3

1 E.L.M. (Hey Yezdan bi arşa van tîpên di serê ferkeran da hatîye, dizane.)
2 Yezdanê (babetê perestîyê) ew e; ku ji pêştirê wî tu yezdan tune ne; zindeyê bi xwe ye, pir şîye.
3 (Yezdan) bi mafêtî ewa pirtûka, ku rastdar e ji bona wan pirtûkên di berya xwe da ne, li ser te da hînartîye. Û (hêj di berya naha da), ewî (pirtûkên bi nav) Tewrat, Encîl jî hînartîye.
4 Ji bo ku ewan pirtûkan bibne beled ji bona merivan. Û ewî ewa pirtûka, ku pûçatî û mafê ji hev derdixe jî, hinartîye. Bi rastî ewanên ku bi beratenê Yezdan dibine file, hene! Ji bona wan ra şapatek e zor heye. Û Yezdan servahatê xwayî tûl e.
5 Bi rastî li ser Yezdan qe tu tiştê di zemîn û ezman da heyî, veşartî nîne.
6 Yezdan ew e, ku ça bivê, we wusa di malberxan da dide rûçik kirinê. Ji pêştirê wî tu Yezdanê (ba­betê perestîyê tune ye). Servahatê bijejke hey ewa bi xweber e.
7 Yezdan ew e, ku pirtûk bi ser te da hinartîye, hinek beratenê wê pirtûkê hene, ku ewan beratan xîmê wê pirtûkê ne (loma ewan be­ratan, bûyeran bi rûçikê wan va vedikin). Û hinek beratên mayî jî hene! Ewan ji bona çend arşan, wekî hev in (yani ewan ji bona çend ar­şan bi hev ra tên). Îdî ewan merivên ku di dilê wan da xarî heye, dibine peyrewê wan berate ne (ku ji bona çend arşan hatine). Wekî armancên xwe arşan didine wan beratan, ji bo ku tevdanê derxin, lê arşa wanê rastî jî hey Yezdan dizane. Ewan zana ne, ku di zanîn da rehdayî, dibêjin: “Me bi wê bawer kirîye, loma hemûşk jî li bal Xwedayê me ye. Evê jî hey hişdar bîra xwe tînin.”
8 Xwedayê me! Tu dilê me ji piştî, ku te em anîne rêya rast, îdî xar neke û tu ji bal xwe, ji bona me ra dilovanîyekî bide. Bi rastî hey tu yî, ku bê baha pir dayînê dikî.
9 Xwedayê me! Bi rastî di wê roya ku di hatina wê da tu dudilî tune ye, hey tu merivan dicivînê. Bi rastî Yezdan ji peymana dayî naşipite.
10 Bi rastî ewanê bûne file hene! Mal û zarê wan, bi tu tiştî ewan ji Yezdan nadine parisandinê. Û ardûkê agir hey evan bi xweber in.
11 Ewanê beratên me didane derewdêrandinê hene! Temtêla wan wekî temtêla wan komalên ku di berya Fir’ewn da (hatibûne) û wekî temtêla malyê Fir’ewn in. Îdî Yezdan jî bi sedema gunehê wan, ewan (bi şapan) girtin. Yezdan bi rastî zor şapata.
12 (Muhemmed! Tu ji bona wanê bû­ne file ra) Bêje: “Bi rastî hûnê di nêzîk da sernegûn bibin û hûnê li bal dojê da bêne civandinê.” Doj bi xweber jî çi qa sikê çîncîla ne!
13 Bi sond! Ji bona we ra, di wan her du destên, ku ji bona qirînê, têne hemberê hev, beratên hişhildanî hene. Destek ji wan di rêya Yezdan da qirînê dike, desta mayî jî file ne. Ewa desta bawer dikin, evê desta file li ber çavan ducarê xwe dibînin. Yezdan jî evînê xwe bi arîkarêya xwe bi hêz dike. Divê bûyerê da ji bona wanê xweyî dîtinê ra hişhildan heye (yanî ewan bivê servahatinê bi ponijandin hiş hil didin).
14 Ji bona merivan hezkirina jinan û zaran û komên ji zer û zîvan û revonê hespan û kerî û sûrîne tarişan û çandinî bi dil xwestin, hatîye xemilandinê. Evanan xişrê jîna cihanî ne. Û li bal Yezdan bi xweber da jî qencê şûnwaran heye, loma qencê zivirandina li bal wî da ne.
15 (Muhemmed! Tu ji bona wan ra) bêje: “Hûn hez dikin, ku ez ji bona we ra, hêj ji van hezkirinê we, çêtir bêjim? Ewa­nê Xweda parizî dikin, hene! Ji bona wan ra li bal Xwedayê wan, behiştên ku di bine darê wan da çem dikişin heye. Ewanan di behiştê da hey dimînin. Û ji bona wan ra zone paqij û qayîlbûna ji Yezdan heye. Û Yezdan bi xweber jî bendenê xwe dibîne.
16 Ewan xwedaparizan in, ku dibêjin: “Xwedayê me! Bi rastî me bi te bawer kirîye, îdî tu ji bona me ra gunehên me bibaxişîne û tu me ji şapata agir biparisîne.”
17 Ewan xwedaparizan in, ku li ser aşît û teşqelan hew dikin û rast in û bi dil perestî dikin û malê xwe ji bona hewcan ra, di rêya Xwedê da, disixurînin û di sewgura sibehê da, ji bona baxişandina gunehên xwe, lavan dikin.
18 Bi rastî Yezdan û firiştan û ewan zane ne, ku bi dadvanî radibin, daditîyî bi cîh tînin şahidî dane, ku tu yez­dan ji pêştirê Yezdanê (babetê perestîyê) tune ne, hey servahatê bijejke ewa ye.
19 Bi rastî “ol”a ras­tî li bal Yezdan, hey “ol”a (bi nav) Îslam e. Ewan komên, ku ji wan ra pirtûk hatîye hene! Ji piştî ku ji wan ra zanîn hatîye, paşê ji dexesîya di nava hev da, ne wekhevbûn çê kirine. Û kîjan bi beratenê Yezdan bibe file, îdî bira bizane! Bi rastî Yezdan zû hijmarok e.
20 Îdî heke ewan (Muhemmed) bi te ra di mafê (ol) ê da tekoşînê bikin, tu ji bona wan ra bêje: “Min xwe û bi wanê peyrewê xwe va ji bona Yezdan ra hispartîye.” Û tu ji bona wanê, ku pir­tûk ji bona wan ra hatîye û ji bona wanê ne xwandî ra bêje: “Hûn jî misilman bûne?” Îdî heke ewan misilman bên, şixwa ewan hatine rêya rast û heke ewan pişta xwe dane te (misilman ne bûn) li ser te hey gotina (biryarên Yezdan ji wan ra) heye. Û Yezdan bi xweber jî bendenê xwe dibîne.
21 Bi rastî ewanê ku bi beratenê Yezdan dibine file û pîxemberên wî bê mafî dikujin û ewan merivên ji kesan, ku fermana kesan ji bo­na dadvanitîyê dikin jî dikujin, hene! Îdî (Muhemmed!) tu ewanan bi şapata dilsoz bide mizgîndanê.
22 Evan in, ku keda wanê di cihan û di dan û gavê para da kirine şewitîye û ji bona wan bi xweber jî tu arîkar tune ye.
23 (Muhemmed!) Qey tu li bal wan merivan, ku parek e ji zanina pirtûkê ji wan ra hatîye dayînê mêze nakî? Ewan ji bona ne wekhevbûna heyî da, li bal biryarên di pirtûka Yezdan da heyî, têne gazîkirinê ji bo ku di nava wan da bi dadvanî berewanî bêt kirinê, paşê destek e ji wan, rû ji biryarê pirtûkê difetilînin. Ewan bi xweber jî eva ji xwe ra kirine xûy.
24 Eva (rû fetilandina wan) ji bo ku ewan gotibûne: “Bi rastî agir ji pêştirê çend rojên, hijmarî, bi me nagire.” Ewan bi van virên xwe, di “ol” a xwe da hatine xapandinê.
25 Îdî di gava, ku em ewan ji bona wê roja ku di hatina wê da tu dudilî tune ye, bicivînin û ji bona her yekê ra jî, keda ku ewan kirîye tê dayînê, li wan bi xweber jî qe cewr nayê kirinê, gelo temtêla wanê, wê ça be?
26 (Muhemmed! Tu) bêje: “Xwedayê min e serokê, serekên bi hêzên maldarê berewan! Tu bi xweber î, hêz û berewanî bi serektî ji bona evînê xwe ra didî û tu kîjanî bivê, ji wî hêz û berewanî, bi serektî rût dikî û tu evînê xwe serfiraz dikî û tu kîjanî bivê, tu ewî sernegûn dikî. Hey çêtir bûyîn di destê te da ne. Bi rastî tu bi hemû tiştan dişî.
