43

1 Ha, Mîm.
2 Bi kitêba aþîkar.
3 Bêguman me wê kiriye Qur´anek erebî hêvî heye ku hûn hiþ tê bibin-xwe ragirin.
4 Û bêguman ew li cem me di dayîka kitêban de pirr bilind e hîkmetdar e.
5 Vêca ma qey li ber ku hûn komelekî ji hedderketî ne (pûtperest in) emê bi tevayî dev ji we berdin (we li ser kufra we bihêlin ezab) bi bîra we nexin?
6 Me di nav peþîyan de çiqas pirr pêxember þandiye!
7 Her pêxemberê ji wan re dihat wan hey pê tinaza dikir.
8 Vêca me ên ji wan bihêztir têkbir û mînaka pêþiyan derbas bû.
9 Sond be eger tu ji wan bipirsî ku: "Kî asîmana û zemîn aferandiye?" wê bêjin ku: "(Xudayê) serkeftiyê zana wan aferandiye."
10 Ewê ku zemîn ji we re kiriye dergûþ û ji we re tê de rêya çêkiriye hêvî ku hûn rêya xwe bibînin.
11 Ewê ku ji asîman avê bi pîvan daxistiye, vêca me pê welatekî mirî vejand; hûnê jî wuha bêne derxistinê.
12 Ewê ku cota teva aferandiye û ji we re ji keþtiyan û dewaran tiþtê hûn lê siwar dibin çêkiriye.
13 Ji bo ku li piþta wan rast (siwar) bibin, paþê gava hûn li ser wan rast (siwar) bûn, hûn qenciyê perwerdekarê xwe di bîr bînin û bêjin: "Pak bêrî ye ê ku eva ji me re sitûxor kiriye û me bi xwe qet pê nikarbû."
14 "Û bêguman emê her bal perwerdekarê xwe ve vegerin."
15 Wan jê re ji bendeyên wî parek (ji zarûyan) çêkir. Bêguman mirov nankorekî aþîkar e.
16 Ma wî ji tiþtê diaferîne keçan ji xwe re girtiye û kuran jî ji we re hilbijartiye?
17 Gava yek ji wan bi tiþtê ji (Xudayê) Mihrîban re mînak dide (bi keçan) tê mizgin dayîn, rûyê wî reþûtankî dibe û ew hêrsa wî di gewriya wî de dimîne.
18 Ma ew (keç)ên ku di nav xiþr û xemle de têne mezin kirin û ew di xirecira de jî (delîla xwe bi hêsanî nikare) diyar bike (ji Xuda re dikin hevpar?)
19 Û wan, feriîteyên ku bendeyê (Xudayê) Mihrîban in kiriye pîrek. Ma ew danasê aferandina wan bûn? Ewê danasiya wan bê nivisandin û wê bêne pirsyarî kirin.
20 Û gotin ku: "Eger (Xudayê) Mihrîban nexwestana me wan nediheband." Tu zanîna wan bi vî nîne. Ew hey derewa dikin.
21 Ma qey me berê wî ketêbek daye wan, vêca ew xwe pê digrin?
22 Ne, (me tu kitêb nedaye wan) gotin ku: "Bêguman me bav û kalên xwe li ser dînekî dît û bi rastî em jî li ser þopa wan rêya xwe dibînin."
23 Her wuha me berî te her hiþyarkerê di welatekî de þand her serdestên wan gotin ku: "Bêguman me bav û kalên xwe li ser dînekî dîtiye û bi rastî em peyrewê þopa wan in."
24 (Her pêxemberî) got ku: "Ma eger min (rêyekî) rasttir ji tiþtê we bav û kalên xwe li serê dîtiye anîbe (hûnê dîsa li pey wan herin?)" Wan got ku: "Bêguman em bi tiþtê tu pê hatî þandin kafir in."
25 Vêca me heyf ji wan sitend, êdî tu binêre ka paþiya ên di derewandin çewa bû?
26 (Di bîr bîne) dema Îbrahîm ji bavê xwe û gelê xwe re got ku: "Bêguman ez ji tiþtê hûn dihebînin bêrî me."
27 "Ji pêþtirê ê ku min aferandiye; êdî bêguman ewê min rêberî bike."
28 Wî, wê (gotinê) di pey xwe re kir peyvekî hermayî, hêvî heye ku ew vegerin.
29 Bi rastî min jî vanê han û bav û kalên wan bi xweþî jiyand heya ku (Qur´an) a rast û pêxemberê diyarker ji wan re hat.
30 Çi gava rastî ji wan re hat gotin ku: "Evê han efsûn e û bêguman em pê kafir in."
