê) Medyenê jî birayê wan ê Şu’eyb bi saîtî şandîye. Îdî (Şu’eyb ji wan ra) aha gotîye: "Gelî min! Hûn hey ji Yezdan ra perestî bikin û hûn hey hêvîya roya para da bikin û hûn di zemîn da bi tevdanî digerin."
37 Îdî ewan (Şu’eyb) dane derewdêrandinê, paş da lerzeke wusa bi wan girt, îdî ewan di xanîyan da li ser çokan ketine, di şûna xwe da mane.
38 Û me Ad û Semûd jî (teşqele) kirine û bi sond! Şûnwarê wan ji bona we ra xwûya ne. (Sedema teşqela wan eva ye), "pelîd ji bona wan ra kirinê wan xemilandîye, îdî (pelîd) rêya rast ji ber wan girtîye, lê ewan bi xweber jî rispî bûne (di karyan ji wan beratên berya xwe hiş hildanan).
39 Me Qarûn û Fir’ewn û Haman jî (teşqele) kirine. Bi sond! Mûsa bi beratên hizwartî va hatîbûye bal wan, îdî ewan (bi beratên me bawer ne kirine ewan di zemîn da quretî dikirin. Ewan ji me naborin (ku em nikaribin ji wan ra şapatê bidin).
40 Me her yekê ji wan bi gonehê wan dane girtinê. Îdî me hinekên ji wan babelîzk bi ser wan da şandîye, ewan (bi wê teşqele kirîye) û hinekên ji wan dengê teyrokê ewan girtin (ewan bi wî dengî me teşqele kirîye) û hinekên wan jî me ewan di zemîn da xistine xarê (me ewan jî wusa teşqele kirin) me hinekê­n wan jî di avê da fetisandin (ewan jî wusa hatine teşqelekirinê). Yez­dan li wan cewr ne kirîye, le ewan bi xweber li xwe cewr kirine (loma hatine teşqelekirinê).
41 Ewanê ku ji pêştirê Yezdan ji bona xwe ra serkaran digirin hene! Hecwekîya wan wekî we pîrhevoka, ku ji bona xwe ra xanîyekî ava dike (wusa bê wece). Bi rastî xanîyê pîrhevokê bê wecê xanîyan e, xwazîka ewan bi zanîyan (ka kirina wan ça ne)!
42 Bi rastî ka ewan ji pêştirê Yezdan ji çira perestî dikin, Yezdan pê dizane, loma Yezdan bi xweber servahatê bijejke ye.
43 Em evan hecwekîyan ji bona kesan ra vedikin. Lê ji pêştirê zanan tu kes ji van hiş hilnade (loma naponijin).
44 Yezdan ezman û zemîn bi mafî afirandîye. Ji bona bawerkeran ra di vê afirandinê da beratên derhoze hene.
45 (Muhemmed!) Ji pirtûkê çi li bal te da hatîye hinartinê, tu ewî bixwûne û tu (ça hatî fermankirinê wusa) nimêj bike. Loma bi rastî nimêj (kesan) ji sikatî û ji gonehan diparisîne. Şixwa bîranîna Yezdan ji hemî perestîyan meztir e. Û hûn çi pêşe bikin şixwa Yezdan bi wî dizane.
46 Û hûn (gelî bawerkeran!) bi xwaî pirtûka ra bi qencê tekoşînan va, tekoşînê bikin. Ji pêştirê wan (xwaî pirtûkên) cewrkar, hûn (ji wanê xwaî pirtûk ra aha) bêjin: "Çi tişta li bal me û li bal we da hatîye hinartinê, em bi wî bawer dikin. Û Xudayê me û Xudayê we yek e, me ji bona wî ra xwe hispartîye (hey em ji wî ra perestî dikin).
47 Me li bal te da pirtûkeke wusa hinartîye (ewa bi xweber jî rastîya wan pirtûkê berya wê da hatine hinartinê di der e) ewanê, ku me ji wan ra pirtûk daye hene! Bi vê pirtûka (ku me li bal te da hinartîye) bawer dikin. Ji van (ereban jî) ewê bi vê (pirtûkê) bawer dikin hene. Ji pêştirê filan tu kes beratên me (bi filetî) venaşêrin.
48 (Muhemmed!) Te di ber­ya (Qur’anê da) qe tu pirtûk (nikarbû) bixwunda û te bi destê xwe yê rastê jî qe tu pirtûkek (nikaribû) binivîsanda, heke te (ewan xwundin û nivîsandin bikarbûya bikira) wê gavê ewanê, ku (ji bona) pûçaya (Qur’anê) xebatê dikin hene! Wê di rastîya (Qur’anê da) dudil bibûnan.
49 (Gotina wan filan nîne) lê ewa (Qur’ana) hinek beratên hizwartîne; di singê wanê, ku zanîn ji bona wan ra hatîye dayînê (di çûwule) maye. Ji pêştirê cewrkaran qe tu kes beratên me (bi fileti) venaşêrin.
50 Ewan (filan ji hev ra aha) gotine: "Heke Ji Xudayê (Muhemmed) li ser wî da hinek beratên (derhoze, ça ji Mûsa ra hatine hinartinê hatibûya hinartinê (dibû ku me jî bi­ wî bawer bikira". Muhammed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî beratên (derhoze) hey li bal Yezdan in. Ez bi xweber jî li ber çavan hey hişyarvanek im."