27 (Xwedayê min!) Tu î, şevan dixî royan û royan dixî şevan (bi van xistinê di nava hev da, şev û royan bi hev didî dirêj kirinê). Û tu zindîyan ji mirêyan û mirêyan jî ji zindîyan, derdixî û tu ji bona evînê xwe ra, bê hijmar rozînan didî.
28 Bawerger, filan ji xwe ra naxine serkar (ewan hey bawergeran ji xwe ra dixne serkar). Îdî kîjan bawergerê ji pêştirê bawergeran, filan ji xwe ra bixe serkar, li bal Yezdan tu dostîya wî tune ye. Ji pêştirê heke hûn xwe, bivê serkaryî ji wan biparisînin (ji bo ku ji wan, ji bona we ra tu teşqele çê nabe, hûn dikarin bi xûyayî wan ra bibine dost). Û Yezdan jî we ji xwe dide tirsandinê. Bi rastî fetilandin hey li bal Yezdan da ne.
29 (Muhemmed! Tu ji bona wan ra) Bêje: “Hûn di dilê xwe da çi tiştî veşêrin û ya jî derxin (bidine xûya kirinê) hey Yezdan bi wî dizane. Û ewa bi tiştên di ezman û zemîn da heye jî dizane. Yezdan bi rastî bi hemû tiştan dişî.”
30 (Hûn gelî merivan!) Ewê roya, ku hemû kes di wê royî da rastî qencînê xweyên kirî tên, ku amade ne û hemû sikatîne wî jî amade ne, ewa kesa hez dike, ku di nîveka wî û kirinê wî da danekî dûr hebûya (bi ponijandin bîra xwe bînin). Û Yezdan we (ji hatina di hemberya fermanê) xwe da, bi tirsdayî dide parisandinê. Yezdan ji bona benda ra mêhrivan e.
31 (Muhemmed! Tu ji wan ra) Bêje; “Heke hûn bi rastî ji Yezdan hez dikin, îdî hûn bibine peyrewê min, ku Yezdan jî ji we hez bike, û ji bona we ra gunehên we bibaxişîne.” Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
32 (Muhemmd tu ji wa ra) bêje: “Hûn bi gotina Yezdan û pêxemberê wî bikin.” Îdî heke ewan berê xwe fetilandin, bira ewan bi rastî bizanin! Yezdan ji filan hez nake.
33 Bi rastî Yezdan Adem û Nûh û binamala Îbrahim û binamala δmran (ku her yekê ji wan, ji nişa hev in) li ser heyîne cihanê hêlbijartîye.
34 Evan ûrtek e wusa nin, ji hev hatine. Û Yezdan bîhîstekê pir zan e.
35 Di gavekî da, jina Î’mran bi lavatî gotibû: “Xwedayê min! Bi rastî min eva (zaroka) di zikê xwe da, hey ji bo, ku ji te tenê ra xebat bike, bi gorîtî xumale kirîye. Îdî tu jî ewê ji min litê bike. Bi rastî hey tu î bîhîstekê pir zan.”
36 Îdî di gava jina Î’mran razaye Yezdan zanîbûye, ku çi ji wê ra bûye jî, ewê dîsa gotîye: ‘Xwedayê min! Bi rastî ji min ra keçikek bûye. Û zarên kurîn (ji bona xebatê) wekî zarên keç nabin, bi rastî min navê wê, “Meryem” danî û bi rastî ez ewê bi tevê ûrta wê va ji sikatîne pelîdê deherandî di hêspêrime, parisandina te.”
37 Îdî Xwedayê wê ewa gorya wê bi rindê qencîyan litê kirîye û Xweda ewa gorya wekî hêşnayan rind gîhandîye û Zekerêya jî xistîye daman ji bona gîhîjtina wê. Zekerya çi qa diçû (wê Babû-Çelîpa ya ku Meryem têda bûye) li bal Meryemê da rastê xarinan hatîye. Zekerêya, ji Meyre ra gotîye: “Ka evan xarinê hanênan ji kur ji bona te ra hatine?” Meryem ji bona Zekerêya ra gotîye: “Ewan xurekan ji bal Yezdan ji min ra tên.” Bi rastî Yezdan ji evînê xwe ra bê hijmar dilikan dide.
38 Di wura da Zekerêya bi lavatî gazî Xwedayê xwe kirîye. (Zekerêya) Gotîye: “Xwedayê min! Tu ji bona min r ali bal xwe ûrtek e paqij bide. Bi rastî tu gazîkirinan dibihê.
39 Îdî gava (Zekerêya) di (babû-çelepa) ê da nimej dikir, firiştan gazî wî kirine (gotine):“Bi rastî Yezdan tu bi kurekî bin av “Yehya” daî mizgîn danê.Yehya ewî merivê ku bi fermana Yezdan bûye,dide rast dêrandinê û ewa bi xweber jî serok û dawpaqij û pêxember û ji aştîkaran e.
40 Zekerêya bi lavatî ji Xweda ra gotîye: “Xweda! Ka, we ça ji bona min ra kurekê bibe? Îdî ez kal bûme û jina min jî “eremûk” e. (Yezdan) Gotîye: “Gotina te ye, lê Yezdan ça bivê wusa dike.”
41 (Zekerêya ji Xweda lava kirîye) Gotîye: “Xweda! Ka tu ji bona min ra (ku wê ji bona min ra kurekî bibe) beratekî bide.” Xweda ji bona Zekerêya ra gotî­ye: “Berata te ev e; ku tu di sê royan da bi tu kesî ra mijûl nebî, ji xêncî bi niqandin (bi peyivî). Û tu pir perestîya Xwedayê xwe bikî. Û tu di sibe û êvaran da Xwedayê xwe ji kêmasîyan bi sipazî paqij bikî.”
42 Û di gavekî da firiştan (aha)gotine: “Meryem! Bi ras­tî Yezdan tu hêlbijartî û paqij kiriye û ewî te li ser hemû jinên cîhanê bi paydarî hêlbijartî.”
43 Meryem! Tu bi dil ji bona Xwedayê xwe ra (biperestî) stûyê xwe xar bike û tu ji bona Xwedayê xwe ra kunde behere û tu bi wanê ku (xwe ji bona Xweda ra) kûz dikin, xwe kûz bike.
44 (Muhemmed!) Evanan hemûşk ji axiftinê dizîka da nin, em li bal te da diniqînin. Di gava ewan peşk diavêtin, ka kîjanê ji wan bibe damin, ji bona xwayî kirina Meryemê û di gava ku ewan tekoşîn dikirin (ji bona daminya Meryemê) tu li bal wan nebû î!
45 Di gavekî da firiştan (aha) gotibûne: “Meryem! Bi rastî Yezdan te bi peyvek e ji xwe dide mizgîndanê. Navê wî Îsa Mesîhê kurê Meryemê ye. Ewa di cihan û di dan û gavê pa­ra da jî, pir bi rû ye. Ewa ji wanê nezîkê (Yez­dan) e.
46 Û ewa bi merivan ra, di çincîl û di kalitîya xwe da jî, axiftinê dike, ewa ji aştîkaran e.
47 Meryemê, bi lavatî gotîye: “Xwedayê min! Ka, wê ça ji bona min ra zarê bibe? Ji merivan destê tu kesekî bi min ne ketîye.” (Yezdan ji bo­na Meryemê ra) gotiye: “Gotina te ye, lê Yezdan ça bivê wusa diafirîne.” Di gava (Yezdan bûyerekî) biqedîne ji bona we ra dibêje: “Bibe." Îdî ewa jî dibe.
48 Û Yezdan ewî hînê nivîsandin û zanîna retkokî û (hînê) xwendina Tewrat û Încîlê jî dike.
49 Û Yezdan ewa bi pêxemberî li bal zarên cihûyan da şandîye, ji bo ku ji wan cihûyan ra (aha) bêje: “Gelî zarên cihûyan! Bi sond! Ez bi beratenê ji Xwedayê we li bal we da bi pêxemberî hatime şandinê. Ezê ji bo­na we ra ji heryê tokelêkî wekî tokela çûkan çê bikim, îdî ezê pufê wê tokelê bikim, ewayê bi destûra Yezdan bibe çûk. Û ez korên zikmakî û belekan bi mafêtî qenc dikim û ez mirêya bi destûra Yezdan, zinde dikim. Û hûn di mala xwe da çi bixun û çizimhêr bikin, ezê ji bona we ra bêjim. Bi rastî heke hûn bawer dikin,di van da berateyên mezin ji bo­na we ra hene.
