92

1 Bi şeva gava taritî ewê som dike.
2 Bi roya gava derdikeve (rohnaî dike).
3 Bi wîyê ku nêr û mê afirandîye.
4 (Sond dixum!) ku xebata we bi rastî cure û cureye.
5 Îdî kîjan (ji bona xezanan ra mal) bi sixurîne û Xuda parizî bike.
6 Û (perestîne) qenc jî bike û rast bi dêrîne.
7 Îdî emê ji bona wî ra (hatina li bal rêya rast da) hêsanî bikin.
8 Kîjan jî çikûsî bike û xwe (ji Yezdan) ne hewce bibîne.
9 Û qencê (gotinan jî) bide derewdêrandinê.
10 Îdî emê ji bona wî ra (çûna li bal rêne zehmet da) hêsanî bikin.
11 Û gava ewa bikeVe dojê, malê wî qe ji bona wî ra tu karê nake.
12 Loma bi rastî hatina wî li bal rêya rast da li ser meye.
13 Û bi rastî cihan û parada jî ji bona me ra ne.
14 Îdî min hûn (gelî gunehkaran!) Bi agirekî pêtdayî dane hişyar kirinê.
15 Ji pêştirê wanê rûreşê ji rêya rast derketî, tu kes nakeve wî agirî.
16 Ewî (rûreşê) maf daye derewdêrandinê, pişta xwe daye (mafê).
17 Bi rastî ji wî (agirî) merivê Xu­da pariz tê dûr xistinê.
18 (Ewê Xuda pariz) ew e, ku malê xwe (di rêya Yezdan da )sixurandîye (mali xwe) paqij kirîye.
19 Û (li bal Yezdan) ji bona tu kesekî ra qe tu qencîyek tuneye, ku ewan bi wê qencîyê bêne xelat kirinê.
20 Ji pêştirê (maldana) ji bona qayîl bûna (Xuda yê xwe) yê bililindtir (heke dabe).
21 Di nêzîk da jî (ewa qencîya) ku Xuda yê wî (ji bona wî ra bide, ewê) bi wê qencîyê qayîl bibe.