74

1 Yê xwe di kinca da pêcayî!
2 Tu rabe, îdî tu (merivan) hişyar bike.
3 Û tu Xuda yê xwe (ji hevrîtî ya pûtan) bi mezinahî paqij bike.
4 Û tu îdî cilê xwe paqij bike.
5 Û tu îdî dest ji pîsî ya berde.
6 Û tu tilfa bi kirina xwe neke, ji bo ku tu (hember ya wan) pir hildî.
7 Îdî tu ji bona (qayîlbûna) Xuda yê xwe ra hew bike.
8 Îdî gava (ji bona hewarê) di stûrî da hatibe qîkirinê.
9 Îdî ewa roya royeke pir tenge.
10 Li ser filan qe hêsaî nîne.
11 Tu min û ewî (fileyê) ku min ewa rût afirandîye bi tenê bihêle.
12 Min ji bona wî ra malê peyweste daye.
13 Û zarên xûyaî jî daye.
14 Û min ji bona wî ra qencî raxistibû.
15 Paşê ewî jî dixwast, ku ez ji wî ra hêj pir bikim.
16 Na! (ez ji bona wî ra pir nakim) loma bi rastî ewa ji bona beratene me ra înçkar bûye.
17 Di nêzîk da bi rastî ezê ji bona bilindî ya wî ra (şapatan) raxim.
18 Bi rastî ewî raman kirîye û pîva ye.
19 Îdî ewa bimire (hatîye kuştinê) ka ewî ça pîva ye?
20 Paşê dîsa ewa bimire, ka ewî biçi awayî pîva ye?
21 Paşê li wan (pîvanê xwe) mêze kirîye.
22 Pasê murûzê xwe kirîye û rûye xwe tirş kirîye.
23 Paşê pişta xwe daye xwe qure kirîye.
24 Îdî (aha) gotiye: "Bi rastî eva (Qur´an a) ançeke; ji şopa wan ançne borîne."
25 Bi rastî eva (Qur´an a) hey gotinêmerivan in.
26 Di nêzîk da ezê jî ewî bavêjime (doja) sar.
27 Tu ji kû dizanî gelo ka (doja) sar çîye?
28 (Ewa doja) di para da tu tiştî nahêle û tu kesî bernade.
29 Ewa (doja) çerman hişk dike.
30 Li ser (wê dojê) nuzdeh (ferişteyên fermande) hene.
31 Ji bona ku ewanê pirtûk ji wan ra hatîye bizanin bi rastî ewa pirtûka ji wan ra hatîye maf e û bawer ya wanê, ku bawer kirine jî pir bibe û ji bo ku ewanê ji wan ra pirtûk hatîye û ewanê bawer kirine dudil nebin û ji bona ku ewanê di dilê wan da nexwaşî heye û ewanê bûne file (aha) bêjin, ka Yezdan bi van hecwekîyan çi va ye? Me hevrîne dojê hey ji feriştan çê kirîye, me hêjmara wan (feriştan) ji bona wanê, ku bûne fıne raxistîye ceribandin. Bi vî awayî Yez­dan ji kîjanî ra bivê, rê ya xwe li ber wî wunda dike û ji kîjanî ra jî bivê,ewî tîne rê ya rast. Ji pêştirê Xuda yê te tu kes bi hêjmara leşkerê wî nizan e.Ewa (doja sar) ji bona kesan ra hey şîretek e.
32 Nal (bi gotina wan filan nîne) bi hîvê.
33 Û bi danê şevê gava dizvire diçe.
34 Û bi danê sibehê jî gava zer dibe.
35 Sond dixum, ku ewa (doja sar) yek ji wan (şapatên) mezin in.
36 (Ewa doja) ji bona merivan ra hişyar bûnek e.
37 (Her wusan jî) ji we kîjanê bivê, ku di qencîyan da pêş û paş da bikeve, ji bona (wî ra jî hişyar bûnek e).
38 Her kesek gerewa kirina xwe ye.
39 Ji pêştirê (wanê pirtûka wan) li rastê wan da hatîye dayînê.
40 Ewanan di behiştandan in.
41 Ji gunehkaran dipirsin.
42 Gelo çi tişti hûn xistine vê (doja) sare qeremok?
43 Ewan (aha pisyara wan dane û) gotine: "Bi rastî em ji wanê nimêjker ne bûn."
44 Me ji bona belengazan ra jî xurek ne dida.
45 Û em bi leyîztik hazan ra noqê leyîztikê dibûn.
46 Û me bi roya xelat û celatan vir dikir (bi wê bawer ne dikir).
47 (Em di van kirinan da bûn) heya mirina me hat.
48 Îdî mehder ya tu mehdervanî kêrê wan ne hat.
49 Bi vî ra jî gelo ji bona wan ra çi bûye ku ewan (ji Qur´an ê) rû difetilînin?
50 Tu dibê qey ewan kerên kovîn e.
51 Ji şêran silikîn e.
52 Na! (ewan ji wan şîretan hiş hilnadin) lê divên, ku ji bona wan heryekê ra rûpelên vekirî li ser navê wan ji Xuda yê wan bihata, paşê bawer bikirinan.
53 Na! (ji bona wan ra ewan rûpelan nayên) lê ewan ji (şapata) para da natirsin (loma bawer nakin).
54 Na! (bila ewan ji wan kirinê xwe para werin) loma bi rastî ewa (Qur´an a) hişyar bûneke (sedritî ye).
55 Îdî kîjan bivê, ji bona xwe ra ji wê (Qur´an ê) şîretan hildide.
56 Ji pêştirê wanêYezdan va ye, ku ji (Our´an ê) şîretan hildin, qe tu kes şîretan hilnade. Bi rastî (Yezdan) babete ji bo parizî û baxişandinê ra.