39

1 Daxistina kitêbê hin bi hin ji Xudayê serkeftiyê hîkmetdar e.
2 Bêguman me kitêbê bi rastiyê bal te ve daxistiye vêca tu Xuda bihebîne, dîn jê re pak bidêrîne.
3 Hay jê bin! dînê pak her ê Xuda ye. Ewên ku ji Xuda pêve hin yar û yaweran girtine (û dibêjin ku:) "Em wan dihebînin ji bo ku ew me hey bal Xuda ve nêztir bikin"; bêguman wê Xuda di navbera wan de di tiþtê ku tê de bi hev ketine de hukim bike. Bêguman Xuda ewê ku derewkarê pirr kafir e nade ser rêya rast.
4 Eger Xuda bixwesta ku zarû bigire wê ji tiþtêdiaferîne a hiz dike hilbijartana. Ew pak bêrî ye. Ew Xuda yektayê herî serkeftî ye.
5 Wî asîmana û zemîn bi rastiyê aferandiye; þevê li ser royê dipêçe û royê li ser þevê dipêçe; ûroj û hîvê sitûxor kiriye. Tev jî ji demek navdayî re diherikin. Hay jê bin! serkeftiyê pirr bexþendekar her ew e.
6 We ji yek canekî aferandiye, paþê jê hevala wî jî çêkir û ji we re ji dewara heþt cota daxistiye (aferandiye). We di zikê dayîkên we de di sê tarîtiyan de bi aferandinek piþtî aferandinek diaferîne. Ev Xudayê han perwerdekarê we ye. Mulk her ê wî ye. Ji wî pêve tu Xuda nînin. Nexwe hûn çewa têne zivirandin?
7 Eger hûn kafir bibin, êdî bêguman Xuda ji we bêhewce ye, û ew ji bendeyên xwe bi kufrê qayil nabe. Eger hûn sipas bikin ew pê ji we qayil dibe. Tu bardarê guneha barê gunehê yekî din hilnagire. Paþê vegera we her bal perwerdekarê we ve ye; vêca wê we bi tiþte we kiriye haydar bike. Bêguman ew baþ zanayê bi tiþtê di singan de ye.
8 Gava nebaþîkî têkilî mirov dibe ew gazî perwerdekarê xwe dike, bal ve vedigere, paþê gava qencîkî ji xwe pê dike, ew tiþtê berê bal ve gazî dikir ji bîr dike, û ji Xuda re hemtayan çêdike ji bo ku (mirova) ji rêya wî þaþ bike. Tu bêje ku: "Tu bi kufra xwe hindikî kêfxweþ be. Bêguman tu ji hevalê agirî."
9 Ma (evê han baþ e) yan ê ku nîvê þevê radibe serê xwe datîne û li piya limêj dike, ji (ezabê) axretê ditirse û dilovaniya perwerdekarê xwe hêvî dike? Tu bêje ku: "Ma ên dizanin û ên nizanin wekî hev in." Bêguman tenê xwedan hiþ difikirin-þîret digrin.
10 Tu bêje ku: "Gelî bendeyên min ên bawerî anîne! hûn xwe ji perwerdekarê xwe biparêzin-bitirsin. Ji ewên di vê dunya han de qencî dikin qencî heye; û axa Xuda fireh e. Bêguman tenê ên bîhnfireh bêjimartin destmuza wan bi tevayî tê dayîn."
11 Tu bêje ku: "Bêguman ez hatime ferman kirin ku Xuda bihebînim, dîn hey jê re pak bidêrim."
12 "Û ez hatime ferman kirin ku ez bibim pêþînê musilmanan."
13 Tu bêje ku: "Bêguman ez, eger bêemriya perwerdekarê xwe bikim, ji ezabê roja mezin ditirsim."
14 Tu bêje ku: "Ez hey Xuda dihebînim, dînê xwe jê re pak didêrim."
15 "Vêca hûn ji wî pêve kî dixwazin bihebînin." Tu bêje ku: "Bêguman ziyankar ew in ku xwe û ehlê xwe roja qiyametê ziyan kirine. Hay jê bin! ziyana herî xuya eva haye.
16 Ji wan re di ser wan re tebeqên ji agir û di bin wan re tebeqên (ji agir) hene. Evê han Xuda bendeyên xwe pê ditirsîne. Bendeyên min! êdî hûn xwe ji min biparêzin-bitirsin.
