45

1 Ha, Mîm.
2 Daxistina kitêbê hin bi hin ji Xudayê serkeftiyê hîkmetdar e.
3 Bêguman di asîmana û zemîn de ji bawermendan re gellek ayet (nîþan) hene.
4 Ji komelekî jidilbawer re di aferandina we û rawirên ku belav kiriye de jî gellek ayet (nîþan) hene.
5 Û ji komelekî hiþ tê dibin re di guherîna þev û rojê û roziya (ava) ku Xuda ji asîman daxistiye vêca pê zemîn piþtî mirina wê vejandiye, û guherîna bayan de jî gellek ayet (nîþan) hene.
6 Evên han ayetê Xuda ne ku em wan bi rastiyê li ser te dixweynin. Vêca ma ew piþtî Xuda û ayetên wî bi kîjan peyvê bawerî tînin?
7 Xulî li serî her derewkerê gunehkar be.
8 Ew ayetên Xuda ku li serê têne xwendin dibihîze, paþê bi quretî rik dike herwekî ku qe nebihîstibe; vêca tu wî bi ezabek bi jan mizgîn bike.
9 Ew gava tiþtekî ji ayetên me hîn dibe, wan bi tinaz digre. Ewên han ji wan re ezabekî riswaker heye.
10 Ji paþ wan ve dojeh heye. Ne tiþtê bi dest xistine tiþtekî bikêra wan tê û ne jî yar û yawerên ku bêyî Xuda girtin. Ji wan re ezabekî mezin heye.
11 Ev (Qur´an)a han rêber e. Ewên ku bi ayetê perwerdekarê xwe kafir bûne ji wan re ezabekî bi jan ji ezabê pîs heye.
12 Xuda ye ê ku deryayê ji we re ram kiriye ji bo ku keþtî bi fermana wî tê de biherike-bimeþe û ji bo ku hûn ji qenciya wî bixwazin û hêvî heye ku hûn sipas bikin.
13 Û ji (qenciya) xwe tiþtê di asîmana û tiþtê di zemîn de tev ji we re ram kiriye. Bêguman ji komelekî ku difikirin re di vî de gellek ayet (nîþan) hene.
14 Tu ji ewên bawerî anîne re bêje ku: "Bira ew li ewên ku hêviya rojê Xuda nakin biborin, ji bo ku ew, komelekî bi sedem tiþtê bi dest xistine celat bike.
15 Kî karekî qenc bike, vêca ew ji xwe re dike û kî xerabî jî bike, êdî ew ji xwe re dike; paþê hûnê her bal perwerdekarê xwe ve bêne vegerandin.
16 Sond be, me kitêbê û fêrbûnê û pêxemberiyê da zariyê Îsraîl û me ji tiþtê pak rozî da wan û me wan di ser cîhaniyan re girt.
17 Û me ji hemû karan daxuyaniyan da wan. Vêca ew, tenê ji piþtî ku zanîn ji wan re hat ji ber dexesiya nav wan bi hev ketin. Bêguman perwerdekarê te wê roja qiyametê di nava wan de di tiþtê ku ew tê de bi hev ketine de hukim bike.
18 Paþê me te ji kara li ser rêyek (dînek) çêkir; êdî tu bide pey wê û nede pey hewesê ên nizanin.
19 Bêguman ew, te bi tu tiþtî ji Xuda bêhewce nakin. Bêguman sitemkar jî hin ji wan dostê hina nin û Xuda jî yar û yawerê xweparêzan e.
20 Ev (Qur´an)a han ji mirovan re çavvekirin û ji komelekî ji dil bawer dikin re rêber û dilovanî ye.
21 Ma qey ewên ku xerabiyan bi dest xistine guman dikin ku emê wan bikin wekî ên bawerî anîne û karên qenc kirine?; emê jiyana wan û mirina wan wekî hev bikin? Tiþtê hukim dikin çi nerind e!
22 Xuda, asîmana û zemîn bi rastiyê aferandiye û ji bo ku her kes bi tiþtê bi dest xistiye bête celat kirin û ew tadê jî nabînin.
23 Vêca ma te dît ê ku hewesa xwe ji xwe re bi Xudayî girt û Xuda wî li ser zanînê ji rê þaþ kir û li ser gohê wî û dilê wî mohr kir û li ser çavê wî jî perde çêkir. Vêca ma piþtî Xuda wê kî wî bide ser rêya rast? Ma hûn hêjî nafikirin-þîret nagirin?
24 Gotin ku: "Ji vê jiyana me ya dinê pêve tu tiþt nîne, em dimirin û dijîn. Ji dema mezin (guherîna þev û rojan) pêve me têk nabe." Tu zanîna wan bi vî nîne. Ew hey guman dikin.
25 Û gava ayetên me bi xuyanî li ser wan tên xwendin, delîla wan tenê (ev e) ku dibêjin: "Eger hûn rastgo ne de ka bav û kalên me bînin."
26 Tu bêje ku: "Xuda, we dide jiyandin paþê we dimirîne paþê wê we bal roja qiyametê ve ku tu dudilî tê nîne bicivîne, lê belê pirrî mirovan nizanin."
27 Mulkê asîmana û zemîn ê Xuda ye. Roja danê qiyametê rabe, wê rojê xwediyê karê pûç û beredayî ziyan dikin.
28 Tu (ehlê) her dînî çokþikandî dibînî. Her kom bal kitêba xwe ve têne gazî kirin. Îro hûn bi tiþtê we kiriye têne celat kirin.
29 Evê han kitêba me ye ku bi rastiyê li ser we dipeyive. Lewra bêguman me, her tiþtê we dikir dinivisand.
30 Vêca heçî ên bawerî anîne û karên qenc kirine êdî perwerdekarê wan, ewan dixe dilovaniya xwe de. Rizgariya xuya her eva haye.
31 Û heçî ên kafir bûne, (ji wan re tê gotin ku:) "Vêca ma qey ayetên min li ser we nedihat xwendin, vêca we quretî kir û hûn bûn komelekî gunehkar."
32 Û gava hate gotin ku: "Bêguman wada Xuda rast e û danê qiyametê tu dudilî tê nîne" we got ku: "Em nizanin danê qiyametê çî ye. Em hey guman dikin û em ji dil bawer nakin."
33 Û xerabiya tiþtê kiribûn ji wan ve xuya bû û tiþtê pê tinaza dikirin hawîdorê wan girt.
34 Û hat gotin ku: "Emê jî îro we ji bîr bikin çewa ku we pergîhatina vê roja we ya han ji bîr kir û hewyegeha we agir e û ji we re tu alîkar jî nînin."
35 Evê han ji ber ku bi rastî we ayetê Xuda bi tinaz girt û jîna dînê we xapand. Êdî îro ew ne jê tên derxistin û ne jî veger ji wan tê xwestin.
36 Vêca pesn û sipas her ê Xudayê perwerdekarê asîmana û perwerdekarê zemîn, perwerdekarê hemû cîhana ye.
37 Meznahiya di asîmana û zemîn de her a wî ye. Serkeftiyê hîkmetdar her ew e.