31 Û gotin ku: "Ma çima ev Qur´ana han li ser zilamekî mezin ji herdû bajaran (Mekke û Taif) nehatiye daxistin?"
32 Ma qey dilovaniya perwerdekarê te ew parî dikin? Me roziya jiyana wan di jîna dinê de di nav wan de parî kiriye û me hina ji wan di ser hina re bi payeyan bilin kiriye, ji bo ku hin ji wan hina ji xwe re bindest bigrin-bixebitînin. Dilovaniya perwerdekarê te ji tiþtê ew dicivînin çêtir e.
33 Eger ne ji ber ku wê mirov (tev li ser kufrê) bibûna yek komek, me yê ji ê ku bi (Xudayê) Mihrîban kafir dibe re, hin xaniya çekirna ku banê wan û pêplûkên wan ji zîv bûna, ew li ser wan bilind bibûna.
34 Û ji xaniyên wan re hin deriyên (ji zîv) û textên (ji zîv meyê çêkirna ku) li ser wan pal bidana.
35 Û (me yê) xiþr û zêr jî (bidana wan). Evê han hemû xweþiya jîna dinê ye. Axret jî li cem perwerdekarê te ji xweparêzan re ye.
36 Kî ji þîretê (Xudayê) Mihrîban rû bizivrîne-çavkorîtiya bike, emê jê re pelîdekî girêdin-lê bikin moz û êdî ew jê re heval e-hew jê diqete.
37 Bêguman ew (pelîd) wan ji rê liba dixin û ew guman dikin ku ew bera li ser rêya rast in.
38 Heya gava tê ba me, dibêje: "Hey xwezî di navbera min û te de dûrahiya rojhelat û rojava hebûna! vêca tu çi hevalekî pîs î!"
39 Ji ber we sitemkarî kiriye, hevparbûna we di ezab de îro qet bikêra we nayê.
40 Vêca ma qey tê bi ê kerr bidî seh kirin yan tê ê kor û ê ku di þaþîtîkî xuya de ye rêberî bikî?
41 Êdî eger em te bivin herin, vêca bêguman em ji wan heyfsitan in.
42 Yan emê tiþtê me bi wan wade daye nîþa te bidin. vêca bêguman em li ser wan bihêz in-pêkar in.
43 Vêca tu bi tiþtê bal te ve hatiye wehî kirinê xwe bigre. Bêguman tu li ser rêya rastîn î.
44 Û bêguman ew (Qur´an) ji te re û ji komela te re þîret e-bîrxistin e. Hûne paþê bêne pirsyarî kirin.
45 Tu ji pêxemberên me berî te þandiye bipirse ku: Ka me ji (Xudayê) Mihrîban pêve hin Xudayên ku têne hebandin çêkiriye?
46 Sond be, me Mûsa bi ayetên (nîþanên) xwe þand bal Fîr´ewn û koma gire girên wî; vêca got ku: "Bêguman ez qasidê perwerdekarê hemû alema me."
47 Vêca çi gava ew bi ayetên (nîþanên) me hate wan, ew pêre pêre bi wan keniyan.
48 Her ayeta me nîþa wan dida ew her ji a hevala xwe meztir bû; me wan bi ezab girt; hêvî heye ku ew vegerin.
49 Wan (dema ezab dît) gotin ku: "Efsûngerê zana! tu ji me re ji perwerdekarê xwe bi tiþtê li cem te peyman daye, lava bike. Lewra bêguman em li ser rêya rast in."
50 Vêca çi gava me ezab ji wan rakir, wan pêre pêre (ehda xwe) diþikand-nedianîn cîh.
51 Fîr´ewn di nav komela xwe de gazî kir ku: "Gelê min! ma mulkê Misrê, ne ê min e û ev çemên han ji binê (koþkên) min naherikin? Vêca ma qey hûn nabînin?"
52 "Ma qey ez ji vî yê han ku ew rebeneke û nikare (mebesta xwe) diyar bike çêtir nînim?"
53 "Vêca çima bazinên zêrîn li serê nehatine avêtin yan pêre feriþte bi hevaltî nehatin?"
54 Vêca wî komela xwe sivik girt, êdî wan jî dane pey wî. Bêguman ew komelekî jirêderketî bûn.
55 Vêca çi gava wan me hêrs kir, me heyf ji wan sitend, êdî me wana tev fetisand.
56 Vêca me wan ji paþîniyan re kir pêþîn û mînak.
57 Çi gava kurê Meryemê mînak tê dayîn, komela te pêre pêre jê acis dibin-rû liba dixin.
