31

1 E.L.M. (Arşa van tîpên ji hevçûî hey Yez­dan dizane).
2 Evanan beratên Pirtûk a bijejke ne.
3 (Evan beratan) ji bona qencîkaran beledî û dilovanîyeke (me hinartîye).
4 Ewanê nimeja xwe dikin û baca malê xwe didin hene! (qencîkar ew in). Ewanan bi danê para da jî di nêzîk da bawer dikin.
5 Ewanê ku li ser beledîya ji Xudayê xwe ne, evanan in. Evan bi xweber jî serfiraz bûne.
6 Hinek ji merivan he­ne, ji bo ku rêya Yezdan bi nezanî li ber kesan wunda bikin mijûlîyên beredayî dikirin, ewan (mijûlîyan) ji xwe ra dixne tinaz. Ji bona van ra şapateke bihatî heye.
7 Gava beratên me ji wî ra te xwundinê, ewa pa­ra da bi quretî pişta xwe (dide wan beratan) tu dibê qe ne bihîstîye (diçe). Dibe qey di herdu guhe wî da gûhesin heye. Îdî tu mizgînîya wî bi şapateke dilsoz bide.
8 Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Ji bona wan ra bihişta xwurinan heye.
9 (Ewanê di wê bihiştê da) her bimînin. Eva (maîna wan) peymaneke raste ji Yezdan e. Loma bi rastî Yezdan bi xweber jî servahatê bijejke ye.
10 Yezdan hûn ça dibînin ezman bê stûn afirandîye. Ji bo ku zemîn we nehejîne ewî di zemîn da çîyayên direj û bilind danîne. Ji hemîşk candaran ewî di zemîn da reşandîye. Îdî me ji ezmanan da aveke (wusa) hinartîye, em bi wê avê ji hemî zone rindên (hêşînaîyê) di zemîn da hêşîn dikin.
11 Afirandinê Yezdan evan e. Îdî ka hûn (gelî filan) bidine nîşanê min ewanê pêştirê Yez­dan ka çi afirandine? (Ewan qe tu tişt ne afirandine). Lê ewanê cewr kirine hene! Ewan di wundabûneke xwûyadanin.
12 Bi sond! Me ji bona Loqman ra zanîna retkokî anîye; ji bo ku sipazîya Yezdan bike. Kîjan sipazî bike, îdî ewa hey ji bona xwe ra sipazî dike, kîjan jî nonkorî bike, bi rastî Yezdan ji wî (bê perwayê) pesinvan e.
13 Di gavekî da Loqman ji bona kurê xwe ra bi şîret (aha) gotîye: "Kure min! Tu ji bona Yezdan ra hevrîyan çê neke, loma bi rastî hevrîçêkirin cewreke pir mezin e."
14 Me li meriva şîreta da û bavê wan kirîye, "ku ewa meriva sipazî ji bona min û da û bavê xwe ra bike, loma dîya wî ewa bi cefaê li ser cefan hildaye û bardar bûye. Ewa meriva heya du salan paşê ji şîr vebûye. Êwra (para da) hey li bal min da ne."
15 "Heke ewan da û bavê te bi te ra tekoşîn kirin; ku tu ewan tiştên tu zanîna te bi wan tune ye, tu ewan ji bo­na min ra bixî hevrî, îdî tu (di vê tekoşînê da) bi gotina wan neke, tu di cêhanê da bi wan ra bi qencî hevaltîyan bike û tu peyrewîya wan ê ji sikatîyan, li bal min da zivirîne bi­ke. Paşê şixwa hûnê hemîşkê jî li bal min da bizivirin. Îdî (wê gavê) ezê ji bona we ra tişta we kiribû, bêjim."
16 "Kurê min! Heke (keda) te wekî tovê henzelê be jî, di nava kevirê hilû da be, ya jî di ezman û zemîn da be, hey Yezdanê ewê (keda) te bîne. Loma bi rastî Yezdan bi hemî tiştên hûrê nexûya ê veşartî agahdar e."
17 "Kurê min! Tu nimêja xwe bike û tu fermana bi qencîyan û parisandina ji sikatîyan bike, tu li ser wan rîpên bi te da tên hew bike. Loma bi rastî (evan kirinên wusan in Yezdan fermana kirina wan) bi vê nevê kirîye."
18 "(Kure min!) Tu rûye xwe ji bona (kirinê) merivan (ji wan) nequrçîmîne û tu bi quretî di ze­mîn da negere. Loma bi rastî Yezdan ji hemî qureyên sewirkar hez nake."
19 "(Kurê min!) Tu di gera xwe da giranî bike û tu dengê xwe nişîv bike. Loma bi rastî siktirê dengan, dengê keran e."
