36

1 Yasîn (Zilamo!)
2 Bi Qur´ana hîkmetdar kim,
3 Bêguman tu, her ji pêxemberan î.
4 Li ser rêyan rastîn î.
5 (Eva) daxistina (Xudayê) serkeftiyê dilovan e.
6 Ji bo tu komelekî ku bav û kalên wan nehatine hiþyar kirin hiþyar bikî-bitirsînî; vêca wan hay jê nîne.
7 Sond be, gotin, li ser pirrî wan pêwist bûye; êdî ew hew baweri tînin.
8 Bêguman me xeleka avêtiye (dest û) sitûyên wan û vêca heya çena wan girtiye; êdî ew ser rakirî mane.
9 Û me ji pêþiya wan ve bendekî çêkiriye û ji paþiya wan ve jî bendekî; vêca me wan rapêçandiye; êdî ew nabînin.
10 Û ji wan re jî wekî hev e; çi tu wan hiþyar bikî-bitirsînî û çi tu wan hiþyar nekî-netirsînî,ew hew bawerî tînin.
11 Bêguman tu, tenê ê daye pey zikrê (Qur´anê) û bi penhanî ji (Xudayê) Mihrîban tirsiyaye hiþyar dikî-ditirsînî; vêca tu mizgîna bexþandin û destmuzekî rind bidê.
12 Bêguman her em miriyan vedijînin û em tiþtê bi pêþ xistene tevî rêç û þopê wan dinivsînin. Me, her tiþtî jî di kitêbek (pêþwayek) diyar de jimartiye-parastiye.
13 Tu ji wan re ehlê wî bajarî wek mînak bide ku gava qasid hatinê.
14 (Di bîr bîne) dema me du (qasida) þand bal wan, vêca wan, herdû (qasida) derewand; êdî me (wan) bi ê sisiyan piþtvanî kir; vêca gotin: "Bêguman em bal we ve hatine þandin."
15 (Ehlê bajêr) gotin: "Hûn jî hin mirovên wekî me ne, û (Xudayê) Mihrîban tu tiþtî danexistiye, hûn hey derewa dikin."
16 (Qasida) got: "Perwerdekarê me baþ dizane ku bêguman em bal we ve hatine þandin."
17 "Û ji ragihandinek aþîkar pêve jî li ser me nîne."
18 "(Ehlê bajêr) gotin: "Bêguman peþka we li me ketiye. Sond be,eger hûn bes nekin, emê we kevirbaran bikin-biricimînin û wê îþkencekî bi jan ji me bigihê we."
19 (Qasida) got: "Peþka we bi we re ye. Ma qey ji ber hûn hatine þîret kirin (peþk li we ketiye?). Ne, ji xwe hûn komelekî bergîberdan in."
20 Zilamekî ji devera herî dûrê bajêr bilez hate got: "Gelê min! hûn bidin pey qasidan."
21 "Hûn bidin pey kesê ku tu destmuzî ji we naxwaze û ew her li ser rêya rast in."
22 "Û ma çi bûye ji min ku ez (Xuday) ê min aferandiye û hûnê her bal ve bêne vegerandinê nehebînim?"
23 "Ma qey ezê ji wî pêve hin Xudayên din bigrim ku eger (Xudayê) Mihrîban ziyana min bixwaze, mehdervaniya wan bi tu tiþtî bi kêra min nayê û ew min xelas jî nakin?"
24 "Bêguman ez ew gav dikevim þaþîtîkî xuya."
25 "Bêguman min bi perwerdekarê we bawerî aniye; vêca hûn min seh bikin."
26 (Gava wî zilamî ew gotin got, gelê wî ewî pelixand, êdî jê re) hat gotin ku: "Tu têkeve bihiþtê." Wî got ku:"Hey xwezîka gelê min bizanbûna;"
27 "Bi tiþtê ku perwerdekarê min ji min re bexiþandiye û min kiriye ji mazûrvanên herî rind."
