69

1 Maf (bi rastî di roja qarsê da) ne.
2 (Roja) qarsê çîye?
3 Ka çi tişt e bi te daye zanînê(roja) qarsê çîye?
4 Semûdîyan û Adîyan (danê) qarsê (dan e) derewdêrandinê.
5 Îdî Semûdî bi sedema ku ji avarû derketibûn, hatine teşqele kirinê.
6 Lê Adîyan bi babelîzkeke bi denge zor hişk hatine teşqele kirinê.
7 (Yezdan ewa baya) bi ser wan da hevt şev û hevt rojan bi peywestî anîye, îdî te digo qey ewa komala di nava wî baî da bi xwe va çûne, wekî çiqilê darê xurm kefikî, diketin
8 Îdî qe tu ji wan para maîyan dibnî?
9 Fir´ewn û ewanê berya (Fir"ewn jî) û (komalê) bajarê kavil bûne, bi xeletîne xwe va hatine.
10 Îdî ewan bê gotina qasidê Xuda yê xwe kirine, îdî (Xuda yê wan jî, ewnan) bi şapateke mezin (dane şapat) kirinê.
11 Bi rastî gava av rabû ye, me hûn hildane kêleka kişyaî da.
12 Ji bo ku guhekî vala ewî bi xweber bi parisîne, me ji we ra xistîye şîreteke (sodret).
13 Îdî gava di sturî da bi carekî tenê tê puf kirinê.
14 Û zemin û çîyan tene rakirinê, bi yek carekî û hev dikevin.
15 Îdî bûyera qarsê di wê royê dan e.
16 Îdî ezman di wê rojê da çirîye; hatîye daweşandinê.
17 Û ferişten jî li ser lêvê ezman in. Şixwa di wê rojê da arşê Xuda yê te heşt (ferişte) hil didin.
18 Di wê rojê da hûn (ji bona Yez­dan ra) têne raber kirinê, ji we tu veşartî ji (Xuda) penha namînin.
19 Îdî ji bona kîjanî ra pirtûka wî bi destê rastê hatibe dayînê (aha) dibêje: "Ka pirtûka min bi xwûnin (hemî qencîne)."
20 Loma bi rastî min guman kiribû, ku ezê rastê vê hijmarê wer im.
21 Îdî ewa di jîneke pê qayîl dan e.
22 Di behişteke bilind dan e.
23 Guşîne (darê) wê nêzîk in.
24 Bi sedema (wan karên qencîne) ku we di wan rojê borî da (pêş da kirîye) îdî hûn bixun û vexun; li we bigivir e.
25 Lê ewê, ku pirtûka wî bi destê çepê ji wî ra hatîye dayînê; îdî (aha) dibêje: "Xwezîka ji bona min ra pirtûk ne hatibû ya dayînê."
26 Min bi hijmara (kirinê) xwe nizanbû ya.
27 Xwezîka (mirina min) pêk hatibû ya (min evan ne dîtibûnan).
28 Qe malê min bi kêrê min nehat (evan şapatan dûrê min ne xistin).
29 Hêz û seroktî ya min çû(qe tu kar nekir).
30 (Yezdan ji bona nobedarê dojê ra aha) dibêje: "hûn ewî li bal dojê da bavêj in."
31
32 Paşê hûnê wî di zincîrê; ku pîletê wî hevtê zend in, beherin.
33 Loma ewî bi Yezdan ê mezin bawer ne dikir.
34 Ji bona daxwurinan belengazan qe helan ne dida tu kesî.
35 Îdî di îro da ji bona wî ra di vira da qe tu pismam tuneye.
36 Ji pêştirê kêmê, qe tu xwurin jî tuneye.
37 Ji pêştirê gunehkaran, qe tu kes (ewê xwurinê ) naxun.
38 Ho! Ez bi wan tiştên, ku hûn ewan dibînin.
39 Bi wan tiştên, ku hûn ewan nabînin.
40 Sond dixum! Ku ewa (Qur´an a) bi rastî peyva (Xuda ye) qasidê (Yezdan ê) dilşa anîye.
41 Ewa (Qur´an a) gotina bengîyekî nîne. Hûn çiqa hindik bawer dikin!
42 Ewa (Qur´an a) gotina fal zanan jî, nîne. Hûn çiqa hindik diponijin.
43 Lê ewa hey hînartineke ji Xuda yê cîhanê ye.
44 Heke ewî (qasidî) li ser navê me hinek gotin, aloze kirîbû ya.
45 Bi rastî meyê ji wî hêza wî hildabû ya.
46 Paşê meyê temarê canê wî jêkira.
47 Îdî tu kesî ji we nikaribû, ji wî (qasidî) eva şapata bida para da.
48 Bi rastî ewa (Qur´an a) ji bona Xudaparizan şîretek e.
49 Bi rastî me dizanî ya, ku hinekne ji we ewê didine derewdêrandinê.
50 Bi rastî eva li ser filan kovanek e.
51 Loma bi rastî ewa mafekî bê dudil e.
52 Îdî (Muhemmed!) tu navê Xuda yê xweî mezin bi perestî paqijiyan bike.