81

1 Gava roj hate pêçandinê, herikî.
2 Û gava siterk (ji hev) verişîn ketne xarê.
3 Û gava çîya (ji zemîn bûne leylan) çûn.
4 Û gava dest ji malê civyayî hate berdanê (ya jî gava dest ji wê dema deh meh li ser da borî; gavê zayîna wê hatîye, hate berdanê).
5 Gava (tarişê) hov hatine civandinê.
6 Û gava avşîn li ser hev da kelîya, tevê hev bû.
7 Û gava can bi hev ra zo dibin.
8 Û gava ji keça hêj bûyî hate pirsînê.
9 Ji bo çi ewa hatîye kuştinê (bi zindî hatîye çal kirinê)?
10 Û gava rûpelên defterên (kirinan) têne vekirinê.
11 Û gava rûyê ezman ji dûmanan hate vekirinê.
12 Û gava doj bi pêtê agir hate pêxistinê.
13 Û gava behişt nêzîkê (merivan) bû.
14 Hemî kes dizane, ka (ji bona xwe ra) çi amade kirîye.
15 Ho! ez bi wan (siterkên ku di rojê da) tene veşartinê.
16 Di şevê da (wekî asan-xezal di guherê xwe da) dicivin.
17 Bi wê şevê, gava pişta xwe (daye taritîyê).
18 Bi wê sibehê gava ruhnaya wê derdikeve û bêhna xwe dide.
19 (Sond dixum!) evanê (Muhemmed ji bona we ra dibêje) peyvê qasidekî (Yezdan ê) ku bi rûmet û dilşad e.
20 Ewa qasida li bal (Yezdan ê) xweyê arşê bi hêz û xweyê cî ye.
21 Bi gotina wî (qasidê) tê kirinê û ewle ye.
22 Û hevalê we bi xweber jî tepa ketî nîne.
23 Û bi sond! (Muhemmed) ewa (qasida) li bêlanê bilindê xûyayî da dîtîye.
24 Û (Muhemmed) bi xweber jî ji bona (niqandina Qur´an ê bi ne xûyayî) nayê rexnekirinê.
25 Ewa (Qur´an a) gotina pelîdê deherandî jî nîne.
26 Îdî bi vira jî ka hûn kuda diçin (û bi çi bawer dikin)?
27 Ewa (Qur´an a) hey ji bona hamû gerdûnê ra şîretek e.
28 Ji bona wî kesê ji we, ku divê xwe rast bike (şîret e).
29 Hûn bi xweber jî hey tişta Yezdan ê Xuda ê cihanê va ye, dikarin ji bona xwe ra bivên.