51

1 Bi (ba) yên ku bi gurrane ji hev belav dikin.
2 Vêca bi (ewr)ên barê giran hildigrin.
3 Vêca bi (keþti)yên ku bi hêsanî diherikin.
4 Êdî bi (feriþte) yên kara parve dikin.
5 Bêguman tiþtê hûn têne wade dayîn her rast e.
6 Û bêguman xelat û celat wê her çê bibe.
7 Bi asîmanê xwedî re (û sitêrk û avahiyê) rind kim.
8 Bêguman hûn her di gotinê tevlîhev de ne.
9 Ê jê (ji baweriyê) hatiye liba xistin tê liba xistin.
10 Ewên pir derewkar bêne kuþtin!
11 Ewên ku di korî û nezaniyê de bêhay in.
12 Dipirsin ku: Roja xelat û celatê kîngê ye?
13 Roja ku ew li ser agir têne þewitandin.
14 (Ji wan re tê gotin ku:) "Hûn þewata xwe tam kin" Evê hane tiþtê ku we pê dilezand.
15 Bêguman xweparêz di bax û baxçe û kaniyan de ne.
16 Tiþtê perwerdekarê wan daye wan digrin. Lewra bêguman ew berî vî qencîkar bûn.
17 Ew ji þevê hindik radizan.
18 Û serê sibeha ew bexþînê dixwazin.
19 Û di malê wan de ji gerok û bêparan re mafek heye.
20 Ji ên bidilbawer re di zemîn de gellek ayet (nîþan) hene.
21 Di we bi xwe de jî hene. Ma hêjî hûn nabînin?
22 Roziya we û tiþtê hûn têne wade dayîn di asîmana de ye.
23 Vêca bi perwerdekarê asîmana û zemîn kim, ew her rast e çewa ku hûn dipeyivin.
24 Ma bera qiseta mêvanên Îbrahîm ên hêja ji te re hat?
25 Gava hatin balê, vêca gotin: "Silav (li te be)." (Îbrahîm jî) got: "Silav (li we be. Hûn) komekî nenas in."
26 Vêca bi dizî vegeriya bal maliyê xwe û golikî xurt (ê qelandî) anî.
27 Vêca wî nêzî wan kir, got: "Ma hûn naxwin?"
28 Vêca di dilê xwe de ji wan tirsiya, gotinê: "Tu netirse" û mizgîna zarûkî zana danê.
29 Vêca pîreka wî qêrîn kir û li rûyê xwe da û got: "Pîrejinek sitewr (wê zarû bîne?)"
30 Gotin: "Perwerdekarê te wuha gotiye. Bêguman ew, hîkmetdarê zana her ew e."
31 (Îbrahîm) got ku: "Vêca xwestina we çiye gelî qasidan?"
32 Gotin: "Bêguman em bal komelekî gunehkar ve hatine þandin."
33 "Ji bo ku em kevirê ji heriyê bi ser wan de biþînin."
34 "Ew (kevir) li cem perwerdekarê te ji hedderketiyan re nîþankirî ne."
35 Vêca me bawermendên tê de deranî.
36 Vêca me tê de ji malekî musilmanan pêve peyda nekir.
37 Me tê de ji ên ku ji ezabê bi jan ditirsin re ayetek (nîþanek) hiþt.
38 Di Mûsa de jî dema me wî bi delîlekî xuya þand bal Fîr´ewn (nîþanek heye).
39 Vêca wî bi hevalên xwe re rû liba xist û got ku: "Yan efsûnger e yan jî din e."
40 Vêca me wî û leþkerê wî girt, êdî me wan avêt deryayê û ewî bi gunehkarî li xwe loma dikir.
41 Û di (komela) Ad de jî, dema me bayekî kokbirr bi ser wan de þand (nîþanek heye).
42 Her tiþtê bi ser de hat, wî nehiþt, wî kir wek giyayê hiþkê hûrbûyî.
43 Di (komela) Semûd de jî, dema ji wan re hat gotin ku: "Hûn heya demekî bi xweþî bijîn."
44 Vêca wan ji fermana perwerdekarê xwe serkêþî kir, êdî qêrînek bêhiþker wan girt û wan jî dinihart.
45 Êdî wan nedikaribû rabin û n jî hatin yarî kirin.
46 Û berê jî komela Nûh (me fetisand). Bêguman ew komelekî ji rêya rast derketî bûn.
47 Me asîman bi desta (bihêz) ava kiriye û bêguman em wî hey fireh dikin.
48 Me zemîn jî raxistiye. Vêca ên raxistine çi rind in!
49 Me ji her tiþtî du cota aferandiye. Hêvî heye ku hûn bifikirin-þîret bigrin.
50 Vêca hûn her bal Xuda ve birevin. Bêguman ez, ji we re jê hiþyarkerekî xuya me.
51 Hûn bi Xuda re Xudakî din çê nekin. Bêguman ez, ji we re jê hiþyarkerekî xuya me.
52 Her pêxemberê ji ên berî wan re jî ku dihat her wuha digotin ku: "Yan, efsûnger e yan jî dîn e."
53 Ma qey wan pê li hev û din þîret kiriye? Ne, ew komelekî serkêþ in.
54 Vêca tu ji wan rû bizivrîne. Êdî tu nayê lome kirin.
55 Û tu bi bîr xîne. Vêca bêguman bîrxistin bi kêra bawermendan tê.
56 Min cinn û mirova hey ji bo min bihebînin aferandiye.
57 Ez, ne tu rozî ji wan dixwazim û ne jî dixwazim ku ew xwarin bidin min.
58 Lewra bêguman Xuda, rozîdanê xwediyê hêza zexm her ew e.
59 Vêca bêguman ji ên sitemkarî kirine re hin guneh wekî gunehê hevalên wan hene; êdî bira ew nelezînin.
60 Vêca xulî li serê ên kafir bûne be, ji roja wan ê ku têne wade dayîn.