82

1 Gava ezman çir ya.
2 Û gava siterk verişîn (ketne) xarê.
3 Û gava avşîn kelîya tevê hev bûn.
4 Û gava goran (xwelî ya xwe avîtin mirî) ji xwe derxistin.
5 Hemî can dizanin ka ji bona xwe ra çi tişt kirin e, pêşta (şandin e) û çi tişt ne kirin e para da (hîştin e).
6 Merivo! gelo tişta, ku tu ji Xuda yê teyê bi rûmetê dilşa çiya xapandîyî dûrxistîyî çîye?
7 Ewê tu afirandî, îdî tu rast kirî û tu xistî rûçikê merivan, ewa ye.
8 (Ewa) di kîjan rûçikî da bivê, te wusa berêk dike.
9 Na! (bi gotina we nîne, loma hûn bi na bawerî ya xwe bi tenê na hewin) lê hûn roya xelat û celatan jî didin e derewdêrandinê.
10 Bi rastî li ser we da (feriştenê) qencî nivîsarokan hene! (hûn çi dikin) ewan (feriştan, ewan kirinê we) diparisîn in.
11 Ewan (feriştan) qencê (nivîskaran in (loma kêm û pir nanivîsîn in).
12 Hûn çi bikin ewan (feriştan) pê dizan in.
13 Bi rastî (merivên) qencîkar (di behişta xuraka dan in).
14 Û bi rastî (merivên) gunehkar jî di doja (şewatê dan in).
15 Di roya xelat û celatê da (li bal dojê ta) tên e avîtin e.
16 Ewan qe (ji dojê) wunda nabin (dernakev in).
17 (Muhemmed!) ka tu ji kûderê dizan î, roya xelat û celatan çîye?
18 Paşê dîsa (Muhemmed!) ka tu ji kuderê dizan î, roya xe­lat û celatan çîye?
19 Ewa royeke wusaye kesek ji bona kesekî ra kêrê tu tiştî nayê. Di wê royê da hemî ferman ji bona Yezdan ra nin.