35

1 Pesn û sipas ji Xudayê ku aferendekarê asîmana û zemîn e û ê ku feriþteyan kiriye qasidên xwedî baskên didu didu, û sisê sisê, û çar çar.Tiþtê bixwaze di aferandinê de zêde dike. Bêguman Xuda bi her tiþtî dikare.
2 Xuda, her dilovaniya ji mirovan re veke êdî tu kes nikare wê bigre; û tiþta bigre jî êdî tu kes nikare wê piþtî wî biþîne. Serkeftiyê hîkmetdar her ew e.
3 Gelî mirovan! hûn qenciyê Xuda li ser xwe di bîr bînin. Ma ji Xuda pêve aferendekarekî heye ku ji asîman û zemînrozî bide we? Ji wî pêve tu Xudanînin. Vêca ma hûn .ima (ji rastiyê) têne zivirandin?
4 Eger ew te diderewînin, vêca bi rastî pêxemberên berî te jî hatinderewadin. Kar tev her bal Xuda ve têne vegerandin.
5 Geli mirovan! bêguman wada Xuda rast e, vêca ne bira jîna dinê we bixapîne û ne jî bira (pelîdê) pirr xapînok we bixapîne.
6 Bêguman pêlid ji we re neyar e, vêca hûn jî wî neyar bigrin. Bêguman ew tenê gazî partiya xwe dike ji bo ku ew bibin ehlê agirê hilbûyî.
7 Ewên kafir bûne ji wan re ezabekî zor dijwar heye û ên bawerî anîne û karên qenc kirine ji wan re bexþîn û xelatekî mezin heye.
8 Vêca ma ê ku karê wî yê xerab jê re hatiye xemilandin,vêca ew wî rind dibîne. (wekî ewê ku Xuda wî daye ser rêya rast e?) Vêca bêguman Xuda kesê bixwaze jî dide ser rêya rast. Vêca bira canê te bi kul û derdê li ser wan (ku çima ew bawerî naynin) derneyê neçe. Bêguman Xuda bi tiþtê ew dikin baþ zana ye.
9 Xuda ye ê ku baya þand û vêca ew ewra radikin; êdî me wî ajot bal welatekî mirî ve, vêca me zêmin piþtî mirina wê pê vejand. Rabûna (ji goran û zindî bûn jî) her wuha ye.
10 Kî rûmet û serkeftinê dixwaze, vêca rûmet tev a Xuda ye. Peyva rind û pak her bal ve berjor dibe û karê qenc jî ew wî bilind dike. Ewên ku xaxê xerab dikim ji wanre ezabekî zordijwar heye; û xaxê wanê han jî hey pûç û bereday diçe.
11 Xuda we ji axê aferand, paþê ji dilopek avik paþê we kire cot (nêr û mê). A mê çi hildigre û çi datîne her bi zanîna wî ye. Her kesê temendirêj dijî û ji temenê wî çi kêm bibe her di kitêbê de ye. Bêguman evê han li ser Xuda pirr hêsan e.
12 Herdû derya mîna hev nînin. Eva han (av) þêrînî xweþe vexwarina wê di ber meriv de namîne û eva han jî þorî tal e; û hûn ji herdûyan jî goþtê terr û teze dertînin dixwin û hûn xiþrê ku hûn li xwe dikin jî dertînin, û tu dibînî ku keþtî avê diqelêþe dimeþe ji bo ku hûn ji qenciya wî bi dest xin û hêvî heye ku hûn sipas bikin.
13 Ew þevê di rojê radike û rojê jî di þevê radike û roj û hîvê sitûxor kiriye ku giþt heya demekî navdayî diherikin. Ev Xudayê han perwerdekarê we ku mulk tev ê wî ye. Ewên ku hûn bêyî wî gazî dikin-dihebînin ew biqasî qaçilê navika dendikê jî di destê wan de tune ye.
14 Eger hûn gazî wan bikin ew gazî kirina we nabihîzin û eger bibihîstina jî bersiva we nedidan. Roja qiyametê wê bi þîrkperestiya we kafir bibin-înkar bikin. Tu kes mîna (Xudayê) kûrzana te haydar nake.
15 Gelî mirovan! hûn hewcekarê bal Xuda ve ne û bêhewceyê hêjayî pesn her Xuda ye.
16 Eger bixwaze wê we bive û xelqekî nû bîne.
17 Evê han li ser Xuda zor nîne.
18 Tu gunehkarek barê gunehê yekî din hilnagire. Eger yekî bargiran gazî bal hilgirtina wî (barê xwe ve) bike, tu tiþtek jê nayê hilgirtin (kes tiþtekî alî wî nake hilnagire) her çend merivê wî yê nêz be jî. Bêguman tu tenê ewên ku bi penhanî ji perwerdekarê xwe ditirsin û limêj dikin hiþyar dikî-ditirsînî. Kî xwe pak bike, êdî bi rastî ew ji xwe re xwe pak dike. Vegera paþîn her bal Xuda ve ye.
19 Ê kor û ê dibîne nabin yek.
20 Tarîtî û ronahî,
21 Sî û germahî jî.
22 Zindî û mirî jî nabin yek. Bêguman Xuda bi kesê bixwaze dide bihîstin. Tu bi ên di goran de ne, nikarî bidî sehkirin.
23 Tu tenê hiþyarkerî.
24 Bêguman me te bi rastiyê mizgînvan û hiþyarker þandiye. Her kom û civat hey hiþyarkerekî tê re bihuriye.
25 Eger ew te biderewînin, vêca bi rastî ên berî wan jî derewandibûn, ku pêxemberên wan bi nîþanên diyar û rûpelên-pirtûkên vekirî û bi kitêba rohnîker hatibûn wan.