50 Û ji bo ku ez ewê pirtûka ku di berya min da hatîye, rast bidêrînim û ez hinek, ewan tiştên ku we li xwe ne durist kirîye, durist bikim, hatime şandinê. Min ji Xwedayê we, ji bona we ra beratên daveger anîne. Îdî hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin.
51 Bi rastî Yezdan, Xwedayê min e û Xwedayê we ye jî. Îdî hûn ji wî ra perestî bikin. Rêya rast eva ye.
52 Di gava Îsa, ji wan cihûyan filetî seh kirîye, îdî (Îsa aha) gotîye: “Gelo di rêya Yezdan da, kê heye, ku arîkarêya min bike?” Suxtene wî (aha) gotine: “Em arîkarên Yezdan in (em di rê­ya Yezdan da arîkarîyê didine wanê, ku di rêya Yezdan da xebatê dikin). Me bi Yezdan bawer ki-riye û tu jî şahidî bike, ku em bi rastî misilman bûne (Me xwe hispartîye Yezdan)”
53 Xwedayê me! Bi rastî me bi wan biryarên ku te hinartîye bawer kirîye û em bûne peyrewê pêxember, îdî tu me bi şahidan ra binivîse (ji wanên ku bi te û bi pirtûk û bi pêxemberan bewer kirine, di rêya wan da diçin).
54 Lê (ewan cihûyan ji bona kuştina) Îsa xax (endeze) kirine û Yezdan jî (endeze) xax kirîye (ewan bi wî xaxê xwe nikaryan îsa bikuştanan, lê ewan bi xweber xwe kuştine, xaxê wan bi wan da hatîye). Û Yezdan bi xweber jî qencê xax çêkeran e.
55 Di gavekî da Yezdan ji bona Îsa ra (aha) gotiye: “Îsa! Bi rastî ezê canê te bistînim û ezê te li bal xwe da bilind bikim, û ezê te ji wanê ku filetî dikin paqij bikin û ezê ewanê peyrewîya te dikin li ser wanê ku fileti dikin, heya roya rabûna hemûtî serfiraz bikim, fetilandina weya paşyî hey li bal min dane. Îdî ezê berewanîya we di wan tiştên, ku hûn di wan da ne wekhevbûn e, bikin."
56 Îdî ewanê bûne file hene! Bi rastî ezê ewan di cihan û di dan û gavê para da bi şapatek e zor bidime şapatkirinê. Û ji bona wan bi xwer jî tu arîkar tune ye.
57 Û ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Îdî kirya wanê wê bê kemasî ji wan ra bê dayînê. Û Yezdan bi xweber jî ji cewrkaran hez nake.
58 (Muhemmed!) Evan bûyerên hanênan ku em ewan ji te ra dixûnin, ji beratan û ji (Qur’ana) bijejke ne.
59 Bi rastî temtêla Îsa li bal Yezdan wekî temtêla Adem e. (Yezdan, Adem) ji xwelîyê afirandîye, Paşê ji wê ra gotîye: “Bibe” îdî ewa jî bûye.
60 Bi rastî daditî (û rastî) ji Xwedayê te ye, îdî ewanê ku (di dabaşa Îsa da) dudilî dikin hene! Tu nebe ji wana.
61 (Muhemmed!) Îdî ji piştî ku ji te ra zanîn divê dabaşê da hatîye, heke yek (dîsa) bi te ra tekoşîn bike, tu (ji bona wan ra) bêje: “Hûn werin (bicivin) ku em gazî zarê xwe û gazî zarê we û em gazî jinên xwe û gazî jinên we bikin û em û hûn bi xwer jî bi civin; paşê em bi hev ra qîr bikin (bêjin); îdî ewanê virek hene! Em bi hev ra deherandina Yez­dan li ser wan (bixûnin).”
62 Bi rastî ewa (bûyera di mafê Îsa da hatiye gotinê heye) bûyera rast eva bi xweber e. Û ji pêştirê Yezdanê (babetê perestîyê) tu yezdan tune ne. Bi rastî Yezdan bi xweber jî serfirazê bijejke ye.
63 Îdî heke ewan rû bifetilînin, bi rastî Yez­dan bi tevdanokan dizane.
64 (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Gelî xweyê pirtûkan! Ka hûn werin bal wê peyva, ku di nîveka me û di nîveka we da bi wekitî yek e; em hey ji Yezdan ra perestî bikin û em tu tiştî ji bona Yezdan ra nexine hevrî û hinekên me, hinekî meyî maî ji xwe ra ji pêştirê Yezdan bi xwedatî negirin.” Îdî heke ewan rû bizivirînin tu (ji wan ra aha) bêje: “Hûn şahid bin, ku bi rastî em misilman bûne.”
65 Gelî xweyê pirtûkan! Hûn çima di mafê Îbrahîm da tekoşînê dikin? Tewrat û Încîl di pey Îbrahim da hatine hinartinê. Îdî qe hûn hiş hilnadin?
66 (Em bêjin): “Hûn dikarin di wan tiştên, ku hûn bi wan dizanin, di wan da tekoşînê dikin, lê hûn çima di wan tiştên, qe tu zanîna we bi wan tune ye tekoşînê dikin?" Yez­dan bi xweber jî bi wan diza­ne lê hûn nizanin.
67 Îbrahîm, cihû jî nîne û mexinî jî nîne û lê Îbrahim bi rastî henîfekî misilman bûye. Û Îbrahîm putperest jî ne bûye (Îbrahîm di "ol"a bi nav (henîf) da bûye ar­şa peyva "henîf" ji pûçitîyê dest berda ye li bal mafê da hatîye. Eva jî misilmanî bûye, putperestî nîne).
68 Bi rastî ji kesan ewanê babet in ji bona Îb­rahîm ra hene! Peyrewê (Îbrahîm) û ewa (Muham-med) pêxember û ewanê bawer kirine (bi xweber in). Û serkarê bawergeran şixwe Yezdan e.
69 Destekî ji xweyî pirtûkan hez kirine, ku we ji rêya rast bişipitînin (bixine file). Ewanan hey xwe ji rêya rast dişipitînin û bi xweber jî agah nakin.
70 Gelî xweyî pirtûkan! Hûn çima bi beratên Yezdan dibine file? Û hûn bi xweber jî (bi zanîn) ewan dibînin.
71 Gelî xweyî pirtûkan! Hûn çima rastî û pûçîtiyê tevê hev dikin û hûn bi zanîn jî mafê vedişêrin?
72 Û destekî ji xweyê pirtûkan (aha) gotine: “Hûn (gelî hevalên meyên xweyê pirtûk) bi wan biryarên ku li ser bawerkaran da (misilmanan) hatine hinartinê; di serê royê da bawer bikin û hûn di dawîya royê da bi wan bibin file, dibe ku ewan (bi van kirinê weyên tinazî) ji bawerya xwe bizivirin.”
73 Û hûn (gelî xweyê pirtûkan!) Ji pêştirê wanê ku bûne peyrewê "ol" a (dîn) we bi tu kesî bawer nekin. (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Bi rastî rêya rast, rêya Yezdan e.” Qey gava ku ji bona yekê ra wekî wan biryarên, ku ji bona we ra hatine bê dayînê, ya jî ewa meriva bi wan biryaran li bal Xwedayê we, bi we ra tekoşînê bike, hûnê dîsa bêjin: “Bi wan bawer ne­kin?” (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Bi rastî rûmet di destê Yez­dan da ne, ji kê ra bivê ji bona wî ra dide. Û Yezdan bi aborî bê perwayê pir zan e.”
74 Yezdan evînê xwe, bi dilovîna xwe ra xwurî dike. Û xweyê rûmeta mezin Yezdan e.
75 Û ji xweyê pirtûkan hinek hene! Heke tu bi barê devan mal daynî bal wan tu bi wan ewle dibî, ku ewan ewî malî dîsa li bal te da bidin. Û hinek jî ji wan hene! Heke tu bi wan ewle bî, polekî bidî bal wan, ewan ewî polî para da nadine te, heya tu li ser wan pê nebirî (ewan ji xastinê bê zar nekî). Eva ne dana wan ji ber ku ewan di gotibûne: “(Ji bona xwarine me, ji malê nexwendîyan û nezanan) tu gunehkarî û ne duristî ji me ra tune ye.” Û ewan (cihûyan) li ser navê Yezdan vir dikirin (digotin: “Şixwa di pirtûka me da jî heye, xwarina malê nezan, û malê bîyanê cihûyan, ji bona cihûyan ra durist e). Ewan bi zanîn evan viran li ser navê Yezdan dikirin.
76 Gotina wan nîne lê kîjan peymana xwe pêk bîne û xwedaparisî bike (bira bizane) îdî Yezdan jî ji xwedaparisan hez dike.