17 Ewên ku xwe ji pelîd dûr girtine ku wî bihebînin û bal Xuda ve vegeriyane, mizgîn ji wan re ye.
18 Vêca ku gotinê dibihîzin êdî didin pey a herî rindê wê. Evê han in ên ku Xuda wan daye ser rêya rast û ên xwedan hiþ jî her evên han in.
19 Vêca ma ê peyva ezabê li serê pêwist bûye, ma ê di agir de tê xelas bikî?
20 Lê belê, ên xwe ji perwerdekarê xwe parastine ji wan re koþkê bilind ku di ser wan re qonaxên avakirî hene ku di binê wan re jî çem diherikin. Wada Xuda ye ( ku bi wan re wad daye). Xuda ji wada xwe danagere.
21 Ma tu nabînî ku bêguman Xuda avê ji asîman daxistiye, vêca wê di zemîn de kiriye kanî, paþê pê çandiniyê cihê reng derdixe, paþê ew hiþk dibe. Vêca tu wî zerbûyî dibînî paþê wî hûr hûr dike. Bêguman di vî de ji xwedan hiþan re þîret û bîrxistinî heye.
22 Vêca ma ê ku Xuda singa wî ji Îslamê re vekiribe û ew li ser ronahiyek ji perwerdekarê xwe be (wekî ê bêronahî ye?) Vêca xulî li ên ku dilên wan ji bîranîna Xuda hiþk in! ewên han di þaþîkî diyar de ne.
23 Xuda rindtirê peyva ku kitêbek (ayetên wê) dirûvêhev pêdixin, têne dubare kirin, daxistiye ku çermê ên ji perwerdekarê xwe ditirsin jê diguruze, paþê çermê wan û dilên wan bal bîranîna Xuda ve nerm dibe. Evê han rêberiya Xuda ye ku ê bixwaze rêberî rêya rast dike. Kesê Xuda wî ji rê þaþ bike, êdî tu rêber jê re nînin.
24 Vêca ma ê ku roja qiyametê xwe bi rûyê xwe ji dijwariya ezab diparêze (wekî ê ku dikeve bihiþtê ye?) Ji sitemkaran re tê gotin ku: "Hûn tiþtê we bi dest xistiye tam bikin."
25 Ên berî wan jî derewandin, vêca ezab ji alîkî ku haya wan jê nebû hate wan.
26 Vêca Xuda rûreþiya di jiyana dinê de bi wan da tam kirin û ezabê axretê jî her mezintir e, eger bizanbûna (lê ew nizanin).
27 Sond be me di vê Qur´ana han de ji mirovan re her mînakî daye; hêvî heye ku ew bifikirin-þîret bigrin.
28 Qur´anek (bi zimanê) erebî ye, bê tu çewtî ye; hêvî heye ku ew xwe biparêzin-bitirsin.
29 Xuda, zilamek mînak da ku çend kes tê de þirîk in li serê xirecir dikin û zilamek jî ê yekî bitenê ye. Ma ev herdu ji alî mînak ve wekî hev in? Pesn û sipas ji Xuda re. Ne, pirrî wan nizanin.
30 Bêguman tê bimrî û bêguman ewê jî bimrin.
31 Paþê bêguman hûnê roja qiyametê li cem perwerdekarê xwe bi hev re xirecirê bikin.
32 Vêca ma ji ê derewa davê ser Xuda û rastiyê dema jê re tê diderewîne sitemkartir kî heye? Ma ji kafiran re þûnwarek di dojehê de nîne?
33 Ewê ku rastiyê aniye û wê rast dêraye, ên xweparêz her evê han in.
34 Ji wan re li cem perwerdekarê wan tiþtê bixwazin heye. Xelata qencîkaran eva haye.
35 Ji bo ku Xuda nerindtirê tiþtê kirine ji wan bibe-veþêre û destmuza wan bi rindtirê tiþtê kirine perû bike.
36 Ma qey Xuda têra bendeyê xwe nake? Ew te bi ên pêþtirê wî didin tirsandin. Xuda, kî ji rê þaþ bike êdî tu rêber jê re nînin.
37 Û Xuda, kî bide ser rêya rast, êdî tu kes nikare wî ji rê þaþ bike. Ma qey Xuda serkeftiyê heyfsitan nîne?
