9

1 Eva ji Yezdan û ji Pêxemberê wî li bal hevrîçêkerên, ku we ji bona wan ra peymana (aştîyê) dabûye, (ewan jî ewa peyman şikênandine, ji bona gizbirîna we) bi rastî belavok û destûrek e.
2 Îdî hûn (gelî filan!) di zemîn da çar mehan (bê tirs) bigerin û hûn evî jî bizanin! Ku hûn nikarin Yezdan bêzar bikin (ku îdî Yezdan nikaribe şapatê bide we) û hûn (bizanin!) bi rastî Yezdanê filan riswa bike.
3 Û eva di roya meztirê hecê da ji Yezdan û ji Pêxemberê wî li bal kesan da belavanokeke, ku bi rastî ewan herduk jî ji hevrîçêker û ji peymana bi wan ra daî dest berdane (ji wan bê gur û bê goman in). Îdî heke hûn (gelî kesan! Ji filetî û ji peyman şikênandinên xwe) poşman bibin, şixwa (poşmanîya we ji wan kirinê we) ji bona we ra çêtir e û heke hûn (ji poşmanîya xwe) rû bifetilînin (dîsa hevrîçêkirinê bikin û peymanên xwe bişikênin) hûn bizanin! Ku hûn nikarin Yezdan bêzar bikin (ku îdî ewa nikaribe şapatê bide we). Û (Muhemmed!) ewanê ku bûne file hene! Tu mizginîya wanan bi şapateke dilsoz bide.
4 Ji pêştirê (peymana) wan hev­rîçêkerên, ku we bi wan ra peymana (aştîyê) daye hev û paşê ewan hevrîçêkeran jî qe ji wê peymanê tu tiştek kêm nekiribin û ewan piştvanîya tu kesekî jî li hemberê we da ne kiribin,hûn jî heya danê paşya peymanê hat, ewa peymana ku we daye hev pêk bînin. Hûn bizanin! Bi rastî Yezdan ji parisvanan hez dike.
5 Îdî di gava ku paşya wan mehên (qirîn di wan da hatîye qedexe kirinê) hat, hûn li kederê rastî wan (hevrîçêkeran) hatin; hûn ça dikarin wusa bi wan ra qirîn bikin û hûn ewan bigirin; di xanî û di duzan da (kelan da) bixne zîndanan û hûn li hemû ciyan da ji bona wan ra didegehan daynin (didarya wan bikin û hemû rêyan li wan bigirin). Îdî heke ewan (ji wan kirinên xwe) poşman bûn û nimêja xwe kirin û baca malê xwe jî dan, hûn îdî rêya wan valakin (dest nedine wan). Bi rastî Yezdan ji penhûgerê kemasîyan û dilovîn e.
6 (Muhemmed!) Heke yek ji hevrîçêkeran xwe avête ber bextê te, îdî tu jî ewî bi ewletî hilde berbextê xwe, heya ku ewa peyvên Yezdan bibêhê, paşê tu ewî bi ewletî bigihîne wî cîyê ku ewa di wura da ewle dibe (ji bo ku tu kes dest nede wî). Ji ber ku ewan komalekî bi tiştan nizanin (tu evan xebatan bi wan ra dikî.)
7 Ji pêştirê wan (fileyên) ku we li bal mizgevta (bi nan Mescid ul-Heram peyman daye hev, we ji bona wanê ku hevrîçêker in (pût perestin) li bal Yezdan û li bal Pêxemberê wî ça peymanê çê be? Îdî ji wan (filan) kîjan ji bona we ra rast bin, hûn jî ji bona wan ra rast bin. Bi rastî Yezdan (ji wanê ku di peymana xwe da) parisvan in hez dike.
8 Wê ça (peymanê) çê be? Heke ewan (filan) li ser we da bi serbestî servahatî bibûnan, ewan (filan) qe di nav we da li tu kesekî pismam û li tu sond û peymanên ku we dabûye hevdu mêze ne dikirin. Ewan (filan) divên ku we devê xwe, bi xwe bidine qayîlkirinê û lê dilê wan qe bi tu cureî qayîl nabe. Şixwa pirên wan bi xweber jî ji rêya rast derketî bûne.
9 Ewan (filan) beratên Yez­dan bi perekî hindik firotine, îdî ewan rêya Yezdan ji ber merivan giredane. Bi rastî tişta ewan dikin çiqa sik e!
10 Ewan (filan) di nava bawergeran da qe li tu kesekî pisman û li tu sond û peymanekî mêze ne dikirin. Şixwa ewanê ku ji tuxûbê xwe borîne; (qe li tu tiştî mêze nakin) evan bi xweber in.
11 Îdî heke evan (filan ji wan kirinên xwe) poşman bûn; nimêja xwe kirin û baca xwe dan, ewan di olê da îdî birayên we ne. Em (evan) beratan ji bona wî komalê ku dizanin vedikin.
12 Û heke ewan (filan) ji piştî peymana xwe, sonda xwe şikênandin û ewan ziman xwe dirêjî ola we kirin (bi we tinaz kirin) îdî hûn jî (gelî bawergeran!) bi wan pêşrewanê wanên ku di filetîyê da pêşrewanî dikin ra qirîn bikin, bi rastî ji bona wan ra tu sond tune ye. (Bi vî awayî) dibe ku ewan (filan) ji wan kirinê xwe, xwe bidine paş da.
13 Qey hûn (gelî bawergeran!) bi wî komalê ku ewan sonda xwe şikênandine û ewan ji bo­na ku Pêxember (ji bajarê Mekkê) derxin, biryar hildane (evan kirinên hanênan) di cara yekem da jî ewan bi xweber dest avêtibûne xebata wan kiribûne, qirînê nakin? Qey hûn (gelî bawergeran!) ji wî (komalê) ditirsin? Heke hûn bi rastî bi Yezdan bawer dikin, îdî babettir e ku hûn ji Yezdan bitirsin.
14 Hûn (gelî bawergeran!) ji bo ku Yezdan (ewan filan) bi destê we şapat bike û ji bona ku ewan sernegûn bike û arîkarêya we bike; ku hûn li ser wan da servahatî bibin, ji bo ku dilê (we) komalê bawerger bi vî awayî mêfa (şifa) bibe, bi wan (filan ra) qirînê bikin.
15 Û ji bona ku Yezdan (ewa kula fila ne, ku di dilê bawergeran da heye) behere. Şixwa Yezdan bi xweber jî, ji bona kîjanî ra bivê, poşmanîya wî ye ji gonehan litê dike. Û bi rastî Yezdan pirzanê bijejke ye.
16 Qey hûn goman dikin, heya ku Yezdan; ewan merivên ji we ne, ku ji bo­na rêya Yezdan tekoşîn dikin û ewan merivan bi xweber jî ji pêştirê Yezdan û ji pêştirê Pêxemberê wî û ji pêştirê bawergeran ji xwe ra qe tu kesekî serkar û bextîyar nagirin, bi wê temtêla wan nizanbe, wê Yezdanê li ser vê temtêla we, dest ji we berde? Şixwa hûn çi bikin, Yezdan bi xweber jî bi wî dizane.
