32

1 Elîf, Lam, Ra.
2 Daxistina kitêbê tu dudilî tê nîne ku ji perwerdekarê cîhanê ye.
3 Ma qey ew dibêjin ku: "Wî bi derew ji ber xwe ve çêkiriye." Ne, ew rastiyek e ji perwerdekarê te ji bo tu komelekî ku berî te tu hiþyarker ji wan re nehatine hiþyar bikî. Hêvî heye rast bibînin.
4 Xuda ye ê ku asîmana û zemîn û tiþtê navbera wan de di þêþ rojan de aferand, paþê ser text vegirt. Ji we re bêyî wî ne tu yar û yawer û ne jî tu mehdervan hene. Ma hûn hêjî nafikirin-þîret nagirin?
5 Ji asîman heya bi zemîn tevdîra kae ew dike, paþê ew (kar) di rojekî ku biqasî hezar salê hûn dijmêrin ne, bal ve bilind dibe.
6 Zanayê bi penhan û peyda, serkeftiyê dilovan her evê haye.
7 Ewê ku her tiþtê aferandiye rind çêkiriye û aferandina mirov jî ji heriyê dest pê kiriye.
8 Paþê nifþa wî ji dilopek telape ji avekî bereday-bêkêr çêkir.
9 Paþê wî li hev rast kir û ji canê xwe tê pif kir, û ji we re goh û çav û dilan çêkir. Hûn çiqas hindik sipas dikin!
10 Û gotin: "Ma gava em (hûr bibin) di axê de hinda bibin, ma bera emê bi aferandineke nû bên aferandin?" Ne, ew bi pergîhatina perwerdekarê xwe kafir in.
11 Tu bêje: "Feriþtê ku can sitendina we pê hatiye sipartin wê canê we bistîne, paþê hûnê bal perwerdekarê xwe ve bêne vegerandin."
12 Eger te sûcdarên gunehkar bidîtana gava sitûyê xwe li cem perwerdekarê xwe xor kiribûn (û digotin:) "Perwerdekarê me! me dît û me bihîst, êdî tu me vegerîne ku em karê qenc bikin; bêguman em ji dil bawer in" (te yê pirr sosreta bidîtana).
13 Eger me bixwesta, me yê her kesî rêberiya wî bidanayê, lê belê gotin ji min pêwist bû ku ezê hey dojehê ji cinn û mirovan tev tije bikim.
14 Vêca (dergevanê dojehê ji wan re dibêjin ku:) "Hûn bi sedem ku we pergîhatina vê roja xwe ya han ji bîr kiribû, tam bikin. Bêguman me jî we ji bîr kiriye, û hûn bi sedem tiþtê we dikir ezabê hertimî tam bikin."
15 Bêguman bi ayetên me, tenê ewên ku gava di bîra wan tê xistin ew ser dev û rû dikevin secde dibin û bi pesn û sipasê perwerdekarê xwe wî (ji her kêmasiyî) pak bêrî didêrin û ew quretiya nakin bawerî tînin.
16 Ew teniþtên wan ji livîna bilind dibe (radibin limêja þevê) bi tirs û hêvî gazî perwerdekarê xwe dikin-wî dihebînin û ji tiþtê me rozî daye wan didin.
17 Vêca tu kes nizane ku bergîdana tiîtê kirine çi çavronahî ji wan re hatine veþartin!
18 Vêca ma ê bawermend be wekî ê jirêderketî ye? Ew ne wek hev in.
19 Heçî ên bawerî anîne û karên qenc kirine, êdî ji wan re bihiþtê hewyegehê hene, ew ji ber tiþtê kirine ve di qonaxan de têne mazûrvanî kirin.
20 Û heçî ên ji rê derketine jî, êdî hewyegeha wan agir e. Her cara ew bixwazin ku jê derên ew tê de paþve têne zivirandin û ji wan re tê gotin ku: "Hûn ezabê agirê ku we wî diderewand tam bikin."
21 Sond be, emê berî ezabê herî mezin ji ezabê kêmtir (êþ û nexweþiyê dinê) bi wan bidin tam kirin, hêvî heye ku ew vegerin.
22 Ji kesê ku ayetê perwerdekarê wî di bîrê bêne xistin, paþê ew rû ji wan bizivrîne sitemkartir kî heye? Bêguman em, ji sûcdarên gunehkar hey heyfstan in.
23 Sond be, me kitêbê da Mûsa, êdî tu di pergîhatina wî de dudilî nebe, û me wî ji zariyê Îsraîl re kire rêber.
24 Û me, ji wana çi gava bîhna fireh nîþan dan hin pêþwayan çêkir ku bi fermana me rêberî dikin û ew bi ayetên me ji dil bawer bûn.
25 Bêguman perwerdekarê te, wê roja qiyametê wan di tiþtê ku ew tê de bi hev ketine ji hev biqetîne.
26 Ma ji wan re rêberî nekiriye ku me berî wan çiqas nifþa qelandiye tevî ku ew di þûnwarên wan de diçin û tên jî?
27 Bêguman di vî de gellek ayet hene. Ma ew hêjî nabihîzin?
28 Ew dibêjin: "Eger hûn bera rastgo ne ka ev pîroziya han kîngê ye?"
29 Tu bêje ku: "Roja pîroziyê, baweriya ên kafir bûne hew bikêra wan tê û ew li bendê jî nayên mayîn."
30 Vêca tu rû ji wan bizivrîne û li bendê be. Bêguman ew jî li bendê ne.