57

1 Hemû tiþtê di asîmanan û zemîn de, Xuda (ji kêmasiyan) pak bêrî dêrandine. Serkeftiyê hîkmetdar her ew e.
2 Mulkê asîmanan û zemîn her ê wî ye. Vedijîne û dimirîne. Ew bi her tiþtî dikare.
3 Ê pêþîn û ê paþîn û ê xuya û ê veþarî her ew e. Ew zanayê bi her tiþtî ye.
4 Ew e ê ku asîmanan û zemîn di þeþ rojan de aferandiye paþê ser text vegirtiye. Ew, tiþtêdi zemîn de diçe û tiþtê jê dertê û tiþtê ji asîman dadikeve û tiþtê tê bilind dibe dizane. Hûn li kuder bin ew bi we re ye. Xûda,tiþtê hûn dikin baþ dibîne.
5 Mulkê asîmanan û zemîn her ê wî ye. Hemû kar her bal Xuda ve vedigerin.
6 Ew, þevê di rojê radike û rojê ji di þevê radike. Ew, zanayê bi veþariyê di singan de ye.
7 Hûn bi Xuda û pêxemberê wîbawerî bînin û ji tiþtê ku (Xuda) We kiriye caniþînên wî bidin. Vêca ên ji we bawerî anîne û (mal) dane, ji wan re xelatek mezin heye.
8 Ma çi bûye ji we ku hûn bi Xuda baweri naynin, tevî ku pêxember gazî we dike ji bo hûn bi perwerdekarê xwe bawerî bînin û bi rastî eger hûn bera bawermend in ji we peymanekî zexm jî girtiye?
9 Ew e ê ku ayetn diyar li ser bendeyê xwe dadixe ji bo ku we ji tarîtiyan derxîne bal ronahiyê ve. Bêguman Xuda, bi we dilovînê dilovan e.
10 Ma çî bûye ji we ku hûn di rêya Xuda de (mal) nadin, tevî ku mîrata asîmanan û zêmin tev a Xuda ye? Ên ji we ku berî vegirtin (a Mekkê mal) dane û þer kirine (bi ên din re) nabin yek. Ewên han, ji ên ku paþê dane û þer kirine paye mezintir in. Xuda, a herî qenc ji tevan re jî wade daye. Xuda, bi tiþtê hûn dikin kûrzana ye.
11 Kî ye ku deynekî rind bi deyndarî dide Xuda? Vêca wê hey jê re pirrî pirr bike, û jê re xelatekî birûmet jî heye.
12 Roja tu, mêrên bawermend û jinên bawermend dibînî ku ronahiya wan li pêþiya wan û li rastê wan dimeþe. Îro mizgîn ji we re hin bihiþt in ku çem ji binê wan diherikin, ew hertimî tê de ne. Rizgariya mezin her eva haye.
13 Roja ku mêrên durû û jinên durû, ji ên bawerî anîne re dibêjin: "Hûn li me binêrin ku em ji ronahiya we bigrin." Ji wan re tê gotin ku: "Hûn li paþiya xwe vegerin vêca li ronahiyê bigerin." Êdî di navbera wan de bendekî hat danîn ku jê re derîkî heye. Hundirê wî tê de dilovanî û dervayê wî ji ber ve ezab heye.
14 Gazî wan dikin ku: "Ma em jî ne bi we re bûn?" Gotin: "Belê çewa (hûn bi me re bûn) lê belê xwe gunehkar kir û hûn li benda (nebaþiyan) bûn û we dudilî kir û dilxwaziyan we xapand; heya ku fermana xuda xapand."
15 Êdî îro, ne ji we û ne ji ên ku bûne kafir tu gerew nayê sitendin. Hewyegeha we agir e. Ew ji we re çêtir e. Çi þûnve gerek ne rind e!
16 Ma qey ji ên bawerî anîne re dem nehatiye ku dilên wan ji ber bîranîna Xuda û rastiya ku daxistiye, bitirsin; û bira ew nebin wekî ên ku berê kitêb ji wan re hatiye dayîn; vêca demek dirêj di ser wan re borî êdî dilên wan hiþk bû.Pirrî ji wan jî ji rêya rsat derketî ne.
