100

1 Bi wan hespên behindayî.
2 Û bi wan hespên, ku (bi simên xwe çirûskên) agir derdixin.
3 Û bi wan hespên, ku (di êrişa serê sibehê da) tozê derdixin.
4 Û bi wan hespên, ku (bi wê êrişa xwe, bi tozê) şop li pey xwe hîştine.
5 Bi vî awayî ewan (hespan bi sîyarê xwe va) di nava neyaran da cî vedane.
6 (Bi van sond dixum!) ku meriv bi rastî ji bona Xuda yê xwe ra pir nankor e.
7 Û bi xweber jî nihrevanê vê kirina xwe ye.
8 Û bi rastî (meriv) ji bona civandina mal ra zor hizkere. .
9 Ma qey meriv nizan e, gava tiştên di goran da heyî radibin (ji bona civînê) têne şandinê (we gavê temtêla wan ça dibe)?
10 Wê (gavê çi)di dilê wan da heye derketî ye hatîye xu yandinê.
11 (Erê!) di wê rojê da Xuda yê wan bi temtêla wan agahdare.