48

1 Bêguman me pîrozîkî xuya ji te re vekiriye.
2 Ji bo ku Xuda gunehê te yê borî û ê para de bibexþîne û qenciya xwe li ser te pêk bîne û te bigihîne rêya rastîn.
3 Û Xuda bi yariyek serkeftinî yariya te bike.
4 Ew e ê ku di dilê bawermendan de hêminî daxistiye ji bo ku bi baweriya xwe re bawerî pirr kin. Leþkerê asîmana û zemîn ê Xuda ne. Xuda hey zanayê hîkmetdar e.
5 Ji bo ku (Xuda) mêrên bawermend têxe bihiþtên ku ji binê wan çem diherikin, ewê hertimî tê de bimînin û nepakiyên wan ji wan bibe. Evê han li cem Xuda hey rizgariyek mezin e.
6 Û mêrên durû û jinên durû û mêrên pûtperest û jinên pûtperest ên ku bi gumanek pîs bi Xuda bedguman in jî bide ezabê Çerxa xerab li ser wan e. Xuda li wan hêrs bûye û li wan lanet kiriye û ji wan re dojehê amade kiriye. Çi þûnvegerek nerind e!
7 Leþkerê asîmana û zemîn ê Xuda ne. Xuda hey serkeftiyê hîkmetdar e.
8 Bêguman me te danas û mizgînvan û hiþyarker þandiye.
9 Ji bo ku hûn bi Xuda û pêxemberê wî bawerî bînin û wî yarî bikin-biparêzin û birûmet mezin bigrin û sibe û êvara wî pak bêrî bidêrin.
10 Bêguman ên ku bi te re bey´et (hevpeymanî) kirine wan her bi Xuda re bey´et kiriye. Destê Xuda li ser destê wan e. Vêca kî (peymana xwe) biþkîne, êdî ew li xwe diþkîne. Kî jî tiþtê li serê bi Xuda re hevpeymanî çêkiriye pêk bîne edî wê xelatekî mezin bide wan.
11 Ji erebê çolê ên ku (ji cengê) para de hatine hiþtin wê ji te re bêjin ku: "Malên me û ehlê me, me mijûl kir, vêca tu ji me re bexþîne bixwaze." Ew tiþtê di dilên wan de nîne bi zimanên xwe dibêjin. Tu bêje ku: "Eger Xuda ziyana we bixwaze yan kara we bixwaze, vêca li hember wî di destê kî de tiþtek heye ku nehêle?" Ne, (tu kes nikare tiþtekî bike). Xuda bi tiþtê hûn dikin kûrzana ye.
12 Ne, we guman dikir ku tu car wê pêxember û bawermend bal ehlê xwe ve qet venegerin. Evê han di dilên we de xweþ hat û we bi gumanek pîs bedgumanî kir û hûn bûn komelekî têkçûyî.
13 Kî bi Xuda û pêxemberê wî bawerî neyne, vêca bêguman me ji kafiran re agirek har amade kiriye.
14 Mulkê asîmana û zemîn ê Xuda ye, ew kî bixwaze dibexþîne û kî jî bixwaze dide ezabê. Xuda hey bexþendekar e dilovan e.
15 Gava hûn derên bal xenîmetê ve herin ji bo ku hûn wan bigrin ên (ji cengê) para de hatine hiþtin dibêjin ku: "Hûn me bihêlin em jî bidin pey we." Ew dixwazin ku peyva Xuda biguherînin. Tu bêje ku: "Hûn qet nadin pey me. Evê han Xuda ji berê ve gotiye." Vêca wê bêjin ku: "Ne, hûn ji me çavnebariya dikin." Ne, ew ji hindikî pêve tê nagihên .
16 Tu ji erebê çolê ên ku para de hatine hiþtin re bêje ku: "Hûnê bal komelekî zor cengvan ve bêne gazî kirin ku hûn bi wan re þer bikin yan jî ew serî deynin-musilman bibin, vêca eger hûn peyrewtî bikin wê Xuda xelatek rind bide we. Eger çewa ku we berê piþt dayê hûn piþt bidinê wê we bi ezabekî bi jan bide ezab dayîn."
