30

1 E.L.M. (Arşa van tîpên ji hevçûî her Yezdan dizane).
2 (Komalê) Rûmê (di hemberê îranîyan da) sernugûn bûn.
3 Di zemînê nêzîkê (ereban da) ewan (rûmîyan) wê ji piştê sernugûnîya xwe, di nêzîk da serva werin.
4 Ewa (servahatina wan, di van) çend salê (para da tên wê bibe). Ferman; di pêş û paş da jî hey ji bona Yezdan ra ne. Di wê roya (servahatina rûmîyan) we bawerkerê şa bibin.
5 (Bawerker) bi arîkirina Yezdan (şa dibin). Yez­dan (ji bo) kîjanî ra bivê, arîkarya wî dike. Şixwa Yezdan bi xweber jî servahatê dilovîn e.
6 (Eva servahatina rûmîyan) peymana Yezdan e. Yezdan ji peymana xwe para nakebe, Û lê pirê kesan bi vî nizanin.
7 (Meriv) ji cîhanê hey jîna xwûyaî dizanin. Ewan bi xweber jî ji (jîna) para da bê guman in.
8 Ma qey ewan di nava xwe da raman nakin, ku Yezdan ezman û zemîn û çi tiştê di nava wan herdukan da heyî, hey bi mafî afirandîye û (ji bona hebûna wan jî) danekî navdaî gerandîye? Lê pirê ji kesan (di danê para da) bi rast ha­tina Xudayê xwe bawer nakin.
9 Ma qey ewan di zemîn da nagerin, ku mêze bikin ka encama wanê berya wan da borî ça bûye? (Ewanê berya wan da hebûne) hêj ji wanê naha bi hêztir bûne. Loma ewan di zemîn da (cuhê avan û karxaneyên madenan bi vekirî ava kirine û zevî çandine û dar çikandine) û xênîyî ji van çêtir ava kiribûne. Saîyên wan jî bi beratên hizwartî va hatibûne bal wan (ewan jî wekî wê bi gotina wan saîyan ne dikiribûne. Yezdan ji bona wan ra şapat daye). Îdî Yezdan li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine.
10 Paşê ewanê sîkatî kirine hene! Bi sedema ku ewan beratên Yezdan dida­ne derewdêrandinê û bi wan beratan tinaz dikiribûne, şû­na wan sikê şûnan e.
11 Di cara yekem da Yezdan afirandin çê kirîye, paşê (ji piştî mirinê Yezdan) ewan radike, paşê hûnê li bal wî da bêne fetilandinê.
12 Di roya, ku hemî radibin; gonehkar bê deng şûna xwe da dimînin.
13 Ji bona wan (gonehkaran) ji wan hevrîyên, ku ewan (ji bona Yezdan ra çê dikin) qe tu mehderî çênabe. Ewan (di wê gavê da) bi wan hevrîyan dibine file.
14 Di roya ku hemî radibin, di wê royî da (bawerker û file) ji hev radiqetin.
15 Îdî ewanê bawer kirine û karê aştî kiri­ne hene! Ewanan di bihişta (gul û sosinan da) berxwudar dibin.
16 Lê ewanê bûne file û beratê û rasthatina para da dane derewdêrandinê hene! Evan jî di şapatê da têne amadekirinê.
17 Îdî di gava evar û sibehe da (hûn) Yez­dan (ji kemaîyan) paqij bikin.
18 Di ezman û zemîn da hemî sipazî ji bona wî ra ne. Di êvar û di gava hûn dikebine nîvro da jî.
19 (Yezdan) zindîyan ji mirîyan derdixe û mirîyan jî ji zindîyan derdixe û ji piştî mirin û (hişkaya) zemîn, dîsa zemîn jî zende dike. Hûn jî (gelî merivan!) wusa (bi mirin û zendetî ji hev) derdikebin.
20 Ji berate (şîn û hez û hebûna Yezdan e, ku ewî hûn) ji xwelîyê afirandine, paşê di gavekî da hûn bûne meriv (li ser zemîn) belav bûne.
