83

1 Ewanê ku di keş û pîvandina xwe da kemasî dikin, xwelî li wan be.
2 Ewanan gava tiştekî ji merivan bistînin; pîvandina wî bê kêmasî pêktîn in.
3 Gava ewan ji bona merivan ra bipîvin ya jî bikişîn in; ewan di kêş û pîvandina xwe da kêmasî dikin.
4 Maqey ewan guman nakin ,ku wê ewanê (ji piştî mirinê) rabin herne civînê?
5 Ji bona royeke mezin (wê rabin).
6 ku di wê royê da meriv radibe (hijmara kirinê xwe) ji bona Xuda yê cihanê ra (dide).
7 Na! (gotî ewan kêş û pîvanê xwe bi kêmasî nekin) loma bi rastî nivîsara (ki­rinê) gunehkaran di sicîlan da hatîye pêk anînê.
8 (Muhcmmed!) tu ji ko dizanî ka sicîl çîye?
9 Ewa (sicîla deftereke wusane) hemû kirinan tê da cî hilda ye.
10 Di wê royê da xwelî li derewdêran be.
11 Ewan (derevdêran) roya xelat û celatan didine derewdêrandinê.
12 Ewê royê hey ewanê ji tuxûbê xwe borî û gunehkar, didine derewdêrandinê.
13 Gava beratenê me ji bona wî ra, tên e xwundinê ewî (aha) gotîye: "Evan çîvanokê berêne."
14 Na! (bi gotina wan nîne). Lê bi rastî bi sedema keda wane kirî gemarê li ser dilê wan girtîye.
15 Na! (bi gotina wan nîne, keda wan jî bi tenê nîne) loma bi rastî ewanan di wê royê da ji Xuda yê xwe rûreş in.
16 Paşê ewanê li bal doji da bîne avêtinê.
17 Wê hej paş da ji bona wan ra aha bêgotinê: "Ewa tişta ku wê pê bawer ne dikir, eva ye (îdî de ji şapata wê çeşne bikin)."
18 Na! (wekî gotina we nîne) loma bi rastî nivîsara kirinê wanê qencîkarê, di jora bilinddan in.
19 (Muhemmed!) tu ji ku dizanî, ka jora bilind çîye?
20 Ewa (jora bilind deftereke wusane) hemû kirinan tê da cî hildan e.
21 Ewan (feriştene) nêzîk, nêhrewanî ya wî dikin.
22 Loma bi rastî qencîkar di (behişta) xurekadan in.
23 Li ser kursîyan temaşa dikin
24 Tu di rûyê wan da, şopa qencîyan nîyas dikî.
25 Ewan, bi meya devgirtî ye xurî tên e avdanê.
26 Derxûnê wî miske (ya jî daw ya wê meyê misk e). Îdî bira dexes (di van xelatan da) dexesî bikin.
27 Pê vexwarina wê (meyî) meya bi nav Tensîm e.
28 Ewa (Tensîm a) kanyeke wusane, ji wê (kanîyê) hey ewanê nêzîkê (Yezdan) vedixun.
29 Bi rastî ewanê gunehkarî dikirin hene! Ewanan, bi wanê bawer kiribûn e dikenîyan.
30 Gava ewanê (gunehkar) li bal wanê (bawerker da) diborîn li hev mêze dikin çav diniqîn in (bi bawerkeran tinazan dikin).
31 Û gava (ewan gunehkaran) li bal malînê xwe da zivirîn e, ewan bi xweşî (bawerkeran) di nava xwe da bi ken mijûl dibin.
32 Û gava (ewan gunehkaran, bawerker) dîtin e; ji hev ra (aha) gotin e: "Bi rastî evan (bawerkeran) rêya xwe wunda kirin e."
33 Ewan (gunehkaran dizan in) ku bi dîdevanî li ser wan (bawer­keran) ne hatin e şandinê, ji bo ku ewan biparisîn in.
34 Îdî di îro da jî ewanê bawer ki­rin e hene! ewan (bi wanê gunehkar) di ken in.
35 Ewan (bawerkeran) li ser textegahan (li wan filan) mêze dikin.
36 Çane! (ka mêze bikin) gelo fi­lan gerewa kirinên xweyên dikiribûn e, dîtin e?