17 Ewan hevrîçêkerên, ku ji bona filetîya xwe ra li ser xwe, bi xweber şahidî didin, ku file ne ewa hene! Ji bona wan ra tu maf tune ye ku mizgeftên Yezdan ava bikin. Ewan kirinê wan hemûşk şewitîne û ewanê di agir da jî tum carî bimînin.
18 Bi rastî mizgeftên Yez­dan hey ewan kesên ku bi Yez­dan û bi ro (danê) para da bawer kirine û nimêja xwe kirine û baca xwe dane û ji pêştirê Yezdan ji tu kesî jî natirsin, ava dikin. îdî dibe ku evan bibine ji wan kes­ên ku hatine rêya rast.
19 Qey hûn (gelî kesan!) av dana hecîyan û ava kirina mizgevta (bi nav) Mescid ul-Heram û ewanê ku bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer kirine û (ji bona qayîlbûna Yezdan) di rêya Yezdan da tekoşîn ki­rine; wekî hev digirin? Na, ewan li bal Yezdan wekî hev nabin. Bi rastî Yezdan komalê cewrkar nayne rêya rast.
20 Ewanê ku bawer kirine û (ji welatê xwe) koç kirine û ji bona qayîlbûna Yezdan) di rêya Yezdan da bi mal û bi canê xwe tekoşîn kirine, hene! Ewan li bal Yez­dan bi payetî meztir in. Ewanê serfıraz jî evan bi xweber in.
21 Xudayê wan li bal xwe ji bona wan ra mizgîna dilovanîyeke ji xwe û qayîlbûna xwe bi wan dide, ku ji bona wan ra bihişt hene, xarina wan bê paşî ne.
22 Ewan bi xweber jî di wê bihiştê da hey manok in. Bi rastî li bal Yezdan xelatên mezin hene.
23 Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Heke bav û kal û birayên we, ji bawerîyê pirtir ji filetîyê hez bikin, hûn jî ewan ji xwe ra serkar û mezin negirin. Û kîjan ji we, ewan bav û kal û biran ji bona xwe ra serkar û mezin bigire; îdî bi rastî ewan bi xweber cewr kirine.
24 (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "He­ke li bal we bav û kalên we û zarên we û birayên we û zone we û pismam û lêzimên we û ewa malê ku hûn keda wî dikin û ewa kirîn û fîrotina ku hûn ditirsin, ji bona ku hûn di wî da karê nekin û ewan xan û malên ku hûn bi wan qayîl bûne, ji Yezdan û ji Pêxemberê wî û ji wê tekoşîna ku ji bona rêya wî tê kirinê, heztir be, îdî hûn dîdarî bikin, heya ku fer­mana Yezdan (bi teşqeleda­na we) were." Bi rastî Yezdan bi xweber jî ewî komalê ku ji rêya rast derketîye nayne rê.
25 Bi sond! Yezdan di pir cîyan da arîkarîya we ki­rîye û di roya (qirîna) Huneynê da jî (arîkarîya we kirîye): Di wê royê da; piranîya we hûn bi sodretî qure kirine, îdî ewê (piratîyê jî) qe tu tiştek ji we ne daye para danê û zemîn bi firetîya xûya jî li ser we teng bûye û paşê jî we pişta xwe daye qirînê hûn para da revîyane.
26 Pasşê (ji piştî ku hûn revîyane) Yezdan hewdana xwe (bi ber dilî) li ser pêxemberê xwe û li ser bawergeran da hinartîye û ewî leşkerekî wusa hinartîye ku qe we ewa (leşkeran) ne didîtin. (Ewî bi wan leşkeran) ewanê ku filetî dikiribûne şapat kirîye. Û şixwa celata filan bi xwe­ber jî eva ye.
27 Ji piştî vî jî Yezdan poşmanîya evînên xwe litê dike. Û bi rastî Yezdan baxişgerekî dilovîn e.
28 Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Bi rastî ewanê hevrîçêker hene! Ewanan (bi bawerî) pîs in, îdî bira ewanan ji piştî vê sala wane hanê nêzîkê mizgevta (bi nav) Mescid ul-Heram nebin û heke hûn (ji ne hatina wan li bal mizgevtê da) bitirsin, ku hûnê xezan bibin; îdî heke Yezdan bivê şixwa ewê we ji rûmeta xwe zengîn bike. Bi rastî Yezdan zanakî bijejke ye.
29 Hûn (gelî bawergeran!) bi wanê ku ji bona wan ra pirtûk hatîye, ku ewan hêj bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer nakin û ewan ku Yezdan û Pêxemberê Wî ne durist kirine, ne durist nakin (ji wan bi duristî dixun) û ola rast jî (ji bona xwe ra) bi olî litê nakin, qirînê bikin; heya ku ewan xeraca xwe bi destê xerac kûsanan bidin, ku ewan bi xweber jî stûxar bin.
30 Û cihûyan (aha) gotine: "Bi rastî Uzeyr kurê Yezdan e." Û Mexînan jî (aha) gotine: "Bi rastî Îsa kurê Yezdan e." Eva gotina hanê, gotina wan e, bi devê xwe dibê­jin. (Gotina wan) wekî gotina wan fileyên ku hêj di berya wan da (borîna) gotina: (Ewan jî di devê xwe da wekî gotina wan filan digerînin.) Yezdan ewan bikuje! Ewan di kuda evan viran dikin?
31 Ewan (filan) Yezdan hîştine, zanayên xwe û sofîyên xwe û Mesîhê kur ê Mer­yemê ji xwe ra xistine Xuda. Ewan bi xweber jî hatibûne ferman kirinê; ku ewan hey ji bona yek Yezdanê bi tenê ra perestî bikin, ji pêştirê wî (qe tu yezdanê babet ê perestîyê) tune ye. Bi rastî ewa ji wan sa-lixê hevrîçêkeran paqij e.
32 Ewan (filan) divên, ku ronahîya (fermanên Yezdan) bi devê xwe bitemirînin. Bi rastî file rikê xwe bînin jî wê Yez­danê ewan filan ji vîna wan bide para da, wê hey ronahîya (fermanên xwe) pêk bîne.
33 Û hevrîçêker çiqa rikê xwe bînin jî, hey ewê ku pêxemberê xwe bi rêya rast û bi ola maf (haq) şandîye, ji bona ku ola xwe li ser hemûşk olan servahatî bike ewa hey (Yezdan) e.
34 Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Bi rastî pir kesên ji zanan û sofîyên wan (filan) malê merivan bi pûçî dixun û ewan (za­nan û sofîyan) merivan ji rêya Yezdan didine para da. Û ewanê ku zêr û zîvan çal dikin: di rêya Yezdan da nasixurînin hene! Îdî (Muhemmed!) tu mizgîna wan bi şapateke dilsoz bide.