77 Bi rastî ewanê, ku bi perekî hindik peymana Yez­dan û sondên xwe difiroşin hene! Ji bona van ra di dan û gavê para da tu par tune ye. Evan in, ku Yezdan bi wan ra axiftin nake û Yezdan di roya rabûna hemûtî da jî li wan mêze nake û ewan ji gunehan paqij nake. Û şapateke dilsoz ji bona wan ra heye.
78 Û destek jî ji wan hene (di gava xwendina pirtûkê da) zimanê xwe, xaromaro dikin, ji bo ku hûn goman bikin ewa tişta, ku ewan dixûnin, ji pirtûkên (lê qe giza pirtûkê jî bi wan tune ye) ewan ji pirtûkê nînin. Û ewan dibêjin: “Evan xwundinên me, ji bal Yezdan hatîne.” Û ewa xwendina wan bi xweber jî qe li bal Yezdan ne hatine. Û ewan bi zanîn viran li ser navê Yez­dan dikin.
79 Babet nîne ji bona tu kesî ra; heke Yez­dan ji bona wî ra pirtûk û zanîna retkokî û pêxemberî dabe, paşê ewa jî ji bona merivan ra bêje: “Hûn ji yezda ra perestî nekin, ji min bi tenê ra perestî bikin.” Lê ji bona wî ra babet ev e, ku ewa ji bona me­rivan ra bêje: “Bi wan biryarên ku hûn ji pirtûkê hîn bûne û bi wan biryarên ku hûn ders didin ji bona Yezdan ra hûn bibin bendeyên xwumal e.”
80 Û ewa, fermana we nake, ku hûn firiştan û pêxemberan ji pêştirê wî, ji xwe ra bi xwedatî bigirin. Ji piştî ku hûn misilman bûne, ewa ça fermana we, bi filetîyê dike?.
81 Di gavekî da Yezdan ji pêxemberan peymanek e (aha) sitandibû; bi sond! Min ji we ra ji pirtûk û ji za­nîna retkokî daye, paşê gava ewa pêxemberê ku vê (pirtûka) bi we ra heyî dide rast dêrandinê hat, hûnê bi wî bawer bikin û hûnê arîkarêya wî bikin; hûn evê peyman litê dikin û hûn dibêjin erê; ku hûnê li ser wê paymana min e hanê herin? (Pêxemberan) gotine: “Erê (em ewê peymanê litê dikin emê li ser wê herin). Yezdan (ji wan ra aha) got: “Îdî hûn nehrevan bin, bi rastî ez jî bi we ra ji nehrevanan im.”
82 Îdî ji piştî vê peymanê, kîjan rû bizivirîne (peymanê pêk neyîne) ewan bi xweber in, ku bi rastî ji rêya rast derketine.
83 Qey ewan ji pêştirê "ol"a Yezdan (ji xwe ra hinek) "ol"ê mayî divên? Hemû kesên di ezman û di zemîn da heyî bi xweşî û nexweşî ji bona Yezdan ra xwe hispartine û ewanê hey li bal wî da bizivirin.
84 (Muhemmed!) Tu bêje: “Me bi Yezdan û bi wan biryarên, ku li ser me da hatine hinartinê û bi wan biryarên. ku li ser Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û nevyê wan da hatine hinartinê bi wan pirnûkên, ku ji bona Mûsa û Îsa û pêxemberan ji Xwedayê wan hatîye, bawer kiriye. Em di nava wan yekê da jî tu dutîretî nakên. Û me bi xweber ji, xwe ji bona (Yezdan ra) hispaniye.”
85 Û kijan ji pêştirê "ol"a (bi nav) Îslam, ji xwe ra "ol" an bivê, bira ewa bizane, ku bi rastî ji wî, ewa "ol"a nayê litê kirine. Îdî ewa bi xwe­ber jî di dan û gavê para da ji zîyangeran e.
86 Ça Yezdanê ewî komalî, ku ji wan ra beratên daveker hatibin, ewan bi wan beratan bawer kiribin û ewan şahidî dabin, ku pêxember rast in, îdî paşê ewan bi vî ra jî bibine file, bîne rêya rast? Bi rastî Yezdan komalê cewrkar nayîne rêya rast.
87 Celata wan, ev e: “Deherandina Yezdan û firiştan û kesan, hemûşk bi rastî li ser wan e.”
88 Ewan di nava deherandinê da hey dimînin. Şapat li wan sivik nabe û li wan nayê mêze kirinê (ku şapata wan bê para danê).
89 Xêncî wan merivên, ku ji piştî gunehan poşman bibin û aştî kiribin, îdî bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
90 Bi rastî ewanê ji piştî bawerêya xwe bûne file û paşê di filetîyê da jî pêş da çûne hene! Poşmanîya wan qe nayê litê kirinê û ewan bi xweber in, ku rêya rast wunda kirine.
91 Bi rastî ewanê bûne file û gava mirinê jî bi filetî mirine hene! Ji tu kesekî ji wan, wekî tijîbûna cihanê zêr jî bidin, ji bo ku ji şapatan fereste bibin, dayîna wan nayê litê kirinê (ewan cihanê tijî zêr bikin, ji bona ferestîya xwe ji agir, bidin, dîsa ewan ji şapat û ji agir feres­te nabin). Evan in. ku ji bona wan ra şapatek e dilsoz heye û ji bona wen ra qe tu arîkarî jî tune ye.
92 Bi rastî heya hûn ji wan tiştên, ku hûn ji wan hez dikin (di rêya Yezdan da) nesixurînin hûn nagehêjên qenciyan û hûn (di rêya Yezdan da) çi bisixurînin bi rastî îdî Yezdan bi wî dizane.
93 Hêj di berya ku pirtûka (bi nav) Tewrat ne hatibû hinartinê hemû xurek ji bona zarên Îsrail ra dirustbûye, ji pêştirê wan xurekên, ku Îsrail ji xwe ra li ser xwe ne dirust kirîye. (Muhemmed! Tu aha ji wan ra) bêje: “Heke hûn di gotina xwe da rast in ka pirtûka Tewratê bînin û hûn Tewratê bixunin. (Ewan dozên we ne, ku hûn dikin, ka Tewratê di mafê wan da çi gotîye?)”
94 Îdî ji piştî van kîjan li ser navê Yezdan viran bike, bi rastî ewanê cewr kirine evan bi xweber in.
95 (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Yezdan rast gotiye.” Ka îdî ewa ola (dîn) Îbrahîmê ku ji xarîye li bal rastîyê da hatîye paldanê heye! Hûn bibin peyrewê wê. Û Îbrahîm bi xweber jî ji putperestan ne bûye.
96 Bi rastî xanîyê ku ji bona (sertêdana) merivan (bi perestî) di cara yekem da (ji bona beledîya kesên li ser zemîn) hatîye danînê, ewa xanîyê bi nav (Kabe) di Mekkê da ne. (Ewa xanîya) ji bona hemûşk (kesê) cihanê ra pîroz û belede.
97 Di wura da beratên xûyayî hene, şûngeha Îbrahîm he­ye. Û kîjan bikebe wura, îdî ewa ewle dibe. Û li ser wan kesên bi hêz, ku dikarin herin wura, ji bona Yezdan sertêdana (heca) wî xanîyê bi vê nevê ye. Û kîjan xwe ji sertêdana wî bide para da (ya jî bibe file neçe wura) bira ewa îdî bizane; bi rastî Yezdan ji hemûşk gerdûnê bê perwa yê zengîn e.
98 (Muhemmed! Tu aha) bêje: “Gelî xweyê pirtûkan! Hûn çima bi beratên Yezdan dibine file? Bi rastî Yezdan ewan tiştên ka hûn dikin dibîne.”
99 (Muhemmed! Tu aha) bêje: “Gelî xweyê pirtûkan! Hûn çima rêya Yezdan ji ber wanê bawer kirine digirin ku hûn ewan bixin rêya çewt, hûn bi xweber jî dibînin (ku rêya bawergeran rast e)? Û Yezdan ji wan kirinên we bê agah nîne.”
100 Gelî ewanê bawer kirine! Heke hûn bi gotina destekî ji wanê, ku ji wan ra pirtûk hatîye bikin, ewanê we ji piştî bawerêya we, bifetilînin bixne file.
101 Û beratên Yezdan li ser we da tê­ne xwendinê û pêxemberê Yezdan jî di nava we da ne, hûnê ça dibine file?. Û kijan xwe bi Yezdan bigire, îdî bi rastî ewa li bal rêya rast da hatîye.
102 Gelî ewanê bawer kirine! Hûn wekî babetîya Yezdan, paristîya Yezdan bikin, û hûn hey li ser ola (dînê) Îslamê bimirin.
