77

1 Bi wan (bayê) şandayê (peywestene) ji bona qencîyan.
2 Bi wan (bayê) bagerok.
3 Bi wan (bayê) vekerokê (tiştan e).
4 Bi wan (bayê) ji hev derxistok.
5 Bi wan (bayê) bûyerên (borî) tîne bîra merivan.
6 Tatan û ya jî hişyarîyê.
7 (Sond dixum!) tişta ji bo­na we ra hatîye peymandanê, wê hatibe.
8 Îdî gava sitêrk biçilmisin.
9 Û gava ezman ji hev çirya (ji hev çû).
10 Gava çîya hatine jenandinê.
11 Û gava qasid (ji bona nihrewanîyê) danê ra dewanîyê dabe.
12 (Aha tê gotinê): "Ji bona kîjan royê "Dan" para hatîye danînê?
13 Ji bona roja berewanî (tê da tê kirinê).
14 Tu ji ku dizanî, ka roja berewanîyê çîye?
15 Di wê royê da, xwelî li derewdêran be!
16 Maqey me ewan (virekê) berê teşqele ne kirîye?
17 Paşê emê ewanê para da mayî jî bûne peyrewê wan.
18 Bi vî awayî em gunehkaran (celat) dikin.
19 Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
20 Maqey me hûn ji aveke sike tîr ne afirandîne?
21 Îdî me eva (ava) di ewreke parisvane bi hêz da cîh kirîye.
22 Heya danekî dîyarî.
23 Îdî me ewa (ava) pîva (xistiye meriv). Îdî pîvdanok çiqa qenc e!
24 Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
25 Maqey me zemîn ne xistîye şûna civînê?
26 Ji bona zindî û miryan.
27 Û me di zemîn da çîyane bilindê dirêj binecî danîne û me hûn bi ava hêsaî û şirin dane avdanê.
28 Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
29 Hûn (gelî filan!) li bal wê (şapata) ku we bi hatina wê derew dikinir, herin.
30 Hûn li bal wê sî ya (doja) sê şax da herin.
31 Ewan (sîyan) sîwanê nakin û ji pêtê agir jî (naparisînin).
32 Bi rastî ewa (doja) pêtê wusa devêje, ta dibê qey wekî koşkan in.
33 Ewan (pêtê hatine avêtinê) tu dibê qey pîletê keleka nin (ji agirê) sor (dirêj bûne).
34 Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
35 Eva roja royeke wusane qe ewan tê da na-axivin.
36 Ji bona wan ra destûr nayê dayînê heya, ku ewan tatê xwe jî bixwazin.
37 Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
38 Ewa roja (ku pûçî û rastî ji hev ra diqete) eva ye. Emê we û ewanê berya we da (di vê royî da) bicivînin.
39 Îdî heke ji bona we ra endeze hene (ku hûn xwe bi wan fereste bikin) ka ji bona xwe ra endezan bikin.
40 Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
41 Bi rastî Xuda-pariz di nava sîwan fi kanî ya danin.
42 Di nava êmîşên dilxwastî danin.
43 Hûn (gelî Xuda parizan!) bi sedema kirinê xwe bigivirandin bixwun û vexun, noşê canê we be.
44 Bi rastî em bi vî awayî qenckaran xelat dikin.
45 Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
46 (Gelî gunehkaran!) hûn hindik bi xwaşî bixun û bijîn. Qe (tu zîyan tuneye) bi rastî hûn gunehkar in.
47 Di wê royê da xwelî liderewdêran be.
48 Gava ji bona wan ra hatîye gotinê: "Hûn ji bona (Yezdan ra) xwe kûz bikin. Ewan (ji bona Yezdan ra biperestî) xwe kûz nakin.
49 Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
50 Îdî gelo ji piştî (Qur´an ê) ewanê bi kîjan axiftinê bawer bikin?