28 Me piþtî wî tu leþkerî ji asiman bi ser gelê wi de danexist; nedibû em daxînin jî.
29 Ew (têkçûna wan) tenê yek qêrînek bû; vêca ew pêre pêre vemirîn (bêhis û deng man).
30 Hey çi heyf e li bendeyan! Her pêxemberê ji wan re tê, ew hey pê tinaza dikin.
31 Ma qey wan nedît ku me berî wan çiqas nifþa têk biriye?, ku ew qet bal wan ve jî venagerin.
32 Wê tev hemû jî hey li cem me bêne civandin-amade kirin.
33 Ji wan re nîþanek jî axa miriye ku me wê vejandiye û me tene jê deraniye; vêca ew jê dixwin.
34 Û me tê de bax û bostanê ji xurma û tirî çêkiriye û me tê de ji kaniyan jî herikandiye.
35 Ji bo ew ji fêkiyê wî û ji tiþtê destên wan çêkiriye bixwin. Vêca ma ew hêjî sipas nakin?
36 Pak bêrî ye (Xuday)ê ku cotan tev ji tiþtê ax hêþîn dike û ji wan bi xwe û ji tiþtê ew nizanin aferandiye.
37 Ji wan re nîþanek jî þev e ku em royê jê digurên; vêca ew pêre pêre di tariyê de dimînin.
38 Roj jî di þûngeha xwe de diherike. Evê han pîvana (Xudayê) serkeftiyê zana ye.
39 Me hîvê jî di hin qonaxan de pîvaye; heya ku wek çuqliyê dara xurmê yê kevnare (ku wek kevan xor dibe) vedigere.
40 Ne roj dikare bigihîje hîvê û ne jî þev ji royê derbas dibe. Tev jî di çerxekî de diherikin.
41 Nîþanek jî ji wan re (ev e ku) bêguman me azbata wan di keþtiyek dagirtî de hilgirt.
42 Û me ji wan re jî wekî wê (keþtiyê) tiþtê ku lê siwar dibin aferandiye.
43 Eger em bixwazin jî emê wan bifetisînin; êdî ne tu kes li hewara wan tê û ne jî ew têne xelas kirin.
44 Tenê ku dilovaniyek ji me û xweþiyek heya demekê (li hewara wan bê).
45 Û gava ji wan re tê gotin ku: "Hûn ji tiþtê pêþiya xwe û ji tiþtê paþiya xwe bitirsin-xwe biparêzin, dibe hûn bêne dilovanî kirin (ew qet goh nadinê).
46 Her nîþanek ji nîþanê perwerdekarê wan ku ji wan re tê ew hey rû jê dizivrînin.
47 Û gava ji wan re tê gotin ku: "Hûn jî ji tiþtê Xuda rozî daye we bidin"; ewên kafir bûne ji ên bawerî anîne re dibêjin ku: "Ma emê xwarin bidin ewê ku eger Xuda bixwaze wê xwarin bideyê?; hûn hey di þaþîkî aþîkar de ne."
48 Û dibêjin ku: "Eger hûn bera rastgo ne ka ev wada han kîngê ye?"
49 Ew hey li hêviya yek qêrînekî ne ku wan bigre û ew bi hev re xirecirê bikin.
50 Êdî ew nedikarin þîret û tenbîhîkî li hev bikin û ne jî bal ehlê xwe ve vegerin.
51 Û di sûrê de hat pif dayîn; êdî ew pêre pêre ji goran (radibin) bal perwerdekarê xwe ve dilezînin.
52 (Ew gav) dibêjin: "Hey xulî li me be? Kî me ji gorên me rakir? Evê han wada (Xudayê) Mihrîban e û pêxemberan ji rast gotibû."