17 Hûn baþ bizanbin ku Xuda, zemîn pirþî mirina wê vedijîne. Bi rastî me ayeten ji we re daxuyandiye hêvî heye ku hûn tê hiþ bibin-xwe rabigrin.
18 Bêguman mêrên sedeqe didin û jinên sedeqe dinin û bi dennekîrind deyndarî didin Xuda, ji wan re pirrî pirr tê kirin û ji wan re xelatekî birûmet heye.
19 Ên bi Xuda û pêxemberê wî bawerî anîne, li cem perwerdekarê wan,ên pirr rastgo ûþehîd her ewênhan in. xelata wan û ronahiya wan ji wan re ye. Ên kafir bûne û ayetên me derewandine, ehlê dojehê her ewên han in.
20 Hûn baþ bizanbin ku jîna dinê leystik û hewes û xemil-xwe-þîkî û pesn û quretiya we ya di nava we de û pirr xebata di mal û zarûkan de ye; wekî barana ku giyayê wê kafiran dike sosretê, paþê hiþk dibe vêca tu wî dibînî ku zer bûye, paþê dibe qirþikê hûrik. Di axretê de jî ezabekî dilwar û bexþin û qayilbûna ji Xuda heye. Jîna dinê, tenê pertalê xapandinê ye.
21 Hûn, bal bexþinek ji perwerdekarê xwe û bihiþtekî ku firehiya wê wek firehiya asîmana û zemîn e ku ji ên bi Xuda û pêxemberên wî bawerî anîne re hatiye amade kirin, ve bazdin. Evê han qenciya Xuda ye dide kesê ku ew bixwaze. Xuda,xwey genciyek mezin e.
22 Her musîbeta di zemîn de û di we bi xwe de .êbibe ew, berî em wê biaferînin her di kitêbekî de(nivsandî) ye. Bêguman evê han li ser Xuda pirr hêsan e.
23 Ji bo ku hûn li ser tiþtê ji destê we diçe xemgîn nebin û hûn bi tiþtê daye we pirr dilþa nebin. Xuda ji her qureyê navdixwe dide hiz nake.
24 Ewên ku timatî dikin û bi mirovan jî timatiyê ferman dikin. kî rû bizivrîne, êdî bêguman bêhewceyê hêjayê pesn her Xuda ye.
25 Sond be, me pexemberên xwe bi nîþanên xuya þand û me bi wan re jî kitêb û mêzînê daxist ji bo ku mirav bi dada rastîn tevbigerin. Me hesin jî gellek kar heye daxist; ji bo ku Xuda bizanbe ka kî bi penhanî yariya wî û pêxemberê wî dike. Bêguman Xuda hêzdar e serkeftî ye.
26 Sond be, me Nûh û Îbrahîm þand û me pêxemberî û kitêbê di nav nifþa wan de çêkir; êdî hina ji wan rêya rast dît û pirrî wan jî ji rêya rast derketine.
27 Paþê me pêxemberên xwe li ser þopa wan þand û me Îsa kurê Meryemê jî li ser þopa wan þand û me Încîlê jî dayê û me di dilên wanê dane pey wî de dilovînî û dilovaniyê çekir. Wan ji ber xwe rahiptiyê (dest kiþandina ji xweþiyê dinê) çêkir ku me wê li ser wan ferz nenivisîbû. Tenê ji bo qayilbûna Xuda (wê derxistin); lê wan wê bitewayî pêk neanî. Êdî me, ewên ji wan bawerî anîn xelata wan da wan. Pirrî ji wan jî ji rêderketî ne.
28 Gelî ên bawerî anîne! hûn xwe ji Xuda biparezin-bitirsin û bi pêxemberê wî bawerî bînin ku ew du para ji dilovaniya xwe bide we û ji we re ronahiyek çêke ku hûn pê bimeþin û ew (gunehên we) ji we re bibexþîne. Xuda bexþendekar e dilovan e.
29 Ji bo ku ehlê kitêbê baþ bizanbin ku ew bi tu tiþt ji qenciya Xuda nikarin û bêguman qencî her bi destê Xuda ye, kî bixwaze dide wî. Xuda xwey qenciyek mezin e.