60

1 Gelî ên bawerî anîne! hûn neyarê min û neyarê xwe bi dostî negirin. Tevî ku ew bi rastiya ji we re hatiye kafir bûne hûn ji wan hiz dikin. Ji ber we bi Xudayê perwerdekarê xwe bawerî aniye, ew, we û pêxember (ji warên we) dertînin. Eger hûn ji bo cîhada di rêya min de û xwestina qayilbûna min derketine (êdî hûn wan dost negirin). Hûn bi dizî ji wan hiz dikin tevî ku ez tiþtê hûn vediþêrin û tiþtê hûn eþkere dikin tev dizanim. Kî ji we vî bike êdî bi rastî wî rêya rast þaþ kiriye.
2 Eger ew bi ser we kevin ewê ji we re bibin neyar û wê destên xwe û zimanên xwe bi xerabî dirêjî we bikin û ew hiz dikin ku xwezî hûn jî kafir bibûna.
3 Ne mervatiyên we û ne jî zarûyên we qet bikêra we nayên. Roja qiyametê wê navbera we ji hev biqetîne. Xuda, tiþtê hûn dikin baþ dibîne.
4 Bi rastî ji we re di Îbrahîm û ên pê re de nimûnekî rind heye. (Di bîr bînin) dema ji komela xwe re gotin ku: "Bêguman em ji tiþtê hûn bêyî Xuda dihebînin bêrî ne. Em ji we bawer nakin û di navbera me û we de neyartî û xeþma hertimî xuya yekta bawerî bînin." Tenê gotina Îbrahîm ji bavê xwe re (ne tê de; ku gotê:) "2Sond be ezê ji te re bexþînê bixwazim û li hember Xuda ji te re tu tiþt di destê min de nîne." Perwerdekarê me! me her xwe sipartiye te û em her bal te ve vegeriyane û veger her bal te ve ye."
5 "Perwerdekarê me tu me ji ên kafir bûne re neke sihêtî û tu ji me re bibexþîne perwerdekarê me! Bêguman tu, serkeftiyê hîkmetdar her tu yî."
6 Sond be, ji we re di wan de nimûnekî rind heye ji ê ku hêviya Xuda û roja dawîn dike re. Kî rû bizivrîne êdî bêguman Xuda, dewlemendê hêjayê pesn her ew e.
7 Dibe ku Xuda di nava we û ên we neyartiya wan dikir de hizkirinekî çêke. Xuda baþ dikare. Xuda bexþendekar e dilovan e.
8 Xuda we ji ên ku di dîn de bi we re þer nekirine û we ji warên we dernexistine para nade ku hûn bi wan qencî bikin û bi wan re bi dad û rastî tevbigerin. Lewra bêguman Xuda ji ehlê dad û rastiyê hiz dike.
9 Bêguman Xuda we tenê ji ên ku di dîn de bi we re þer kirine û we ji warên we deranîne û li ser derxistina we piþtvaniya hev kirine, para dide ku hûn wan dost bigrin. Kî wan dost bigre, êdî sitemkar her ewên han in.
10 Gelî ên bawerî anîne! gava jinên bawermend bi koþberî hatin bal we, vêca hûn wan sihêtî bikin. Xuda baweriya wan çêtir dizane. Vêca eger we wan (jinan) bawermend zanî, êdî hûn wan bal kafiran ve nezivrînin. Ne ew (jin) ji wan re durust in û ne jî ew (kafir) ji wan (jinan) re durust in. Hûn tiþtê wan (kafiran) daye bidin wan. Tu guneh li ser we nîne ku hûn mehr bikin gava hûn destmuza (mehra) wan bidin wan. Hûn bi dawa jinên (xwe yên) kafir negirin û tiþtê we daye bixwazin û bira ew jî tiþtê dane bixwazin. Hukmê Xuda evê han e. Xuda di navbera we de hukim dike. Xuda zana ye hîkmetdar e.
11 Eger tiþtekî ji jinên we ji dest we çû bal kafiran vêca hûn bi ser ketin, êdî hûn biqasî tiþtê dane bidin ên ku pîrekên wan ji dest wan çûne. Hûn xwe ji Xudayê ku hûn pê bawermend in biparêzin-bitirsin.
12 Pêxember! gava jinên bawermend hatin bal te ku bi te re bey´et kin ku: Bi Xuda re tu tiþtî nekin û zarûyên xwe nekujin û di nav pêþî û lingên xwe de derewa bi hev nexim neynin û di karê qenc de bêfermaniya te nekin, êdî tu jî bi wan re bey´et bike, û ji Xuda, ji wan re bexþînê bixwaze. Lewra bêguman Xuda bexþendekar e dilovan e.
13 Gelî ên bawerî anîne! hûn komelekî ku Xuda li wan hêrs bûye dost negirin. Bi rastî ew ji axretê bêhêvî bûne çewa ku kafir ji ehlê goran bêhêvî bûne.