86

1 Bi ezman û bi sitêrka quloker.
2 (Muhemmed!) ka tu ji ku dizanî ewa (sitêrka) quloker çîye?
3 Ewa sitêrka bi runahî û rêjoke ye.
4 (Sond dixum!) ku li ser hemû candaran, parisvanekî wî heye.
5 Ka bira meriv mêze bike ji çi hatîye afirandinê?
6 Ewa (meriva) ji avekehilavok hatîye afirandinê.
7 Ewa (ava) ji pişta (mêran) û ji nava (her du) memikê (jinan) derdikeve.
8 Bi rastî (ew Yezdan ê, ku bi vî awayî merivan biafirîn e; ji piştî mirinê) di şî ku ewan para da bizvirîn e.
9 Di roya, ku hemû (veşartî) wê derkevin xûya bibin.
10 Îdî ji bo wî merivî ra qe tu hêz û arîkarî namîn e.
11 Û bi wî ezmanê (ku avê hildid e û) para da dîsa dizvirîn e.
12 Û bi wî zemînê (ku ji bona hêşîna ya) çiryanê derizî.
13 (Sond dixum!) ku ewa (Qur´an a) bi rastî pûçî û rastîyê ji hev ra diqetîn e.
14 Û ewa (Qur´an a) tinaz nîn e.
15 Bı rastî ewan (filan ji bona pûçatê ya Qur´an ê) endezan dikin.
16 Ez bi xweber jî (ji bona girtina wan) defikan pev dixim.
17 Îdî (Muhemmed!) tu ji bona wan filan ra firsetê bide, bi­ra ewan hedî-hedî (di rê ya xwe da her in.