21 Û ji beratên (şîn û hez û hebûna Yezdan e, ku ewî) ji bona we ra, ji we bi xweber zone we afirandîye. Ewî di nava we (zoyan da) hezkirin çê kirîye, ji bo ku hûn li bal hev hew bikin. Bi rastî di ­van (afirandinan da) ji bona komalên raman dikin berateên (derhoze) hene.
22 Û afirandina ezman û zemîn û ne wekhevbûna ziman û rengên we bi (xweber jî) beratên (şîn û hêz û hebû­na Yezdan in). Ji bona zanan (û cîhanê) di van (kirinan da) beratên (derhoze) hene.
23 Û nivîstina we ye di şevan da û (xwastina we ye, ku hûn) ji rûmeta wî rojî û jînê di royê da dixwazin, beratên (şîn û hêz û hebûna Yezdan in). Bi rastî ji bona komalên dibêhên, di van da beratên (derhoze) hene.
24 Û avêtina berqetavê, ku (Yezdan) berqatavê bi tirsa (ji teyrokê) û dilxwazîya (şilî barandinê) bi we dide dîtinê, beratên (şîn û hêz û hebûna Yezdan e). Ewa ji ezmanan aveke wusa dihênirîne, îdî ji piştî mirin û (hişkaya zemîn) Yezdan ewî ( zemînî bi wê avê zende dike. Bi rastî ji bona wan komalên, ku hişê xwe dixebitînin di van da beratên (derhoze) hene.
25 Ji beratên (şîn û hêz û hebûna Yezdan e) ku ezman û zemîn bi fermana wî bi hewyaî mane. Paşê gava carekî bi tenê ewa gazî we dike, hûn ji zemîn nişke va (bi zendetî) derdikebin.
26 Çi kesên di ezman û zemîn da hene! Hemî ji bona Yezdan ra ne. Hemî jî ji bona wî ra sitûxar in.
27 Ewê di cara yekem da heyî afirandine heye! Ewa (Yezdan) bi xweber e paşê ewa ewê (afirandina xwe) difetilîne hêj nû da diafirîne. Ewa (nû afirandin) ji (afirandina cara yekem da) li ser wî hêsantir e. Di ezman û zemîn da salixê bilind hey ji bona wî ra ne. Şixwa servahatê bijejkê ewa bi xweber e.
28 Ji bona we ra, ji we bi xweber jî hecwekîyek heye (di wî da jî beratên jîn û şîna hebûna Yezdan he ne). Ka (mêze bikin) gava ji bona we ra bendekî binê destê we da hebe; ewa benda bi xweber jî di rojîna we da hempar be (ça jî hûn hemî di rojînan da) wekî hev hempar in, hûn ji tirsa (yek bi mafê yekê maî ra) nêzîk nabe (heryek ji hev ra rûmetdar in). Şixwa ji têkilîya mafê hev, hûn wekî (pûçbûna) mafê xwe ditirsîyan (hûn ewan ji xwa ra naxine hempar, ça hûn bendeyên min ji bona min ra dixne hevrî û he­mpar?) bi vî awayî em ji bona komalên ku hişê xwe dixebîtînin, beratan ji hev derdixin.
29 Na (wekî kirina wan) nîne, 1ê ewanê cewr kirine hene! Bê zanîn bûne peyrewê hewasa xwe. Gelo ewê ku Yezdan ji rêya rast derxistibe, kesek dikare beledîya wî bike? Ji bona vanê bi van salixan hatine salixkirinê, qe tu arîkar jî tune ne.
30 (Muhemmed!) Tu îdî berê xwe li bal wê ola rast da bide. Ewa (ola) afirandina Yezdan e, ku meriv li ser wê olê afirandine. Ji bona afirandina Yez­dan qe tu guhurandin tune ye, ola rast eva ye. Lê pirên kesan pê nizanin.
31 Hûn (gelî kesan!) li bal wî da bizivirin û hey parisîya wî bibikin (ji wî bitirsin). Hûn (ji bona wî ra) nimêj bikin û nebine ji wanê hevrîçêker.
