96

1 (Muhemmed!) tu bi navê Xu­da yê teyê, ku tu afirandîyî bi xûne.
2 Ewî meriv ji zûryan afirandîye.
3 Tu bi xûne! Û Xuda yê te pir rûmetdare.
4 Ewî (bi merivan nivîsandina) bi gilîgo û nivîsdarokî daye hînkirinê.
5 Tişta, ku merivan nizanbûye ewî bi wan daye hînkirinê.
6 Na! (di hemberê van qencîyan da) bi rastî meriv ji avarû derketîye.
7 Ji ber, ku ewa (meriva) xwe ne hewce dîtîye.
8 Bi rastî para zıvirandin hey li bal Xuda yê te dane (wê hijmara kirinê wan bibîne).
9 Qey tu ewê, ku paradanê dike nabînî?
10 Gava bendek nimej dike (ewî dide para da na hêle nimej bike).
11 Tu dibînî; heke;ewa (bendê nimêj; dike) li ser rêya rast be?
12 Yan jî ewa (benda) fermana bi Xuda parizî bike?
13 Tu di binî; heke ewa (bendê paradanê dike) pişta xwe bide (van şîretan û) bide derewdêrandine? (wê gavê ewê bizane ka wê çi bê serê wî).
14 Maqey ewa nizane, ku bi rastî Yezdan bi hemû kirinê wî (dizane û) dibîne?
15 Na! heke ewa (ji wan kirinê xwe poşman nebe) parada nefitile, bi rastî emê bi tûncika wî bigirin (ewî li bal dojê da) bi kişînin.
16 Bi tûndcika wî virekê gunehkar (bigirin).
17 Îdî bi ra ewa (here) gazî hemnişînê xwe bike.
18 Emê jî gazî feriştene xwene (parisvznê dojê bi navê) zabanî bikin.
19 Na! (Muhemmed!) qe tu bi gotina wî (gunahkarî) neke ü tu (ji bona Xuda yê xwe ra) kunde bihere û nezîkê wî (Xuda yê xwe be).