4

1 Gelî kesan! Hûn parisaya wî Xudayî xweyî ku ewî hûn ji canekî bi tenê aferandine, bikin. (Ewî Xudayê ji wî canî) zoya wî jî afirandiye û ji wan herdukan pir mêr û jin zayandîye. Û hûn parisaya wî Yezdanê ku hûn li ser navê wî tiştan ji hev dixazin (û hûn bi fermana wî) bendê pismamîyê di nava hev da napezirinin, bikin. Bi rastî Yezdan li ser we da dîdevan e.
2 Û hûn malê sêwîyan ji bona wan ra bidin û hûn (ji malê wan sêwîyan) ewareyê xwe, di şûna qencê wan da neguhurin. Û hûn malê wan di nava malê xwe da nexun. Bi rastî ewa gonehekî mezin e.
3 Û heke hûn tirsîyan (ku hûn heke bi wan keçên sêwî ne, hûn serkarya wan dikin kevîn bibin) hûn di mafê wan da dadvanî nakin (îdî hûn bi wan ra kevîn nebin). Lê hûn bi wan jinên xweşa we diçin, ji bona we ra tîtal in bi wan ra kevîn bibin; du libî û sê libî û çar libî (kevîn bibin). Heke hûn tirsyan, ku hûn (di nava wan da) dadvanî nakin, îdî hûn bi yek jineke bi tenê ra kevîn bibin, ya ji hûn bi wan qerewaşên bendenê xweyên, ku îdî ewan bi bendetî ketine destê we, kevîn bibin. Ji bo ku hûn ji rêya rast dernekebin, eva kevînbûna we bi vî awayî ji bona we ra çêtir e.
4 Û hûn mara jinan bi xwaşî bidine wan. Heke ewan jinan ji wê mara xwe, bi xweşî ji ber xwe da ji bona we ra bibaxişînin, îdî hûn ewê mara baxişandî bi givirî bixun.
5 Û hûn ewê malê xweyê, ku Yez­dan sixurandina wê daye destê we, nedin efsanan. Hûn (bi kara) wê malî ewan efsanan bi xarin û vexarin xweyî bikin û hûn kincan li wan bikin û hûn ji bona wan ra mijûlinên qencî bejin.
6 Û hûn sêwîyan, ka ku gihîştine dane kavînbûnê. Ya hêj negihîştine, biceribînin. Îdî heke we, di wê gavê da ji wan "gihijtin" goman kir, hûn heman malê wan ji wan ra bidin. Hûn malê wan ji tirsa wê, ewanê mezin bin, wê malê xwe ji me bistînin. He­man bi lez, bi dest belavî nexun. Û kîjan (serkar) zengîn be, îdî bila ewa di malê wan da tu sixurandinê neke. Û kîjan (serkar) xezan be, îdî bila ji wî malî wekî xûyê waletê ku têda dijî, bixwe. Îdî di gava we malê wan sêwîyan dane wan hûn ji bona, ku we malê wan sêwîyan daye wan, şahidan bigirin. Şixwa (ka we malê wan sêwîyan bi hemûtî daye yan jî ne daye) Yezdan ji bona hêjmara we, bi malê wan sêwîyan bes e.
7 Ji bona mêran ra ji wî malê, ku da û bav û pismamên wan li pey xwe da bi mîratî dihêlin, par hene. Û ji bona jinan ra jî ji wî malê, ku da û bav û pismamên wan li pey xwe da bi mîratî dihêlin, par hene. Eva (para hanê) hindik û piraya wê, parek e hijmarî (û) bi vê nevê ye.
8 Di gava parkirina mîratê da heke (ji pêştirê mîratxwaran) lêzimên mayî û sêwî û xezan, amade ye parkirinê bûn, îdî hûn ji wê mîratê ji bona van ra jî (bidin) bi wan bidine xwarinê û hûn ji bona wan ra mijûlînên qenc bêjin.
9 Û ewanê, ku ditirsin heke li pey xwe da ûrtên bêwec bihêlin, wê li wê ûrta wan cewrê bê kirinê; (mafê wîyê wun­da bibe) bira (ji mafê sêwîyan bi­tirse, destê xwe nede malê wan). Îdî bira ewan Yezdan parizî bikin û bira ewan gotinê rast (ji bona sêwîyan ra) bêjin (ça ewan ji bo­na zarên xwe ra dibêjin).
10 Bi rastî ewanê ku malê sêwîyan bi cewrê dixun, hene! Ewanan hey zikê xwe tijî agir di­kin. Şixwa ewananê di nêzîk da li bal doja hilopîtik da bêne kişandinê.
11 Yezdan, ji bona zarên weyên kurîn, di mafê mîrat parkirinê da; li we (aha) şîret dike: ji bona kuran wekî du parê jinan, par heye. Îdî heke mîratxur, xwurî jin bin û ewan ji dudu yan jî pirtir bin, ji bona wan jinan ra ji sê parê mîratê du par hene. Heke ewa jina mîratxur yek bi tenê be, îdî nîvê malê mîratê mayî para wê jinikê ye. Heke mirî li pey xwe da bi tevê zarên xwe va da û bavê xwe jî hîştibe; ji şeş parê mîratê, ji bona her yekê ji da û bavê mirî ra par heye. Heke ji bona mirî ra zar tune bin; mîratxurê wî hey da û ba­vê wî ma bin, ji bona dayîka wî ra, ji malê mîratê ji sê paran, parek heye. Îdî heke xûşk û birayê mirî hebin, wê gavê ji bona dayîka mirî ra, ji malê mîratê şeş paran parek heye. Eva parên hanênan, ji piştî wan parên, ku mirî bi dayîna wan şîret kiriye û ji piştî deynê mirî ji malê mîratê derdikebe, paşê têne dayînê. Hûn nizanin, ka ji da û bavê we û ji zarên we, ji bona we ra kîjan bi qencî çêtir e. Evan parkirinên hanênan, parkirinê bi vê nevê ne, ji Yezdan e. Bi rastî Yezdan pir zanê bijejke ye.
12 Û ji bona we (mêran ra) nîvê wî malê, ku jina weye mirî li pey xwe da mîrat hîştîye heye, heke ji bona wan jinan ra zarên wan tu nebim heke zarên wan jinan hebin; îdî ji bona we ra ji wî malê mîratê, ji çar paran parak heye, ji piştî wan parên, ku ewan bi dayîna wan şîret kirine û ji piştî wan deynê, ku li ser we hebûye bê dayînê. Û ji bona wan jinên, ku ewan li pey we da mane, ji wî malê mîrata weye hîştî, ji çar paran parek heye, heke ji piştî mirina we da, zarên we ne mabin. Îdî heke ji piştî mirina we da, ji bona we ra zarên we mabin, ji wî malê mîrata weye hîştî, ji piştî wan şîretên we ne, ku we bi dana wan kirîye û ji piştî deynê we, ji bona wan jinan ra ji heşt paran, parek heye. Û heke mirî mêr be û ya jin be (bê dûmda bin, ji wan ra ji bav û dîya wan, tu ûrta wan ne mabe, ewan bi xweber jî bê dûmda bin ûrta wanê mayî ji dîya wan) bira, ya jî xûşka wan hebe, îdî ji bona van her yekê ra, ji piştî şîretên, ku mirî bi dana wan şîret kirîye û ji piştî deynê mirî, ji wî malê mîrata mayî derkebe; ji şeş pa­ran parek heye. Îdî heke ewan (bira û xûşkên we ne ji dîya we) ji duduyan pirtir bin ewanan hemûşk jî ji piştî şîretên, ku mirî bi dana wan şîret kirîye û ji piştî deynê mirî ji wî malê mî­rata ma; derkebe, ji sê paran, parekî da hempar in. Eva parkirina hanê rast e. Heke şîret û deynê wî zîyanê nede para wan. Eva (parkirina) şîretek e bi vê nevê ye ji Yezdan hatîye kirinê. Û Yezdan zanakî mulahîm e.
13 Evan parkirin û şîretên hanênan biryarên Yezdan in.Û kîjan jî bi gotina Yezdan û Pêxemberê wî bike, îdî Yezdanê ewî bixe wê bihişta, ku di binê (darê wê da) çem dikişin. Ewanê di w bihiştê da hemû gavan bimînin. Serfirazîya mezin eva ye.
14 Û kîjan bê gotina Yezdan û Pêxemberê wî û neyartîya biryarên wî bike (ji wan bibore) îdî Yezdanê ewî bixe agirekî wusa, ewayî di wî agirî da hemû gava bimîne. Û ji bona wî ra şapatek e riswabûyî heye.
15 Û ewan jinên weyên, ku maştoqî kirine hene! (divê ku hûn ji bona kirina wan) çar şahidan ji xwe bînin (ku ewan jinan maş­toqî kirine, bidine rast kirinê). Îdî heke ewan şahidan, şahîdî dan (ku ewan jinan maştoqî kirine) hûn ewan jinan îdî di xanîyan da bigirin, heya ku ewan jinan bimirin ya jî haya Yezdan ji bona wan jinan ra rêyek e mayî derxe.
16 Û ewan herduk (mêrikên) ji we (ku bi hev ra) qûndayî kirine hene! Heya ewan ji wê kirinê poşman bibin û aştîkarî bikin, hûn ji wan ra cefa bidin. Îdî heke ewan ji wê kirina xwe poşman bûn, hûn jî ji cefadana wan xwe bidine para da. Bi rastî Yezdan pir baxişgerê dilovîn e.
17 Bi rastî Yezdan poşmanîya wan merivên ku bi nezanî karên sikî kirine, paşê di nezîk da, ji wan ki­rinê xwe poşman bûne, (baxişandina) wan hildaye ser xwe. Şixwa îdî evan in, ku Yezdan poşmanîya wan litê dike. Û Yezdan zanakî bijejke ye.