35 Di roya ku ewan (malên çalkirî) di agirê dojê da têne sor kirinê, îdî bi wî (malî sorkirî) netik û kêlek û pişta wan tê deqandinê, ji wan ra (aha tê gotinê): "Ewa malê ku we ji bona xwe ra veşartibû eva ye, îdî hûn ewî (malê xwe yê) ku we veşartibûye (tam) bikin.
36 Di roya Yezdan ku ezman û zemîn afirandîye; bi rastê hijmara mehan danzdeh in. eva hijmara hanê di nivîsara Yezdan da heye. Ji wan mehan: çar mehê wî bi rûmet in (di wan da qirîn û sikatî û tekoşînî qedexe ne, ewan mehan: Zil qade, Zil hece, Muherrem, Receb in) evan (hijmar û qedexan) ola wî ye rast e bi hêz e, îdî hûn (gelî bawergeran!) di wan me­han da bi xweber li xwe cewr nekin, ça file bi hemûtî bi we ra girînê dikin, hûn jî bi hemûtî bi wan ra qirînê bikin. Û hûn bizanin! ku bi rastî Yezdan bi xudaparizan ra ne.
37 Bi rasrî şûn guhurandina wan mehan (meha bi nav Muherrem para didan, di şûna wê da meha bi nav Sefer datînin, ji bona ku danê qirînê pir bikin, ya jî danê qirînê kêm bikin) pirkirina di filetîyê da ne wundabûna ji rêya rast e. Ewanê file hene! Ewanan ewê meha qedexerok di salekî da ji wan mehên qedexerok dihijmirînin û di salekî da jî qe ji wan mehên qedexerok nahijmirînin. ji bona ku ewan (filan) ewê hijmara ku Yezdan hijmartîye pêpes bikin (qe bi tu tiştî nehijmêrin). Îdî ewan bi vê hijmara xwe (ewan mehên qedexe ne) ku Yezdan hijmartîye; qedexetîya wan radikin, ji bona wan ra ewa kirina wane sik hatîye xemilandinê (xweşa wan diçe). Şixwa Yezdan bi xweber jî komalê fi­le nayne rêya rast.
38 Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Ji bona we ra çi bûye? Di gava ji bona we ra tê gotine: "Hûn hemûşk bi hev ra di rêya Yezdan da herin qirîne, hûn li bal zemîn da giran dibin dimînin. Qey hûn ji jîna para da pirtir bi jîna cihanê qayîl dibin? Bi rastî Xemla jîna cihanê di dan û gavê para da hey hindike.
39 Heke hûn (gelî bawergeran! Ça hatine ferman kirinê wusa) bi hev ra neçine qirînê, wê (Yezdanê) bi şapateke dilsoz we şapak bike û wê ewê) we bi komalekî mayî yê pêştirê we, biguhure, qe hûn nikarin tu ziyana wî jî bikin. Bi rastî Yezdan bi xweber jî li ser hemûşk tiştan bi hêz e.
40 Hek hûn (gelî bawergeran!) arîkarîya (wî pêxemberê min ê Muhemmed) nekin, îdî bi sond! (hûn bizanin) Yezdan arîkarîya wî kirîye. Kanê di gava ku ewanê file, ewa (pêxembera) yekê ji wan duduyan bi tenê bû, ji (welat) derxistibûn; di gava ku ewan herdukan di şikevtê da bûn (aha) digote hevalê xwe: "Qe murûzê xwe neke bi rastî Yezdan bi me ra ne." (A, di wê gavê da) Yezdan arîkarî kir, îdî Yezdan hewdana xwe li ser dilê wî da hinartîye û (Yezdan) ta ê wî bi leşkerekî ku hûn nabînin, kirîye û mijûlîya wanê ku fîletî dikiribûne berjêr kirîye. Û şixwa hey mijûlîya Yezdan bi tenê bilind e. Û Yezdan servahatê bijejke ye.
41 Hûn (gelî bawergeran bi dil xwazî) û bi sivikaî (û bi dil nxwazî) û bi giranî bi mal û canê xwe va di rêya Yezdan da bi hev ra (bi wan filan ra) tekoşîn bikin. Bi rastî heke hûn bizanin (eva tekoşîna bi vî awayî) ji bona we ra çêtir e.
42 Heke (eva gazîkirina te Muhemmed! ji bona wan ra, li bal qirîna bi filan ra, ji bona qirînê ne bûya) lê ji bona karekê nêzîk bûye, ya jî ji bona rêya miraza bûya, bi rastî ewanê bibûna peyrewê te, lê bi rastî zehmet û westandinê ewan (bawergeran; ji gazîkirina te li bal qirîna bi filan ra) dûr xistine. Ewan (bawergeran) di nêzîk da bi Yezdan sond dixun û (aha) dibêjin: "Heke me bikarya (ku em herne qirînê) emê bi we ra derketibûna (qirînê). Ewan bi wî awayî xwe teşqele dikin. Şixwa Yezdan bi xweber jî dizane ku ewan bi rastî derewan dikin.
43 Yezdan ji te kulan behere! Ka heya ji bona te ra (Muhemmed) ewanê ku rastgone xûya bibûnan û ji bona, ku te bi wanê derew dikiribûne bizanîya, te ji bona çi destûra wan (ji bona qirînê) daye?
44 Ewanê ku bi Yezdan û bi dan û gavê para da bawer kirine hene! Ji ber ku ewan bi mal û bi canê xwe va di rêya Yezdan da tekoşînê dikin (ewan nayên ji bona para ke­tinê, ji te Muhemmed destûra pa­ra ketinê naxwezin). Û şixwa Yezdan bi xweber jî bi xudaparizan dizane.
45 Lê ewanê ku bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer nakin û dilê wan (di bawerîyê da) du dilî kirîye, hene! Hey ewan ji bona para ketina (ji qirînê) ji te destûra xwe dixwazin. Îdî ewan bi xweber jî di du dilîya xwe ye (bawer kirinê da) du dil dibin.
46 Û heke (ewanî bawer ne dikirin) çûbûna qirînê bi van, wê ewanê ji bona (qirînê) tedarikeke xwe bikirinan. Lê Yezdan ji wan kirinê wan rikê xwe anî, îdî ewî ewanê (bê bawer di mala wan da) hîşt, (ji wan ra aha hate) gotinê: "Hûn jî (di mala xwe da) bi wanê (bêzar va) rûnên."
47 Heke ewanê (bê bawer) di nava we da derketina (qirînê) ewan ji pêştirê tevdanîyê qe ji bona we ra tu tiştek, pir ne dikirin û ewanê di nava we da hey têkilkirin danînan (ji bona ku hûn para da birevin). Şixwa di nava we da jî, ewanê ku gohdarêya (vanê bê bawer) bikirinan hebûn. Û Yezdan bi wanê cewrkar dizane.
48 Bi sond! Ewan hêj di berê da tevdanî va bûne û ewan ji bona te ra pir bûyerên şoresîsaz kiribûne, heya rastî hatîye û fermanên Yezdan bi serfirazî servahatî ye, ewan bi xweber jî ji vê servahatina hanê rikê xwe anîbûne.