38 Sond be eger tu ji wan bipirsî ku kî asîmana û zemîn aferandiye? Wê bêjin: "Xuda". Tu bêje ku: "De ka binêrin, tiþtê hûn bêyî Xuda dihebînin, eger Xuda bixwaze ziyanek bigihîne min, ma ew (pût) dikarin ziyana wî rakin yan eger bixwaze dilovaniyek bigihîne min, ma ew dikarin dilovaniya wî nehêlin?" Tu bêje ku: "Xuda besî min e. Ên xwesipar her xwe dispêrin wî."
39 Tu bêje: "Gelê min! hûn di þûna xwe de bixebitin, bêguman ez jî xebatkar im; vêca hûnê paþê bizanbin."
40 "Kî ezab pêde were, ew wî rûreþ dike û ezabê hertimî jî bi ser de tê."
41 Bêguman me ji mirovan re kitêbê bi rastiyê li ser te daxistiye, vêca kî rêya rast bibîne êdî ew ji xwe re dibîne û kî jî rê þaþ bike êdî ew ji xwe re þaþ dike. Tu li ser wan parêzvan nînî.
42 Xuda cana dema mirina wan distîne û a ku di xewa xwe de nemiriye jî (distîne). Vêca a ku mirinê li serê hukim kiriye digre û a din jî heya demekî navdayî berdide. Bêguman di vî de ji komelekî difikirin re gellek ayet (nîþan) hene.
43 Ma bêyî Xuda hin mehdervana girtine? Tu bêje ku: "Ma gelo ew tu tiþt di dest wan de nebe û ew hiþ tê nebin jî (hêjî ewê wan ji xwe re mehdervan bigrin?)."
44 Tu bêje ku: "Mehdervanî tev her a Xuda ye.Mulkê asîmana û zemîn her ê wî ye. Paþê hþnê her bal wî ve bêne vegerandin."
45 Û gava Xuda bitenê bê bîranîn, dilê ewên bi axretê bawerî naynin bi quretî û nexweþî tê girtin; û gava ên bêyî wî têne behs kirin ew pêre pêre dilþa dibin.
46 Tu bêje: "Xudayê me! ê ku asîmana û zemîn aferandiye, zanayê bi penhan û peyda ye! tu di navbera bendeyên xwe de di tiþtê ew tê de bi hev ketine de hukim dikî."
47 Bêguman eger hemû tiþtê di rûyê zemîn de û bi qasî wî jî pê re ê wanê sitemkarî kirine bûna, wê wan roja qiyametê ji ber zoriya ezab ve bergîdan bidana. Ji wan re ji Xuda tiþtê qet guman nedikirin xuya bû.
48 Xerabiyê tiþtê bi dest xistin ji wan re xuya bû û tiþtê pê tinaza dikirin bi wan de hat.
49 Vêca gava nexweþîkî digihîje mirov, ew gazî me dike. Paþê gava em xweþîkî ji xwe didinê ew dibêje: "Bêguman ew li ser zanînek ji min re hatiye dayîn." Ne, ew (jê re) sîhetî ye, lê belê pirrî wan nizanin.
50 Bi rastî ên berî wan jî vê gotibûn; vêca tiþtê bi dest xistibûn qet bikêra wan nehat.
51 Vêca xerabiyê tiþtê bi dest xistin hate serê wan. Ji ewên han jî ên ku sitemkarî kirine wê xerabiyê tiþtê bi dest xistine were serê wan û ew nikarin nehêlin jî.
52 Ma qey ew nizanin ku bêguman Xuda rozî ji kesê bixwaze re fireh dike û teng dike. Bêguman di vî de ji komelekî ku bawerî tînin re gellek ayet (nîþan) hene.
53 Tu bêje: "Gelî bendeyên min ên ku li xwe tadê kirine- ji hed derketine! hûn ji dilovaniya Xuda bêhêvî nebin. Lewra bêguman Xuda hemû guneha dibexþîne. Lewra bêguman bexþendekarê dilovan her ew e.
54 "Û hûn bal perwerdekarê xwe ve vegerin û berî ku ezab bê we hûn jê re serî deynin, paþê hûnê neyên yarî kirin."
55 "Û berî ku ezab ji niþkav de bê we û haya we jê nebe hûn bidin pey rindtirê tiþtê ji perwerdekarê we bal we ve hatiye daxistin."