18 Û ji bona wanê, ku karên sikatî dikin heya, ku gava yek ji wan amadeyî mirinê dibe; di wê gavê da gotîye: “A, di naha da ez ji wan kirinan poşman bûme.” Û ji bona wanê, ku bi filetî dimirin poşmanîya wan ji gunehan tune ye (yanî poşmanîya wanên di wê gavê da nayê litê kirinê). Şixwa evan in, ku me ji bona wan ra şapatek e dilsoz amade kirîye.
19 Gelî ewanê bawer kirine! Ne durist e ji bo­na we ra ku hûn bi kotekî bibin mîratxurên ji­nan. Heya ewan jinan tolîtîya ber çavî nekin, ji bo ku hûn hinekî ji wî (malê mara wê) ji bona wan ra daye, (ewan jinan hinekî ji wî malî ji bona berdana xwe, ji bona we ra bibaxişînin), di para da bistînin hûn li wan zor nekin. Û hûn bi wan jinan ra bi qencî derbasîyî bikin. Îdî heke rikê we ji wan jinan tê (hûn hew bikin bi wan ra derbasîyî bikin) dibe ku ewa tişta rikê we jê tê, Yezdan ji bona we ra di wan da qencên pir çê bike.
20 Heke hûn bivên, ku hûn di şûna jina xwe da bi jinekê mayî ra kevîn bibin (yanî hûn jina xweye heyî berdin bi jineke mayî ra kevîn bibin) we ji bona wê jina xweya cara yekem da bi barê (devan) mal dabe wan, hûn ji wî malî qe tu tiştî para da ji wan nestînin. Hûnê ewî malî ça (ji wan jinan) bi vir û bi gunehkarya ber çavî bistînin?
21 Ka hûnê ça ewî malî ji wan bistî­nin hûn bi xewber (bi jîn û bi mirin) tavê hev bûne? Ewan jinan jî (di gava kevîn bûne da) ji we peymaneke bi hez sitandibûne.
22 Û hûn bi wan jinên, ku bav û (bapîrên we) bi van ra kevîn bûne, ke­vîn nebin. Ewan kevînbûnên borî, şixwa borîne. Bi rastî eva kevînbûna (bi ji­na bav û bapîran ra) maştoqî û tiştekî pir sik e. Eva sikê rêya ne.
23 Li ser we (kevînbûna we) bi dayîkên we ra û bi keçên we ra û bi xûşkên we ra û bi metê­n we ra û bi xatîyên we ra û bi keçên birayên we ra û bi keçên xûşkên we ra û bi wan dayên weyên, ku şîr dabine we û bi xûşkên weyên ji şîr û bi dayên jinên we ra û bi wan mozîkên weyên di mala we da nin, ji wê jina weya ku hûn bi jinanî tevê we razabin, heke hûn bi jinanî tevê dîya wan mozîkên xwe ranezabin şixwa îdî ji bona we ra tu qedexe tune ye, ku hûn bi wan mozîkên xwe ra kevîn bibin û bi jina kurên xweyên, heke ewan kuran ji dola we bin, hatine qedexekirinê. Û kevînbûna we bi du xûşkan bi hev ra jî (qedexe ye), ji pêştirê wan (kevînbûnê weyên borî) şixwa borîne. Bi rastî Yez­dan baxişkarê dilovîn e.
24 Û ewan jinên bi mêr hene! (kevînbûna bi wan jinan ra jî li ser we hatîye qedexekirinê) Ji pêştirê wan jinên (di gava qirînê da hatine zebunkirinê) ku ewan ketibin binê ewletîya we da mabin. (Evan qedexe û biryarên borî) biryarên Yezdan in, li ser we bi vê nevê hatine nivîsandinê. Ji pêştirê vanê borî; heke hûn malê xwa bidin bi wan ra kevîn bibin, ji bo ku xwe ji tulîyê biparîsînin, ji bona we ra durist bûye. Îdî kîjan ji we bi malê xwe bi wan jinan ra heke (bi xweşî) kevîn bibe, hûn ji bona wan jinên (ku hûn bi malê xwe bi wan ra kevîn bûne) kirya wan (mara wan e) ku we di nava xwe da diyar kirîye, bidine wan (jinan). Ji piştî, ku we ewa mala di nava xwe da bi qayîlî diyar kiribe, îdî hûn (ji wî malê diyar kirî bi qayîlbûna we herdukan, heke) kêm bidine wan (jinan) ya jî li wî malî pirtir bidin wan jinan) tu zîyan li ser we tune ye. Bi rastî Yezdan zanakî bijejke ye.
25 Û kîjan ji we heke nikaribe bi malê xwe, bi jineke dawparês e rizgar e bawerger ra kevîn bibe, îdî bi­ra ewa bi wan koleyên jinên (ku di qirînan da hatine zebunkirinê) ketine bine ewletîya we da mane, ku ji wan keçên weyên (bende ne) bawerger in, kevîn bibe. Û Yezdan bi bawerêya we çêtir dizane. Şixwa hûn bi xweber jî ji hev in (ji yek nişakîne hemûşk meriv in; îdî hûn çi kole bin, çi rizgar bin, di merivatîyê da yek in.) Îdî heke ewan (jinan) xwe ji tulîtîyê biparisînin, hûn bi dustûra serkare wan jinên kole, bi wan ra kevîn bibin. Û hûn (ewî malê, ku we di nava hev da ji bona kirya wan, bi qayîlîya ji wan biryar kirîye) bi qencî bidin wan jinan. Heke ewan (jinan bi dizîka da) ji xwe ra bi destê tu kesekî negirin (ku bi wan ra tulîtî bikin). Îdî heke ewan jinan ji piştê (vê mêrkirinê) dîsa tûlîtî kirin, celata wan nîvê celata jinên rizgar in. Eva duristbûna kevîna bi wan jinên bende ra, ji bona wan mêrên rizgarên ji we ne ku ditirsin, heke bi wan ra kevîn nebin, wê maştoqîyê bikin, durist e. Û şixwa heke hûn (gelî mêrên bê malê xezan!) hew bikin (qe bi wan koleyên jin ra jî kavîn ne­bin) ji bona we ra ne kevînbûn çêtir e. Û Yezdan baxişkarê dilovîn e.
26 Yezdan (bi van biryar û rezikan) divê, ku ji bona we ra tişta hûn pê nizanin, hîn bike û rêya wan (komelên) berya we da borîne, bide nîşanê we û sikatîne we ji bona we ra bibaxişîne. Û Yezdan zana ye bijejke ye.
27 Û Yezdan (bi van biryaran) divê, ku gunehên we ji bona we ra bibaxişîne lê ewanê, ku dibin peyrewê hewasa xwe hene! Ewan divên, ku we bi xarîyeke mezin alîyê gunehan da xar bikin.
28 Ji ber ku meriv bêwec hatîye afirandinê; Yezdan divê (ku barê weyê ji biryaran heye) sivik bike.
29 Gelî ewanê ku bawer kirîye! Hûn malê hevdu di nava hev da bi sedemên pûç nexun. Lê hûn (malê hev di nava hev da) bi kirîn û firotina bi qayîlbûna ji herdu , alîyên ji we (bixun). Û hûn bi xweber xwe bi ne duristî nekujin. Bi rastî Yezdan ji bona we ra dilovîn e.
30 Û kîjan (evan qedexan) bi neyartî û bi cewrî bike (bira ewa bizane!) bi rastî îdî emê ewî li bal agir da bikişînin. Û şapatdana hanê şixwa li ser Yezdan hesanî ye.
31 Heke hûn xwe ji gunehên mezinên, ku hûn ji bona ne kirina wan hatine fermankirinê biparisînin, emî sikatîyên we veşerin û emê we bixin şûneke dilxweş (ku di wura da hunê bêne mexzûvankirinê).
32 Û hûn dilxwazîya wî tiştê, ku Yezdan hinekên we li ser hinekên ji we, bi wan aborî kirîye, nekin (yanî xwezîka malê wî, ya jî para wî ji bona min ra bûya bi dilxwazî ne bêjin). Ji bona mêran ra ji keda ewan kirîye par heye û ji bona jinan ra jî ji keda ewan kirîye par heye. Û hûn ji Yezdan dilxwazîya (tiştan) ji abora wî bi­kin. Bi rastî Yezdan bi hemû tiştan dizane.
33 Û ji bona hemûşkan ra jî, me ji wî malê ku da û bav û pismaman li pey xwe da bi mîratî hîştine (parên ji mîratê) çê kirîye. Îdî hûn ji bona wanê, ku bi sondan we ji wan ra peymana maldayînê daye para wan bidine wan. Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan nêhrevan e.
34 Bi sedema ku Yezdan bi abora xwe, hinekên merivan li ser hinekên wan rûmetdar kirîye û bi sedema ku (mêr) ji malê xwe sixurandinê dikin, mêr li ser jinan bûne serkar. Îdî ewan jinên aştîkar ew in, ku bi gotina (mêrên xwe dikin) bi dilê xwe va bi mêran ra girêdayîne û ewan jinan, parisya wan tiştên ku Yezdan fermana parisya wan kirîye (di ne amedina mêrên xwe da jî, parisaya wan) dikin . Lê ewan jinên, ku hûn ditirsin ewanê b gotina mêran bikin hene! Îdî hûn li wan şîretan bikin (ji bo ku ewan bi gotina mêran bikin) û hûn di razana tevê wan da, ji wan raqetinê bikin (heke ewan bi van kirinê we ne hatine rê) îdî hûn li wan bixin (ji bo ku ewan werên rêya rast.) Îdî heke ewan jinan bi gotina we kirin, hûn ji bona cefadayîna wan li mana negerin. Bi rastî Yezdan bilindê mezin e.
35 Û heke hûn tirsîyan, ku we nîveka wan (jin û mêran) herdukan vebe (îdî ewan li hev nayên) hûn berewanekî ji malînê mêrikê û berewanekî jî ji malînê jinikê bişîne (civînê). Heke bi rastî ewan herdu berewanan bivên, ku di nîveka wan herdu (jinik û mêrikê) aştî bikin, Yezdanê aştîya wan herdukan pêk bîne. Bi rastî Yezdan zanayê agahdar e.