32 Ewanê (hevrîçêker hene!) ewanan ola xwe ji hev raqetandine, ewan (paşê) bûne hinek (partî û) kom mane. Her partîk bi para li bal wan heyî şa dibin (ku para wan rast e).
33 Gava nexwaşîk bi merivan bigire (ji bona feletbûna xwe) bi dilekî vala li bal (Yezdan da) dizivirin gazî wî Xudayê xwe dikin. Paşê (gava Xudayê wan) dilovîneke ji xwe bi wan dide çeşnekirinê (dîsa) nişkê va destekî ji wan, hevrîyan ji Xudayê xwe ra çê dikin.
34 (Ewa desta wusa dike) ji bo ku ewan nonkorîya wan qencîyên me ji wan ra daye bikin. Îdî hûn berxwudar bin, hûnê di nêzîk da bizanin (ka encama we ewê ça bibe).
35 Ya jî qey me bi ser wan da hinek nîşanên bi hêz hinartine (ku ewan ji bona Yezdan ra hevrîyan çê bikin). Îdî ewan jî bi sedema wan nîşanan (bi rastîya wan hevrîyan) diaxivin?
36 Û di gava ku em bi meri­van dilovînekî bidine çeşnekirinê, îdî meriv bi wê dilovînîyê şa dibin. Heke sikatîyek bi sedema keda destê wan kirî bi wan da hatibe, di wê gavê da bê hêvî dibin.
37 Ma qey ewan nabînin, ku bi rastî Yezdan; rojînan ji bona kîjan ra bivê pir dike û ji kîjana ra jî bivê kêm dike? Bi rastî ji bona komalekî bawer kiribe di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene.
38 Îdî tu ji bona pismam û belengaz û rewîyê rêyan mafê wan ê (rojînî) bide wan. Eva (maf dayîna hanê) ji bona wanê, ku hey qayîlbûna Yezdan va ne, qenctir e. Evan bi xweber jî felat bûne.
39 Ji bo ku malê merivan pir be, hûn çiqa serpaîyan (riba) bidin, ewa li bal Yezdan hey pir nabe. Û hûn ji baca malê xwe, ji bona qayîlbûna Yezdan (ji hewcan ra) çi bidin, îdî ewa (mal û qencî li bal wî) car bi car pir dibe.
40 Ew ê hûn afirandine û paşê ji bo­na we ra rojî daye û paşê we dimirîne û paşê; we dijîne heye! Ewa Yezdan e. Gelo di nava hevrîyên we da yekê ku tiştekî ji vanê borî bike heye? Yezdan ji van hevrîyên we paqij û bilind e.
41 Bi sedema ku merivan bi destê xwe (goneh) ked kirine, tevdanî di reşaî û deryayê da xwûya bûye, dibe ku ewan (ji kirinê xwe) para da bizivirin (Yezdan) hinek ji kirinê wan bi wan daye çeşnekirinê.
42 (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Hûn (gelî Mekkîyan!) di zemîn da bigerin; îdî hûn mêze bikin ka encama wanê berya we da borîne ça bûye!" Pirê wan bi xweber jî hevrîçêker bûne.
43 Îdî hêj di berya ku roya ji (şapata) Yez­dan tu kes nikare merivan bide para da, tu rûyî xwe ji bona ola Yezdan e rast ra bizivirîne. Di wê royê da (meriv) ji hev radiqetin.
44 Kîjan bûbe file, îdî filetîya wî ji bona wî ra ne, kîjan karê aştî bike, îdî ewa ji bona xwe ra hêlanan çê dikin.
45 (Ji ber vî meriv bûne du deste): Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine ewa ji rûmeta xwe ji bona wan ra (xelatan) dide. Ewanê bûne file jî bi rastî ewa ji wan hez nake.
46 Û ji beratên (şîn û hêz û hebûna Yezdan in) ji bo ku ewa bi we dilovanîya xwe bide çeşnekirinê û ji bo ku ke­lek bi fermana wî (bi wî baî di deryayê da) bikişe û ji bo ku hûn (hewceyên xwe) bi rûmeta wî (pêk bînin) ewa ewî baî bi mizginvanî dişîne. Û dibe ku hûn sipazîya wî bikin.