49 Û ji wan hinek jî hene (aha) dibêjin: "Ka (Muhemmed!) tu ji bona min ra destûr bi­de; (ji bona ku ez neçime qirînê) dawekû serê min nekebe xax û lorê giran." (Muhemmed!) tu hişyar be! Bi rastî ewan noqê derdan bûne û bi rastî dojê (cehenem) file hildane nava xwe da jî.
50 Û heke qencîyek bi te da were, hatina wê qencîyê ewan sik dike. Lê he­ke aşîtek bi te da were ewan (aha) dibêjin: "Bi sond! Me hêj di berê da tedarika xwe kiribû." Ewan bi şahitî pişta xwe dane, para çûne.
51 (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Bi sond! Yezdan ji bona me ra çi nivîsîye hey ewa tê serê me. Serkarê me hey Yezdan e. Ûdî gelî bawergeran! Hûn hey xwe hispêrin Yezdan."
52 Tu (ji wan ra aha) bêje: "Qey hûn (geli durûyan!) ji pêştirê van her du qencîyan; (ya servahatin û pozbilindî, ya jî şehîd û ji gonehan baxişandinê) hêvîya tiştekî mayî ji bona me ra dikin? Û bi rastî em bi xweber jî ji bona we ra hey hêvîya vî di­kin; Yezdanê ya li bal xwe ji bona we ra şapatekî bide, ya ­jî wê we bi destê me şapat bike. Îdî hûn hêvîdarî bikin, bi rastî em bi xweber jî bi we ra hêvîdar in."
53 (Muhemmed!) tu ji wan ra aha bêje: "Hûn (gelî durûyan!) bi xweşî ya jî bi rikê xwe (malê xwe) bisixurînin; hey ewa sixurandina ji we nayê litê kirinê. Bi rastî hûn komalekî ji rêderketî ne."
54 Û tişta ewan dane para da ji bo ku sixurandina wan neyê litê kirine hey eva ye; bi rastî ewan bi Yezdan û bi Pêxemberê Wî bawer ne dikiribûne. Ewan heya diçûn ku nimêj bikin, hey bi sistayî dikirin, ewan gava sixurandin jî bikin hey bi ne xweşî û rikê xwe anîne (paşê) da­ne."
55 Îdî bira (piranîya) mal û zarên wan (Muhemmed!) te sodret neke. Bi rastî Yezdan divê ku ewan (durûyan) di jîna cîhanê da bi mal û zarê wan bide şapat kirine. Û (Yez­dan divê) ku gava canê wan derkebe jî, ewan (di wê gavê da) file bin.
56 Ewan (durûyan) bi Yezdan sond dixun, ku ewan ji we ne, lê qe ji we nînin jî. Bi rastî ewan komalekî wusa nin ziravê wan ji tirsa diçire.
57 Heke ewa rastê darendekî, ya jî rastê şikevtan bihatinan, ya jî quleke ku têda bihewyan, bi dîtanan, ewanên para da li bal wî da serê xwe hildana biçûnan.
58 Û hinek ji wan hene; ku ji bona (parkirina malê şorê) bê te (ji bona te ra Muhemmed!) ezmanê xwe dirêj dikin (aha dibêjin: "Eva parkirina hanê bi daditî nîne.)" Îdî heke ji wan ra ji wî malî hatibe dayînê, ewan şixwa qayîl dibin, heke ji wan ra ji wî malî ne hatibe dayînê şixwa ewan heman dixeyîdin.
59 Heke ewan bi tişta ku Yezdan û Pêxeemberê Wî dabûne wan qayîl bibûnan (û aha jî) gotibûnan: "Bi rastî Yezdan ji bona me ra bes e û wê Yezdanê ji rûmeta xwe û pêxemberê xwe ji virha dîsa ji bona me ra bide, bi rastî me dilê xwe li bal Yezdan da giredaye." (Wê ji wan ra çêtir bibûya.)
60 Bi rastî malê (şorê û malê) bacê, hey ji bona xezanan û ji bona belengazan û ji bona wan şanene, ku li ser wî malî xebat dikin û ji bona wan merivên ku hatine misilman bûne; hêj dilê wan bi rastî bi misilmanîyê germ ne bûye (ya ­jî ewan fileyên zor be; ji bo ku herçiqandina wan li ser misilmanan bidine para da ka ewan jî misilman nabin) û ji bona azadîya benda û zebûnan û ji bona deyndarên (ku malê wanê heyî têra deynê wan nake) û ji bona wan kesên ku di rêya Yezdan da tekoşînê dikin û ji bona wan rêwîyên ku di rêyan da mane (tê dayînê). Eva parkirina hanê parkirineke wusa ne; ku Yezdan bi vê nevê kirîye. Yez­dan zanayê bijejke ye.
61 Û ji wan (durûyan) ewanê ku cafayê didine pêxember hene! (Ji bona cefadana pêxember aha) dibêjin: "Ewa (pêxembera wusa dibêhê) bûye goh (ji hemû tiştan ra gohdarî dike. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje:"Ewa goha gohekî wusa ne; ji bona we ra qencîyek e. Ewa bi Yezdan bawer dike, ça jî bi bawergeran jî bawer dike, ewa (goha) ji bona wanê, ku ji we ne (bi rastî) bawer kirine dilovanîyek e (ji Yezdan e). Û ewanê ku cefayê didine pêxemberê Yezdan hene! Bi rastî ji bona wan ra şapateke dilsoz heye.
62 Jj bona ku ewan xwe bi we bidine qayîl kirinê, ewan ji we ra bi Yezdan sond dixun. Heke bi rastî ewan bawer kiribin; Yezdan û Pêxemberê Wî babettir in, ku ewan bi xwe bidine qayîl kirinê.
63 Ma qey ewan nizanin? Kîjan di hemberê biryarên Yezdan û Pêxemberê (Wî da, biryaran bihûne) îdî bi rastî ji bona wî ra agirê dojê bê paşî heye. Ewa ê bi xweber jî di wê dojê da hey bimîne. Riswaya mezin eva ye.
64 Ewanê durû hene! Ewan ditirsin, ku li ser wan da ferkereke wusa bê hinartinê, di dilê wan da çi hebe ji wan ra bêje (bi vî awayî jî tinaz dikirin. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Hûn (gelî durûyan) tinazan bikin! Bi rastî tişta ku hûn jê ditirsin, Yezdanê ewî derxe (rohnayî ye)."
65 Heke (Muhemmed! Tu) ji wan bipirsî (ka hûn çi mijûl dibin?) Ewanê (aha bersiva te bidin): "Bi sond! (Qe em bi tu tiştî mijûl nabin) lê em di nava xwe da tinazan dikin û bi hev dileyîzin diçin. (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Qey hûn bi Yezdan û bi beratên wî û bi Pêxemberê Wî tinazan di­kin?”
