76

1 Bi sond! meriv qe hêj tu tişt ne bûye, ku navê wî bihata gotinê; dan û demê pir dirêj li ser da borîye (paşê ji xalya qîmîtîye bênketî hêdî hatîye afirandinê).
2 Bi rastî mc meriv di temtêlne pey hev da,ji aveke tevlihevê (ji nêr û mêyan) afirandîye, îdî ji bo ku emê ewî biceribînin, me ji bona wî ra bihîstin û dîtin çê kirîye.
3 Bi rastî me ji bona wî ra rê nîşan daye, îdî ewa (meriva) ya sipazî û ya jî nankorî dike.
4 Bi rastî me ji bona filan û nankoran ra, zincir û bend û doja hilopît amade kirîye.
5 Bi rastî ewanê qenc jî hene! ewanan, meya ku tevê kafûrê bûye, di şelbikan da vedixwun.
6 (Ewa meya) kanyeke wusane, bendanê Yezdan ji wê (kanîye) vedixwun.(Ewanbendan ewê) kanîyê ça bixwazin, wusa didine kişandinê.
7 Ewan (qencan) gorînê xwe pêk tînin. Ewanan ji wê roja ku aşîta wê belav dibe ditirsin.
8 Bi hez kirina xwe, xurekan ji bona belengaz û sewî û zebûnan ra didin.
9 Ewan (ji bona hewcan ra aha dibêjin): "Em hey ji bona qayîlbûna Yezdan bi we didine xwurinê. Loma me ji we qe xelat û sipazî navên.
10 Loma bi rastî em di roja rû tirş û bi mirûz da ji (şapata) Xuda yê xwe, ditirsin.
11 İdî Yezdan jî ewanan ji şapata wê royê parisandin û Yezdan ji bona wan ra (rûyekî) bi ken û (dilekî) fire daye.
12 Bi sedema, ku ewan li ser (cefan) hew kirine, xelata wan (di wê ro­yê da) behişt û hevirmûş e.
13 Ewanan di (behiştê da) û ser kursîyan paldayîne ewanan di (behiştê da) germa (şewatok) û serma (qermandok) nabînin.
14 Û sîne (darê behiştê) bi ser wan da hatîye vegirtinê, çiqilên (daran ji bona weşandina beran) berjêr bûne, hatinê jêrê.
15 Bi firaqê ji zîv û bi misînên ji biloran li ber wan digerin.
16 Ewan îstekanê ji zîv in, bi pîvandin hatine pêk anînê.
17 Û ewanan (di behiştê da) bi aveke wusa têne avdanê, ku ewa (ava) bi zencefîlê hatine tevdane (di wan şûşan da) vedixun.
18 Eva di (behiştê da) kanyeke jêra selselbîl tê gotinê.
19 Ewan (vexurinan) zarên, ku di (behiştê da) hermaîne li dora wan da digerînin. Gava tu (ewan zaran) dibînî, tu dibê qey luluyê zêr kildayîne.
20 Tu çi gavê li wura mêze bikî (tu di wura da) qencî û maldar ya mezin dibînî.
21 Li ser (behiştîyan) kincê ji hevirmûşê kesk û birqonek hene. Ewan ji bazinê zîv xwe xemilandin e. Xuda yê wan, ewan bi aveke paqij dane avdanê.
22 Bi rastî ewa ji bona we ra xeleteke û xebata we hatîye sipaz kirinê (litê kirinê).
23 (Muhemmed!) bi rastî me Qur´an bi vekirî li ser te da hînartî ye.
24 Îdî ji bona berawanî ya Xuda yê xwe tu hew bike û tu ji wan (filan) qe bigotina tu gunehkar û nankoran neke.
25 Û tu bi navê Xuda yê xwe di sibeh û êvaran da perestî bike.
26 Û di hinekî şevê da, îdî tu ji (Xuda yê xwe ra) kunde behere û tu di şeva dirêj da jî perestî ya (Xuda yê xwe) bike.
27 Bi rastî evanan (ji vê cihana) zû çûyî hez dikin û dest ji wê roja girane pêş ya xwe da berdan e.
28 Me ewan afirandine û me (momikên wan) pevxistine û ewan bi hez kirine û gava em bivên jî, emê ewanan bi hinekî wekî wan ra biguhurînin.
29 Evan beratan şîret in; îdî kîjan bivê, wê li bal Xuda yê xwe da ji bona xwe ra rêyekî bigire.
30 Û hûn bi xweber jî ji pêştirê vîna Yezdan qe tu tiştî navên.Loma bi rastî Yezdan pirzanê bijejke ye.
31 Ewa ji kîjanî ra bivê ewî dixe nava dilovanî ya xwe. Ewî ji bona cewr karan ra jî şapateke dilsoz amade kirîye.