79

1 Bi wan (fireştene) can sitandne fereşandok.
2 Bi wan (fireştene) ku canan bi hêsanî distînin (û dev) bi kenin.
3 Û bi wan sitêrke (di hewa da) melevanî dikin.
4 Û bi wan (fireştene) daberhevne (ku ji hev) di borin.
5 Bi wî yê ku bûyerana pêk tîne (sond di xum)!
6 Ku roja (di stûrî da tê puf kirinê) hej(bi zemîn digire û ) di heje.
7 Li peyda jî hejeke dinê digire.
8 Di wê rojê da dil (ji mirûzûyê) di silikin.
9 Çavê (xweyê wan dilan ji tirsa) di telisin.
10 (Aha ) dibêjin: « ma qey bi rastî (ji piştî mirina me, ku em ketine goran) dîsa emê (wekî temtêla xweyê berê) rabin? »
11 « Qey gava em bibûna hestûyê rizî jî ? »
12 Ewan (aha) gotine: « bi rastî (eva) zivirandina zîyaneke.
13 Îdî (eva) bi rastî zaroke bitenê ye.
14 Nişkêva ewan hişyar bûn e.
15 Bi sond!ji tera dabaşa (serdaborya) Mûsa hatîye.
16 Gava Xuda yê (Mûsa) di newala pîrozê (bi nav) « Tuwa » da gazî wî kirîye.
17 (Ji ra aha gotîye): « tu here bal Fir’ewn, loma bi rastî ewa ji avaril derketî ye ».
18 Îdî tu (ji bo wî ra aha) bêje: « tu hez dikî, ku ez beledîya te li bal rîya rast da bikim, ku tu (ji sikatîyan) fereste bibî? »
19 Heke îdî tu (ji Xuda yê xwe , yan jî ji danê dawîyê) bi tirsî, ezê belidî ya te li bal Xuda yê te da bikim.
20 Îdî (Mûsa) beratenê mezin daye nîşanê Fir’ewn.
21 Paşê (Fir’ewn)ewan (beratan) dane derewdêrandinê, serî hilda.
22 Paşê pişta (xwe daye Mûsa) bi lez çû ye.
23 (Merivê xwe) civandin îdî (aha) li wan çir kirîye.
24 Û (aha ji bona wan ra) got : “bi rastî ez xudayê weyê bilintirê mezin im.”
25 Îdî Yezdan ewa wusa şapat kir, ku ewa bi wê şapatê ji bona wanê borî û para da tên bûye (bereketa sodret).
26 Bi rastî ji bona wanê , ku (ji Yezdan) ditirsin di van (bûyeran da) beratenê sodret hene.
27 Gelo di afirandinê da (ji piştî mirinê) ku hûn têne afirandinê zor e, yan jî (afirandina) ezmanan ? (ewî ezman) ava kirîye.
28 Ewî (ezman )di jor da bilind kirîye, îdî wekî hev rast kirîye.
29 Û şeva wî (ezmanî) tarî kirîye, roja wî ronahî kirîye.
30 Paşê (Yezdan) zemîn jî gulok kirîye.
31 Ewî ji zemîn, av û kovîçêrê wî derxistîye.
32 Û çîyane (zemîn jî) di zemîn da birakutî şandî ye.
33 Ewî (evan) ji bona wê û ji bona tarişê we ra kirine (j ibo ku hûn daborîya xwe pêk bînin).
34 Îdî gava ewa aşîta mezin hat (hemû tişt hildan e binê xwe, tune kirîye).
35 Di wê rojê da merivan çi kiribin tînin e bîra xwe.
36 Û doj jî ji bona wanê dibînin ra xuya bû ye.
37 Îdî kîjan ji (rîya rast derketibe) avarû rijandibe.
38 Û jîna cihanê ji xwe ra helbijartin e.
39 (Ji bona wî ra) bi rastî êwra wî doj e.
40 Û kîjan jî ji (hewandina di hemberê) Xuda yê xwe tirsîyabe û xwe ji xwastina canê xwe parisandibe.
41 (Ji bona wî ra) bi rastî êwra wî hey bihêşt e.
42 Ewan ji te danê qarsê dipirsin ; ka danê şandina (qarsê) kengê ye ?
43 (Heke Yezdan nebe) tu ji kêderê dikerî (zanîna bi danê qarsê) bêjî ?
44 Dawîya (zanîna )ji wî danî hey li bal Xuda yê te ye.
45 (Muhemmed!) tu hey dikarî ewanê ji (hejmara di roja qarsê da) ditirsin, bidî hişyar kirinê.
46 Gava (ewan) wê rojê dibînin tu bidê qey ewan (di cihanê da) şevekî, yan jî danê taştî ya wê (şevê) man e (wusa diqilqilin).