36 Û hûn hey ji bona Yezdan ra perestî bikin û hûn ji bona Yez­dan ra (di perestî û perestevanîyê da) tu tiştî hevrî çê nekin. Hûn ji bona da û bavên xwe, qencîyan bikin, hûn ji bona pismaman û sêwîyan û xezanan û ji bona cînarên pisman û cînarên, ku mala wan li kêleka mala we dane û ji bona hevalê ku li kêleka we dane (ya jî ji bo­na zoya xwe; heke mêr be ji bona jinikê, heke jinik be ji bona mêrê xwe) û ji bona rêwîyên rêyan û ji bona wan bendeyên (ku di qirînan da hatine zebunkirinê) ewan îdî ketine binê ewletîya we da mane, qencîyan bikin. Bi rastî Yezdan ji wanê xwe mezin zanên pesinvan hez nake.
37 Ewanê qure ne xwe mezinzan hene! Ewanan dexesî dikin û ewan fermana kesan dikin, ku ewan kesan jî dexesî bikin (qe tu tişti ji bona tu merivî ra nedin). Ewan dexesan ewî tişta ku Yezdan ji rûmeta xwe daye wan vedişêrin. Me bi xweber jî ji bona filan ra şapateke sernegûn amade kirîye.
38 Ewanê ku malê xwe bi rûmetî, ji bona merivan ra disixurînin hene! Ewan malê xwe disixurînin ji bona ku meriv bibînin, ewan bi Yezdan û bi dan û gavê para da jî bawer nakin. (Yezdan ji van hez nake ewan hevalê pelîd in) û pelîd ji bona kêra bibe heval, îdî ewa çiqa sikê hevala ne!
39 Û heke ewanan bi Yezdan bi dan û gavê para da bawer bikirinan û ewnan ji wê dilika ku me ji bona wan ra daye, di rêya (Yezdan) da bisixurandinan, gelo wê ji bona wan ra çi bibûya? Şixwe Yezdan bi wan dizanîbû.
40 Bi rastî Yezdan li tu kesî, wekî çirûskekî jî cewrê nake. Heke (meriv) wekî çirûskekî qencî kiribe (ji xwe Yezdan) ji wî ra ewê qencîya wî car bi car pir dike û Yezdan li bal xwe da ji wî ra xelateke mezin tîne.
41 Îdî di gava em ji bona her komekî ra dîdevanekî tînin û em te jî li ser vanan bi dîdevanî tînin, ge­lo wê temtêla wanê ça bibe?
42 Di wê royê da ewanê bûne file û ewanê di hemberê pêxemberan da serî bilind kirine, hene! ewan hez dikin ku zemîn ewanan dabi ilîne. Ewan bi xwerber jî qe tu axiftinê ji Yezdan penha nakin.
43 Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn heya nizan bin ka hûn çi dibêjin, di gava nimêjê da, hûn bi mestî nimêj nekin û heke hûn serên pak bin û pêştirê di gava rêwîtîyê da, heya hûn xwe neşon, hên nimêj nekın. Û heke hûn nexweş bin (ku hûn nikarbin avê bixebitînin) ya jî hûn rêwîyê rêya bin (hûn rastê avê ne hatin) ya jî yek ji we ji qedemgehê ha­tibe (hûn çûbûne qedemgehê we destmêja xwe şikênandibe) ya jî ji yekê ji wan herduk qulukên we, ji peş û paşîya we da tiştek ha­tibe (destnimêja we hatibe şikênandinê) ya jî dest (we li bedena) jinan ketibe (di wan temtêlên borî da) hûn rastî avê ne hatibin, îdî hûn di şûna destnimêja bi avê, bi xwelyeke temîzê paqij destnimêj bigirin. Hûn bi wê xwelîyê, rûyê xwe û destê xwe mes bikin (xwelyê li wan bixin). Bi rastî Yezdan baxişkar û veşartakê sikatîya ne.
44 Ma qey (Muhemmed!) tu li bal wan kesên ku ji bona wan ra pareke (ji zanîna pirtûkê) hatîye dayînê, mêze nakî? Ewanan rê wundabûnî dikirin Û ewanan divên ku hûn jî rê wunda bikin.
45 Û Yezdan bi neyarên we çêtir dizane. Şixw Yez­dan ji bona serkarya we, besê we ye. Û Yezdan bi arîkarî jî şixwe bes e.
46 Ji wanê cihû (hinek hene aha dikin); Ewanan (rewşa te ye ku di pirtûka li bal wan da heyî) ji şûna wan peyvan diheşivînin û (aha jî) dibêjin: “Em (gotina te) dibihîsin lê em (bi gotina te) nakin”, (ji hevra jî aha dibê­jin:) “Tu gohdarya wî bike lê ji wî tu tiştî seh neke.” Û ewanan ji bona tinaza bi "ol"a te bikin; zimanê xwe ji devê xwe derdixin, xaromaro dikin (dibêjin: "Tu) dêna xwe bi­de me.” Û heke ewan bi rastî (aha) gotibûnan: “Me gotina te bihîst û em bi gotina te dikin, tu gohdarî bike û tu li me mêze bike.” Wê ji bona wan ra çê­tir bibûya û wê eva gotina bi hêztir bibûya. Lê Yezdan bi sedema filetîya wan li wan deherandin kirîye, îdî ji pêştirê hindikên wan. tu kes ji wan bawer nakin.
47 Gelî ewan kesên ku ji we ra pirtûk hatîye! Ewa (pirtûka) me hînartîye, ku ewa (pirtûka) bi xweber jî rastdarê ji bona we (pirtûka) bi we ra heyî, hêj di berya ku me rûyên we şop ne kirîye, îdî ewan rûyan di para da em dizivirînin wekî pişta stûyê wan rast dibin, û hêj bi berya ku emê ewan ji (derê xwe) bideherînin, ça me ewan (merivên) hevrîne Roya Şemîyê deherandine hûn bi wê bawer bikin. Û bi rastî fermanên Yezdan şixwe hatine kirinê.
48 Bi rastî Yezdan (gunehên) hevrîtîya (ku ji wî ra çê dikin) nabaxişîne û ewa ji bona evînê xwe ra, ji pêştirê vî gunehî hemûşk gunehên mayî dibaxişîne. Û bi rastî kîjan ji Yez­dan ra hevrêyan bigıre, bi sond! Ewî bi gunehekî mezin, vireke mezin kirîye.
49 Ma qey (Muhemmed!) tu li bal wanê ku bi xweber xwe (ji gunehan) paqij dikin mêze nakî? (Ewan ça xwe paqij di­kin! Gotina wan nîne). Lê Yezdan kîjanî bivê ewî ji gunehan paqij dike, qe li wan wekî taki jî cewr nayê kirinê.
50 (Muhemmed!) Tu li wan mêze bike û binhêre; ka ewan ça bi derewan viran li ser (navê) Yezdan dikin! Şixwa eva vira hene xuyayî, bi gunehî bes e.
51 Ma qey (Muhemmed!) tu nabînî? Ewan merivên ku ji bona wan ra pareke (ji zanîna) pirtûkê hatiye, ewanan bi sernegûnîyê (put) û bi kotekîya (pelidan) bawer dikin. Ewan ji bona wanê bûne file ra jî dibêjin: “Evan (pût û sernegûnî û kotekê pelîd) ji wanê ku bawer kirine; çêtir di rêya rast danin.”
52 Evanan in, ku Yezdan li wan deherandin kirîye û Yezdan li kîjanî deherandinê bike, îdî tu ji bona wî ra rastî tu arîkarî nayê.
53 Ya jî qey ji bona wan ra pareke ji seroktîyê heye? (Ewanan xwe bi wê qure dikin). Heke ji bo­na wan ra parek ji seroktîyê hebûya, îdî ewan di wê gavê da ji bona kesan ra qe takî jî nadin.
54 Ya jî qey ewan, ji ber ku Yezdan ji abora xwe ji bona kesan ra qencî kirîye, dexesî dikin? Bi sond! Me ji bona binemala Îbrahim ra pirtûk û (zanîna) retkokî dabûye, îdî me ji bona wan ra maldarî û seroktîyeke mezin dabûye.
55 Îdî hinekan ji wan bi wî bawer kirine û hinekan ji wan jî ji wî rû fetilandine. Ji bona (celatdana wan) doja ku agirê wê hilopîtke besê wan e.
56 Ewanê ku bi beratên me filetî dikin hene! Bi rastî emê ewanan bixne agir. Çiqa çermê wan (ji şewatê) dipizire, ji bona ku ewan şapatê tam bikin, em ewî çermî bi hinek çermê mayî diguhurin. Bi rastî Yezdan servahatê bijejke ye.
57 Û ewanê ku bawer kirine û kare aştî kirine hene! Emê ewan jî bixne wan bihiştên, ku di binê (darê wan da) çem dikişin. Ewanê di wan bihiştan da tim bimînin. Ji bona wan ra di wan bihiştan da zonên paqij hene. Û erê! Emê ewanan bixne binê) sîhên sîhwanok.
58 (Hûn bi zanin) bi rastî Yez­dan fermana we dike, ku hûn ewan tiştên bi ewletî li bal we hatine danînê, bidne xweyê wan û hûn di gava berewanî di nava kesan da bikin hûn bi dadvanî berewanî bikin. Bi rastî Yezdan bi şîretên qenc çiqa şîretan li we dike! Bi rastî Yezdan bihîstkarê dîtoke ye.
59 Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn bi gotina Yezdan bikin û hûn bi gotina pêxember û ewan (serokên) ji we ne, ku xweyê fermana we ne, bikin îdî heke hûn bi Yezdan û bi dan û gavê para da bawer dikin di gava hûn ku di tiştekî da tekoşinê bikin (hûn nizan bin ku ewa mafê kê ye) hûn temtêla wî tiştî (ji bona berewanîyê) li bal (biryarên) Yezdan û pêxember da beherin. Eva kirina we (ku hûn ewan bûyerên xwe ne, hûn pê nizanin, di binê bal biryarên Yezdan û pêxember) ji bona we ra çêtir e û paşîya wî jî qenc e biryar û berewana ne.