20 Ma qey hûn nabînin, ku bi rastî Yezdan ji bona we ra hemî tiştên di ezman û zemîn da heyî, xistîne bine destê we, ewî qencîyên xwe yên xwûyaî û ne xwûyaî li ser we da pir pêk anîye? (Bi vî ra jî) hi­nek ji merivan hene; bê zanîn bê beled û bê pirtûkên ruhnaîker, tekoşînê (di mafê hebûna) Yezdan da dikin.
21 Gava ji bona wan ra (aha) bê gotinê: "(Gelî kesan!) tişta ku Yezdan hinartîye hûn bibine peyrewê wî." (Ewan bersiv dane û) gotine: "(Na, em bi gotina we nakin) 1ê tişta ku em rast hatin; bav û bapîrên me li pey wan bûn, emê jî peyrewîya wan bikin." Gelo heke pelîd ewan gazî bal agirê hilopît kiribe jî, ewanê dîsa (di şopa bav û kalê xwe da) herin?
22 Bi sond! Kîjanê bi qencîyan rûyê xwe ji bona (perestîya) Yezdan ra xurî kiribe, îdî ewî bi qulpa zexm girtîye. Şixwa encama bûyera (hemî jî) li bal Yezdan da ne.
23 Û kîjan jî fıletîya (Yez­dan) bike, îdî bira fıletîya wî te mirûz neke. Loma dawîyê da jî zivirandina wan li bal me da ne; îdî tişta ewan kirîye emê ji bona wan ra bêjin. Bi rastî Yezdan bi tiştên di singan da heye pir dizane.
24 Em ewan (filan) hindik berxwudar dikin, paşê emê ewan li bal şapateke giran da stûxar bikin.
25 Heke tu ji wan bipirsî, "Gelo kê ezman û zemîn afirandîye?" (Ewanê bersiva te aha bidin û) bêjin: "Yezdan (afirandîye)". Tu (aha) bêje, "Çiqa sipazî hene ji bona Yezdan ra ne." Lê pirê wan nizanin.
26 Çi tiştên di ezman û zemîn da hene! Hemî ji bona Yezdan ra ne. Loma bi rastî Yezdan bi xweber jî zenginê pesinvan e.
27 Bi rastî çiqa darên di zemîn da heye bibine gilîgo (qelem) û avşîn jî bibine hubur, ji peyvîda jî hevt avşîn bibine piştevan, tevê wan hubran be (ewan hemî jî binivîsin) dîsa dawîya peyvên Yezdan nayên. Bi rastî Yez­dan servehatê bijejke ye.
28 Afirandina we (ji piştî) mirinê rakirina we û şandina we (li bal civînê da) wekî (afirandin û raki­rina merivekî) bi tenê ye (qe tu raqetandin) tune ye. Bi rastî Yezdan dibêhê û dibîne.
29 Ma qey tu nabînî, ku bi rastî Yez­dan şevê dixe ro e û royê jî dixe şevê (herdukan bi vî awaî kurt û dirêj dike) û roj û hîv jî di fermana xwe da sernerm kirîye; heryek ji wan heya danê navdaî dikişin? Bi rastî Yezdan tişta hûn dikin bi agah e.
30 Wusa ne! Loma bi rastî Yezdan mafî (bi xweber heye). Lê ewan tiştên ku ewan (filan) ji pêştirê wî perestîya wan dikin, ewan pûç in. Bi rastî Yezdan bi xwer jî bilindê mezin e.
31 Ma qey tu nabînî, ji bo ku Yez­dan hinekî ji beratên xwe bide nişanê we, kelek bi qencîyên wî di deryayê da dikişe? Bi rastî di van (bûyeran da) ji bona hemî hewkerê sipazvan ra beratên (derhoze) hene.
32 Gava pêlê deryayê wekî sîye ewan diniximîne, ewan xwurî gazî Yezdan dikin: Loma "ol" xurî ji bona Yezdan ra ne. Îdî gava me ewan li bal reşaîyê da fereste ki­rin; hinek ji wan rêyeke nîvwarî ji xwe ra digirin. Ji pêştirê sêwirkarên pir file, qe tu keş beratên me venaşêrin.
33 Gelî kesan! Hûn parizaya Xudayê xwe bikin û hûn ji wê roya, ku bav, ji bona zara xwe ra û zar jî ji bona bavê xwe ra, bi tu tiştî nayê xelat û celatkirinê bitirsin. Loma bi rastî peymana Yezdan (daye) maf e. Îdî bira jîna cîhanî we nede xapandinê. Û bira (sêwrandinê pelîd ku dibêje: "Xuda mezin e wê we bibaxişîne") nede xapandinê.
34 Loma bi rastî zanîna danê (rabûna hemîtî hey) li bal Yezdan e, ewa bariştê dibarîne, ewa bi tişta di malberxika da heyî dizane, qe tu candar nizane, ka wê di sibehê da, ji bona xwe ra çi ked bike û tu candar nizane jî ka wê li kû zemînî bimire. Bi rastî ewê (bi hemî tiştan dizane) û agahdarê (bi hemî tiştan e) ewa hey Yezdan e.