26 Paþê min, ewên kafir bûn girt; vêca (te nedît) ka înkara min çewa bû.
27 Ma te nedît ku bêguman Xuda avê ji asîman daxist; vêca me pê fêkiyên wan rengên wan cihê cihê deranî. Ji çiyayan jî rêyên-xêzên sipî û sor û rêyên çîl reþ (me çêkir).
28 Ji mirovan û rawiran û dewaran jî her wuha rengê wan cihê cihê ne. Bêguman ji bendeyê Xuda tenê ên zana bi rastî jê ditirsin. Bêguman Xuda Serkeftiyê bexþendekar e.
29 Bêguman ewên ku kitêba Xuda dixweynin û limêj dikin û ji roziya me daye wan bi dizî û eþkere didin, ew hêviya danûsitanekî bêziyan-bêqedandin dikin.
30 Ji bo ku destmuz-perûyên wan bêkemasî bide wan û ji qenciya xwe ji wan re pirr bike. Bêguman ew bexþendekar e sipaskar e.
31 Ewê me ji kitêbê bal te ve wehî kir a rastî her ew e ku ê berî xwe rast didêre. Bêguman Xuda bi bendeyan kûr zanaye baþ dibîne.
32 Paþê me, ewan bendeyên xwe yên me hilbijartibû kire vêrisê kitêbe. Vêca hin ji wan hene li xwe tadê dikin û hin ji wan navendî ne, û hin ji wan jî bi destûra Xuda bi baþiyan bi pêþ dikevin. Qenciya herî mezin eva haye.
33 Bihiþtê xweþiyê ku wê bikevinê de wê tê de ji bazinê zêr moriyan bixemilin û kincê wan jî tê de hevrîþim e.
34 Û gotin: "Pesn û sipas ji Xuda re be ku xemê ji me bir. Bêguman perwerdekarê me her bexþendekar e sipaskar e."
35 "Evê ku me ji qenciya xwe xiste warê hertimî mayînê ku tê de, ne betilandin digihîje me û ne jî tê de kerixîn têkilî me dibe."
36 Ewên ku kafir bûne ji wan re agirê dojehê heye. Ew, ne têne kuþtin ku bimrin herin û ne jî ezabê wê ji wan tê sivik kirin. Em her kafirî-nankorî wuha ceza dikin.
37 Ew tê de hewar û gazî dikin ku: "Perwerdekarê me! tu me derîne emê karê qenc bikin, ne ewê ku me berê dikir." (Bersiv tên dayîn ku:) "Ma qey me temenek dirêj bi qasî ê tê de difikire-þîret digre, bifikire-þîret bigre neda we? Û hiþyarker jî ji we re hatibû. Vêca hûn (ezab) tam kin, êdî tu alîkar ji sitemkaran re nîne."
38 Bêguman Xuda zanayê bi penhanê asîmana û zemîn e. Bêguman ew zanayê bi veþariyê di singan de ye.
39 Ew e ê ku we di rûyê zemîn de kiriye caniþîn. Êdî kî kafir bibe, ew kufra wî li serê ye. Kufra kafiran li cem perwerdekarê wan ji hêrs û xeþmê pêve ji wan re zêde nake û kufra kafiran ji ziyanê pêve ji wan re zêde nake.
40 Tu bêje ku: "De ka we dît bêjin ku þirîkên (pûtên)we yên ku hûn wan bêyî Xuda dihebînin, ka nîþanî min bidin wan ji zemîn çi aferandiye?" Yan ji wan re þirîkatî di asîmana de heye? Yan me kitêbek daye wan ku ew jê li ser delîlek xuya ne?" Ne, sitemkar hin ji wan bi hina hey wadê xapandinê didin.
41 Bêguman Xuda asîmana û zemîn digre ku ji binî neçin. Sond be, eger ew ji binî herin, piþtî wî tu kes nikare wan bigre. Bêguman ew hey mulayîm e bexþendekar e.
42 Heye ji wan hat bi Xuda sond xwarin ku: "Eger hiþyarkerek ji wan re bê, ewê bibin yekî ji kom û civatê herî rê rast." Vêca çi gava hiþyarker ji wan re hat, hey rev û dûriya wan pirr kir.
43 Ji ber quretiya di rûyê zemîn de û xaxê pîs (wuha kirin). Xaxê pîs jî hey bi xwediyê xwe digre-diertile. Vêca ma ew hey li benda rêça pêþiyan e? Êdî tu, ji rê û rêça Xuda re ne tu guhezîn dibînî û ne tu ji rê û rêça Xuda re tu guherîn dibînî.
44 Ma ew li rûyê zemîn nagerin, vêca ku binêrin ka paþiya ên berî wan ku ew ji wan bihêztir bûn jî çewa bû? Tu tiþt di asîmana û zemîn de nikare Xuda bêzar bike. Bêguman ew hey zana ye pêkar e.
45 Eger Xuda mirova bi sedem tiþtê bi dest xistine-kirine bigirtana, wê li ser piþta wê (li ser rûyê zemîn) tu rawirî-candarî nehiþtana; lê belê wan heya demekî nandayî paþde dihêle. Vêca gava dema (acelê) wan bê, êdî bêguman Xuda bendeyên xwe baþ dibîne.