103 Û hûn hemûşk xwe bi kapê (dîn) Yezdan bigirin, ji hev belav nebin, hûn ewan qencên Yezdan e, ku li ser we heye bîra xwe bînin; hûn di gavekî da neyarê hev bûn, îdî Yezdan di dilê we da hogirî çê kir, hûn bi qencîya wî bûne birayê hev. Hûn li ser devê kortikekî agir dabûn, îdî Yezdan hûn ji wura fereste kirin (hûn file bûn, Yez­dan hûn misliman kirin). Yezdan ji bona we ra bera­tên xwe bi vî awayî vedike, hêvî heye ku hûn bi ras­tî werne rêya rast.
104 Û bira ji we komekî, ku gazî li bal kirina qencîyan û fermana bi hatina li bal rêya rast da û xwe parisandina ji sikatîyan bike, hebe. Û ewanê ferestbûyî evan bi xweber in.
105 Û hûn wekî wa­nê ku ji wan ra beratên hûzwartî hatibûye, paşê ewan ji hev belav bûne, di nava xwe da ne wekhevbûn çê kirine, nebin. Bi rastî ji bona wanê ku aha kirine şapatek e mezin heye.
106 Di wê roya ku hinek rû, sipî dibin û hinek rû jî reş dibin; ji bona wanê rûreş ra (aha) tê gotine: “Erê hûn bûn! Piştî baweryê bûne file?” De îjar îdî bi sedema filetîya xwe şapatê tam bikin.
107 Û ewanê ku di wê royê da rûyê wan si­pî bûye, îdî ewan di dilovanîya Yezdan da nin. Ewan di wê dilovanîyê da jî hey dimînin.
108 (Muhemmed!) Evanan beratên Yezdan in, ku em ewanan bi rastî ji te ra dixûnin. Yez­dan ji bona tu kesekî ra cewrê navê.
109 Û çi tiştên di ezman û di zemîn da hene hemûşk ji bona Yezdan ra ne. Hemû bûyer li bal Yezdan da difetilin.
110 Hûn (gelî misilman!) qençtirê koman in, ku ji bona merivan ra hatine derxistinê, hûn fermana (bikirina) qencîyan û (bi xwe parisandina) ji sikatîyan dikin û hûn bi Yezdan jî bawer dikin. Û heke xweyê pirtûkan bawer kiribûnan wê ji bona wan ra çêtir bûya. Ji xweyê pirtûkan hinekî bawer kirine hene, lê pirê wan ji rêya rast derketine.
111 Ewan ji pêştirê cefadanê tu zîyanê nadine we. Heke ewan bi we ra qirîn bikin jî dîsa pişta xwa didine we, para da direvin. Paşê ewan nayêne arîkarkirinê jî.
112 Ewan li ku dibin bi­ra bibin hey li ser wanan riswatî û pintîtî hatîye vegirtinê. Ji xêncî heke ewan xwe bi kapê (dîn) Yezdan bigirin û ewletîya ji kesan (bi dana, bac û bi sixwurandina malê xwe di rêya Yezdan da ji bona hewcan ra) hildin û ewan bi rastî babetê xeşma Yezdan bûne, ku li ser wan riswatî û pintîtî hatiye vegirtinê. Evan şapatan bi sedema ku ewanan bi beratên Yezdan bûne file û bi se­dema ku ewanan bê mafî pêxember dikuştin, bi wan da hatîye. Evan şapatan bi se­dema gunahkarêya wan bi wan da hatîye. Û ewan şixwa ji tuxûbê xwe diborî bûne.
113 Ewan (xweyê pirtûkan hemûşk) wek hev nînin; ji wanan hinek hene, ku di şevê da radibin (perestîya Yezdan dikin) bi kundetî beratên Yezdan dixûnin (hew dikin).
114 Ewanan bi Yezdan û bi ro û danê pa­ra da bawer dikin û ewanan fermana (kesan) bi qencîyan û (xwe parisdana wan) ji sikatîyan dikin. Ewanan ji bona kirina qencîyan lez di­kin û şixwa ewane bi van salixan in, ku bûne ji aştîkaran.
115 Û ewan ji qencîyan çi bikin bi rastî îdî ewan ji wê qencîyê bê par nabin. Yezdan bi xweber jî bi rastî bi parisvanan dizane.
116 Ewanê bûne file hene! Bi rastî mal û zarê wan, ewan (ji şapata) Yezdan bi tu awayî nadine paradanê û hevrînê agir evan in. Evanan di agir da heymanok in.
117 Temtêla wan (merivê), ku malê xwe di jîna vê cihanê da disixurînin wekî temtêla wî bayê qerimanok e, ça ewî li çandinîyê wî komalê ku li xwe cewr kirine xistîye. Îdî (ewî bayî ewa çandinîya şexte kirîye) hemûşk şewitandîye. (Tiştek ne maye, ji wî ra jî di danê para da tu qencî namîne.) Yezdan li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine.
118 Gelî bawergeran! Hûn ji pêştirê xwe ne (bawerger) ji xwe ra yaran negirin, ji bo ku ewan we di armancê we da çewt nekin. Ewanan ji bona cefadan û tevhevkirina we, qe xwe nadine para da. Ewan ji wan tiştên ku tengasî û kêmayî ji bona we ra çê bikin, hez dikin. Bi sond! Di devê wan (file û putperest, û du rûyan da) xeşm xûya bûye û ewan tiştên, ku ewan di hemberê we da di singê xwe da vedişerin, hêj meztir in. Bi rastî heke hûn (bi ponijandin) hiş hildin me ji bona we ra berate vekirine.
119 Hûn (gelî bawergeran!) ew meriv in, ku hûn ji wan (merivên ji pêştirê xwe jî) hez dikin, lê ewan ji we hez nakin û hûn bi hemûşk pirtûkan bawer dikin, lê ewan di gava rastî we hatine, gotine: “Em bawer dikin” û ewan di gava bi tenê dibin, ewan ji hêrsan tilîyên xwe ji ser wê digezin; (gelo emê çawa ji van fereste bin? diponijin û ji hev ra dibêjen. Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Hûn ji hêrsa xwe bimirin.” Bi rastî Yezdan bi wan tiştên di singa da verşartî dizane.
120 Heke qencîyek bi we da hatibe, hatina wê qencîyê ewan sik dike û heke şixwa sikatîyek bi we da hatibe ewan bi hatina wî şa dibin. Û heke hûn di hem­berê wan da hew bikin û hûn xwedaparizî bikin, xaxê wan bi tu tiştî ji we ra zîyan nake. Bi rastî Yezdan ewan tiştên, ku ewan di hemberê we da dikin, hildaye binê zanîna xwe.
121 Û di gava (Muhemmed!) tu di sibê zû da ji mala xwe derketî, te ewan merivên bawerger ji bona qirînê bi cîh kirin. Şixwa Yezdan bi xweber jî bihîstokê zana ye.
122 Di wê gavê da du destan ji we van, ku ji hev belav bibin (bi sedema ku ewan çav dabûne wan durûyê revoker). Yezdan bi xweber jî serokê wan herdu des­tan bû. Gelî bawergeran! Hûn hey xwe hispêrne Yezdan.
123 Û bi sond! Hûn di (qirîna) Bedrê da hindik bûn jî Yezdan arîkarêya we kiribû (we neyarê xwe sernegûn kirin). Îdî hûn parizîya Yezdan bikin. Bi rastî hêvî heye, ku hûn bi vî awayî sipasîyê (Yezdan) bikin.
124 Di wê gavê da (te) ji bona wanê bawer kirine, digot: “Qey kû Yezdan bi sê hezar firiştên xuroşokên hinartî, arîkarêya we bike hêj têra we nake?”
125 Erê! Bi rastî heke hûn (di kozîkê xwe da) hew bikin û hûn xwedaparizî bikin û ewan neyaran jî bi vê hêza xwe, êrişê bînin li ser we da, Xwedayê weyê bi pênc hezar firiştên bi nav û deng arîkarêya we bike.
126 Û Yezdan eva arîkarêya hanê hey ji bona ku bibe mizgîn ji bona we ra, ku hûnê di hembere neyarê xwe da serfirazbin û ji bo ku dilê we jî bi wê arîkarîyê bi cî bibe, kirîye. Û arîkarkirin bi xwe ber jî hey ji Yezdanê servehatê bijejke ye.
127 (Û Yezdan eva arîkarî kiriye) Ji bo ku ewan (firiştan) alîyekî wan filan jê bikin, ya jî ewan (firiştan) van filan şepirze bikin, îdî (ku ewan filan) para da bizivirin (sernegûn bibin).
128 Heke Yezdan ewan şapat bike, ya jî poşmanîya wan ji kirina wan litê bike, ji bona te ra (di vê bûyerê da) tu pişk tune ye. Bi rastî îdî ewan cewrkar in.