58 Û gotin ku: "Ma Xudayên me çêtir in yan ew?" Wan hey ji bo xirecirê wî ji te re mînak dan; ji xwe ew komelekî dijber in.
59 Ew tenê bendekî ye ku me pê qencî kiriye û me wî ji zariyê Îsraîl re kiriye mînak.
60 Eger me bixwesta, me yê di rûye zemîn de ji we feriþteyan çêkirna ku bibûna caniþîn.
61 Bêguman ew (Îsa kurê Meryemê) ji danê axretê re zanîn e-nîþan e. Êdî hûn tê de xirecirê nekin û bidin pey min. Rêya rastîn eva haye.
62 Bira pelîd we qet (ji vê rêya rast) para nehêle. Lewra bêguman ew ji we re neyarek aþîkar e.
63 Çi gava Îsa bi delîlên xuya hat got ku: "Bi rastî ez ji we re bi hîkmetê hatime û ji bo ku ez hin tiþtê hûn tê de bi hev dikevin ji we re diyar bikin. Vêca hûn xwe ji Xuda biparêzin û bidin pey min."
64 "Bêguman Xuda, ew perwerdekarê min û perwerdekarê we ye; êdî hûn wî bihebînin. Rêya rastîn eva haye."
65 Vêca partî ji nav xwe bi hev ketin. Êdî ji ezabê rojekî bi jan xulî li ewên sitemkarî kirine be.
66 Ma ew li bendê ne ku danê axretê ji niþkav de bêyî haya wan jî hebe ji wan re were?
67 Wê rojê dost, ji xweparêzan pêve hin ji wan ji hina re neyar in.
68 Gelî bendeyên min! îro ne tirs li ser we heye û ne jî hûn xemgîn dibin.
69 Ewên ku bi ayetên me bawerî anîne û ew musilman bûne.
70 Hûn têkevin bihiþtê; hûn û jinên xwe bi xweþî têne mazûrvanî kirin.
71 Bi kasik û þerbikên zêrîn li ser wan tê gerandin. Tê de tiþtê dil dibijinê û çav xweþ dibînin heye, û hûn hertimî tê de dimînin.
72 Ev bihiþta han e ku hûn bi xebata xwe bûne miratxwirê wê.
73 Ji we re tê de gellek fêkî hene ku hûn jê dixwin.
74 Bêguman sûcdarên gunehkar di ezabê dojehê de hertimî dimînin.
75 Ew (ezab) ji wan nayê sist kirin û ew tê de bêhêvî ne.
76 Me li wan tadê nekiriye, lê belê ew bi xwe sitemkar bûn.
77 (Ehlê dojehê) gazî kirin ku: "Maliko! bira perwerdekarê te li ser me hukim bike-me bimirîne." (Dergevan) got ku: "Bêguman hûnê tê bimînin."
78 Sond be me rastiyê ji we re anî, lê belê pirrî we bi rastiyê dilnexweþ in.
79 Ma qey wan biryara karekî zexm daye? Vêca bêguman me jî biryar daye.
80 Yan ew guman dikin ku bera em razê wan û hevpeyvîna wana bi dizî nebihîzin? Çewa (em dibihîzin) û qasidên me jî li cem wan in dinivsînin.
81 Tu bêje ku: "Eger ji (Xudayê) Mihrîban re zarû hebûna, vêca ezê pêþiyê perestvanan bûna ma."
82 Perwerdekarê asîmana û zemîn, perwerdekarê textê (mezin) ji tiþtê ew salix didin pak bêrî ye.
83 Vêca tu dev ji wan berde bira ew (di nebaþiyên xwe de) noq bibin û bileyzin heya ku ew rastî roja xwe ya ku têne wade dayîn tên.
84 Ew e ê ku di asîman de Xuda ye û di zemîn de Xuda ye. Hîkmetdarê zana her ew e.
85 Û pak pîroz e ê ku mulkê asîmana û zemîn û tiþtê di nav wan de ê wî ye; û zanîna danê qiyametê li cem wî ye û hûnê her bal wî ve bêne vegerandin.
86 Ewên ku ew bêyî wî gazî dikin tu mehdervanî di destê wan de nîne; ji pêþtirê ê ku bi rastiyê danasî bide û ew bizanbin.
87 Sond be, eger tu ji wan bipirsî ku: Kî wan aferandiye? Wê bêjin: "Xuda." Vêca ew çewa têne zivirandin?
88 Û (zanîna) gotina wî ku (got:) "Perwerdekarê min! bêguman evên han komelekî ne ku bawerî naynin" (jî li cem Xuda ye).
89 Êdî tu rû ji wan bizivrîne û bêje: "Silav (xweþî ji we re be)"; veca wê paþê bizanbin.