60 Ma qey (Muhemmed!) tu li bal wan merivên ku viran dikin mêze nakî? Ewan (dibêjin): “Ku bi rastî ewanan bi wan biryarên (Qur’an)a li bal te da hatîye hinartînê bawer kirine û bi wan biryarên di berya te da jî hatiye hinartinê bawer kirine” û bi vî ra jî ewan divên, ku di bûyerên xwe da ji bona berewanîyê herin bal pelîd, ewan bi xweber jî hatibûne fermankirinê, ku ewan bi pelîd bawer nekin. Bi rastî pelîd divê ku ewan di wundabûneke dûr da wunda bike.
61 Û di gava ji wan ra bê gotinê: “Hûn (di gavê tekoşînan da ji bona berewanîyê) li bal wan biryarên, ku Yezdan hinartîye û li bal pêxember da werin.” Tu ewanê durû dibînî, ku ewan ji te bi hemûtî dûr dikebin (ji te direvin).
62 Îdî di gava bi sedema wan kirinê wanê borî, aşîtek bi wan da tê, ewan paşê têne bal te, bi Yezdan sond dixun û dibêjin: “Me hey qencî û aştîya di nava wan da va ye.” Gelo temtêla wan (wê gavê) ça dibe?
63 Evanê bi van salixan in; ku Yezdan bi tişta di dilê wan da heyî dizane. Îdî tu giza xwe ji wan bibire û tu li wan şîretan bike û tu ji bona wan ra mijûlîyên nermne, ku (pozê wan) bi wê bişewite, bêje.
64 Me çiqa pêxemberek şandîye, hey ji bona ku bi dustûra Yezdan bi gotina wî bê kirinê, me şandîbûye. Heke ewanan di gava bi xweber li xwe cewr kiribûne (paşê) hatibûna bal te, ji bo ku îdî ji Yezdan baxişandina (gunehên) xwe ra lava bikin û pêxember jî ji bona wan ra ji Yez­dan ji bona baxişandina (gunehên) wan lava biki­ra, bi rastî ewanê rast bihatinan, ku Yezdan baxişkarê dilovîn e.
65 Wusa nîne; bi Xudayê te sond dixum! Heya ewanan di wan tekoşînên, ku di nava wan da reh daye, ji bona berewanîya te neynên li bal te, ku tu di nava wan da (bi dadî) berewanî bikî, paşê ewan ji wê berewanîya te kiri, di dilê xwe da jî qe tu xeyîdîn û du dilî jî xweyî nekin û heya ewan bi hemûtî xwe ne hisperên te, ewan nabine bawerger.
66 Û heke bi rastî me li ser wan binivîsîya, ku hûnê bi xweber xwe bikujin, ya jî hûnê ji welatê xwe derkebin, ji pêştirê hindikên ji wan, tu kesî ji wan ewan fermanên me pêk ne dianînan. Û heke ewan, evan şîretên ku li wan hatîye kirinê pêk bianînan, wê ji bona wan ra çêtir bibûya û wê ji bona paydarya wan zor binecî bibûya.
67 Di wê gavê da bi rastî meyê li bal xwe da ji bona wan ra xelateke mezin bianîya.
68 Û bi rastî meyê ewanan bianînan rêya rast.
69 (Şixwa wusa ne); kê bi gotina Yezdan û Pêxember bike, îdî ewa dibe hevalê wanê ku Yezdan bi wan qencî kirîye ji Pêxember û yaran û şehîd (kuştîyê rêyarast) û aştî karan. Evanan çiqa hevalên qenc in!
70 Evan qencên (ku ji bona qencîkaran ra hatîye dayînê) ji Yezdan in. Û şixwa (heke) Yezdan bi wan qencîyan bizane bes e. (Bira ewanê mayî qe jî nizanbin)
71 Gelî ewanê ku we bawer kirîye hûn di hemberê neyaran da xwe amede bikin (civîn û tedarika qirîna bi neyaran ra pêk bînin). Îdî hûn bi nijdewanî (deste û deste) ya jî hûn hemûşk bi hev ra êrişê beherin ser neyaran.
72 Û bi rastî ji we hinek hene, ku ewan dereng dikebin (çekê xwe dereng weldigerin, para dikebin). Îdî ewa (mêze dikin) heke bi we da aşîtek hatibe, ewa aha dibêje: “Bi sond! Yezdan bi min qencî kirîye, loma di qirînê da ez bi wan ra amade ne bûm.”
73 Û heke ji rûmeta Yezdan qencîyek bi we da hati­be, tu dibê qe di nîveka we û wî da tu hogirî tune bûye. Ewa aha dibêje: “Xwezîka ez jî (di parkirina vê şorê da) bi wan ra bûma, îdî ezê jî bi serfirazîyeke mezin va serfiraz bibûma.”
74 Îdî ewanê, ku jîna dan û gavê para da bi jîna cihanê kirîne hene! Bira ewanan di rêya Yezdan da, qirîn bikin. Û kîjan di rêya Yezdan da qirînê bike; heke ewa îdî bê kuştinê, ya jî ewa bi servahatî serfiraz be (neyarê xwe sernegûn bike) emê ji bûna wî ra bi rastî kirê û xelatên mezin bînin.
75 Û ji bona we ra çi bûye; ku hûn di rêya Yez­dan da ji bona ferestîya wan kesên hatine bê hêzkirinê (zebûn bûne) ji mêr û jin û zarên ku (aha) lava dikin: “Xudayê me! Tu me ji vî gundê, ku gundînê wî cewrkar in derxe û tu ji bona me ra serkarekî ji bal xwe bişîne û tu ji bona me ra li bal xwe arîkarekî bişîne” qirînê nakin?
76 Ewanê bawer kirine hene! Ewanan di rêya Yezdan da qirînê dikin û ewanê bûne file jî; ewanan di rêya palîd da qirînê dikin. Îdî (gelî bawergeran!) hûn bi serkarên pelîd ra qirînê bikin. Bi rastî xaxê pelîd bê hêz bûye.
77 Ma qey te ewanê, ku ji wan ra hatîye gotine: “Hûn des­tê xwe (ji qirînê) bidin para û hûn nimêj bikin û baca malê xwe bidin” (bi vî ra jî dîsa ewan dest ji qirînê bernedidan) nedîtine? Îdî di gava qirîn li ser wan bi nivîsarî bi vê nevê bûye di wê gavê da destekî ji wan, ku ewa desta wekî tirsa ji Yezdan, ji merivan ditirsîyan û hêj ji merivan pirtir ditirsîyan, aha gotine: “Xudayê me! Te ji bona çi qirîn li ser me bi vê nevê nivîsîye? Ma qey çi dibû ku te can sitandina me heya gaveke nêzîk para bida?” (Muhemmed! tu ji wan ra) bêje: “Jîna berxudarya cihanî hindik e û (Jîna berxudarya) di gav û danê para da, ji bona xudaparisan çêtir e. Li wan wekî takî dendikê jî nayê cewrkirinê.”
78 Hûn li kur dibin bibin, heke hûn di bedenên girtî da bin jî, wê hey mirinê bigihîje we û heke qencîyek bi wan da hatibe, ewan dibêjin: “Eva qencîya ji Yezdan e.” Û heke sikatîyek bi wan da hatibe, ewan dibêjin: “Eva sikatîya ji bal te (ji bê awîkîya te ye) bi me da hatîye.” (Mu­hemmed! tu ji wan ra) bêje: “Hemûşk jî (qencî û sikatî) ji bal Yezdan in.” Îdî gelo ji bona vî komalî ra çi bûye, ku navên şîretan bibêhên?
79 Çi tişta ji qencîyan bi te da were, ewa (qen­cîya) ji Yezdan e û çi tişt ji sikatîyan bi serê te da hatibe, îdî ewa (bi sedema gunehên te kirî) bi te da hatîye. Û ji bona, ku me (Muhemmed!) tu bi pêxemberî ji bona kesan ra şandiyî, Yezdan besê şahîdîyî ye.
80 Kîjan bi gotina pêxember bike, îdî (bira ewa bizane) ku ewî bi gotina Yezdan jî kirîye û kîjan ji pêxember rû bifetilîne, îdî (bira ewa jî bizane!) ku me (Muhem­med!) te li ser wan da parisvan ne şandîyî.
81 Ewanan (ji bona te ra) dibêjin: "Fermana te (li ser çevê me) emê bi gotina te bikin." Îdî di gava ku ewan ji bal te derdikebin, destekî ji wan di şevê da ji pêştirê wan gotine, ku te ji wan ra gotîne (di nava xwe da) hinek gotinê mayî dihûnin. (Qe tiştek nabe!) Yezdan ewan tiştê ku ewan dihûnin, dinivîse. Îdî (Muhemmed!) tu dest ji wan berde û tu xwe hêspire Yezdan û şixwa Yezdan bi serkarî bes e.
82 (Gelo) qe ewan (di arş û peyvê) Qur’anê da naponijin? Heke Qur’an ji bal pêştirê Yezdan (hatibûya) wê ewanê di Qur’anê da rastê pir tiştê ne wekhev hatibûnan.
83 Û di gava ku ji wan ra bûyerek, ji ewletîyê (ku bawerger serva hatine, file para da revîne) ya jî ji tirsê (ku file bi serva hatine, ba­werger para da revîyane) hatibe, heman ewan (durûyan) ewê bûyerê belav dikin. Û heke ewan, ewa bûyera bi birana li bal Pêxember (ji wî pirs bikirinan) ya jî ewan ewa bûyera bibirina li bal wan serokên xweyên, ku fermandarê wan in (ji wan bipirsîyan) wê ewê, ku ewanan jî wî rastîya bûyeran hîn dibin, rastîya wê bûyerê bizanîya. Û heke rûmet û dilovanîya Yezdan e, ku li ser we heye ne bûya, ji pêştirê hindikên ji we, hûnê hemûşk bibûna peyrewê pelîd.