17 Ne li ser ê kor zorîtî heye û ne li ser ê qot (seqet) zorîtî heye û ne jî li ser ê nexweþ zorîtî heye. Kî peyrewtiya Xuda û pêxemberê wî bike, wê (Xuda) wî têxe bihiþtên ku çem ji binê wan diherikin. Kî jî piþt bidê, wê wî bi ezabekî bi jan bide ezab dayîn.
18 Sond be Xuda ji bawermendan dema li binê darê bi te re bey´et kirin qayil bû; vêca tiþtê di dilên wan de zanî, êdî hêminiyê bi ser wan de daxist û pîrozîkî nêz mizgîn da wan.
19 Û gellek xenîmetê ku wê bigrin. Xuda hey serkeftiyê hîkmetdar e.
20 Xuda, gellek xenîmet bi we wade daye ku hûnê wan bigrin. Vêca eva han ji we re zû kiriye û destê mirovan ji we girtiye; ji bo ku ji bawermendan re bibe nîþan (a pîroziyê) û we bide ser rêya rastîn.
21 Û (gellek xenîmet)ên din jî ku hê we nikariya bi ser wan kevin. Bi rastî Xuda hawidor li wan girtiye-wan ji we re parastiye. Xuda hey bi her tiþtî dikare.
22 Eger ên kafir bûne bi we re þer bikirna wê wan piþt bidayê, paþê ne yar û yawer û ne jî alîkar didîtin.
23 Rê û rêça Xuda ye ku ji berê de derbas bûye. Tu ji rê û rêça Xuda re tu guherîn qet nabînî.
24 Ew e ê ku di nava Mekkê de piþtî we li ser wan pîroz kir destên wan ji we girt û destên we jî ji wan girt. Xuda tiþtê hûn dikin hey dibîne.
25 Ew in ên kafir bûne û we ji Mizgevta Heremê û goriya ku diviya bigihîþta ciyê xwe, para xiþtin. Eger ne ji ber hin zilamên bawermend û pîrekên bawermend ku hê hûn wan nizanin-nas nakin, hûnê pêl wan bikin vêca wê bi nezanî gunehek (yan ziyanek) ji wan bigihê we, bûna (minê we îsal bixista Mekkê. Lê me wuha kir) ji bo ku Xuda ê dixwaze têxe dilovaniya xwe de. Eger ew ji hev cihê bibûna, me yê ên ji wan kafir bûne, bi ezabekî bi jan bida ezab dayîn.
26 Dema ên kafir bûne xîret-kêþî xîreykêþiya dewra nezaniyê kirin dilên xwe de, vêca Xuda, hêminiya xwe bi ser pêxemberê xwe û bi ser bawermendan de daxist û peyva xweparêziyê li ser wan pêwist kir ku ew pê hêjatir û ehlê wê bûn. Xuda hey bi her tiþtî zana ye.
27 Sond be, Xuda xewna pêxemberê xwe bi duristî rast derxist ku hûnê - eger Xuda bixwaze-biewletî ser kurkirî û porqusandî têkevin Mizgevta Heremê, hûn natirsin jî. Vêca wî tiþtê we nezanî zanî, êdî berî vî pîroziyek nêz çêkir.
28 Ew e ê ku pêxemberê xwe bi rêberî û dîne rastiyê þand ji bo ku wî bi ser her dînî bixe. Xuda bi danasî bes e.
29 Muhammed pêxemberê Xuda ye, ên digel wî li ser kafiran zor dijwar in û di nava xwe de jî dilovan in. Tu wan dibînî ku xor dibin û serî datînin ji Xuda qencî û qayilbûnê dixwazin. Nîþana wan di rûyên wan de ji dewsa serîdanînê ye. Minaka wan di Incîlê de jî: wekî çandiniya ku zîla xwe derxistiye vêca wê rastzexm kiriye, vêca ew qalind bûye, êdî ew li ser koka xwe rast bilind bûye ku cotkaran dixe sosretê, ji bo ku kafiran bi wan hêrs bike. Xuda bi ên ji wan ku bawerî anîne û karên qenc kirine bexþîn û xelatek mezin wade daye.