99

1 Gava zemîn bi heja (zor) hejya.
2 Û (gava) zemîn (ji hundurê xwe kanî û gewherê xweyên) giran derxistine (derva).
3 (gava) meriv (aha) di bêje, "Ji bona (zemîn ra)çi bûye (ku aha diheje)?"
4 Di vê rojê da (zemîn) ji hemî (bûyerên, ku li ser hatine kirinê) di peyîve.
5 Loma bi rastî Xuda yê te li bal (zemîn da) niqandibû, (ku hemû bûyeran bêje).
6 Di wê rojê da, meriv deste deste (ji qorê xwe) derdikevin, ji bo ku kirine xwe bi bînin.
7 Îdî kîjanî wekî çirûskekî qenccîyek kiribe, wê ewê hey (hemberya wê qencîya xwe) bibîne.
8 Û kîjanî jî wekî çiruskekî sikatîyek kiribe; wê ewê hey (hemberya wê sikatîya xwe) bibîne.