47 Bi sond (Muhemmed!) me di berya te da saî li bal komalê wan da şandine, îdî ewan saîyan (bi beratên) hizwartî va li bal wan da hatine; ewanê gohdarya wan saîyan ne kirine, goneh kirine hene! Me ji wan tol hildaye. Loma bi rastî arîkarya bawerkeran li ser me maf bûye.
48 Ewê ku bayê dişîne, îdî ewa baya jî ewran radike, paşê ewa bi vîna xwe ewan (ewran) jor da bela dike û par par dike, îdî tu dibînî ku baran di nava wan ewran da derdikebe, heye! Ewa Yezdan e. Îdî gava Yezdan ewê baranê bi ser bendeyên xwe yê, ku vaye ji wan ra bibarîne, barandîye; ewan nişke va (bihatina baranê) şa bûne.
49 Ewan (bendan) hêj berya ku (baran bi ser wan da ne barîbû) ji hinartina baranê bê hêvî bûn.
50 Îdî (Muhemmed!) tu li bal rêça dilovanîya Yezdan mêze bike, ka zemîn ji piştî mirina (xwe ­ya hişkaî) ça (bi hêşînaî) zende kirîye? Loma bi rastî Yezdan mirîya jî wusa zende dike. Şixwa Yezdan li ser hemî tiştî bi hêz e.
51 Bi sond! Heke em bayekî bişînin (ewa baya rengê çandinîyên wan zer bike) ewan jî (çandinîyên xwe) zer bibînin, ewanê ji piştî vê (zeraya çandinîyên xwe) wê nonkorîya qencîyên me bikin û (wekî mirîyan) bimînin.
52 Îdî tu jî bi rastî nikarî bi mirîyan bidî guhdarîkirinê, gava ker pişta xwe bidinê herin, tu nikarî bi wan bidî bihîstinê.
53 Û tu nikarî koran jî ji re wundabûna wan bînî rêya rast. Tu hey dikarî ewanê bi beratên me bawer kirine (şîretan) bidî bihîstinê. Îdî şixwa ewan bi xweber jî Misilman bûne.
54 Ew ê ku hûn ji (nişayeke) bê wec afirandîye heye! Ewa Yezdan e, ewî ji pişti bê wecyî (ji bona we ra) hêz daye: Paşê ji pişti hêzê ewî hûn bê wec kirine û hûn kal kirine. Ewa çi bivê diafirîne. Loma ewa pirzanê pir bi şî ye.
55 Roya ku danê rabûna hemîtî tê, gonehkar sond dixwun, ku (di cîhanê da) hey danekî bi tenê mane. Şixwa ewan (di cîhanê da jî) wusa vir dikiribûne.
56 Ewanê ku ji wan ra zanîn û bawerî hatîye dayînê hene! Ewan (aha) gotine: "Bi sond! Di pirtûka Yezdan da, heya roya rabûna hemî da hûn mane. Îdî eva roya (bi xweber jî) roya rabûna hemî ye (hûn tê da hatine şandinê) lê hûn bi wê nizanin."
57 Îdî di wê royê da Tatê cewrkaran qe kêrê wan nayê, guhdarya mijûlya wan jî nayê kirinê.
58 Bi sond! Me di vê Qur’anê da ji bona merivan ji hemî hecwekîyan vekirîye. Heke tu beratekî ji bona wan ra bînî, ewanê bûne file hene! (aha) dibejin: "Evan (beratan) hey hinek (rêzikên) pûçkar in (tu ewan tînî ji bo ku tu rê û rêzikê bav û kalê me bi wan pûç bikî)."
59 Bi vî awayî Yezdan li ser dilê wanê nezan duruf dike.
60 Îdî (Muhemmed! Tu li ser cefadana wan) hew bike, loma bi rastî peymana Yezdan maf e. Ewanê ku bi jîna para bawer nakin hene! Bira (ki­rinê wan) te (ji doza te) bi sivikaî (para nedin).