66 Hûn (gelî durûyan!) baxişandina xwe ji wan kirinê xwe nexwezin. Bi sond! Hûn ji piştî bawerîya xwe, bûne fi­le. Heke em destekî ji we bibaxişînin, emê desta mayî jî bi sedema, ku ewan gonehkar bûne şapat bikin.
67 Ewanê durû hene! Mêr û jinê wan jî ji hev in. Ewanan fermana bi kirina sikatîyan û bi xwe para dana ji qencîyan dikin. Ewan destê xwe (ji kirina qencîyan) digirin; Ewan Yezdan (bi vî awayî) ji bîrva kirine. Îdî ji ber vî qasî Yezdan jî ewan bîrva kirine. Bi rastî ewanê ji rêya rast derketine, ewan durû bi xweber in.
68 Yezdan ji bona durûyên mêr û durûyên jin û ji bona filan ra, agirê dojê peyman kirîye, ewa ne di dojê da hey bimînin. Ewa şapata hanê besê wan e û Yezdan ewan (ji dilovanîya xwe) deherandine. Û ji bona wan ra şapateke bê paşî heye.
69 (Gelî durûyan!) Hûn jî wekî wanê berya xweyên: hêj ewanê berya we da; hêza wan ji hêza we zortir bûye û mal û zarê wan ji mal û zarê we pirtir bûye. Îdî ewanê (berya we, di cîhanê da) bi para xwe benga (kayf) û xweşîya xwe kirine, we jî bi para xwe (di cîhanê da) beng û xweşîya xwe kirine, ça ewanê di berya we da jî bi para xwe (di cîhanê da) benga xwe kirine û ça ewan noqê pûçatîyan bibûn, hûn jî wekî wan noqê pûçatîyan bûne. Ewanê ku kirinê wan di cîhan û di dan û gavê para da şewîtîne hene! Evan in û ewanê ku zîyan kiri­ne, evan bi xweber in.
70 Qey mijûlîya (ji temtêla) wan komalên, ku di berya wan da (borine) ji komalê Nûh û komalê A´d û Semûd û ji komalê Îbrahîm û rûniştîyên (bajar) ê Medyenê û ji komalê (Lût) ku (bajarên wan bi serê wan da dêriz bûye) ji bona wan ra ne hatibû? Pêxemberên wan li bal wan da bi beratên ber çavî va hatibûne. (Lê ewan bi wan pêxemberan bawer ne kiribûne, ji ber vîqasî rastê xeşma Yez­dan hatine). Îdî Yezdan li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine.
71 Û ewanê bawer kirine hene! Mêr û jinê wan ji hev in: Hinekê wan serkarê hinekê wan in. Ewanan fermana (bi kirina) qencîyan û xwe parisandina ji sikatîyan dikin û ewan nimêja xwe dikin û baca (malê xwe) didin û ewan bi gotina Yezdan û Pêxemberê Wî dikin:Yezdanê di nêzîk da li wan dilovanî bike. Bi rastî Yezdan servahatê bijejke ye.
72 Yezdan ji bona bawergeran; çi mêr û çi jin, peymana wê bihişta ku di binê wê da çem dikişin û di bihişta xurinanê (bi nav) Adinê da jî êwirên tîtal daye, ewanê di wura da hey bimînin. Û şixwa qayîlbûneke ji Yezdan ji bona wan ra ji vê (peymana hanê) hêj pirtir û mezintir heye. Serfirazîya mezin eva ye.
73 Pêxember! Tu bi filan û bi durûyan ra tekoşîn bike û tu li ser wan da giranî bike: Bi rastî êwra wan doj e. Ewa doja çiqa sikê êwran e!.
74 Bi sond! Ji piştî ku ewan (durûyan) misilman bûne, paşê dîsa bûne file û peyvên filetî jî gotine. Paşê dîsa bi Yezdan sond dixun û dibêjin: "Qe me ewan peyvan ne gotine." Û ewan miraz kirin, ku ewê tişta (kuştina pêxember) qe nikarin bikin ji bona wî ra xebat kirin. Xurî ji bona ku Yezdan û Pêxemberê Wî, ewanê (durûyan) ji rûmeta xwe zengîn kirine, ewan radibin ji dexesîyan tûl hildidin (di hemberê qencîyên Yezdan ne ku li ser wan hen, ewan jî radibin sikatî dikin, qe eva kirina wan dibe karê merivan?). Heke ewan ji wê kirina xwe poşman bibin, wê poşmanîya wanê ji bona wan ra çêtir bibe. Û heke ewan rû bifetîlînin (di filetîya xwe da hinc bikin) Yezdanê ewan di cîhan û di dan û gavê para da jî bi şapateke dilsoz şapat bike û ji bo­na wan bi xweber jî di zemîn da tu serkar û arîkar tune ye.
75 Û ji wan (durûyan) ewanê (aha) peymanê didin hene: Heke Yez­dan ji rûmeta xwe ji bona me ra (mal biqencî) bide, bi sond! Emê jî ji wî bacê bidin û emê bibine ji wanê arîtîkar.
76 Îdî gava (Yezdan) ji rûmeta xwe ji bona wan ra mal daye, ewan (durûyan) bi wî malî dexesî kirine (qe ji tu xezanekî ra bi wî malî qenci ne kirine) pişta xwe dane (pevmana dayî). Şixwa ewan bi xweber jî piştanokê maleke ne. (Dest ji wan peymanan malandine).
77 Îdî ji ber ku ewan, ewa peymana dabûne Yezdan pêk ne anîbûne û ji ber ku ewan derew dikiribûne,Yezdan jî (ji piştî peyman şikênandina wan) di dilê wan da heya roya ku ewanê rastê Yezdan bên, dexesî danîye.
78 Qey ewan (durûyan) nizanin, ku bi rastî Yezdan bi dizîyên wan û bi wan piste pistê wan dizane? Û bi rastî Yez­dan bi xweber jî pirzan e bi tiştên ne xûya ne.
79 Ewanê (durû ne) ku tinaza bi wanê bawergerên baca xwe bi dilê xwe hêj pirtir dane, dikin (ji wan ra aha gotine:"Ewan baca xwe hêj pirtir didin, ji bona qayîlbûna Yezdan nadin, lê ji bona ku navê wan bê gotinê: Ewî jî hewqas bac daye.") Û bi wanê ku bawer kirine baca xwe wekî hêza xwe dane, bi awakî dinê tinaz kirine (ji wan ra jî aha gotine: "Xuda ji van zengîntir e, bira Xuda ji bona xezanan ra mal bide, ka hûn gelî bawergerên xezan! Ji bo çi hûn ji bona xezan ne mayî ra malê xwe didin?) Îdî Yezdan ewan hildane tinazan û ji bona wan ra şapateke dilsoz heye.
