84

1 Gava ezman derizî.
2 (Ezmen) ji Xuda yê xwe des­tûr xwest (ku bi sitûxarî wekî babetî ya wî) bi gotina wî (perestî ya) wî bike.
3 Û gava zemîn direj bûye (rast bûye).
4 Û di hundurê (zemîn da) çi heye, hemî avêtî ye derva, îdî vala maye.
5 Û (zemîn) ji Xuda yê xwe des­tûr xastîye (ku bi sitûxarî wekî babetîye wî) bi gotina wî (perestî ya wî) bike.
6 Merivo! Bi rastî tu dixebitî, ku tu herî bal Xu­da yê xwe, îdî (tu wusa bixebit e) tu yê bigehêjî wî.
7 Di wê gavê da îdî pirtûka kîjanî (bi destê) rastê bê danê.
8 Ewê hijmarek e hindik û hêsanî bibîn e (derbasbibe).
9 Û ewa li bal malîne xwe da bi şahî dizvir e.
10 Lê pirtûka kîjanî di alîyê pişta wî da hatibe daînê.
11 Îdî ewê ji bona xwe ra gazî teşqela bike.
12 Ewê li bal doja pêtan da bê kişandin e.
13 Loma ewa (di cihanê da) di nava malînê xwe da dilşabû ye (qe tiştek ji vê şapatê ne dianî bîra xwe).
14 Loma bi rastî (ewê gunehkar) guman kiribû, ku bi rastî îdî ranabe. -1ı
15 Na! (bi rastî wê bêne şandinê) loma bi rastî Xuda yê wî ewî dibîne.
16 Ho! Bi segura sibehê.
17 Û bi şevê û bi wan tiştên, ku şevê di xwe da pêçaye.
18 Û bi hîva (çarde) şevî.
19 (Sond dixum!) ku hûnê ( bi temtilekî li bal temtêla mayî da bêne rêkxistinê.
20 Îdî gelo ji bona wan (filan ra)çi bûye, ku ewan hêj bawer nakin?
21 Û gava ku Qur´an ji bona wan ra tê xwundinê ewan (ji bona Yezdan ra) kunde nabin?
22 Lê ewanê bûne file hene! (gava Qur´an ji bona wan ra tê xwundinê) ewanan (Qur´an ê) didine derewdêrandinê
23 Yezdan bi xweber jî (ewa tişta, ku ewan filan di hundurê xwe da veşartin e) bi wan çêtir dizane.
24 Îdî (Muhemmed!) tu ewan (fi­lan) bi şapateke dilsoz bide mizgîndanê.
25 Bi tenê ewanê bawer kirine û karê aştî kirin e hene! kêryeke bêpaşî ji bona wan ra