88

1 Bi sond! Ji bona te ra ji bûyera (Qarsê, ku hemû tiştî kavil dike) peyv hatîye.
2 Di wê rojê da hinek rû hene, melûl dibin.
3 Xebitîne(westîyane) bi kerbî hatine teşqeladanê.
4 Di agirê sor da têne avêtinê.
5 Ji kanîyeke kel da vedixun.
6 Ji pêştirê (berêdara) ererê qe tu xwarina wan tuneye.
7 (Ewa) bi xwarinê qelew nabin, ça ji birçîbûnê jî fereste nabin.
8 Di wê rojê da hinek rû jî hene, di nava xwarinan da (berxudarin).
9 Ji bona xebata xwe ye (cihanê) qayîl in.
10 Ewanan (di behiştê da) qe tu (axiftinê) kêr nehatî nabîhên.
11 Di (behiştê da) kanînê avê wan dikişin hene.
12 Û textegahên hatine bilind kirinê hene.
13 Û şel bikne (avê) bi tijî amade (hene)
14 Û balgînê rêzkirî (hene).
15 Binraxne baha (hene).
16 Maqey ewan (merivan) îdî li bal devê da mêze nakin, ka ça hatîye afirandinê?
17 (Ewan) li bal ezman da jî (mêze nakin) ka ça hatîye bilind kirinê?
18 Û li bal çîyan da jî (mêze nakin) ka ça hatine çikandinê?
19 Û li bal zemin da jî mêze nakin) ka ça hatîye çê kirin û raxistinê?
20 Îdî (Muhemmed!) Tu (ji bona wan ra) şîretan bike. Loma bi rastî hey tu şîret karî.
21 Tu (ferman dêrekî) li ser wan hetibî (Verêhte kirinê) ku bi zor ewan bînî ser gotina xwe, nînî.
22 Lê kîjan (ji piştî şîretan) rû fetilandibe û bibe file.
23 Îdî Yezdan ê ewî bi şapateke meztir bide şapat kirinê.
24 Loma bi rastî vegerandin û êwra wan bal me dane.
25 Paşê bi rastî hijmara (kirinê wan) li ser meye (emê bihijmir in).
26