80 (Muhammed! Tu hez dikî) ji bona wan (durûyên bi van salixên borî ji min) baxişandina gonehên wan lava bikî, ya jî qe ji bona baxişandina gonehên wan lava nekî (hey wekî hev e). Heke tu ji bona baxişandina wan hevtê carî jî lava bikî, dîsa bi rastî Yezdan qe ewan nabaxişîne. Ji ber ku ewan bi Yezdan û bi Pêxemberê Wî filetî di kiribûne eva (ne baxişandina wan çê nabe). Şixwa Yezdan bi xweber jî ewî komalê ku ji rêya rast derketîbûne, nayne riêya rast.
81 Ewanê bê gotina pêxemberê Yezdan kirine hene! ewan bi rûniştina xweyê (di mala xwe da mane, neçûne qirînê) şabûne, ewan rikê xwe anîne, ku bi mal û bi canê xwe va di rêya Yezdan da tekoşînê bikin û ji hev ra (aha) gotine: "Hûn di germê da neçine qirînê." (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje : "Bi rastî agirê dojê germtir e." Xwezîya ewan pisporî bikirinan.
82 Îdî ji bona ewê keda ku ewan dikiribûne, bira ji virha ewan hindik bikenin û pir bigirîn. Eva celata wan e.
83 Îdî heke Yezdan (Muhem­med! Tu ji qirîna Tebûkê) para da zivirandî, li bal destekî ji wanê (ku bi te ra ne hatibûne qirînê) û ewa desta jî (ji bona ku bi we ra derkebine qirînê) ji te destûr xwestin, tu ji wan ra (aha) bêje: "Qe di tucarî da hûn bi min ra dernakebine qirî­nê û hûn bi min re qe bi tu neyarî ra qirînê nakin." Bi rastî hûn şix­wa di cara yekem da bi rûniştinê qayîl bibûn, îdî hûn jî bi wanê para da mane, bi wanê dijê me ra rûnên.
84 Û (Muhemmed!) tu li ser tu kesekî ji wan, gava bimire nimêj neke û tu (di gava çalkirinê da), neçe ser gora wî jî. Bi rastî ewan filetîya Yezdan û Pêxemberê Wî kirine û ewan ji rêya rast bi derketî mirin e.
85 Û (Muhemmed! bira piranîya) mal û zarên wan te sodret neke. Hey Yezdan divê ku ewan di cîhanê da bi wan (mel û zaran) bide şapatkirinê û (gava) canê wan derkebe jî, ewan şixwa file bin.
86 (Evan hene!) Di gava, ku ferkerek hatibe hinartinê, di wê ferkerê da jî eva fermana hebe: "Hûn bi Yez­dan bawer bikin û hûn bi Pêxemberê Wî ra herin tekoşîn bikin." Ji wan ewanê zengîn hene! (Ewan aha ji te ra) dibêjin: "Ka tu destûra me bide û dest ji me berde, ku em jî bi wanê ne çûne qirînê (di mala xwe da mane) rûnên.
87 Ewan qayîl bûne, ku ewan (di mala xwe da bi jin û zaran va) bimînin. (Ya jî ewan qayîl bûne, ku ewan bi wanê dijê we ra bimînin) û li ser dilê wan bi xweber jî durufa (durûtîyê) hatîye danînê. îdî şixwa ewan ji hev dernaxin.
88 Lê pêxember bi tevê ewanê ku bi pêxembera bawer kirine hene! Ewanan bi mal û bi canê xwe va (di rêya Yezdan da bi wan neyeran ra) tekoşîn kirine. Îdî ji bona van ra qencî hene. Û evan bi xweber in, ku fereste bûne.
89 Yezdan ji bona van ra ewan bihiştên ku di binê wan da çem dikişin amade kirîye, ewanan (di wan bihiştan da) di hemû gavan da dimînin. Serfirazîya mezin, a, eva ye.
90 Û ji koçerên ereban (ewa desta ku ne çûbûne qirîna Tebûkê) ji bona ku ji wan ra destûr bê danê (ewan jî di mala xwe da wekî wanê para da mane, rûnên) hinek sedem ji bona xwe ra (hûnandine) hatine (ji bo ku tu ewan bibaxişinî). Lê ewanê ku Yezdan û Pêxemberê Wî dabûne derewdêrandinê hene! Ewan rûniştibûne, qe (ji bona baxişandina xwe) ne hatibûne, ewanê file ne ji wan hene! Wê di nêzîk da şapateke dilsoz bi wan da were.
91 Li ser bêwec û nexweşan û li ser xezanên rastî tu malî nayên ku ji (bona qirîna bi wanê file ra di rêya Yezdan da bisixurînin), heke ewan ji bona Yezdan û Pêxemberê Wî şîreta (qencîyan) bikin tu goneh tune ye (ku ewan neçine qirînê). Şixwa li ser qenckaran qe tu rêneda­na wan tune ye. Û Yezdan bi xweber jî baxişkarê dilovîn e.
92 Ewanê di gava (tu derketî herî qirînê) ha­tibûne bal te, ji bo ku tu ewan sîyar bi kî (beheri qirînê) te jî ji wan ra (aha) gotibûye: "Qe li bal min tu tiştekî ku hûn li wan sîyar bin werne qirînê tune ­ye." Ji ber ku di destê wan da tu malê ewan (di rêya Yezdan) bisixurînin tune ye, ewan para zivirîne; çavê wan ji kovanan histêr dibarandin hene! Qe tu sikatî li ser wan jî tune ye.
93 Lê sikatî bi rastî li ser wan zengînên ku ji te destûr dixwestin (ku neçine qirînê) heye. Ewa­nan qayîl bûn (ku di mala xwe da bi wanê para da mane, rûnên) ji ber ku Yezdan li ser dilê wan duruf kirîye; îdî ewan (bi temtêla) xwe qe nizanin.
94 Di gava ku hûn (ji qirînê) para da li bal wan da zivirî bûne, ewan (durûyan hatibûne) ji we baxişandina xwe bi hinek (sedeman xwestine). (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Hûn qe baxişandina xwe ji me nexazin, bi rastî em ji we bawer nakin; loma Yezdan hemû temtêla bûyera we ji bona me ra gotîye. Û wê Yezdan û Pêxemberê Wî kirinê we bibînin, paşê wî ewê ku bi der û hûnduran dizane, hûnê herne bal îdî ka we çi kirîye, wê hemûşkî ji bona we ra bêje."
95 Di gava ku hûn (ji qirînê) li bal wan bizivirin, ji bona ku hûn rûyê xwe ji wan nezivirinin, ewanê bi Yez­dan ji bona we ra sond bixun; ku ewan ji bona hinek se­deman bi we ra ne hatine (qirînê)." Îdî hûn rûyê xwe ji wan bifetilînin. Bi rastî ewan sikin û bi sedema wan kedên ku ewan kirine, êwra wan doj e.
96 Ewanan ji bona we ra sond dixun; ji bona ku hûn bi wan qayîl bibin. Heke hûn bi rastî bi wan qa­yîl bibin jî, îdî Yezdan dîsa bi wan komalê ku ji rêya rast derketine qa­yîl nabe.