84 Îdî (Muhemmed!) tu di rêya Yezdan da qirînê bike, tu hey (ji kirinê xwe) têyî pirs kirine. Û tu helana bide bawergeran, bi rastî goman heye, ku Yezdan tirsa wanê bûne file, ji we bide paradanê. Û Yezdan bi xweber jî zor êrişê û zor sernegûnvan e.
85 Û kîjan mehderyeke qencî bike, ji bona wî ra di wê mehderyê da pareke wî heye û kîjan mehderyeke sikîtî bike, ji bona wî ra di wê meh­deryê da gerewa wî heye. Yezdan bi xweber jî li ser hemû tiştan dîdevan e (hemberya wan dide).
86 Û di gava hûn (bi jîn danan) hatine se­lam danê; îdî hûn bi rindê (jîn danan) selaman bidin, ya jî hûn jî wekî wê selamê, selamê bidin. Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan hêjmarkarvan e.
87 Yezdan ew e, ku ji pêştirê wî tu yezdanê (babatê perestîyê) tune ye. Di wê roya rabûna hemû da, ku tu dudilî têda tune ye, ewa Yezdanê we hemûşkan bicivîne. Û gelo ji Yezdan kê rast goyîtir heye?
88 Îdî ka hûn ji bo çi di mafê durûyan da bûne dû deste? Şixwa Yezdan ewan bi sedama keda ewan kirî, paşopê kirine. Qey hûn divên, ku hûn ewan kesên Yezdan ewan ji rêya rast wunda kirine dîsa bîne rêya rast? Û Yez­dan kîjanî ji rêya rast wunda bike, îdî tu ji bona wî ra qe tu rêyan nabînî.
89 Ewan hez kiribûn, ku hûn jî filetî bikini ça ewan filetî kiribûne, îdî ku hûn bibin wekî hev. Heya ewan di rêya Yezdan da ji welatê xwe koç nekin, îdî hûn ji wan ji xwe ra serkar û dostan negirin. Heke ewan ji koçkirinê rû fetilandin (ji welat derneketin) hûn bi çi awayî li kur, ça rastî wan hatin, îdî hûn ewan bigirin û hûn bi wan ra qirînê (bi kuştinê ve jî bikin). Û hûn ji wan qe tu serkar û dostan û qe tu arîkarekî jî negirin.
90 Jî pêştirê wan kesên, ku xwe avêtine ber bextê wî komalê, ku di nîveka we û wan da peyman hebe (hûn dest nedine van). Û (pêştirê) wan kesên ku hatine xwe avêti­ne ber bextê we, ji qirîna bi we ra ya jî qirîna bi komalê xwe ra bê zar bûne, singê wan teng bûye (hûn dest nedine van jî). Heke Yezdan bi va, wê Yezdanê ewanan bi ser we da bi hêz bikirinan, îdî ewanê bikariyan bi we ra qirînê bikin. Heke ewa­nan (ji qirîna bi we ra) dest berdan (îdî ewan bi we ra qirîn ne kirin) û ewan hevhatin ji bona we ra şandin (deste dostîyê dirêjê bal we da kirin); îdî Yezdan ji bona we ra, ku hûn bi wan ra qirînê bikin, tu rê nade.
91 Hûnê rastî desta mayî jî werin, ku ewa desta divên ji we û ji komalê xwe jî ewle bin. (Lê) ewanan çiqa ji bona tevdanê têne gazîkirinê, ewa­nan di nava tevdanîyê da qulopanî davêjin. Îdî heke ewanan bi rastî dest (ji qirîna bi we ra) bernedin û ku ewan hevhatinê ji bona we ra neşînin û destê xwe ji we nedine para da, hûn li kur bi çi awayê, ça we bi wan qedandin, îdî hûn ewanan bigirin; bi wan ra (bi tekoşînî) qirînê bikin. Û evan in, me ji bona we ra dustûra xûyayê daye; ku hûn êrişê beherin ser wan.
92 Û ji bona bawergerekî ji xêncî xeletîyê, kuştina bawergerekî mayî qe durist nîne. Û kîjan (bawerger) bawergerekî mayî bi xeletî bikuje, îdî (celata wî ev e:) Gotî bendekî bawerger azad bike û gotî ji bona mîratxurên kuştî ra xûn bide, ji xêncî heke mîratxurên kuştî ewê xûnê bibaxişîne kujraw. Û heke ewa (kuştîyê bawer­ger) ji komalekî wusa be, ku ewa komala ji bona we ra neyar be îdî (celata kujrawê eva ye:) Gotî bendekî bawerger azad bike. Û heke ewa (kuştîyê bawerger) ji komalekî wusa be, ku di nîveka we û wan da peyman hebe, îdî (celata kujraw ev e:) , Gotî ji bona mîratxurê kuştî ra xûnekî bide û bendekî bawerger jî azad bike. Kesê ku hêza wî tune bû (evan celatan pêk bîne) ji bona ku poşmanîya wî li bal Yezdan litê bibe, divê ku ewa du mehan li peyhev rojîyan bigire. Û Yezdan zanakî bijejke ye.
93 Û kîjan jî merivekî bawerger bê armanc bikuje, îdî celata wî doj e, ewayê di wê dojê da hey bimîne. Û Yezdan bi xweber jî li wî xeşim kirîye ewa (ji dilovanîya xwe) deherandîye, Yezdan ji bona wî ra şapateke mezin amade kirîye.
94 Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava hûn di rêya Yezdan da (çûne qirînan) îdî hûn (file û bawergeran rind) ji hev derxin; ji bo ku hûn bi jîna vê cihanê hinek kêrhatîyên wê ji xwe ra dest bixin hûn (di gava qirînê da) ku ye­kê li we selam kir ji bona wî ra nebêjin: “Tu bawerger nînî.” Bi rastî li bal Yezdan şoreyên pir hene. Hûn jî di berya naha da wusa bûn. Îdî Yezdan bi we qencî kirîye (hûn bi wê qencîya Yezdan hatine, we bawer kirîye). Îdî hûn rind biponijin (paşê biryara xwe bidin). Bi rastî Yezdan bi tişta ku hûn dikin agahdar e.
95 Ji bawergeran: ewan bawergerên, ku di mala xwe da bê kul rûniştine, wekî wan bawergerên, ku bi mal û canê xwe va di rêya Yezdan da tekoşînê di­kin, nabin. Yezdan ewanê bi mal û canê xwe va (di rêya wî da) tekoşînê dikin, bi payan li ser wanê (ku bê kul di mala xwe da) rûniştine, rûmetdar kirîye. Û çiqa Yezdan ji bo hemûşkan ra rindayî (û qencî) peyman kirîbe jî. (Erê!) Yezdan bi xelateke mezin ewanê tekoşînvan, li ser wanê (ku bê kul di mala xwe da) rûniştine rûmetdar kirîye.
96 Yezdan (ji bona tekoşînvanan) li bal xwe da, paydarî û baxişandin û dilovîn (daye). Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
97 Bi rastî ewanê ku bi xweber li xwe cewr kirine hene! Di gava firiştan canê wan distî­nin, firiştan ji wan ra gotine: “Hûn li ser çi temtêlê û hûn heya naha li kêderê bûn?” (Ewan pisyara firiştan dane aha) gotine: “Em di zemîn da hinek belengaz bûn (me nikaribû xwe tevda).” (Firiştan ji wan ra) gotine: “Qey zemînê Yezdan fire nebû, ku we di vî zemînê da kêderê bivan, we li bal wura da koç bikira?” Îdî êwra van doj e û doj jî çiqa sikê şûna ne!
98 Ji pêştirê wan (bawergerên) ku bi rastî belengaz bûne; nikarin ji bona xwe ra ku xaxekî bikin, ji destê cewrkaran fereste bibin, îdî ewan belengazan çi mêr bin û çi jin bin û çi zar bin, yek e.
99 Îdî evanan in, tê gomankirinê ku Yezdanê ji wan kêmasîyên wan bibore. Şixwa Yezdan bi xweber jî borîkarê baxişvan e.
100 Û kîjan di rêya Yezdan da (ji nava welatê file) koç bike, ewayê bi rastî di zemîn da rastê penagehên pir û maldarîyên zengîn were. Û kîjan li bal Yezdan û Pêxemberê wî da bi koçî ji xanîyê xwe derkebe, paşê mirin bi wî bigire ewa bimire, îdî kirya (xelatdana wê dikebe) ser Yezdan. Û Yezdan baxişkarê di­lovîn e.
101 Û di gava hûn derketin rê, heke hûn (di rêya xwe da) tirsîyan, ku ewanê file wê ji bo­na we ra zîyanê bidin îdî heke hûn nimêja xwe kurt bikin, tu zîyan û gunehkarî li ser we tune ye. Bi rastî file ji bona we ra neyarên xûya ne.
102 Û di gava (Muhemmed!) tu di nava wan da bî; îdî tu ji bona wan ra nimêja wan (bi komatî) bikî, îdî bira des­tek ji wan bi te ra nimêj bikin û bira awan hemûşk çekên xwe jî hildin. Di gava (kom bi te ra) kunde birin, îdî bira ewan (rabin nimêja xwe hemû bikin) para da herin li pey we da (dîdevanî bikin) û bira ewa desta mayînê, ku hêj nimêj ne kiribûne (di cara yekem da dîdevanî dikiribûne) werin, îdî bira ewan bi we ra nimêja xwe bikin. Û bira ewan bi hemûtî tedbîra xwe bibînin û çekê xwe bigirin. Ewanê bûne file hene! Ewan hez kiribûne, heke hûn ji çekê xwe û ji dilikê xwe bê goman bibin, îdî ewan nişkê va bi hev ra (wekî êraşa merivekî bi tenê) li ser we da êrişê bînin. He­ke barişt bibare ya jî hûn nexweş bin (hûn bizanin! heke hûn çekê­n xwe hildin) hûnê ji hildana wan çekan cefayî bibînin, qe hûn çekan hilnedin jî tu zîyan ji bona we ra tune ye. Lê hûn dîsa tedbîra xwe hildin. Bi rastî Yezdan ji bo­na filan ra şapateke sernegûnî amade kirîye.
