65

1 Pêxember! gava we jina berda, vêca hûn wan di danê (paqijiya) wan de berdin û hûn wî danî bijmêrin. Hûn xwe ji Xudayê perwerdekarê xwe biparêzin-bitirsin. Hûn wan ji xaniyên wan dernexin û bira ew jî dernekevin ji pêþtirê ku nepakîkî aþîkar bikin. Evê han tixûbê Xuda ne. Kî ji tixûbê Xuda bibore êdî bi rastî wî li xwe tadê kiriye. Tu nizanî dibe ku Xuda piþtî vî kareki nû çê bike (rewþekî nû bi ber we xe).
2 Vêca gava ew (jin) gihîþtin danê (berdana) xwe, êdî hûn ji wan ya bi qencî bigrin yan jî hûn wan bi qencî biqetînin û hûn ji xwe du danasê dadmend (adil) amade kin. Hûn ji bo Xuda danasiyê rast kin. Evê han ê ku bi Xuda û roja dawîn bawerî tîne pê tê þîret kirin. Kî xwe ji Xuda biparêze-jê bitirse wê jê re rêya derketinê çêke.
3 Û wê ji deverekî ku ew guman nake rozî bidê. Kî xwe bispêre Xuda, êdî ew besî wî ye. Bêguman Xuda fermana xwe radigihîne (tiþtê bixwaze pêk tîne). Bi rastî Xuda, ji her tiþtî re pîvanek (qasekîdanê dawî lêhatine) çêkiriye.
4 Ew (pîre jin) ên ku ji kirasa bêhêvî bûne (êdî nakevin heyza) -eger hûn dudilî bibin- êdî danê (mayîna) wan sê meh e; û ên ku (biçûk in) neketine kirasa de jî (danê mayina wan sê meh e; jin) ên bardar (bi hemle) jî danê wan (ev e) ku barê xwe deynin. Kî, xwe ji Xuda biparêze-bitirse, wê ji karê wî jê re hêsanî çêke.
5 Evê han fermana Xuda ye ku bal we ve daxistiye. Kî xwe ji Xuda biparêze-bitirse wê nepakiyên wî jê bibe û wê xelata wî jê re mezin bidêre.
6 Hûn li kuder bimînin hûn wan (jinên berdayî) jî li wê der bi qasî maldariya xwe bihêlin, û hûn ji bo ku li ser wan tengasî çêkin, ziyanê nedin wan. Eger ew (jin) bardar bin, êdî hûn heya ew barê xwe deynin (rozî) bidin. Vêca eger ew (zarûyên we) ji we re bimêjînin, êdî hûn destmuza wan bidin wan, û hûn bi qencî dinav xwe de lihev bikin. Eger ji we re zor hat, êdî wê yeka din wî bimêjîne.
7 Bira ê xwedan firehî (maldar) ji firehiya xwe bide. Kî jî roziya wî jê re teng hatiye kirin, êdî bira ew ji tiþtê Xuda dayê bide. Xuda, her kesî bi qasî tiþtê dayê berpirsyar digre. Wê Xuda, piþtî dengasiyê firehî çêbike.
8 Çiqas ji bajaran ku ji fermana perwerdekarê xwe û pêxemberên wî serkêþî kirin vêca me wan bi pirsek zor dijwar berpirsyar girt û me wanbi ezabekî nedîtî da ezabê.
9 Vêca wan celata karê xwe tam kir û paþiya karê wan bû ziyan.
10 Xuda, ji wan re ezabeki zor dijwar amade kiriye. Nexwe hûn xwe ji Xuda biparêzin-bitirsin - gelî xwedan hiþên ku we bawerî aniye! - Bi rastî Xuda bal we ve Qur´anekî (ku tev pend û þîret e) daxistiye.
11 Pêxemberekî ku ayetên Xuda eþkere li ser we dixweyne ji bo ku ew, ên bawerî anîne û karên qenc kirine ji tarîtiyan bal ronahiyê ve derîne. Kî bi Xuda bawerî bîne û karê qenc bike, wê wî têxe hin bihiþtên ku çem ji binê wan diherikin, wê hertimî hertim tê de bin. Bi rastî Xuda, jê re roziyê rind çêkiriye.
12 Xuda ye ê ku heft asîmana û biqasî wan zemîn aferandiye. Kar û ferman di nava wan de hin bi hin dadikeve ji bo hûn bizanbin ku bêguman Xuda bi her tiþti dikare û bêguman Xuda bi zanînê hawîdor li her tiþtî girtiye.