129 Hemûşk tiştên di ezman û zemîn da heyî ji bona Yezdan ra nin. Yezdan kîjanî bivê ewî dibaxişîne û (ji bona kî ra jî şapatê bivê) ewî şapat dike. Yezdan baxişkarê dilovîn e.
130 Gelî ewanê bawer kirine! Hûn (malê hev di nava hev da) bi serdapayî (ribatî) bi peyweste nexun. (Hûn serdapatî bi peywestî nexun, bi vî awayî îdî ji yekê, ya jî di cara yekem da heya care bê paşî hemûşk nexun). Û hûn yezdanparisî bikin bi rastî hêvî heye ku hûn fereste bibin.
131 Û hûn (gelî bawergeran!) xwe ji wî agirê, ku ji bona filan ra hatîye amadekirinê biparisîninin.
132 Û hûn (gelî bawergeran!) bi gotina Yezdan û Pêxember bikin, bi rastî hêvî heye ku hûn bêne dilovîn kirinê.
133 Û hûn (gelî bawergeran!) li bal baxişandina ji Xwedayê xwe da û li bal wê bihişta, ku firetiya wê wekî ezman û zemîn e, ku ewa jî ji bona xwedaparisan hatiye amadekirinê, lez bikin.
134 Ewan (xwedaparis) ew in, ku di tengasî û firaqetîyê da malê xwe ji bona hewcan ra disixurînin û di gava hêrs hatinê da jî hêrsa xwe digirin û sikatîyên merivan dibaxişînin. Û Yezdan jî şixwa ji qencîkaran hez dike.
135 Ewan xwedaparisan di gava kirinek e maştoqî kiribin û ya jî li xwe cevr kiribin, îdî hema Yezdan bîra xwe tînin û lavaya baxişandina gunehên xwe dikin. Û ji pêştirê Yezdan kîjan gunehan dibaxişîne? Ewan li ser wan kirinê xwe jî bi zanîn înçê bi peywestî nakin.
136 (Ji bona) vanan, xelata wan ji Xwedayê wan baxişandin û bihiştên, ku dibinê wan da çem dikişin heye. Ewanan di wan bihiştan da jî hermanok in. Çi qa qence, xelata karkerê qencîyan!
137 (Gelî bawerge­ran!) Bi sond! Di berya we da hinek rê û rêçik û biryar hatine, borîne. Îdî hûn di zemîn da bigerin, ka paşîya wanê vir dikiribûne, ça bûye?
138 Eva (Qur’ana bi wan beratên borî va) ji bo­na hemû merivan huzwartine û ji bona xwedaparisan beled û şîretek e.
139 Û hûn (gelî bawergeran!) sist ne bin û murûzê xwe nekin, heke we bi rastî bawer kiribe bi rastî hûnê bi serfirazî ewan sernegûn bikin.
140 Heke birîndaryek (di qirîna Uhudê da) bi we girtibe, bi rastî birîndaryek e wekî wê (di qirîna Bedrê da) bi wî komalî girtibû. Û evan royanin em di nava merivan da dixne dor, ji bo ku Yezdan ewanê bi rastî bawer kiribin bizane û ji we şahidan bigire. Bi rastî Yezdan ji cevrkaran hez nake.
141 Û ji bo ku Yezdan ewanê bawer kirine (ji gunehan) bi malîne û (Yezdan) ewanê file jî (bi gunehên wan va) biherçiqine.
142 Qey hûn goman dikin, ku hûnê herne bihiştê Yezdan jî qe bi wan merivên ji we ne, ku di rêya Yezdan da tekoşîn kiribin û bi wan me­rivên ji we ne, ku di hembere aşîtan da hew kiribin, nizanbe?
143 Û bi sond! Di gava hêj hûn rastî mirine ne hatibûn, we dilxwazîya mirinê dikirin. Îdî bi rastî we mirin dît hûn zoq mane lê mêze dikin.
144 Û Muhemmed! Hey pêxemberêk e, di berêya wî da pêxember hatine çûne. Qey di gava (Mu­hemmed) bimire, ya jî bê kuştine, hûnê para da bizivirin? Îdî kîjan para da bizivire ewa tu zîyanê nade Yezdan. Bi ras­tî Yazdanê sipaskaran xelat bike.
145 Bê destûra Yezdan tu kes namire! Û kî­jan qencên cîhanê bivê, emê ji wan qencên cîhanê bidine wî û kîjan jî qencên dan û gavê para da bivê, emê ji wan qencên danê para da bidine wî. Û bi rastî emê sipaskaran xelat bikin.
146 Çi qas pêxember hebûne, ku pir zanan jî bi wan (pêxemberan va) di hemberê neyaran da qirîn kirine. Ewanan (bi sedema wan tiştên, ku di rêya Yezdan da hatiye serê wan), îdî sist ne bêne bê hêz û pintî û stûxwarî nekirine. Şixwa Yezdan bi xweber jî ji hevkeran hez dike.
147 Axiftina wan zanan hey eva bûye û gotine: “Xwedayê me! Tu ji bona me ra gunehên me û ewan dest belavînê me bibaxişîne û (Xweda! Tu) pê me di hemberê neyaran da bi cî bike û tu arîkarêya me li ser komalê file bike.”
148 Îdî Yezdan ji wan ra qencên cîhanî û tîtalê qencên dan û gavê para da daye. Şix­wa Yezdan bi xweber jî ji qencîkaran hez dike.
149 Gelî bawergeran! Heke hûn bi gotinên wanê file bikin, ewan filanê wê we para da bizivirînin, îdî hûnê bibine ji wanê zîyankar.
150 Na, (hûn bi gotina wan nekin) lê hûn bi gotina Yezdanê serkarê xwe bikin. Ewa Yezdana qencê arîkara ne.
151 Bi rastî emî bi sedema wan tiştên, ku filan ewan tiştan dixistine hevrî ji bona Yezdan ra, qe tu hêz û berate ji bona hevrîtîya wan ra ne hatibûye hinartinê jî, tirsê bavêjine dilê wan (filan) û êwra wan (filan) agir e. Şûnwarê cevrkaran çi qasik e!
152 Bi sond! Di gava we neyarên xwe bi destûra Yezdan (xistibûne pêşîya xwe) dişkênandin, hûr dikirin. Yezdan ewa peymana xweyê, ku (bi servahatina we) dabû, pêk aniye. Lê ji piştî ku Yezdan ewa servehatine we ji hezdikirin bi we dabû xûyandinê, divê gavê da hûn rabûn ji hev belav bûn; we di mafê bûyerê da bi hev ra tekoşîn dikirin û we (guhdarêya fermana kesî nekir) hûn di hemberê wan fermana da dihatin; hineka ji we cîhan divan û hinekên ji we jî dan û gavê para divan. Paşê Yezdan hûn ji wan neyaran dane zivirandinê (hûn ji ber neya­ran para da revîyan). ji bo ku Yezdan we biceribîne eva bûyera hanê bi serê we da anîye. Û bi sond! (ji piştî poşmanîya we, ji wan kirine we) Yezdan hûn baxişandine. Şixwa Yezdan ji bona bawergeran xweyê rûmeta tîtal e.
153 Di wê gava, ku hûn para da direvîyan hûn ne dizivirîn we li tu kesî mêze ne dikir û pêxember jî gazî we dikir, ji bo ku hûn li pey xwe da bizivirin, îdî ji bo ku hûn li ser wan tiştên borî û ji bona wî tişta bi serê we da hatiye, murûz nebin Yezdan kovan bi ser kovanan bi we da anî. Şixwa Yezdan bi xweber jî bi wan tiştên ku hûn dikin agahdar e.
154 Paşê Yezdan li ser we da ji piştî kovanan, ewletîyek e wusa hinartiye, ku destekî ji we dihênijîn; haja wan (îdî ji qirînê ne mabûye) û destek jî îdî ketibûne derdê xwe; ewanan bê mafî wekî gomana nezanan ji Yezdan goman dikirin, digotin: “Qe ji bona me ra jî di vê bûyera (qirînê da) ramanek heye?” (Muhemmed! tu ji bona wan ra aha) bêje: “Şixwa bûyera qirîne hemûşk jî ramana Yezdan e.” Ewanan ji bona te ra ewê tişta ku di singe xwe da vedişêrin venakin, ewanan dibêjin: “Heke ji bona me ra (ji qirînê) ramanek hebûya, em di vira da ne dihatine kuştinê.” (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “He­ke hûn di xanîyên xwe da bûna jî, dîsa ewanê ku kuştina wan hatiye nivîsandinê, wê ji xanîyê xwe derketina bihatina şûna welgerandina xweyên hanê, bi hatina kuştine.” Yezdan ji bo ku ewê tişta di sîngê we da heyî biceribîne û ji bo ku dilê we parzin bike, tişta di dilê we da heyî derxe, eva aşîta bi we da aniye. Şixwa Yezdan bi xweber jî bi tişta di singa da heyî dizane.
