87

1 (Muhemmed!) tu bi navê Xuda yê xweyê bilintir paqîjî ya vî ji kêmayan bike.
2 Ew (Xweda yê te) afirandin kirîye, îdî bi pêkanî rast kiriye.
3 Ewî ji hemû heyan ra (temtêla wan) pîvaye, îdî paşê anîye rêya rast.
4 Ewî kovîçêr derxistîye.
5 Îdî paşê ewa (çêra) xistêye gîhakî reşê hişk maye.
6 (Muhemmed) di nêzîk da (bi Cibraîl) emê (Qur´an ê) ji te ra bidin xûndinê, îdî tu bîrva nekî.
7 Ji pêştirê tişta Yezdan (bîrva kirina wê) va ye. Loma bi rastî Yezdan bi tişta xûyayî û bi tişta veşartî dizane.
8 Û emê ji bona te ra rêya hêsabûna (berkirinê) pêk bîn in.
9 (Muhemmed) heke şîreta (bi Qur´an ê)ji bona wan ra kêr tê tu ji wan ra şîretan bike.
10 Bi rastî ewê (ji Xudê) bitirs e, wê (ji Qur´an ê) şîretan hilde.
11 Ewê gunehkarê ji rê derketî heye! Ewa jî xwe (ji şîretê Qur´an ê) diparisîn e.
12 Ewa di agirê mezin da tê avêtinê.
13 Paşê (di agirda jî) ne dijî û ne jî dimire.
14 Bi sond! Ewê ku xwe ji (gunehan) paqij kirîye haye! Ewa feredte bûye.
15 Îdî ewî bi navê Xuda yê xwe şîret hildaye û nimêj kirîye.
16 Lê hûnê jîna cihanê heldibijêrin.
17 Jîna parada jî (ji jîna cihanê) çêtir û mayîtir e.
18 Bi rastî evan (şîretan) di pirtûk û rûpelên berêda jî hebûn e.
19 Ewan rûpelan, rûpelê Ibrahîm û Mûsa nin.