53 Ew tenê yek qêrînek e; êdî ew tev li cem me dicivin-amade dibin.
54 Vêca îro tu kes tade lê nabe û hûn tenê bi tiþtê we kiriye têne ceza kirin.
55 Bêguman ehlê bihiþtê îro bi xebatên xweþ dilþa ne.
56 Ew û jinên xwe di bin siya de li ser sedra paldayî ne.
57 Ji wan re tê de xweþî û tiþtê daxwazî bikin hene.
58 (Tiþtê ew dixwazin) gotina xweþiyê ji perwerdekarekî dilovan e.
59 Hûn gelî sûcdarên gunehkar îro cihê bibin.
60 Gelî zariyê Adem! ma qey min ji we re ferman û þîret nekir ku hûn nedin pey pelîd - wî nehebînin. Lewra bi rastî ew ji we re neyarekî aþîkar e.
61 Û hûn min bihebînin. Rêya rastîn eva haye.
62 Sond be wî ji we gellek nifþa ji rê deraniye. Vêca qey nedibû we hiþ tê bibrana - we xwe ragirtana?
63 Eva han e dojeha ku hûn hatine wade dayîn.
64 Hûn îro têkevinê ji ber kufra xwe tê biþewitin.
65 Îro emê ser devên wan mohr bikin û wê destên wan bipeyivin û wê piyên wan bi tiþtê bi dest xistine danasî bidin.
66 Eger me bixwesta, me yê ser çavên wan hilo kor bikirna, vêca ka di rêya rast de bilezînin; êdî ma wê çewa bibînin?
67 Û eger me bixwesta me yê wan di þûna wan de bihiþta (têk bibirna yan rûçêkên wan biguharta) êdî nedikarbûn ronahî bibînin û ne jî vegerin.
68 Em kî temendirêj bikin em wî di aferandinê de hêdî hêdî bêhêz dikin. Ma êdî hêjî ew hiþ tê nabin - xwe ranagirin?
69 Me þi´ra pê nedaye hîn kirin û ew nikare bêje jî. Ew tenê þîret-bîrxistin e û Qur´aneke aþîkar e.
70 Ji bo ku ew ê zindî hiþyar bike-bitirsîne û gotin li ser kafiran pêwist bibe.
71 Ma qey ew nabînin ku me ji tiþtê destên me çêkiriye ji wan re hin dewaran aferandiye? vêca ew xwediyên wan in.
72 Û me wan (dewara) ji wan re sitûxor kiriye; êdî hin ji wan lê siwar bibin û hin ji wan jî dixwin.
73 Û ji wan re di wan (dewaran) de gellek kar û vexwarin jî heye. Vêca ma hêjî ew sipas nakin?
74 Wan bêyî Xuda hin Xudayên din ji xwe re girtin bi hêviya ku wê bêne yarî kirin.
75 Lê ew nikarin yariya wan bikin. Ew ji wan (Xudayên derewîn) re leþkerên amade ne.
76 Vêca gotina wan bira te xemgîn neke. Bêguman em, tiþtê ew vediþêrin û tiþtê diyar dikin tev dizanin.
77 Ma mirov nabîne ku bi rastî me wî ji dilopek avik aferandiye?; vêca ew pêre pêre bûye dijberek xuya.
78 Wî ji me re mînak da û aferandina xwe ji bîr ve kiriye. Wî got ku: "Hestiyê riziyayî wê kî vejîne?"
79 Tu bêje ku: "Ê cara pêþîn wan çêkir wê ew wan vejîne. Ew bi her aferandinî baþ zana ye."
80 "Ewê ku ji we re ji dara hêþîn agir çêkir; vêca hûn jî pêre pêre jê vêdixin."
81 Ma qey ê ku asîmana û zemîn aferandiye nikare ku hinekî wekî wan biaferîne? Belê, ew pirr aferendekarekî zana ye.
82 Bêguman gava ew tiþtekî bixwaze tenê fermana wî ev e ku jê re dibêje: "Çêbibe"; vêca ew jî pêre çêdibe.
83 Vêca pak bêrî ye ê ku xwedîtiya hemû tiþtî bi destê wî ye û hûnê her bal wî ve bêne vegerandin.