98

1 Ewanê xweyê pirtûkên, ku bûn e file û ewanê hevrî çêker hene! Heya ji bona wan ra (berateke) huzwartî neyê (ewan ji hevaltîyan) xwe venabin.
2 Ewa (berata) qasidekî wusa­ne ji alîyê Yezdan da hatîye şandinê, ku ji bona wan ra rûpelên paqij bi xûne.
3 Di wan (rûpelan da) nivîsanê (biryarê) wusa hene, mafan bi rastî vedikin.
4 Ewane xweyê pirtûk hene! ji piştî, ku ji bona wan ra berata huzwartî hatîye, paşê dutîretî di nava xwe da çêkirine.
5 Ewan (xweyê pirtûkan) bi tenê (ji alîyê qasid da) hey aha hatibûnê ferman kirinê; ku xurî ji bona Yezdan ra perestî bikin, loma ola rast hey ji bona (Yezdan ra) heye û nimejê bikin û baca malê xwe bidin û ola mafe rast şixwa eva ye.
6 Bi rastî ewanê xwedîyê pirtûkne, ku bûne file û ewanê hevrî çêker hene!Ewanê di agirê dojê da her bimînin. Sikne heyîne reşayîyê evan in.
7 Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Qenctirne heyîna reşayîyê evan in.
8 Xelata wan li bal Xuda yê wan behişta xarinane;(Behiştake wusane) ku di binê (darê wêda) çemê (avê) dikişin. Ewanê di wê (behiştê da) her bimînin. Yezdan bi wan qayîl e û ewan jî (ji dana Yezdan) qayîl in. Ewê, ku ji Xuda yê xwe ditirsîya ye (bê gotina wî ne kiriye) heye! Eva xelata ji bona wî ra ne.