58

1 Bi astî Xuda, gotina wê (pîreka) ku derbareê mêrê xwe de bi te re xirecirê dikir û giliyê xwe bal Xuda ve dikir bihîst. Xuda, hevpeyvîna we seh dike. Lewra bêguman Xuda baþ seh dike baþ dibîne.
2 Ji we ên ku pîrekên xwe wek diyên xwe dibînin (ji wan re dibêjin ku: "Pîþta te wek ya diya min e") ew (pîrekên wan) ne diyên wan in. Diyên wan her ew in ku wan welidandine. Bêguman ew gotinê nelirê û derewa dibêjin. Bêguman Xuda, têbihûr e bexþendekar e.
3 Ewên ku jinên xwe wek diyê xwe dibînin, paþê ew li gotina xwe dadigerin, êdî berî ew bigihên hev, azadkirina dîlekî (divê). Hûn bi vî han tên þîret kirin. Xuda bi tiþtê hûn dikin kûrzana ye.
4 Vêca ê ku peyda neke, êdî berî ew bigihên hev, du meha li pey hev rojî girtin (divê). Vêca ê ku nikarbe êdî xwarin dayîna þêst belengazî (divê). Evê han ji bo ku hûn bi Xuda û pêxemberê wî bawerî bînin e. Evên han tixûbê Xuda ne. Ji kafiran re ezabekî bi jan heye.
5 Bêguman ên ku li hember Xuda û pêxemberê wî dertên ew hatin sernigûn kirin çewa ku ên berî wan hatin sernigûn kirin, tevî ku me ayetên xuya daxistiye. Ji kafiran re ezabekî nizimker heye.
6 Roja ku wê Xuda wan teva rake, vêca wê wan bi tiþtê kirine haydar bike, ku Xuda wî jimartiye û wan wî ji bîr kiriye. Xuda danasê li ser her tiþtî ye.
7 Ma tu nabînî ku bêguman Xuda,tiþtê di asîmana û tiþtê di zemîn de dizane. Sê kesê bi dizî bi hev re biaxivin ê çarê wan her ew e û pêncên (ku bi dizî bi hev re biaxivin) ê þeþê wan her ew e. Ji vî kêmtir an pirrtir; ew li kuder bin ew her bi wan re ye. Paþê roja qiyametê wê wan bi tiþtê kirine haydar bike. Bêguman Xuda zanayê bi her tiþtî ye.
8 Ma tu li ewên ku ji dizî axivtinê hatibûn qedexe kirinê nanêrî ku ew paþê li tiþtê jê hatibûn qedexe kirin difetilin û ew bi gunehkarî û neyarî û bêfermaniya pêxember bi hev re bi dizî dipeyivin. Gava ew tên bal te, ew te bi tiþtê Xuda, te pê silav nekiriye silav dikin, ew di dilê xwe de dibêjin ku: "Ma çima Xuda me bi tiþtê em dibêjin nade ezabê? Dojeh besî wan e. Ewê têkevinê-tê biþewiyin. Vêca ew der çi þûnvegerek nerind e!
9 Gelî ên bawerî anîne! gava we bi hev re bi dizî axivt, êdî hûn bi gunehkarî û neyarî û bêfermaniya pexember nepeyivin. Hûn bi baþî û xweparêziyê bipeyivin, û hûn ji Xudayê ku hûnê bal ve bêne civandin xwe biparêzin-bitirsin.
10 Bêguman bi dizî axivtin her ji pelîd e, ji bo ku ên bawerî anîne xemgîn bibin; bêdestûra Xuda tu ziyan nagihê wan. Vêca bawermend bira her xwe bispêrin Xuda.
11 Gelî ên bawerî anîne! gava ji we re hat gotin ku: "Hûn di civata de cîh fireh bikin" vêca hûn cîh fireh bikin ku Xuda jî ji we re fireh bike. Gava ji we re hat gotin ku: "Rabin" vêca hûn jî rabin ku Xuda, ji we ên bawerî anîne û ên zanîn ji wan re hatiye dayîn bi payeyan bilind bike. Xuda bi tiþtê hûn dikin kûrzana ye.
12 Gelî ên bawerî anîne! gava hûn bi dizî bi pêxember re bipeyivin, vêca hûn berî bi dizî peyivîna xwe sedeqekî bidin. Evê han ji we re çêtir û paqijtir e. Vêca eger we peyda nekir êdî bêguman Xuda bexþendekar e dilovan e.
13 Ma qey hûn (ji xizaniyê) tirsiyan ku hûn berî bi dizî peyivîna xwe sedeqa bidin? Vêca dema we nekir û Xuda jî li we borî êdî hûn limêjê rast bikin û zekatê bidin û peyrewtiya Xuda û pêxemberê wî bikin. Xuda û pêxemberê wî bikin. Xuda bi tiþtê hûn dikin kûrzana ye.
14 Ma tu li ewên ku komelekî ku Xuda li wan hêrs bûye dost girtine nanêrî? Ew ne ji we ne û ne ji wan in. Ew, tevî dizanin jî li ser derewa sond dixwin.
15 Xuda, ji wan re ezabekî zor dijwar amade kiriye. Lewra bêguman ew, tiþtê dikirin pirr pîs e.
16 Wan sondên xwe ji xwe re kir mertal, vêca pêþî li rêya Xuda girtin. Êdî ji wan re ezabekî nizimker heye.
17 Li hember Xuda, ne malên wan û ne zarûyên wan bi tu tiþtî bikêra wan nayên. Ewên han hevalê agir in. Ewê tê de hertimî bimînin.
18 Roja ku wê Xuda wan teva (ji gora) rake vêca çewa ji we re sond dixwin jê re jî sond dixwin û ew guman dikin ku li ser tiþtekî ne. Hay jê bin! bêguman ew, derewkar her ew in.
19 Pelîd ketiye qebelê wan-bi ser wan ketiye vêca bîranîna Xuda bi wan daye ji bîr kirin. Ewên han partiya pelîd in. Hay jê bin! bêguman ên ziyankar her partiya pelîd in.
20 Bêguman ên ku li hember Xuda û pêxemberê wî dertên, ewên han di nav binketiyên riswabûyî de ne.
21 Xuda ferz nivisiye ku: Ez û pêxemberên xwe emê hey bi ser kevin. Lewra bêguman Xuda hêzdar e serkeftî ye.
22 Tu, komelekî ku bi Xuda û roja dawîn bawerî tînin peyda nakî ku ew ji ên li hember Xuda û pêxemberê wî derketine hiz bikin; herçend ew bavên wan yan kûrên wan yan birayên wan yan jî ji êl û eþîra wan bin. Evên han Xuda, di dilên wan da bawerî nivisiye û wan bi canek (yariyek) ji xwe zeximandiye. Wê wan têxe hin bihiþtên ku çem ji binê wan diherikin. Wê hertimî tê de bimînin. Xuda ji wan qayil bûye û ew jî je qayil bûne. Evên han partiya Xuda ne. Hay jê bin! bêguman ên rizgarbûyî her partiya Xuda ne.