90

1 Ho! Ez bi vî bajarî sond dixum.
2 Û tu bi xweber jî di nava wî da rûniştî yî.
3 Û bi nişa merivan û bi ûrta wan.
4 (Sond dixum) ku me nişa merivan (di nava) zoratîyê da afirandîye.
5 Maqey ewa meriva guman dike, ku hêza tu kesî pêda naçe?
6 (Ji bona pesindanê aha) di bêje: "Min di vê rê da bi kulûra mal sixurandîye."
7 Maqey ewa guman dike, ku kes ewê kirina wî nabîne?
8 Qey me ji bona (merivan ra) du çav ne daye.
9 Û zimanek û du lêv (nedaye)?
10 Û me ji bona (merivan) du rê; (rêya qenc û xirabîyan) daye.
11 Îdî ewî (merivî, ji bona sipazîya di hemberê van qencîyan) qe xwe ne avite tu gaz û bêlanê zor.
12 Gaz û bêlanê zor, ka çîye tuyê ji ku bizanî?
13 Ewa (kara) vekirina (zincîra) kolan e (ku tu ewan azad bikî).
14 Yan jî di rojeke axilve da dayîna xurekan e.
15 Ji bona sêwîyên pismam ra.
16 Yan jî ji bona wan belengazê, ku ji birçîya xwe li ser xwelîyê dirêj kirene.
17 Hêj paşê ewa dibe ji wanê bawer kirin e û şîreta bi hewdana (di hemberê cewr û aşîtan da) li hev dikin û bi dilovanî ya li hev kirinê dikin.
18 Hevrîne bi nutûv û rast evan in.
19 Ewanê bi beratenê me bûn e fi­le hene! ewan jî hevrîne bênutûv û çep in.
20 Agirê ku derê wî tê girtinê, ji bona (vanan ra)ne.