71

1 Bi rastî me Nûh li bal koma wî da şandîye (me ji Nûh ra aha gotîye: "Nûh!) hêj di berîya, ku ji komalê te ra şapateke dilsoz ne hatîye; tu komalê xwe bide hişyar kirinê".
2 (Nûh ji bona wan ra aha) gotîye: "gelî min! bi rastî ez ji bo­na we ra hişyarvanekî xûyame".
3 Hûn perestî ya Yezdan bikin û bi gotina min bikin.
4 (Heke hûn aha bikin. Yezdan ê) hinekî ji gunehên we ji bona we ra bibexşîne û wê ewayê heya danê nevdaî we para da bihile. Bi rastî heke hûn bizanin; gava danê dawîyê hatibe, nayê paradanê.
5 (Nûh ji Xuda aha lava kirîye û) gotîye: " Xuda yê min! bi rastî min komalê xwe di şev û rojê da (li bal te da) gazî kirîye".
6 Îdî gazîkirina min ji wan ra hey revandina wan para da pir kiriye.
7 Bi rastî ji bo ku tu ewan bibexşînî, min çiqa gazî wan kirîye ewan kincên xwe li xwe dipêçandin û tiliyê xwe dixistine guhê xwe (ji bo ku deng neçe wan înç dikirin, ji quratîyê xwe mezin dikirin..
8 Paşê bi rastî min ewan bi eşkere gazî kirin (ku ji kirinê xwe poşman bibin).
9 Paşê bi rastî min, ji bona wan ra (doza xwe) eşkere kir, ça min ji bona wan ra (doza xwe) bi veşartî penha kiribû.
10 Îdî minji wan ra (aha) got: "hûn ji bona xwe ra ji Xuda yê xwe baxişandina xwe lava bikin. Loma bi rastî (Xuda yê we) baxişkar e.
11 (Hûn jî wî baxişandinê bixwazin) ji bo ku di jor da li ser we da baranê bişîne!
12 Ji bo ku ewa (berxudar ya we) bi mala û zaran pir bike, ji bona we ra bostan ş çeman çê bike.
13 (Gelî min!) ji bona we ra çi bûye; ku hûn bi kubarî gazî Yezdan nakin?
14 Ewî bi xweber jî hûn ji temtêlne curecure da afirandine (qey hûn naponijin).
15 Maqey hûn nabînin, Yezdan ça hevt ezman wekî hev afirandîye?
16 (Yezdan) hîv di wan (ezmanan da) xistîye rohnayî û roj jî xistîye çira.
17 Yezdan hîn ji zemîn (wekî çêre) hêşîn kirine.
18 Paşê wê dîsa we bixe zemîn, dîsa we ji zemîn derxe, carbicar aha bike.
19 Yezdan zemîn ji bona we ra xistîye binrax.
20 Ji bo ku hûn di rêne firene (di zemîn da) hatine vekirinê, bigerin.
21 Nûh (gava dêna xwe dayê ku şîretên wî ji bona komalê wî ra qe kêrê wan ne hatîye, ji Xuda yê xwe aha lava kirîye û) gotîye: "Xuda yê min! bi rastî ewan bê gotina min ki­rine û bûne peyrewê kesekê wusa, komal û zarê wî ji bona wî ra hey zîyana wî pir kirine".
22 Ewanan endezene mezin kirine.
23 (Ji hev ra) gotine: "hûn (gelî me! bi gotina Nûh) dest ji Xudan yên xwe bernedin û hûn dest (ji Xuda yê bi nav) Wed û Sewa û Yexûs û Ye´ûq û Nesir bernedin".
24 Bi sond! ewan bi vî awayî pir kes ji rê ya rast derxistin e. Tu bi xweber jî ji bona cewrkaran hey teşqelan pir dikî.
25 Ji ber dexelîne wan ewan (di avê da) feşirîn, îdî ketine agir. Ji bona wan ra ji peştirê Yezdan, îdî qe rastî tu arîkarî ne hatîye.
26 Nûh (aha lava kirîye û) gotîye: "Xuda yê min! tu ji bona filan ra li ser zemîn qe tu welatê nehêle".
27 (Xuda yê min!) bi rastî heke tu ewan (filan li ser zemîn) bihêlî, ewanê bendene te ji rê ya te derxin, ewanê hey filene bê xûne (cewrkar) bizêyînin.
28 Xuda yê min! tu min û da û bavê min û ewanê bi bawerî dikevine xênîyê min û mer û jinê bawer kirine bibexşînî. (Xuda!) tu ji bona cewrkaran ra hey teşqelê pir bike