155 Bi rastî ewanê ku di roya herdu komên neyar rastî hev hatine, hûn hîştine para da revîyane, hene! Bi sedema hinek kedên ku ewan kiribûne, pelîd pê wan şimitandiye, ewan ji rêya rast derxistiye. (Îdî ji piştî poşmanîya wan) bi rastî Yezdan ewan baxişandine. Bi rastî Yez­dan baxişkarê mulahîm e.
156 Gelî ewanê ku we bawer kiriye! Hûn jî wekî wan fileyên, ku ji bona birayên xweyên; gava di rêkî da çûbûnan, ya jî çûbûna qirînê, bi hatina kuştinê, ya jî bimiranan (aha) gotine: “Heke ewan li bal me bûnan, îdî ewan ne dimirîn û ne jî dihatin kuştinê” nebêjin. Yezdan ji bona ku di dilê wan da bixe kul û kovan, evê gotine hanê ewan dibêjin. Bi rastî Yezdan bi xweber e; dijît û dimirîne. Şix­wa Yezdan bi xweber jî tişta hûn dikin, dibîne.
157 Û bi rastî heke hûn di rêya Yezdan da bêne kuştinê, ya jî bimirin (ji bona we ra) ewa baxişandina ji Yezdan û dilovanîye wî, ji wan tiştên (ku ewan di jîna cîhanê da) dicivînin, çêtir e.
158 Bi sond! Heke hûn bimirin, ya jî bêne kuştinê hûnê hey li bal Yezdan da bêne civandinê.
159 Bi sedema dilovanîya ji Yezdan (ku dabû te) îdî (Muhemmed!) tu ji bona wan ra nerm bûyî. Û heke (Muhemmed! Tu merivekî dil) hişk bibûyaî, ewanê ji dora te biherikîyan (biçûnan). Îdî tu ewan (sikatîne wan) bibaxişîne û tu ji bona (baxişandina) gunehên wan lava bike. Û tu di bûyeran da, bi wan ra biponije (muşawere bike). Lê di gava te cada tiştekî kir, îdî tu xwe hispêre Yezdan. Bi rastî Yezdan ji histpêrekan hez dike.
160 Heke Yezdan arîkarîya we bike, îdî tu sernegûnî ji bona we ra tune ye. Û heke Yezdan we sernegûn bike, gelo ji piştî Yezdan, ke­sê arîkarîya we bike, heye? Gelî bawergeran! Îdî hûn xwe hispêrên Yezdan.
161 Babetê tu pêxemberî nîne, ku bi dexelî (malê şorê veşêre û di ewletîya xwe da dexelî bi­ke) û kîjan dexelîyan bike (malê şorê veşêre) di roya rabûna hemûtî da ewa meriva bi dexelîya xwe va tê civînê. Paşê ji bona hemûşkan ra jî keda ewan kiriye bê cevrkirin ji wan ra tê dayînê.
162 Qe ewanê dibine peyrewê qayilbûna Yezdan wekî wanê, ku rastê xeşma Yezdan hatine, dibin? Şûna evê ku rastê xeşma Yezdan hatîye, doj e. Doj çi qa şûnek e sike!
163 (Na, ewan wekî hev nabin) ewanan li bal Yezdan parpar in. Şixwa Yezdan bi xwaber jî tişta ewan dikin, dibîne.
164 Bi sond! Ji ber ku Yez­dan di (nava bawergeran da) ji wan pêxemberek şandiye ewa (pêxembera jî ji bona wan bawergeran) beratên Yez­dan dixune û, ewan ji gunehan paqij dike û ewan hînê xwendina pirtuk û zanîna retkokî dike, bi wan bawerge­ran qencî kiriye. Û lê ewan (bawergeran) di berê da di rê wundabûnek e xûya da bûne!
165 Qey, di gava ku bi we da (di qirîna Uhûdê da heftê meriv ji we hatiye kuştinê) aşîtek hatiye, we bi xweber jî ducarî wê aşîta bi we da hatî, bi wan da aşît anîye (di qirîna Bedrê da we heftê mêrê wan kuştibû ê heftê jî ze­bûn kiribûn) hûn dibêjin: “(gava Xweda û Pêxember bi me ra nin) ka eva aşîta hanê ji kur da bi serê me da hat?” (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Ewa aşîta ji we, bi we da hatiye.” Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan bi hêz e.
166 Û çi tişta di roya herdu deste rastî hev hatine, li serê we da hatiye: ewa hey bi destûra Yezdan bûye. Ji bona ewa bi bawergeran bizane (ku temtêla wan hey hewdan e).
167 Û ji bo ku ewa bi wanê durû jî bizane (ka temtêla wan çiye). Ji bona wanê durûtî dikin, tê goti­nê: “Hûn werin di rêya Yezdan da qirîn bikin, ya jî parisvanî bikin.” Ewan (aha) gotine: “Heke me bi qirînê bizaniya, ya jî me bizaniya we qirînekî çê be, bi rastî emê bibûna peyrewên we.” Ewan di wê royê da ji bawerîyê pirtir, nêzîkê bal filetîyê bûne. Ewan bi devê xwe, tişta qe di dilê wan da tune ye dibêjin. Yezdan bi tişta ku ewan vedişerin, ji wan çêtir dizane.
168 Ewan rûniştine û ji bona biranê xwe ra jî (aha) gotine: “He­ke ewan biranê me bi gotina me bikirinan, ewan ne dihatine kuştinê.” (Muhemmed! Tu ji bona wan ra) bêje: “Heke hûn di gotina xwe da rast in, îdî hûn mirinê ji xwe bidin paradanê.”
169 Û hûn goman nekin, ku ewan merivên di rêya Yezdan da hatine kuştinê, mirîne, 1ê ewan dijîn, li bal Xwedayê xwe jî têne rozî dayînê.
170 Ewanan bi wan qencên, ku Yezdan ji rûmeta xwe daye wan şadoke ne. Ewanan ji bona wanê ku li pey wan mane hêj ne gihîştine wan, mizgînî didin, ku bi rastî li ser wan tu tirsa (şapatdanê) û murûzîya (ji kêm xelatîyê) tune ye.
171 Ewanan bi wan qencî û rûmetê ji Yezdan, ku ji wan ra hatîye şa dibin û mizgînê didin, ku bi rastî Yezdan kirya bawergeran wunda nake.
172 Ewan (bawergeran ew kesên) ku ji piştî (di qirînê da) birîndar bûne jî, ji bona Yezdan û pêxember ra pisyar dane (gava pêxember ewan gazî li bal peyçûna Qureyşîyan kirine, ewan heftê hevalên birîndar, rabûne bi Pêxember ra dane pey Qureyşîyan, ji piştî qirîna bi nav Uhûdê, navê vê qirînê Hamray Esed bûye). Hêj ji bona wan kesên ji wan, ku qencî kirine û xwedaparizî kirine kirênên mezin hene.
173 Ewan (bawergeran ew kesên) ku gawa merivan ji bona wan ra gotine: “Bi rastî merivên (neyarên we) civiyane ji bona, bi we ra qirîn bikin, îdî hûn jî ji wan bitir­sin.” Evê mijûlîya hanê, bawerîya wan pir kirîye, ewan (aha jî) gotine: “Yezdan besî me ye û Yezdan çi serkarekî qenc e!
174 Îdî ewanê bawer kirine para da bi qencî û bi rûmeta ji Yezdan fetilîne qe tu sikatî jî bi wan da ne hatîye (ewanan hêj di kirîn û firotanan da kar kirine). Ewan bûne peyrewê qayîlbûna ji Yezdan. Şixwa Yezdan bi xweber jî xweyê rûmetek e mezin e.
175 Bi rastî evan tirsdanê hanênan ji pelîd in. Pelîd we bi dostên xwe, dide tirsandinê. Îdî heke we bi rastî bawer kiribe hûn ji wan netirsin, hey ji min bitirsin.
176 Û bira ewa berhevdana wan ji bona filetîyê (ka kîjan ji wan ji bona filetîyê zûtir xebatê dike) te nede mirûz kirinê. Bi rastî ewana qe bi tu tiştî zîyanê nadine Yezdan. Yezdan divê ku ji bona wan ra di dan û gavê para da tu paran nede û ji bona wan ra şapatek e mezin heye.
177 Bi rastî ewanê filetî, bi baweryê kirîne hene! Ewanên bi tu tiştî zîyana Yezdan nakin û ji bona wan ra şapatek e dilsoz heye.
178 Û bira ewanê bûne fi­le goman nekin, ku me ji bona wan ra bên daye (şapatdana wan hinekî para daye) eva bêndana hanê ji bona wan ra qenc e. Em ji bona wan ra bên didin, ji bo ku ewan hêj gunehan pir bikin û ji bona wan ra şapatek e sernegûnî heye.
