94

1 (Muhemmed!) maqey me ji bona te ra singê te venekirîye (ku tu îdî zanîna retkokî bi zanî)?
2 Meqey li ser te barê te hil nedaye?
3 Ku ewî (barî ji giranîyê) pişta te dişkênand.
4 Maqey me ji bona te ra nav ü dengê te bilind nekirîye?
5 Îdî bi rastî bi her tengayîyê ra firetîyek heye.
6 Bi rastî jî bi her tengayîyê ra firetîyek heye.
7 Îdî gava (Muhemmed!) tu ji karê xwe valabûyî (rabe) bi karekî dinê ra xebatê bike (nehewe).
8 Îdî li bal Xuda yê xwe da bizvire (perestî bike).