44

1 Ha, Hîm.
2 Bi kitêba aþîkar.
3 Bêguman me wê di þevekî pîroz de daxistiye; bêguman em hey hiþyarker in.
4 Her karê hîkmetdar di wê (þevê) de ji hev tê veqetandin.
5 Karekî ji cem me. Bêguman em hey (pêxemberan) diþînin.
6 Dilovaniyek ji perwerdekarê te ye. Bêguman ew, sehkirê zana her ew e.
7 Eger hûn ji dil bawer in (ew) perwerdekarê asîmana û zemîn û tiþtê di nava wan de ye.
8 Ji wî pêve tu Xuda nînin; vedijîne û dimirîne. Perwerdekarê we û perwerdekarê bav û kalên we pêþîn e.
9 Ne, ew di dudiliyê de dileyizin-pê tinaza dikin.
10 Êdî tu li benda wê rojê be ku asîman dûyekî xuya tîne.
11 Ew mirovan radipêçe. Evê han ezabekî bi jan e.
12 (Gotin:) "Perwerdekarê me! tu ezab ji me rake, bêguman em bawermend in."
13 Çewa ew þîret digrin, tevî ku pêxemberek xuya ji wan re hatiye?
14 Paþê wan jê rû zivirand û gotin ku: "Hînbûyekî dîn e."
15 Bêguman emê hinekî ezab rakin, bi rastî hûnê (dîsa) vegerin.
16 (Di bîr bîne) roja ku emê bi girtina herî mezin (wan) bigrin; bêguman em heyfsitan in.
17 Sond be me berî wan komela Fir´ewn jî sihêtî kir û pêxemberek birûmet ji wan re hat.
18 (Û gote wan:) "Ku divê hûn bendeyên Xuda (zariye Îsraîl) bispêrin min. Bêguman ez ji we re pêxemberek pêbawer im."
19 "Û ji bo ku hûn nebûya navên ser Xuda-li hember wî ranebin. Bêguman min ji we re delîlek xuya aniye."
20 "Û bi rastî min xwe avêtiye perwerdekarê xwe û perwerdekarê we ku hûn min kevirbaran nekin."
21 "Eger hûn ji min bawer nekin jî, êdî hûn dev ji min berdin."
22 Vêca gazî perwerdekarê xwe kir ku: "Bêguman evên han komelekî sûcdarên gunehkar in."
23 Vêca (Xuda gotê ku:) "Tu bi þev bi bendeyên min re bi rê keve; bêguman hûnê bêne peyketin."
24 "Û tu deryayê hêdî bihêle û here. Lewra bêguman ew leþkerekî fetisandî ne."
25 Wan çiqas bax û baxçe û kanî (li pey xwe) hiþt.
26 Û gellek zevî û ciyên rind.
27 Û xweþiyên ku ew tê de kêfxweþ bûn.
28 Me komelekî din wuha kir mîratxwirên wan.
29 Vêca ne asîman li ser wan giriya û ne jî zemîn, û li benda wan jî nehate mayîn.
30 Sond be, me zariyê Îsraîl ji ezabê riswaker rizgar kir.
31 Ji Fir´ewn Lewra bêguman ew zordarekî ji hedderketiyan bû.
32 Sond be, me wan bi zanîn di ser gelê cîhanê re girt-hilbijart.
33 Û me hin nîþanan da wan ku tê de xweþîkî xuya hebû.
34 Bêguman evên han dibêjin:
35 "Ku ji mirina me ya pêþîn pêve tu tiþt nêne û em (piþtî mirinê jî) nayên rakirin."
36 "Vêca eger hûn bera rastgo ne de ka bav û kalên me bînin."
37 Ma ew çêtir in (bihêztir in) yan komela Tubbe´ , û ên berî wan ku me wan têk bir. Lewra bêguman ew sûcdarên gunehkar bûn.
38 Me asîmana û zemîn û tiþtê di nava wan de bi leystik neaferandiye.
39 Me wan her bi rastiyê aferandiye, lê belê pirrî wan nizanin.
40 Bêguman roja ji hev veqetandinê wextê wada wan teva ye.
41 Roja ku tu merivê nêz bi kêra merivê xwe nayê û ew neyên yarî kirin jî.
42 Ji pêþtirê ê ku Xuda lê dilovanî kiribe. Lewra bêguman ew, serkeftiyê dilovan her ew e.
43 Bêguman dara ziqûmê-keratiyê,
44 Xwarina gunehkaran e.
45 Wekî qîra kelandî ye ku di zikan de dikele.
46 Wekî ava kelandî.
47 (Gelî zebaniyan!) hûn wî bigrin, êdî hûn wî bi zorê biþînin nava dojehê.
48 Paþê hûn jiezabe germ bi ser serî wî de birêjin.
49 Tu tam ke. Lewra bêguman tu (di dilê xwe de) serdestekî birûmet bû yî.
50 Bêguman evê haye tiþtê we pê xirecirê dikir.
51 Bêguman xweparêz jî di ciyekî biewle de ne.
52 Di nav bax û baxçe û kanyan de ne.
53 Ew jihevrîþimê tenik û qalind li xwe dikin; li hember hev rûniþtî ne.
54 Her wuha ye, û me wan bi (jinên) çav belek re daye zewicandin.
55 Ew tê de biewletî ne ji her fêkiyî dixwazin.
56 Ew tê de ji mirina pêþîn pêve tu mirinê tam nakin; û (Xuda) wan ji ezabê dojehî parastiye.
57 Qencîkî ji perwerdekarê te ye. Rizgariya mezin her eva haye.
58 Vêca bêguman me wê (Qur´anê) bi zimanê te hêsan kir, hêvî heye ku ew bifikirin-þîret bigrin.
59 Vêca tu li bendê be; bêguman ew jî li bendê ne.