75

1 Ho! Ez bi roya qarsê sond dixum.
2 Û ho! ez bi canê, ku (li ser kirinê xweyê sik) li xwe tatan dike sond dixum.
3 Qey meriv guman dikin, ku ji (piştî mirinê) em hestûyê wan nacivînin?
4 Erê! (emê hestûyê wan bicivînin) em dişên, ku momikê tilîyê wan jî rast bikin.
5 Lê bi rastî meriv di vên, ku di berxwe da jî (aşîtan) derxin (loma bi peyweste gunehan dikin).
6 (Bê tebat) meriv dipirsin; ka roya qarsê kîngê ye?
7 Îdî gava çav dibirûs e.
8 Û rûyê hîvê hatibe girtinê.
9 Û roj û hîv bi hev ra civyabin.
10 Di wê royê da meriv (aha) dibêjin: "Ka merivê kuda bireve?"
11 Na! (rev çênebe) loma tu penah tune ye.
12 Di wê royê da hewandin hey li bal Xuda yê te ye.
13 Di wê royê da ji bona merivan ra tişta ewan pêş û paş xistîye tê gotinê.
14 Bi rastî (di wê royê da) meriv li ser xwe; bi kirin û ne kirinê xwe dîdevan e.
15 Çiqa hinek tatê xwe jî bêje.
16 (Muhemmed!) tu zimanê xwe (hêj di berya dawî ya niqandê nehatî ye) ji bona lez kirina (ezber ya Qur´an ê) ne hejîn e.
17 Loma bi rastî civandin û xwundina wê (Qur´an ê) li ser me ye.
18 Îdî gava me Qur´an xwund, tu jî îdî bibe peyrewê wê xwundinê.
19 Paşê bi rastî huzwartina wê (Qur´an ê) li ser me ye.
20 Na! (hûn ji lezbûnê para naçin) lê hûn ji lezbûnê hez dikin.
21 Û hûn dest ji para da jî berdidin.
22 Di wê royê da hinek rû hene, ji bedewî ya xwe diçilwulin.
23 Li bal Xuda yê xwe da mêze dikin.
24 Û di wê royê da hinek rû jî hene, temirîn e.
25 Loma guman dikirin, ku wê hestûyê pişta wan bê şikênandinê.
26 Na! (bira lez nekin). Lê gava can gihîjte pira hestûyê stû.
27 Û (aha) bê gotinê: "Gelo kê dikare (ewî derman bike) rake".
28 Û ewî guman kirîye, ku bi rastî îdî danê raqetandina wî ji cihanê ye.
29 Îdî (ji zerpa mirinê) çîq li hev aylan e.
30 Di wê royê da hey şandin li bal Xuda yê te da ne.
31 Îdî ewî (fileyê) rastdarî û nimêj ne kirîye.
32 Lê hey vir kirîye, pişta xwe da ye wan.
33 Paşê çû ye bal malînê xwe, xwe qure kirîye.
34 Îdî (mêriko!) xwelî ji bona te ra be, xwelî li serê te be.
35 Dîsa xwelî ji bona te ra be, xwelî li serê te be.
36 Maqey meriv guman dikin, ku merivê bahorde bê berdanê?
37 Maqey ewa (meriva) ji aveke hilwejoke bênketî çi ne bûye?
38 Paşê bûye zûryekî, îdî (Yez­dan) ewa afirandîye û pêk anîye.
39 Îdî (Yezdan) ji wê du zon e; nêr û mê çê kirîye.
40 Maqey ewê ku, evan (bi afirîne) naşê ku miryan zende bike!