56 Û (hûn bilezînin berî) ku her kes (ji we) bêje: "Hey wax li min! li ser kêmasiyê ku min derbareê Xuda de kiriye û ez jî her ji wanê ku tinaza dikirin bûm."
57 Yan bêje: "Eger Xuda min bida ser rêya rast ezê jî bibûma ji xweparêzan."
58 Yan jî dema ezab bibîne bêje: "Eger bi rastî firsendek din ji min re hebûna, êdî ezê jî bibûma ji qencîkaran."
59 (Xuda wuha bersiva wî dide:) "Belê çewan, bi rastî ayetên min ji te re hatin, vêca te wan derewand û te quretî kir û tu bûyî ji kafiran."
60 Û roja qiyametê tu ewên ku derewa davên ser Xuda dibînî ku rûyên wan reþ bûye. Ma qey ji qureyan re þûnek di dojehê de nîne?
61 Û Xuda ewên xweparêzî kirine jî bi qenciyên wan, wan xelas dike; ne xerabî digihê wan û ne jî ew xemgîn dibin.
62 Xuda aferandekarê her tiþtî ye û ew li ser her tiþtî parêzvan e.
63 Miftê gencineyê asîmana û zemîn ê wî ne. Ewên ku bi ayetê Xuda kafir bûne ên ziyankar her ewên han in.
64 Tu bêje: "Gelî nezana! ma hûn fermana min dikin ku ez ji pêþtirî Xuda bihebînim?"
65 Sond be bal te û bal ên berî te ve hatiye wehî kirin ku eger tu þirîka çêkî wê karê te hey biþewite û tê yî bibî ji ziyankaran.
66 Ne, êdî tu her Xuda bihebîne û bibe ji sipaskaran.
67 Wan rûmeta Xuda çewa hêjayê wî ye negirt. Roja qiyametê zemîn tev di destê wî de ye û asîman jî bi destê wî yê rastê pêçayî ne. Ew, ji tiþtê dikin þirîk pak bêrî ye û pirr bilind e.
68 Û di sûrê de hat pif dayîn, êdî ên di asîmana de û ên di zemîn de ne ji pêþtirê ê ku Xuda bixwaze pêve tev ji qêrînê bêhiþ ketin mirin, paþê dîsa tê de hat pif dayîn, êdî ew pêre pêre rabûn li bendê man.
69 Zemîn bi ronahiya perwerdekarê xwe rohnî bû û kitêb hat danîn û pêxember û danas hatin anîn û di navbera wan de bi rastiyê hate hukim kirin û ew nayên tade kirin jî.
70 Herkes tiþtê kiriye bêkêmasî hatiye dayîn û ew bi tiþtê dikin zanatir e.
71 Û ewên kafir bûne kom bi kom bal dojehê ve têne ajotin, heya gava hatinê pêre derên wê vebûn û dergevanên wê ji wan re gotin ku: "Ma qey hin pêxemberên ji we ku ayetê perwerdekarê we li ser we dixwendin û we bi pergîhatina vê roja we ya han hiþyar dikirin-ditirsandin ji we re nehatin?" Gotin: "Belê çewa (nehatin).".Lê belê peyva ezab li ser kafiran pêwist bûye."
72 Hat gotin ku: "Hûn têkevin deriyê dojehê hertimî tê de bin. Vêca þûna qureyan çi nerind e!"
73 Û ewên ku xwe ji perwerdekarê xwe parastibûn-tirsiya bûn kom bi kom bal bihiþtê ve hatin ajotin, heya gava hatinê û deriyên wê hatibûn vekirin û dergevanên wê gotin wan: "Silav li we be. Hûn dilþa ne. Êdî hertimî têkevinê."
74 Wan jî got ku: "Pesn û sipas ji Xudayê ku wada xwe ji me re rast deranî û me kir mîratxwirê zemîn ku em ji bihiþtê kuder bixwazin wê der qonax digrin. Vêca xelata xebatkaran çi rind e!"
75 Û tu feriþteyan dibînî ku hawîdorê text girtine bi pesn û sipasê perwerdekarê xwe wî pak didêrin. Di navbera wan de bi rastiyê hate hukim kirin û hat gotin ku: "Pesn û sipas ji Xuda perwerdekarê hemû aleman re ye."