103 Îdî di gava we nimêja xwe (bi vî awayî pêk anî) hûn perestîya Yezdan li ser pîyan û rûniştî û li ser kêlekan dirêjkirî, bi bîranînî bikin. Îdî di gava hûn (ji tirsa êrişa filan û neyaran) ewlebûn hûn nimêja xwe (weki ça Yez­dan ferman kirîye) dîsa wusa pêk bînin. Bi rastî nimêj li ser bawergeran bi danitî nivîsarîyeke (wusa ne, kirina wê bi vê nevê bûye) hatîye nivîsandinê.
104 Û hûn (gelî bawergeran!) ji bona daçûna li pey neyaran da sistayî nekin. Heke hûn (ji daçûna li pey neyaran da) cefa dikişînin, bi rastî ewan neyaran jî cefa kişandine ça hûn cefayî diki­şînin û hêj (pirtir jî). Hûn ji Yezdan tiştên wusa daxwazî dikin, ku qe ewan neyaran, ewê daxwazîya we nakin. Bi rastî Yezdan zanayê bijejke ye.
105 Bi rastî me pirtûk li bal te da (Muhem­med) bi mafitî hinartîye, ji bo ku tu di nava kesan da bi wan biryarên ku Yezdan bi te daye diyarkirinê, berewanî bikî. Û tu ji bona qelpan ra nebe parisvanê dozdar.
106 Û (Muhemmed! tu ji bona) baxişandina (gunehan) ji Yezdan baxişandanê daxwazî bike. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
107 Û tu ji ber wanê, ku bi xweber li xwe qelpî kirine tekoşînê neke. Bi rastî kîjan qelpî û gunehkarî bike, Yezdan ji wî hez nake.
108 Ewan durûyan (sikatîyên xwe) ji merivan vedişêrin, lê ji Yezdan venaşerin. Di dana şe­vê da jî ewanan; ewan peyvên Yezdan pê qayîl nabe dihûnin, Yezdan bi xweber jî bi wan ra ne. Bi rastî Yezdan ewê tişta ku ewan dikin, hildaye binê hêzê xwe.
109 (Em bêjin: Muhem­med! tu) di jîna cihanê da ji bona vana tekoşînê bikî, îdî gelo di roya rabûna hemûşkî da, kîjanê ji ber wan da bi Yezdan ra tekoşînê bike? Ya jî kîjanê serkarya wan hilde ser xwe (ku ewan ji şapatan fereste bike)?
110 Û kîjan merivekî ku karekî sik bike, ya jî bi xweber li xwe cewr bike, paşê (ku zanî ewî gunehek kirîye) ji bona baxişandina wî gunehê kirî, heke ji Yezdan lava bike, ewayî rastê Yezdan were, ku Yezdan bi rastî baxişkarê dilovîn e.
111 Û kîjan meriv gunehekî ked bike, ewî îdî ewa guneha ji xwe ra kirîye. Û şixwa Yezdan bi xweber jî zanakî bijejke ye.
112 Û kîjan meriv nûsîtemekî, ya jî gunehekî ked bike, paşê bavêje sitûyî yekê bê gur û bê goman, bi sond! Îdî ewî ber çavî, vir û gunehekî mezin hildaye ser xwe.
113 (Muhemmed!) heke rûmet û dilovanîya Yezdan li ser te tune bûya; ji bo ku ewan te ji rêya rast derxin, we destekî ji wanê (du­rû) xebat bikirinan (ku te ji rêya Yezdan derxistinan). Lê ewan ji pêştirê xwe bi tenê, tu kesî ji rêya rast dernaxin. Û ewan (bi wan xebatê xwe jî) qe bi tu tiştî zîyana te nakin. Şixwa Yezdan jî bi ser te da pirtûk hinartîye û bi te zanîna retkokî daye hînkirinê û tişta qe te be­rê da pê nizan bûye daye zanînê. Û bi rastî rûmeta Yezdan li ser te mezin e.
114 Ji pêştirê (mijûlya wî) kesê (ku bi dizîka) fermana bi dana mal, ji bona arîkarya merivan, ya jî bi qencîyan, ya jî bi aşîtîya di nava kesan da bike, qe tu qencî di wan piste piste wan da tune ye. Û kîjan evan (piste û pist û civînê bi dizî) ji bona qayîlbûna Yezdan bi­ke, îdî bi rastî emê ji bona wî ra xelatên mezin bînin.
115 Û kîjan merivê, ji piştî ku rêya rast jê ra diyar bibe, paşê ewa di hemberê pêxember da dutîretî bike û bi xweber jî bi peyrewê wê rêya ku ewa pêştirê rêya bawergera ne; emê jî ewî bizivirîne wê rêya ku ewa li bal da zivirêya ye û emê ewî bixin dojê. Ewa doja çiqa sikê êwran e!
116 Bi rastî Yezdan (gunehê) ku jê ra hevrî bê çêkirinê nabaxişîne, ji pêştirê vî (gunehî, Yezdan) ji bona kêra bivê (gunehê wî) dibaxişîne û kîjan meriv ji bona Yezdan ra hevrîyan bigire, bi sond! Îdî ewa bi wundabûneke dûr wunda bûye.
117 Ewan (hevrîçêkeran) ji pêştirê Yezdan hey gazî (hinek xudayên) mê dikin û ewan (bi vê gazîkirina xwe) hey gazî pelidê hînckar dikin.
118 Yezdan ewa pelîda deherandîye. Û pelîd (ji bona Yez­dan ra) gotîye: “Bi rastî ezê ji benddeyên te pareke hatîye diyarkirinê. hildim."
119 Û ezê ewan bendeyên te ne (ku para min ketine) ji rêya ­rast wunda bikim û ezê bi wan minî minyan bidime pevxistinê (ku ewan jîna xwe wusa pêş va beherin) û ezê fermana wan bikim, ku ewan îdî guhê tarişan biqelêşin (ji bona pûtan ra duruf bikin) û ezê fermana wana bikim, ku ewan; ewî rûçikê Yez­dan afirandîye biguhurin (ji bona bedewî û rindaya xwe, ru û rûçik, heya bi mêyîtî û nêritî jî xwe biguhu­rin.) Û kîjan meriv bi rastî ji pêştirê Yezdan, pelîd ji xwe ra serkar bigire; îdî bi sond! Ewî zîyaneke ber çavî kirîye.
120 Pelîd (ji bona wan ra) pey mana (pir tiştan) dide û minî mîniyan ji bona wan ra pevdixe. Pelîd ji pêştirê xapandinê, qe tu tiştî ji wan ra peyman nade.
121 Êwra vanaya paşîyê hey doj e. Ewan ji dojê qe tu rêya ferestîyê jî nabînin.
122 Û ewanê ku bawer kirine û ka­rê aştî kirine hene! Bi rastî emê ewan bixne wan bihiştên, ku di binê (darê wan da) çem dikişin. Ewanê di wan bihiştan da hey bimînin. Eva peymaneke rast e ji Yezdan e. Û gelo ji Yezdan bi gotin; rastgotî, kê heye?
123 (Gelî bawergeran! Evan xelat û celatên hanênan) ne bi mînî mînîya we di­be, ne jî bi mînî mînîya xweyê pirtûkan di­be. Kîjan meriv sikatîyan bike, ewayî bi wê sikatîyî bê celatkirinê û ji bona wî ra ji pêştirê Yezdan rastê tu serkar û arîkarekî nayê.
124 Û çi mêr û çi jin bi bawergerî, kîjan kesê ji karên aştîkaran bike, îdî ewanê bikevine bihiştê û wekî çirûskekî jî li wan cewr nayê kirinê.
125 Û gelo ji "OL" a wî kesê, ku bi qencî xwe hispartîye Yezdan û bûye peyrewe "OL" a Îbrahîm e, ku ji xwarîye li bal rastîyê da derketîye, "OL"a kîjanan rast e? Û Yezdan jî Îbrahîm ji xwe ra dost girtibû.
126 Û çi tişta di ez­man da heye û çi tişta di zemîn da heye, hemûşk jî ji bona Yezdan ra ne. Şixwa Yezdan ewan tiştan hemû jî (bi zanîn) hildaye binê hêza xwe.
127 (Muhemmed!) Ewan (di mefê) jinan da (ku para wan ji malê mîratê çiqas e) ji te dipirsin. (Tu ji bona wan ra aha) beje: “Şixwa Yezdan (di mafê) wan da ji bona we ra (rê) dayê (nişankirinê): Ewa malê mîrata ku ji bona wan jinên sêwî ra hatine dîyarkirinê, hûn bi xweber jî divên ku bi wan ra kevîn bibin û (mafê wan) kurên bê wec û (mafê) sêwîyan ku hûn bi (dadvanî) mafê wan ragirin, di pirtûkê da ji bona we ra hatîye xwendinê.” Û hûn ji qencîyan çi bikin, bi rastî îdî Yezdan bi wan dizane.
128 Û heke jinek tirsîya ku bi mêre xwe ra derbasî nake, ya jî tirsîya ku mêrê wêyî dest ji wê berde, ji bona aştîya di nava xwe da heke xebatê bikin, tuzîyan û gunehkarî li ser wan tune ye. Şixwa hevhatin (ji bona wan ra) çêtir e. Û can bi xweber jî ji bona kumreşîye ra hatîye amadakirinê. Û heke hûn qencîyan bikin (bi hev ra darbasî bi­kin) û hûn xwe ji bê mafîyê biparisînin (hûn bizanin!) bi rastî Yezdan bi tişta hûn dikin îdî agahdar e.
