80

1 Rûyê xwe tirş kirîye û pişta xwe (daye).
2 Ji bo ku ewa kora hatîye.
3 Tu çi dizanî? Bi rastî dibe ku xwe paqij bike.
4 Yan jî şîretan bike, îdî şîret kêrî wî werin.
5 Lê ewê, xwe hewce nabîne.
6 Îdî tu ji bo wî ra raber dibî.
7 Û çi ji te ra ku ewa xwe ji (filetîyê) paqij nake.
8 Lê ewê bi lez hatîye bal te.
9 Ji (Xuda) tirsîyaye, loma hatîye.
10 Îdî tu jî ji wî rû difetilînî!
11 Na! (wusa nabe) loma bi rastî (Qur´an) şîretek e.
12 Îdî kîjan ji vê, wê ewê şîretê hilde.
13 Ewa (Qur´an a) di rûpelne rûmetdar danin.
14 Bilind û paqij e.
15 Di destê balyozne (ji firêşte danin).
16 Ewan (firêştan) rûmetdar û qencîkar in.
17 Xwelî li meriva be, çiqas nankor in.
18 (Gelo) ewa (meiva) qe mêze nake, ka (Yezdan) ewa ji çi afirandîye?
19 (Yezdan) ewa ji aveke tîre avotek afirandîye, îdî paşê ji wî ra rûçik daye.
20 Paşê (Yezdan) rêya wî hêsanî kirîye.
21 Paşê (Yezdan) ewa mirandî ye, îdî ewa xistîye gorê.
22 Paşê gava (Yezdan) bivê dîsa ewî zindî dike(di weşîne).
23 Na! (gotina merivan nîne) bi rastî tişta (Yezdan ferman) kiribû; ewî pêk ne anîbû.
24 Îdî bila meriv carekîli bal xurekê xwe ra mêze bike.
25 Me ça (ji bona piranîya xwarina wî) aveke pir rijandî ye.
26 Paşê me zemîn (ji bo hêşinaîyê) ça çirandî ye.
27 Îdî me (di zemîn da) lub hêşîn kirîye.
28 Û (me) tirî û nefel jî (hêşîn kirîye).
29 Û me zeytûn û xurme jî (hêşîn kirîye).
30 Û (me) bostanne (darê wan) ji hev derbvaz bûyî jî (hêşîn kirîye).
31 Û (me) êmîş û mêrg jî (hêşîn kiriye).
32 Ji bona (ku hûn daborya xwe pêk bîn in) me evan ji bona we ûtarişê we ra pêk anî ye.
33 Îdî gava dengê ku ji (bona) rabûna we ra te, guhan ker dike.
34 Di wê royê da meriv, ji birayê xwe direv e.
35 Û ji dîya xwe û ji bavê xwe jî.
36 Û ji hevalê jîna xwe û zarê xwe jî.
37 Di wê royê da ji bona heryekê ji wan ra temtêleke wî heye, ewa îdî hewcê tiştekî nabe,
38 Di wê royê da hinek rû hene diteyîsin
39 Mizgînvanî bi hev diken in.
40 Û di wê royê da hinek rû jî hene bi gemar in.
41 Reşatî û taritî ewan rûyan niximandin e.
42 Filene gunehkar evan bi xweber in.