97 Ewan erebên koçer hene! Ewanan (ji hemûşkan) pirtir file û durû ne, şixwa ewanan ji bona ku ji wan biryarên Yezdan, ku li ser pêxemberê xwe da hinartîye nizanbin, babettir in. Bi rastî Yezdan zaneyê bijejke ye.
98 Û ji koçeran hinek hene, ku bawer dikin; ewan malên di rêya Yezdan da hatine sixurandinê ji bo­na wan ra zîyan e, ewanan hêvî di­kin (ku ji bona we ra royên şoreşî werin; di wan royan da ewanê tûla xwe ji we hildin). Ewan royên şoreşî ku ewan hêvî dikin, li ser wan bi xweber e. Şixwa Yezdan bi xweber jî bîhisteke pirzan e.
99 Û ji erebên koçer hinek jî hene, ku bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer dikin û ewan koçeran (dizanin) ku ewa malê te xebitandine (ji bona tekoşîna) rêya Yezdan, sedeme ji bona nêîkaya wan li bal Yezdan da û ji bona dilxwezîyên Pêxemberê wî, ji wan- ra ne. Bi rastî tu hişyar be! Eva kirina wan sedemeke ji bona nêzîkaya wan li bal Yezdan dane. Yezdanê ewanan di nêzîk da bixe nava dilovanîya xwe. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e.
100 Û (Yezdan) ji wan koçer û arîkarên (misilmanê) ku di cara yekem da (misilman bûne) û ewanê ku bi qencî bûne peyrewê van, qayîl bûye û ewan jî (bi wan tiştên ku Yezdan daye wan) qayîl bûne û ewî ji bona wan ra ewan bihiştên ku dibinê (darê wan da) çem dikişin amade kirîye, ewanan di bihiştê da hey dimînin. Serfirazîya mezin eva ye.
101 Û hinek ji wan koçerên li dora we da durû hene û hinek jî ji wan binecî ne (bajarê) Medînê hene, li ser durûya xwe lec dikin. Hûn bi wan nizanin, xurî em bi xweber bi wan dizanin. Emê ewan du caran şapat bikin, paşê ewanê li bal şapateke mezin da bêne zivirandinê.
102 Û Destek jî (ji wan kesên ku bi te ra nehatibûne qirînê) hene! ewan (hatine) ji gonehkarîya xwe ra erê gotine; Ewanan karên xweyên aştî û sikatî tevê hev kirine. Dibe ku Yezdan poşmanîya wan litê bike (ewan bibaxişîne). Bi rastî Yezdan baxişkerê dilovîn e.
103 (Muhemmed!) ji bo ku tu ewan (bi hildana) wî malî paqij û ewan pîroz û pir bikî, tu ji malê (vanê rastbêj) hinekî bac hilde. (Muhammed!) Tu ji bona wan ra (ji Yezdan) dilxwezîyên rind bixwaze. Bi rastî dilxwezîyên te ji bo­na wan ra hewdana dil e. Şixwa Yezdan bi xweber jî bihîstekê pirzan e.
104 Ma qey ewan nizanin ku hey Yezdan bi xweber e ji bendeyên xwe poşmanîya wan ji gonehan litê dike û bacan (ji maldaran) digire? Û bi rastî poşmanîya ji gonehan hey Yezdan bi xweber e litê dike û dilovîn e.
105 Û (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Hûn (çi dikarin bikin) hûn ewî bikin, îdî wê Yezdan û Pêxemberê Wî û bawerkar, ewî ka­rê we bibînin. Hûnê hemûşk jî bi rastî li bal wî (Yezdanê) ku bi der û hûnduran dizane bêne zivirandinê, îdî ewa ê di wê gavê da ewî karê ku we kirîye ji bona we ra bêje."
106 Û destek jî ji wanê (ku çûne qirînê) temtêla wan li bal fermana Yezdan da hatîye hispartinê; (Yezdanê) ya ewan şapat bike, ya jî we ewan bibaxişîne. Şixwa Yez­dan bi xweber jî zanayê bijejke ye.
107 Û ewanê (ji qirînê para da mane) hene! Ewan ji bona zirarê bidin û (mafê nîyas nekin) û ji bona ku di nava bawergeran da dutîretî çê bikin û ji bona, ku ewanê di cara yekem da bi Yezdan û bi Pêxembere Wî ra ceng kirine (ka wû kînge werin) bixne şûna çavnêrvanan, ewan ji xwe ra mizgevtek ava kirine. Ewanê sond bixun: "Ku (armanca me ji avakirina wê mizgevtê) ji pêştirê qencîyê qe tu tişt nîne." Û bi rastî Yezdan bi xweber jî nêhrîwanî dide, ku ewan bi rastî derewan dikin.
108 (Muhemmed!) Tu qe di tu gavê da di wê (mizgevtê da nimêj) neke. (Nimêj kirina te) di wê mizgevta ku di cara yekem da li ser xudaparizîyê hatîye avakirinê, babettir e. Di wê (mizgevtê da) hinek mêr hene hez dikin, ku (ji gonehan) paqij bibin. Şixwa Yezdan bi xweber jî (ji wanê ku divên ji gonehan) paqij bibin, hez dike.
109 Îdî qey ewê ku xîmê (avayî yê xwe) li ser xudaparizî û qayîlbûna wî ava kirîye qenc e, ya jî ewê ku (xîmê avayî yê xwe) li ser lêvê kendalekî herikî danîye, ku ewa bi xweber jî (bi wî avayîyê xwe va) biherike here (bikebe) agirê dojê, qenc e? Bi rastî Yezdan bi xweber jî ewî komalê cewrkar nayne rêya rast.
110 Ewa avayîyê wanê ku ewan ava kirîye heye! Heya ku dilê wan (bi mirinê) ker be, wê di dilê wan da hey dudilî bihêle. Bi rastî Yez­dan zanayê bijejke ye.
111 Bi rastî Yezdan ji wanê bawer kirine, can û malê wan kirîye. Ewanan di rêya , Yezdan da qirînê dikin, îdî ewanan (filan) dikujin û têne kujtinê jî; Yezdan ji bona wan ra bi mafê di (pirtûkên bi nav) Tewret û fincîl û Qur’anê da peyman daye, ku ji bo­na wan ra bihişt heye. Û gelo ji Yezdan çêtir kî heye, ku peymana xwe pêk tîne? (Gelî bawergeran!) îdî hûn bi wê kirîna xwe ye ku hûn bi wê hatine firotinê şa bibin. Şixwa serfirazîya mezin jî eva bi xweber e.
112 Û (Muhemmed!) ewanê ku ji (gonehan) poşman bûne, perestîya (Yezdan û) sipazkarya wî dikin di rêya wî da digerin (ji bona wî ra xwe) kuz dikin û kunde dibin, ewanan fermana bi qencîyan û xwe parisandina ji sikatîyan dikin û ewanê parisîya biryarên Yezdan dikin û bawer kirine (hene!) mizginîya (wanê bi van salixan têne naskirinê, bi bihiştê) bide.
