54

1 Danê qiyametê nêz bûye û hîv du bûye.
2 Eger ew ayetek (nîþanek) bibînin, rû liba dixin û dibêjin ku: "Efsûneke diçe-namîne."
3 Wan derewand û dane pey dilxwaziyên xwe. Her kar ciyê xwe digre.
4 Sond be, tê de ji bû yerên (pêþiyan) tiþtê ji wan re bibe þîret (û dawî li nebaþiyan bîne) hatiye.
5 Hîkmetek ragihîþtî ye. Lê hiþyarker bikêr nehatin.
6 Êdî tu rû ji wan bizivrîne. Roja bangvan gazî bal tiþtekî pirr tirsnak ve bike.
7 Çav tirsiyayî ji goran dertên, ew herwekî kuliyên belawelabûyî ne.
8 Bal bangvan ve stûdirêjkirî dibezin; kafir dibêjin ku: "Eva rojekî pirr zor e."
9 Berî wan komela nûh derewand. wan bendeyê me derewand û gotin ku: "Dînek e" û ew hate qewirandin.
10 Vêca gazî perwerdekarê xwe kir ku: "Bêguman ez binketî me, êdî yarî bike."
11 Êdî me deriyê asîman bi avek gujane vekir.
12 Û me zemîn bi kaniyan dapiþiqandderkir; vêca av li ser karekî ku bera hatibû qedandin gihîþt hev.
13 Û me wî li ser (keþtiyek) xwey texte û bismar hilgirt.
14 Ew (keþtî) li ber çavê me diherike. Xelatek e ji bo ê ku hatiye înkar kirin.
15 Sond be, me wê, ayetek (îbretek) hiþt. Vêca gelo kesê þîret- îbret bigre heye?
16 Vêca ka ezabê min û hiþyarkerên min çewa bû?
17 Sond be, me Qur´anê ji bo xwendin û þîret girtinê hêsan kir, vêca ma gelo ê þîret bigre heye?
18 (Komela) Ad jî derewand. Vêca ezabê min û hiþyarkerên min çewa bûn?"
19 Bêguman me di roja hertimî bi peþk de bahozek zor dijwar bi ser wan de þand.
20 Ew mirovan ji cîh radike; ew bûn wekî qurme darê xurmê yên ji kokê rabûyî.
21 Vêca ezabê min û hiþyarkerên min çewa bûn?
22 Sond be, me Qur´anê ji bo xwendin û þîret gitinê hêsan kir, vêca ma gelo ê þîret bigre heye?
23 (Komela) Semûd jî hiþyarkeran derewand.
24 Vêca gotin: "Ma emê bidin pey mirovekî ji xwe? Bêguman em, ew gav di þaþîtî û dînîtiyê de ne."
25 "Ma ji nava me zikir (wehî û þîret) ji wî re hatiye dayîn? Ne, ew derewkarekî qure ye."
26 Wê sibê bizanbin ka kî derewkarê qure ye.
27 Bêguman em, devê ji bo sihêtiya wan diþînin; vêca tu li benda wan be û bîhna fireh nîþan de.
28 Û tu wan haydar bike ku bêguman av di nav wan de parvekirî ye. Her kes li ber dora xwe ya avê amade dibe.
29 Vêca gazî hevalê xwe kirin; wî jî kêrê hilanî û wê serjêkir.
30 Vêca ezabê min û hiþyarkerên min çewa bûn?
31 Bêguman me yek qêrînek bi ser wan de þand; êdî ew bûn wek giyayê hiþkê hûrbûyî.
32 Sond be, me Qur´anê ji bo xwendin û þîretgirtinê hêsan kir, vêca ma gelo ê þîret bigre heye?
33 Komela Lût jî hiþyarkeran derewand.
34 Bêguman me bayekî bi xulî û xîçik bi ser wan de þand ji pêþtirê malbata Lût. Me wan serê sibê rizgar kir.
35 Qenciyek e ji cem me. Em, ê sipas dikin wuha xelat dikin.
36 Sond be, (Lût) wan bi zor girtina me hiþyar kir, lê wan bi hiþyarkeran re xirecirê kir.
37 Sond be, wan dest avêt mêvanên wî, êdî me çavên wan hilo kor kir (û me gote wan ku:) "Hûn ezabê min û hiþyariyên min tam kin."
38 Sond be, serê sibê zû ezabek biryardayî bi wan de hat.
39 Vêca hûn ezabê min û hiþyariyên min tam kin.
40 Sond be, me Qur´anê ji bo xwendin û þîretgirtinê hêsan kir, vêca ma gelo ê þîret bigre heye?
41 Sond be, ji malbata Fîr´ewn re jî hiþyarker hatin.
42 Wan hemû ayet (nîþan)ên me derewand. Vêca me wan bi girtina serkeftiyê hêzdar girt.
43 Ma kafirên we ji wanê han çêtir in? Yan ji wan re bêribûnek di kitêbên pêþîn de heye?
44 Yan ew dibêjin ku: "Em tev yek in heyfsitan in."
45 wê kom belav bibe û wê piþt bidinê birevin herin.
46 Ne, danê qiyametê wadegeha wan e û ew dan tirsnaktir û taltir e.
47 Bêguman sûcdarên gunehkar di þaþîtî û dînîtîkî har de ne.
48 Roja ku wê li ser dev û rû di agir de bêne kiþandin (û wê bê gotin ku:) "Hûn girtina dojehê tam kin."
49 Bêguman me her tiþtî bi pîvan aferandiye.
50 Fermana me, her yek e wekî çavniqandineki e.
51 Sond be, me gelek hemtayên we têk biriye, vêca gelo þîretgîrek heye?
52 Her tiþtê wan kiriye di kitêban de ye.
53 Her (kirinê) biçûk û mezin rêz bi rêz nivsandî ye.
54 Bêguman xweparêz di bihiþt û çeman de ne.
55 Li nik (Xudayê) serdestê hêzdar di civata rastiyê de ne.