51 Ma qey ewa pirtûka, ku me li ser te da hinartîye, tu jî ji wan ra (bi beratî) dixwunî, têra wana nake (ewan be­ratên maî ji te dixwazin)? Bi rastî ji bona komalê bawer kirine, di vê (Qur’anê da) dilovîn û bîrxistineke (bê paşî heye).
52 (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Di nava min û we da Yezdan bi nihrevanî bes e. Loma Yez­dan bi hemî tiştê di ezman û zemîn da heyî dizane. Ewanê bi pûçan bawer dikin û bi Yezdan jî filetî di­kin hene! Ewanê zîyan kirine evan bi xweber in.
53 Ewan ji te leza hatina şapatan dikin; heke danê hatina şapatê (ne hatibûya) dîyarkirinê, wê heman naha ji wan ra bihata. Û bi sond! Qe haja wan tunebe wê şapatê nişkê va bi wan da were.
54 Dojê ewan filan bi xweber hildane nava xwe da, hêj ewan ji te leza hatina şapatê dikin.
55 Di roya ku şapat ji jora wan da û ji binê pê wan da, ewan diniximîne (Yezdan ji wan ra aha) dibêje. "Tişta we dikiribû, hûn çeşna wê bikin (ka ça ne?).
56 Gelî ewan bendeyên me yên ku we bawer kirîye! ( Heke hûn nikaribin di bingaha xwe da ji bona min ra perestî bi­kin) îdî bi rastî zemînê min fıre ye (ji bo ku hûn) ji bona min bi tenê ra perestî bikin (hûn koçê cîhê maî bikin).
57 Hemî candarê, we çeşna mirinê bikin. Paşê wê li bal me da bêne zivirandinê.
58 Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Emê ewan di avaîyên bilind ê bihiştê da, ku dibinê wan da çem dikişin bi cîh bikin. Ewanan di wan avaîyan da her dimînin. Kirya xebatkaran çiqa qenc e!
59 Ewan (xebatkar hene!) li ser (cafadana di rêya Yezdan da) hew dikin û xwe hispartine ser Xudayê xwe.
60 Çiqa candar hene, ku nikarin bi xweber rozînîya xwe pêk bînin! Yezdan rojîna wan û rojîna we jî dide. Loma bi rastî ewa bi xwe­ber pir bihîstokê pir zana ye.
61 Heke tu ji wan bipirsî: "Gelo kê ezman û zemîn afirandîye û kê roj û hîv (ji bona kara heyan) sernerm kirîye (di fermana wan da dixebitin)?" Ewanê bi rastî (bersiva te aha bidin û) bibêjin: "Hemî jî Yezdan kirîye." Lê îja ka ewan ça (ji perestîya wî rû difetilînin?
62 Yezdan ji bendeyên xwe, ji kê ra bivê rojîna wî pir dike, ji kê ra jî bivê rojîna wî kêm dike. Loma bi rastî Yezdan bi hemî tiştî dizane.
63 Heke tu ji wan bipirsî: "Gelo ke avan ji ezmanan da dihênirîne, îdî ji piştî mirina zemîn, ewê zemîn bi wê avê zende dike kê ye? Ewanê (bersiva te aha bidin û) wê bêjin, "Ewê (van tiştan dike) ewa Yezdan e." Tu ji wan ra (aha) bêje: "Sipazî he­mî ji bona Yezdan ra ne." Ê pirê wan (ji van beratan) hiş hilnadin.
64 Jîna vê cîhanê hey leyîztik û dilxwastinek e. Loma bi rastî jîna rast hey jîna avaîyî para da ye. Xwazîka ewan bi zanînan.
65 Îdî gava ewan (filan) sîyarê kelekan dibin, ji tirsan gazî Yezdan dikin (bawer dikin) ku ol, xwurî hey ji bona wî ra ne. Gava bi serfırazî têne reşaîyê, dîsa ji bona wî ra hevrîyan çê dikin.
66 (Ewan aha dikin); ji bo ku nonkorîya qencîyên me bikin û ji wan qencîyan berxwudarî bibin (me ji bîrva bikin). Îdî ewanê di nêzîk da bi kirinê xwe bizanin.
67 Ma qey (ewan komalê bajar yê Mekkê) nabînin; ku me ji bona wan ra (Mekke) xistîye şûna qedexan (tu kes) tê da nayên kuştinê lê di wan (bajarê) dora wan da bêwec dihatine herçiqandinê? Ma qey ewan (Mekkîyan) bi tiştê pûç bawer dikin û nonkorya qencîyên Yezdan dikin?
68 Gelo ji wanê ku vi­ran li ser navê Yezdan dikin û gava maf ji wan ra hatibe, ewan maf dabine derewdêrandinê, cewrkartir kê heye? Ma ­qey di dojê da ji bona filan ra cîhek tune ye?
69 Ewanê ji bona me ra tekoşîn (bi nonkoran ra) kirine hene! Bi rastî emê ewan bîne rêya xwe ya rast. Û loma bi rastî Yezdan bi qencîkaran ra ne.