129 Hûn çiqa ced dikin, bikin, bi rastî dîsa hûn nikarin di nava jinan da dadvanî bikin. Barî îdî hûn bi hemûtî li bal yekê (ji wan jinên xwe da) hogirî nekin, ku hûn ewa mayî jî wekî wanê darda mayî bihelin. Û heke hûn aştî bikin (bi wan ra derbasîyê bikin) û hûn xwe ji bê mafîtîyê biparisînin (hûn bizanin!) bi rastî Yezdan îdî baxişkarê dilovîn e.
130 Û heke ewan herduk (jin û mêr) ji hev raqetin, Yez­danê ewan herdukan jî ji maldarya xwe zengîn bike (ewanan hewciyê hevdu nake). Şixwa Yezdan zengînê bijejke ye.
131 Û çi tiştên di ezmana da heye û çi tiştên di zemîn da, heye hemûşk jî ji bona Yezdan ra ne. Bi sond! Me li wanê ku di berya we da ji wan ra pirtûk hatibûye, şîret kirîye û me li we jî şîret kirîye, ku hûn parizaya Yezdan bikin û heke hûn filetîya Yezdan bikin, hûn bi rastî (bizanin)! Îdî çi tiştên di ezmana da heyî û çi tiştên di zemîn da heyî hemûşk jî ji bona Yezdan ra ne. Şix­wa Yezdan bi xweber jî bê perwayî pesinvan e.
132 Û çi tiştên di ezmanan da heyî û çi tiştên di zemîn da heyî, hemûşk jî ji bona Yezdan ra ne. Û şixwa Yezdan bi serkarî bes e.
133 Gelî kesan! Heke Yezdan bivê, wê we behere (tune bike) û wê (di şûna we da) hinekî mayî (ne ji we) bîne. Û bi rastî Yezdan bi vê kirinê dişî (hêza wî li ser wê kirine heye).
134 Kîjan merivê qencên cihanê bivê, îdî (bira ewa bizane) qencên cihanî û qencên gav û danê para da jî hemûşk li bal Yezdan heye. Bi rastî Yez­dan bihîstokê dîdevan e.
135 Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn bibin arîkarê dadvanîyê. Hûn ji bo Yezdan, li ser we bi xweber be jî ya jî li ser da û bav û pismamê we, ku zengin û xezan bin jî (qe raqetandinê) nekin, nihrevanîyê (şahîdîyê) bidin. Loma Yezdan ji wan (zengin û xezanan) babettir e (ku hûn rûmeta wî bigirin). Îdî ji bona ku hûn dadvanî nekin, nebine peyrewê dilxwestina xwe. Û heke hûn , (di nava wan da durûtî bikin, zimanê xwe) xaro maro bikin (ku nihrewanî ji bona wan ra bi kêr were ji bona ewan bêne parisandinê) ya jî ji (nihrewanîyê) dest berdin (rastîyê nebêjin) îdî (hûn bizanin) bi rastî Yezdan bi tişta hûn dikin agahdar e.
136 Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn bi Yezdan û bi Pêxemberê wî û bi wê pirtûka, ku ewî li ser Pêxemberê xwe da hinartîye û bi wê pirtûka ku ewî hêj berê da hinartîye, bawer bikin. Û kîjan merivê ku bi Yezdan û bi firişteyên wî û bi pirtûkên wî û bi pêxemberên wî û bi dan û gavê para da filetî bike, îdî bi sond! Ewa di wundabûneke dûr da wunda bûye.
137 Bi rastî ewanê bawer kirine, paşê bûne file, paşê dîsa bawer kirine, li pey wî da dîsa bûne file, paşê filetî pir kirine hene! Yezdan ji bona wan ra baxişandinê nake û ewan li bal tu rêya rast da jî nayne.
138 (Muhemmed!) Tu mizgînê bide durûyan, ku bi rastî ji bona wan ra şapateke dilsoz heye.
139 Ewan (durûyan) ji xêncî bawergeran, filan ji xwe ra serkar digirin. Gelo qey ewan li bal wan filan ji xwe ra rûmetê divên? Îdî bi rastî serfirazî û rûmet hemûşk jî ji bona Yezdan ra ne.
140 Û bi sond! (Yezdan) di pirtûkê da li ser we da hinartibû, gava we bihîst ku ewan (du­rûyan) bi beratên Yezdan dibine file, ya jî bi wan beratan tinazan dikin, heya ewan (durûyan) noqê mijûlîyên mayî nebin, hûn bi wan ra rûnenên, Heke hûn di wê gavê da bi wan ra rûnên, hûn jî îdî dibine wekî wan. Bi rastî Yezdan durû û filan bi hev ra di dojê da dicivîne.
141 Ewan (durûyan) dîdarya temtêla we di­kin. Îdî heke ji bona we ra ji Yezdan ferestîyek hatibe (aha) gotine: “Ma qey em jî bi we ra ne bûn?” Û heke (di qirînê da) ji bona filan ra parek hebe; (ewan filan di qirînê da serfiraz bibin) ji bona filan ra jî (aha) gotine: “Ma qay me di dizîka da arîkarya we ne dikir? Û me hûn ji bawerkaran ne didane parizandine? (Di van her du kirinê xwe da jî ewan durûyan divên, ji we her du des­tan jî ku pareke ji şorê ji xwe ra hildin). Îdî bi rastî Yezdanê di roya rabûna hemû da, berewenîya di nîveka we da bike. Bi rastî Yezdan ji bo­na filan ra tu rêya servahatîyên wan, li ser bawergeran çê nake.
142 Bi rastî durû (divên) ku Yezdan bixapînin û Yezdan bi xweber jî; ka xapandin çî ye, wê bide nîşanê wan. Û di gava (ewan durûyan ji bona) nimêjjkirinê radibin, ewan bi sistayî rabûne (nimej kirine). Ewan (nimêja xwe) ji bona ku meriv bejin: “(evan nimêj dikin)” loma dikin. Ewan Yezdan hey bi hindik bîra xwe tînin.
143 Ewanan (di nava bawergeran û filan da mane) ne ji (bawergeran in) û ne jî ji (filan in). Û bi rastî Yezdan kîjan merivî ji rêya rast derxe, îdî tu ji bona wî ra raste tu rêyan nayê.
144 Gelî ewanê ku we bawer kirîye! hûn ji xêncî wanê bawer kirine, filan ji xwe ra serkar negirin. Qey hûn divên ku hûn ji bona Yezdan ra li ser xwe da, beratên bi hêz bidin, (ku Yezdan jî we bi wan beratên bi hêzên ber çavî şapat bike?)
145 Bi rastî ewanê durû di maxê agirê jêr da nin. Û tu ji bona wan ra rastê tu arîkarî nayê.
146 Ji pêştirê wanê ku ji kirine xwe poşman bûne û karê aştî kirine û xwe (bi pirtûka) Yezdan girtine û "OL"a xwe hey ji bona Yezdan ra xurî kirine. Îdî evanê (bi van salixan) bi bawergeran ra nin. Yezdanê bi rastî ji bona bawergeran ra xaletên mezin bîne.
147 Heke hûn sipazîya (Yezdan bikin) û hûn bi wî bawer bikin, Yezdanê bi şapatdana we çi bike? Û Yezdan bi xweber jî sipazvanê zana ye.
148 Yezdan ji pêştirê wî merivê, ku li wî hatîye cewrkirinê, ji mijîliyên sikên bi eşkere bêne gotinê hez nake (yani Yezdan sikati, axiftin ve jî jê hez nake, hemberya wî bi celatî dide). Û Yez­dan bîhistokê zana ye.
149 Heke hûn qencîyekî eşkera bikin, ya jî hûn veşerin, ya jî hûn ji sikatên (hatine kirinî) biborin (hûn bizanin!) bi rastî Yezdan daborîyê bi hêz e.
150 Bi rastî ewanê bi Yezdan û bi Pêxemberê wî dibine file (bawer nakin) û ewan divên, ku dutîreti di nava Yezdan û Pêxemberên wî da çê bikin û ewan dibejin: “Em bi hinekî (pêxemberan) bawer dikin û em bi hinek (pêxemberan jî) dibine file (bi wan ba­wer nakin).” Û ewan divên, ku (di nava filetî û bawerîyê da) ji xwe ra rêyeke nîvwarî bigirin, hene!
151 Bi rastî evan in, ku bi rastî file ne. Û me bi xweber jî ji bona filan ra şapateke sernegûn amade kirîye.
152 Û ewanê, ku bi Yez­dan û bi Pêxemberên wî bawer kirine û di nava yekê ji wan da jî qe dutiretî nakin, hene! Bi rastî (Yezdan) ê di nêzîk da xelata wan bide wan. Û Yezdan bi xweber jî baxişkarê dilovîn e.
153 Ewanê wayê pirtûk hene! Ewan (Muhemmed!) ji te dipirsin; ku tu ji ezmana bi ser wan da pirtûkekî bidî hinartinê. Bi sond! Ewan ji Mûsa, hêj ji vê meztir pirsîne. Ewan ji Mûsa ra (aha) gotine: “Ka îdî (Mûsa!) tu Yezdan bi eşkere bi me bide dîtinê.” Bi sedema cewra ewan kirî, îdî birûska bêhişî bi van girtîye. Ji piştî ku ji wan ra beratên daveker jî hatibûn, ewan dîsa golik ji xwe ra girtin hebandin, îdi me ewan ji wan sikatên wan (ji piştî poşmanîya wan) baxişandin û me ji Mûsa ra jî beratên bi hêzên daveker anîne.
154 Û bi sedema peymana wan (ku bi hêz be) me (çîyayê bi nav) Tûr rakire ser wan û me ji bona wan ra (aha) gotiye: “Hûn bi kundetî di derî da bikebin (wî bajarî). Û me (ji bona wan ra aha jî) gotîye: “Hûn ji bona (nêçîra masîyan) di roya şemîyê da (ji qedexeme xwe) neborin.” Û me ji wan (li ser van biryaran) peymaneke bi hêz sitandiye.