113 Ji piştî ku ji bona pêxember û bawergeran ra diyar bû, ku ewan kesên (pêxember û bawerger ji wan hez dikin); bi rastî (ewan) hevrîyên dojê ne, îdî maf tune ye, ku pêxember û bawerger ji bona wan ra ji Yezdan baxişandina gonehên wan bixwazin. Evan hevrîçêkeran çiqa pismamên (pêxember û bawergeran) nêzîk bin jî.
114 Xwaztina Îbrahîm, ji bo­na baxişandina gonehên bavê xwe ji Yezdan, hey ji bona ku Îbrahîm (hêj di berê da) ji bona bavê xwe ra peyman dabû (ku ezê ji bona baxşandina gonehên te ji Yezdan lava bikim) loma kirîye. Îdî gava ji bo­na Îbrahîm ra xûya bû (ku bavê wî) ji bona Yezdan ra neyar e, Îbra­hîm dest ji baxişxwastinê berda. Bi rastî Îbrahîm pir dilsozê mulahîm e.
115 Yezdan ji piştî komalek anî rêya rast, heya ji wî (komalî ra) xûya nebe, ka wê xwe ji çi biparisînin (qencî û xirabîyan ji hev dernexin) ewî komalê jî rêya rast dernexe. Bi rastî Yezdan bi hemû tiştan dizane.
116 Bi rastî seroktî û maldarya ezman û zemîn hey ji bona Yezdan ra ne. Jînandin û mirandin hey ewa dike. Û ji bona we bi xweber jî ji pêştirê Yezdan qe tu serkar û arîkar tune ye.
117 Bi sond! Yezdan, pêxember û hevalên wî ne ji koçer û arîkaran ku di danê tenk da bûne peyrewê wî baxişandîye, ji piştî ku di nava van da jî destekî (wusa hebûn) nêzîk bu, ku dilê wan (li bal rêya wanê kevin da) welgere paşê dîsa Yezdan poşmanîya wan litê kirîye. Bi rastî ewa li ser wan (pêxember û peyrewê wî) pir henûn û dilovîn e.
118 Û Yezdan ewan her sê (merivên ku ji qirîna Tebûkê) para da mabûn (baxişandine); loma ewan (wusa lava dikiribûne, ji ne çûna xwe wusa poşman bibûn) zemîn bi firetîya xwe va li wan teng dihat û bêhna wan wusa teng bibû (te digot qey canê wan derdikebe) û ewan bi gomanî dizanîyan ku ji pêştirê Yezdan, ji bona wan ra tu darende tune ye. Ji bo ku ewan (ji kirina xwe) poşman bibûn, paşe Yezdan jî ewan baxişandin. Bi rastî Yezdan pir baxişgerê dilovîn e.
119 Gelî bawergeran! Hûn yezdanparizî bikin û hûn bi rast (û rastbêjan ra) rabin (rûnên).
120 Ji bona binecîne (bajarê) Medînê û ji bona wan koçerên Erebanê li dora (bajarê) Medînê da nin, ku ji Pêxemberê Yezdan para da bimînin (û bi gotina wî nekin) û canê xwe ji canê pêxember pirtir hez bikin qe babet nîne. Çima, çiqas ewanan di rêya Yezdan da tî bibin û biwestin û birçî bibin û ewan çiqas ji bona ku filan bibeicînin, pê li kîjan zemînî bikin û ewan çiqa servehatinekî di hemberê neyaran da pêk bînin, hey ji bona wan ra bi sedema wan kirinê wan, karekî aştî tê nivîsandinê. Bi rastî Yezdan kirya qencîkaran wunda nake.
121 Ewan çiqa (di rêyaYezdan da) rozîyeke piçûk û ya jî mezin bidin û ewan çiqa ji newalekî li bal newalekî mayî da (ji bona tekoşîna qayîlbûna Yezdan) biborin, hey ji bona wan ra qencî têne nivîsandinê. Ji bona ku Yezdan ji wan kirinê wan çêtir xelata wan bide (ewan qencîyan ji wan ra dinivîse).
122 O babet nîne ku hemûşk bawerger bi hev ra herne qirînê; heke ji her destekî hinek ji wan di nava pismamên xwe da bimînin: ji bona ku ewanê mayî, olê (ji bona jin û zaran ra) hîn bikin û ji bona ku ewan, evan (pismamên wanê ku çûne qirînê) gava pa­ra da hatin; ewan (bi aşîta Yezdan) bidine tirsandinê, gelo çêtir nîne? (Ya jî; heke ji her desteki hinek li bal pêxember bimînin, gava ewanê çûne qirînê para da hatin, ewa niqandina ji pêxember ra hatîye hinê wan bikin gelo çêtir nîne?) Bi vî avayî dibe ku ewan xwe ji karên ne rastî biparisînin.
123 Gelî bawergeran! Hûn bi wan fileyên, ku nêzîkê we ne, qirînê bikin, ji bona ku ewan filan we di hemberê xwe da bi hêz bibînin. Û hûn bizanin bi rastî Yezdan digel xudaparisan e.
124 Û di gava ku ferkerek hatibe hi­nartinê; hinek ji wan durûyan (ji hev ra aha dibêjin): "Ka evê ferkera hanê, bawerya kîjanî ji we pir kirîye?" (Tu ji wan ra aha) bêje: "Ewanê ku bi rastî bawer kirine hene! Çiqa ferkerek hatibe hinartinê, îdî ewê ba­werîya wan pir kirîye; ewan ji hev ra mizgîna hatina ferkerê didin."
125 Lê ewanê ku di dilê wan da nexweşîya (filetî û durûtîyê heye, hene!) hinartina ferkeran ewan bi sikatî li ser sikatîya wan pir kirîye, ewan bi xweber jî bi filetî mirin."
126 Ma qey ewan (durû û filan) ku di salê da carekî ya du caran têne şapat kirinê nabînin? Dîsa ewan ji kirina xwe poşman nabin û ji wan (şapatan jî) hiş hilnadin.
127 Û di gava ku fer­kerek hatibe hinartinê, hinekên wan (file û durûyan) li bal hinekên wan da mêze kirine (aha ji hev pirsîne:) “Gelo kesekî hûn dîtin?” (Çav ji hev ra diniqînin) paşê para da dizivirin diçin. Bi sedema ku ewan komalekî wusa nin; rastî û ne rastîyê ji hev dernaxin, Yezdan dilê wan ji bawerîyê fetilandîye.
128 Bi sond! Li bal we da pêxemberekî wusa ji we hatîye, cefa û tengasîya we ewî diêşîne, ji bona we ra bi hezkirinî pir haloke ye û ji bona bawergeran ra henûnekî dilovîn e.
129 Îdî heke (Muhemmed!) ewan ji te û (ji bawerya bi te) rû fetilandin, tu ji bona wan ra aha) bêje: "Ew Yezdanê ku ji pêştirê wî (tu yezdanê babet û perestîyê) tune ye, besê min e. Bi rastî min xwe hispartîye wî, ewa bi xweber jî xweyê arşê (mana) mezin e.