179 (Muhemmed!) Yez­dan bawergeran li ser vê temtêla hûn têda nin, nahêle. Ji bona ku qencan ji xiraban parzin bike (Yezdan sedemên wusa diafirîne qe haja we pê tune ye).Û Yezdan we hemûşkan agahdarî li ser wan tiştên ne berçavî, nake. Lê Yezdan ji pêxemberên xwe ji bona kîjanî ra bivê ewî agahdarê li ser wan tiştên ne berçavî, dike. Îdîm hûn bi Yezdan û bi pêxemberên wî bawer bikin. Û hûn heke bawer bikin û xwe parisandina (ji gunehan bikin) îdî ji bona we ra karek e mezin heye.
180 Û bira ewanê di wan tiştên, ku Yezdan ji rûmeta xwe ji bona wan ra daye timatîye dikin, goman nekin ku eva malê (mîratê) ji bona wan ra qencî ye, lê ewa mala ji bona wan ra xirabî ye. Di roya rabûna hemû da ewanê bi wê tişta, ku ewan bi wî dexesî dikirin wê bêne xelêfkirinê. Û şixwe mîrata ezman û zemîn hey ji bona Yezdan ra ne. Yezdan bi xweber jî bi tişta ku hûn dikin agahdar e.
181 Bi sond! Yezdan gotina wanê, ku gotibûne: “Bi rastî Yezdan xezan e û em bi xweber jî zengîn in,” bihîstîye. Bi rastî ewa tişta ku wan gotibûye û kuştina pêxemberan, ku ewan bê mafî pêxember dikuştin, emê binivîsin û emê ji wan ra bejin: “Ka îdî hûn şapata şewitok çeşne bikin.”
182 Eva (şapata hanê) bi sedema wan tiştên ku destê we di berê da kiribûye (ji bona xwe ra bi pêşkoçî şandiye, bi serê we da hatiye.” Heke wusa nebe) şixwa bi rastî Yezdan ji bona bendan ra cevrkar nîne.
183 Ewan ew meriv in, ku gotine: “Bi rastî Yezdan ji bona me ra peyman daye, ku em bi tu pêxemberi bawer nekin, heya ewa pêxembera ji bona me ra ewê gorîya (qurban) ku agir ewê bixwe, neyne.” (Muhemmed! tu ji wan ra) beje: “Bi sond! Ewan pêxemberên berya min da, beratên daveker û eva go­tina waye hanê ji bona we ra anîbûn, heke hûn di gotina xwe da rast in, îdî we çima ewan pêxemberan kuştibûn?”
184 Îdî heke ewan (Mu­hemmed! Te bi van dozên hanêvan) bidnie derewdêrandinê, bi sond! Ewan pêxemberên berya te da jî ku bi beratên daveker va û bi wan rûperên retkokî û bi wan pirtûkên ronahîger va hatibûne, dîsa hatine derewdêrandinê.
185 Hemû candarê we mirinê çeşne bikin. Û bi rastî kirya weyê di roya rabûna hemûtî da bê kemayî wê ji bona we ra bê dayînê. Îdî kîjan ji agir bê dûrxistinê di bihiştê da bê xistinê, bi sond! Îdî ewa fereste bûye. Û jîna cîhanê şixwa ji pêştirî xemla xapanokan tu tişt nîne.
186 Bi sond! Hûnê di mal û canê xwe da bêne ceribandinê û hûnê ji wan merivên berîya xwe da, ku ji wan ra pirtûk hatiye dayînê û ji wan merivên, ku hevrîyan çê dikin, pir axiftine rexne bibihên. Heke hûn di hemberê wan da hew bi­kin, û hûn xwe parisîya ji gunehan bikin, îdî hûn (bizanin!) bi rastî ewan bûyerên (ku kirina wan) hêca ne hene! Evan ji wan in.
187 Û di gavekî da Yezdan ji wanê, ku ji wan ra pirtûk hatiye dayînê peyman hildabûye; bi rasti hûnê ewê pirtûkê ji bona merivan ra bi vekirî bêjin û hûn ewê pirtûkê venaşêrin. (Lê ewan ewa peymana dabûne Yezdan pêk ne anîbûne) ewan, ewa peymana avêtibûne pişta xwe. Îdî ewan, ewa peymana bi pereki hindik firotine. Çika sike tişta ewan firotine!
188 Ewan merivên, ku bi mal û bi wan tiştên ji wan ra hatîye dayînê dilşa dibin û ewan hez dikin ku pesnê wan, bi wan tiştên qe ewan ne kiribin jî bê dayînê, hene! (Muhemmed) tu goman neke ku ewanê, wê ji şapatan fereste bibin: Ji bona wan ra şapatek e dilsoz heye!
189 Û seroktî û maldarîya ezman û zemîn ji bona Yezdan ra ne. Şixwa Yezdan bi xweber jî li ser hemû tiştan bi hêz e.
190 Bi rastî di aferandina ezman û zemîn da û di ne wekhevbûna şev û royan da (di kurtayî û di dirêjaya wan da; yek ji wan kurt dibe ya dinê dirêj dibe) ji bo­na xweyê hişan berate hene.
191 Xweyê hiş ew in, ku li pîya û li rûniştî û li ser kêlekê xwe dirêj kirî, Yezdan tînine bîra xwe û ewan xweyê hişan di aferandina ezman û zemîn da, bi ramanî diponijin (dibêjin): “Xwedayê me! Te evan bi pûçî ne aferandîne. Em te ji kêmaîyan û (ji aferandina pûç) paqij dikin, îdî tu me ji şapata agir biparisîne”
192 Xwedayê me! Bi rastî tu kîjanî bixî agir, îdî bi sond! Te ewa ruswa kiriye. Û ji bona cevrkaran ra qe tu arîkarî tune ye.
193 Xwedayê me! Bi rastî me bihîstiye, ku yek ji bona bawerkirinê gazî dike (û dibêje): “Hûn bi Xwedayê xwe bawer bikin.” Îdî me jî heman bawer kiriye. Xwedayê me! Îdî tu ji bona me ra gunehên me bibexişîne û tu sikatîne me, ji me rake û tu can û (xelatên me bi) wanên qencîkar ra bide û bistîne.”
194 Xwedayê me! Te çi ji bona me ra, li pêxemberên xwe da peyman daye, îdî tu ewî ji bo­na me ra bide û tu di roya rabûna hemûtî da me ruswa neke. Bi rastî tu ji peymana xweye dayî poşman nabî.
195 Îdî Xwedayê wan ji bona wan ra pisyar daye (gotiye): “Bi rastî ez keda tu kesê kedkarên ji we, çi mêr û çi jin be, wunda nakim. Hûn (gelî kesan! Hemû jî) ji hev in.” Îdî ewan merivên ku koç kirine û ji welatê wan ewan hatine derxistinê û ewanê di rêya min da hatine cefadanê û qirîn kirine û bi wan ra qirîn hatiye kirinê, hene! Bi rastî ezê ji wan, sikatîne wan rakim û ezê ewanan bixime wan bihiştên, ku di binê wan da çem dikişin. (Eva xelata hanê) hey qencîyek e ji Yezdanê (ji wan ra tê dayîne). Şixwe li bal Yezdan bi xweber jî rindê qencîyan heye.
196 Gera wan filan bi xweşî, di welat û bajaran da bira te nexapîne.
197 Eva benga wan, jînek e hindik e. Êwra wanê paşîyê doj e. (Ewa doja) çi qa hêlanek e sike!
198 Lê ewanê parîsîya Xwedayê xwe kirine, hene! Ji bona wan ra ewa bihişta, ku di binê wê da çem dikişin heye. Ewanan di wê bihiştê da hermanok in. Ewanan li bal Yezdan têne mexzûvan kirinê. Û çi tişta li bal Yezdan heye, ewa ji bona qencîkaran ra çêtir e.
199 Û bi rastî destekî ji xweyê pirtûkan hene, ku bi Yezdan bawer dikin û bi wê (pirtûka) li bal we da hatiye hinartinê û bi wan (biryarên) li bal wan da hatine hinartinê, bawer dikin. Ewanan ji bona Yezdan xwe bi tirs nişîv dikin, ewanan beratên Yezdan bi perekî bindik nafiroşin. Eva desta bi van salixan hene! Ji bona wan ra li bal Xwedayê wan xelat û kirêya wan heye. Bi rastî Yezdan hijmaran zû dike.
200 Gelî ewanê ku we bawer kiriye! Hûn hew bikin û hûn ji neyarên xwe pirtir hew bikin û hûn di hemberê neyaran da bi hevra bin û hûn Yezdan parisî bikin. Bi rastî hêvî heye ku hûn bi vî awayî fereste bin.