155 Îdî bi sedema, ku ewan peymana xwe şikênandibûn û ewan bi beratên Yezdan bûne file (bi wan bawer nekiribûne) û ewan pêxember bê mafî kuştibûne û bi wê gotina wanê, ku ewan (gotibûne): “Dilê me bi xêlî ye” (bi serê wan da me aşît anî). Na! Gotina wan nîne (dilê wan bi xêlî nîne) lê Yezdan bi sedema fıletîya wan, li ser dilê wan duruf kirîye. Ji pêştirê hindikên ji wan, îdî tu kes ji wan bawer nakin.
156 Û bi sedema filetîya wan e (bi Îsa) û bi wê gotina wan e; ku ewan bi wan gotinê xwe, vir û pizeke mezin avêtibûne Meryemê.
157 Û bi sedema wê gotina wan e; ku ewan gotibûne: “Bi rastî Îsayê Mesîhê kûrê Meryemê ku pêxemberê Yezdan e, me kuştîye” (me bi wan da teşqele anîye). Ewan bi xweber jî Îsa ne kuştîbûne û ewan Îsa li çarmixê jî nexistîbûne, lê ji bona wan ra Îsa manendebûye. Û bi rastî ewan merivên (ku di mafê kuştina Îsa da du tîrebûne hene!) ewan bi xweber jî (di mafê kuştinê da) du dil in. Ji pêştirê peyrewîya gomanan ji bona wan ra (bi kuştina Îsa) qe tu zanîn tune ye. Bi rastî ewan Îsa ne kuştine.
158 Lê Yezdan Îsa (ji diliqê merivtayî derxistîye) ewa li bal xwe da bilind kirîye. Û bi rastî Yezdan serfirazê bijejke ye.
159 Û bi rastî ewanê xwayê pir­tûk hemûşk jî, wê hêj di berya mirina xwe da, bi Îsa bawer bikin û di roya rabûna hemûtî da jî Îsa li ser wan nêhrevanî (şahidî) bide.
160 Îdî bi sedema wê cewra, ku ewanê cihû dikirin û ewan cihûyan pir meriv ji rêya Yezdan difetilandin, me jî ewan tiştên paqijên, ku ji bona wan ra durist bûye, bi ne duristî qedexe kirîye.
161 Û bi sedema, ewan hatibûne fermankirinê, ku ewan malê kesan bi serdaparîtî hilnedin, lê dîsa ewan serdaparî hildidan û ewan malê merivan di nava xwe da bi pûçîtî xwaribûne (me jî ewan tiştên paqijên ku ji bona wan ra durist bûye, bi ne duristî qedexe kirîye). Û bi rastî me ji bona fileyan ji wan şapateke dilsoz amede kirîye.
162 Lê ji wan; ewan zanayên, ku di zanînê da rehdane hene! Ewanan û ewanê bi rastî bi wan biryar û pirtûka, ku li bal te da (Muhemmed) hatîye hinartinê û bi wan pirtûkên ku di berya te da hatine hinartinê, bawer dikin û ewa­nê ku nimêja xwe dikin û ewanê ku baca xwe didin û ewanê bi rastî bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer dikin hene! Bi rastî emê ji bona van ra (xelat) û kiryeke mezin bidine wan.
163 Bi rastî (Muhemmed!) me ça li bal Nûh û li bal wan pêxemberên li pey Nûh da hatine, niqandîye û me li bal Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û nevîyên wan û Îsa û Eyûb û Yûnis û Harûn û Suleyman da, niqandîye; me wusa jî li bal te da niqandîye û me ji bona Dawûd ra jî pirtûka (bi nav) Zebûr anîye.
164 Wekî me ça li bal wan pêxemberên, ku me hêj di berê da (serdaborya wan) ji te ra gotîye û ewan pêxemberên, ku me ji te ra (serdaborya wan) ne gotîye niqandîye (me li bal te da jî niqandîye). Û bi rastî Yezdan bi Mûsa ra jî axiftin kirîye.
165 Ji bo ku meriv di pey hatina pêxemberan da ji bona xwe ra di hemberê Yez­dan da îdî tu mana nebinin, me ewan pêxemberan bi mizgînvan û datirsvan li bal kesan da bi pêxemberî şandine. Bi rastî Yezdan serfirazekî bijejke ye.
166 Lê Yezdan ewan biryarên, ku li bal te da bizanîna xwe hinartîye, şahîdîya wan dide, ku ewî ewan biryaran hinartîne û firiştan jî şahîdî didin (ku Yezdan ewan hinartine). Û şixwe Yezdan (ji bona) şahîdîyê bes e.
167 Ewanê bûne file û merivan jî ji rêya Yezdan didine para da hene! Bi rastî ewan di rêyeke dûr da wunda bûne.
168 Ewanê bûne file û cewr jî kirine hene! Bi rastî Yezdan ji bona wan ra qe tu baxişandinê nake û ji bona wan ra jî qe tu rêyî nade diyarkirinê.
169 Ji peştirê rêya dojê, ewanê di wê dojê da hey bimînin. Û eva (celatdana hanê) bi rastî li ser Yezdan hesanî ye.
170 Gelî kesan! Bi rastî (bizanin) ku pêxember ji Xudayê we bi maf va hatîye, îdî hûn (bi wî) bawer bikin. Ji bona we ra bawerî çêtir e. Heke hûn (bi wî bawer nekin) hûn bibine file, îdî bi ras­tî (bizanin)! Çi tiştên di ezman û zemînda hene! Hemûşk jî ji bona Yezdan ra ne. Yezdan bi xweber jî zanakî bijejke ye.
171 Geli xweyê pirûkan! Hûn di "OL"a xwe da pêş va neçin (OL´a we çî ye, wusa bawer bikin. Îsa Pêxember e. kûrê Yezdan nîne). Û hûn di mafê Yezdan da ji pêştirê rastîyê tu tiştî nebêjin. Bi rastî Îsayê Mesîhê kûrê Meryemê pêxemberê Yezdan e (kurê wî nine). Ewa Îsa peyveke (fermaneke) Yez­dan e, ewî ewa peyva li bal Meryemê da avêtîye û ewa canekî ji Yezdan e, îdî hûn bi Yezdan bawer bikin û hûn bi pêxemberên Yezdan jî bawer bikin û hûn (di mafê Yezdan da) nebêjin: “Ku ewa sisê ne.” Heke hûn xwe (ji van gotinan biparisînin) bidine para da, ji bona we ra eva paradana çêtir e. Bi rastî Yez­danê (babetê) perestîyî, Yezdanekî bi tenê ye. Ewa ji hebûna zaran (hûn ça dibêjin) paqij e (ji wî ra qe tu zar tune ye). Çi tiştên di ezmanan da hene û çi tiştên di zemîn da hene, hemûşk jî ji bona Yezdan ra ne. Şixwa Yezdan bi xweber jî bi serkarî bes e.
172 Û bi rastî (Îsa)yê Mesîh ji bendetîya Yezdan serî bilind ne kirîye û ne gotîye: “(Ez nabime bende ji bona Yezdan ra)” û ewan firişteyên (ku nêzîkê Yezdan dibin) jî, ji bendetî­ya wî serî bilind ne kirine. Û kîjan merivê ku ji bendetîya wî se­rî bilind bike û xwe mezin bizane; (bira ewa bizane!) bi rastî îdî Yezdanê ewan hemûşkan li bal xwe da bicîvîne.
173 Ewanê ku bawer kirine û karê aştî kirine hene! Îdî wê kirya wanê bê kêmayî ji bona wan ra bê dayînê (û ewa) ji rûmeta xwe ji bona wan ra (hêj kirya wan pir dike). Û ewanê ji bendetîyî serî bilind kirine û xwe mezin kirine hene! Îdî (Yez­danê) ewanan bi şapateke dilsoz, şapat bike. Ewanan ji bona xwe ra ji pêştirê Yezdan qe rastî tu serkar û arîkarekî jî nayên.
174 Gelî kesan! Bi sond, ji Xudayê we, ji bona we ra berata rastî hatîye. Û me li bal we da ronahîyake (Qur’an) bi xûyayê hinartîye.
175 Îdî ewanê ku bi Yezdan bewer kirine û xwe bi wê bawerîyê jî girtine hene! Yezdanê ewan bigîhîne dilovanî û rûmeta xwe û wê ewan bîne bal wê rêya rastê, ku ewa rêya li bal wî da diçe.
176 (Muhemmed!) Ewan ji te (mîrata wan mirîne, ku ji pêştirê xûşka wî ye ji da û bavê ya jî ji bavê, tu kesê wî ne mabe) dipirsin. Tu jî ji bona wan ra bêje: “Şixwe Yezdan ji bona we ra (di mafê mîrata) mîratxurên dûr da aha gotîye: “Heke mêrikek miribe, qe tu zarê wî tune be, hey mîratxurê wî xûşka wî mabe, îdî nîvê mîrata wî, para xûşka wî ye. Heke mirî xûşk be qe tu zarê xûşkê jî tune be, mîrata xûşkê hemûşk para birayê wê ye (yanî malê mîratê hemûşk ji bona birayê wê ra ne, di herdu cûran da jî, heke ji bona mirî ra bav û zar û ya jî mîratxurên nêzîk tune bin). Heke mîratxur, du xûşk bin îdî ji bona wan herduk xûşkan ra ji malê mîratê birayê wan, ji sisyan, dûv par para wan e. Û heke mîratxurên mirî, xûşk û bira bin, îdî parkirina mîrata aha ne; ji bona her mêrekî mîratxur ra wekî du parê jineke mîratxur ra ji malê mîratê, mîrat heye. Ji bo ku hûn (mafan) wunda nekin, Yezdan ewan parkirinan ji bona we ra vedike. Şixwa Yezdan bi xweber jî bi hemû tiştan dizane.