49

1 Gelî ên bawerî anîne! hûn pêþiya Xuda û pexemberê wî nekevin û hûn xwe ji Xuda biparêzin-bitirsin. Bêguman Xuda sehkirê zana ye.
2 Gelî ên bawerî anîne! hûn dengê xwe bi ser dengê pêxember de bilind nekin û hûn çewa bi hev re bi deng mijûl dibin pê re bi deng mijûl nebin ku bêyî haya we jê hebe kirinên we biþewite.
3 Bêguman ên ku dengê xwe li cem pêxemberê Xuda kêm dikin, ewên han in ên ku Xuda dilên wan ji xweparêziyê re sihêtî kiriye; ji wan re bexþîn û xelatek mezin heye.
4 Bêguman ewên ku ji piþt xaniyan ve gazî te dikin pirrî wan hiþ tê nabin-xwe ranagirin.
5 Bêguman eger wan hewî bikirna heya ku tu derdiketî ba wan wê ji wan re çêtir bûna. Xuda bexþendekarê dilovan e.
6 Gelî ên bawerî anîne! eger yekî fasiq (ji rêya rast derketî) ji we re xeberekî anî, vêca hûn baþ lê bikolin ji bo ku hûn bi nezanî belakî bi serê komelekî de neynin, vêca hûnê poþman bibin.
7 Hûn baþ bizanbin ku pêxemberê Xuda di nava we de ye. Eger wî di pirrî karan de peyrewtiya we bikirna hûnê biketina tengasiyan de. Lê bele Xuda baweriyê bi we xweþ kiriye û wê di dilên we de xemilandiye û kufrê û fisqê (derketina ji rêya rast) û bêfermaniyê bi we nexweþ kiriye. Ên rêya rast dîtine her evên han in.
8 Rûmet û qenciyek ji Xuda ye. Xuda zanatê hîkmetdar e.
9 Eger ji bawermendan du desta li hev xist-þer kirin, êdî hûn di naca wan de aþtî bikin. Vêca eger yekî ji wan li a din tadê kir êdî hûn bi (dest) a ku tadê dike re þer bikin heya ku ew bal fermana Xuda ve vedigere. Vêca eger vegeriya êdî hûn bi dadî (edaletê) di nava wan de aþtî bikin û bi rastiyê tevbigerin. Bêguman Xuda ji ehlê dad û rastiyê hiz dike.
10 Bêguman bewermend her biran e, vêca hûn di nava birayên xwe de aþtî bikin û xwe ji Xuda biparêzîn hêvi heye ku hûn bêne dilovanî kirin.
11 Gelî ên bawerî anîne! bira zilam bi zilama tinaza nekin dibe ku ew ji wan çêtir bin; û bira pîrek jî bi pîreka (tinaza nekin) dibe ku ew ji wan çêtir bin. Hûn hev û din þermezar nekin û bi navê nexweþ gazî hev nekin. piþtî baweriyê navê nexweþ bi hev ve danîn çi pîs e. Kî poþman nebevenegere, edî sitemkar her ewên han in.
12 Gelî ên bawerî anîne! hûn xwe ji pirr bedgumaniyê dûr bikin. Lewra bêguman hinek bedgumanî guneh in. Hûn li pey hev û din gotina negerin casûsî û sixûriya nekin û paþpenî hev û din nepeyivin. Ma yek ji we hiz dike ku goþtê birayê xwe bi mirîtî bixwe?; tevî ku hûn jê bîzê xwe tînin. Hûn xwe ji Xuda biparêzin-bitirsin. Bêguman Xuda poþmaniya dipejirîne dilovan e.
13 Gelî morivan! bêguman me we ji zilam û pîrekî aferandiye û me ji bo ku hûn hevûdin nas bikin we kiriye gel û êl. Bêguman li cem Xuda baþtirê we xweparêztirê we ye. Bêguman Xuda zana ye haydar e.
14 Erebê çolê gotin ku: "Me bawerî aniye." Tu bêje ku: "We bawerî neaniye lê belê bêjin: "Em musilman bûne." Hê bawerî neketiye dilên we. Eger hûn peyrewtiye Xuda û pêxemberê wî bikin, tu tiþt ji kirinên we kêm nake. Bêguman Xuda bexþendekarê dilovan e.
15 Bêguman bawermend tenê ew in ku bi Xuda û pêxemberê wî bawerî anîne paþê neketine dudiliyê û bi malên xwe û canên xwe di rêya Xuda de cîhadê kirine. Rastgo her evên han in.
16 Tu bêje ku: "Ma hûn Xuda bi dînên xwe haydar dikin? Tevî ku Xuda bi tiþtê di asîmana û tiþtê di zemîn de dizane. Xuda zanayê bi her toþtî ye."
17 Ew musilmaniya xwe li ser te dikin qencî. Tu beje ku: "Hûn musilmantiya xwe qet li ser min nekin qencî. Ne, eger hûn bera rastgo ne, Xuda li ser we qencî kiriye ku we bal baweriyê ve rêberî kiriye."
18 Bêguman Xuda veþariyê asîmana û zemîn dizane. Xuda, tiþtê hûn dikin baþ dibîne.